Semayek li ser peravê yadîyan

 

( ji rojekê  re, di sînga seranserî salê de jîndare, ji ronahîya yadîyên her Adaran re, di roja 14-ê xwe de)

 

Bêwar Brahîm 

 Bi tenê pirsên hiþk … ,

Li kolanên temenekî bê payîz,

Dêhinbûna rojên bê oxir,

Di nav diranên tirsê de dicûn.

Serma û seqema li ser

Kevîyên Payîzan … ,

Dikin Eqîqeyên sor û

Li nav pîzotên

Agirê bengîniyê vediþêrin.

 

Temen,

Embare ji þînî û þadûmanîyên

Jiyanên serketî û têkçûyî re ,

Bê nav û bê navnîþan … ,

Bejna xwe ji

Refên hêvîyan re ditewîne,

Rêdûrîya di navbera

Dil û dengên hestyarên dozan de …

Dibe pêl û

Hiþkbûna pirsan,

Li ber xwe dibe.

 

Kêlîkên pîrbûyî,

Daxwazên basikþikestî,

Çirayên ber-vemirandinê,

Fermêskên þermîn,

Li ber sekeratên mirinê …,

Tev bi hev re dibuhijin,

Dibin zivistanên seqet,

Li ser gopalê reþbînîya jiyanên ketî,

Di bin darbesta

Dilêriya demên dêrîn de,

Hêdî … hêdî … dimeþin,

Lê … Rêkên pîroz … ,

Di bin pêyên seqet de, xwe ranagirin,

Serê xwe hildidin û li ber xwe didin,

Da ku temen,

Karwanê pêvajoya

Jiyanên ronahîyê …

Bigihîne nav baxê zindîstanê.

 

Daxwazên xakê, 

Hêsrên dîrokê,

Adarên yadîyê,

Sirûdên azadîyê û

Girnijandinên evîndariyê,

Dikin ewrên ramûsanan û li ser

Baxên dilsozî û wefadarîyê

Dibarînin ... dibarînin …

 

11 / 04 / 2007

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org