|
Serê jinê di navbera kêrên mêrên tawankar û pênûsên mêrên nivîskar de?!
Bêwar Brahim
Dema
kovara (Nûbûn)ê, di hejmara 91 ê de Tebaxa 2007 an de. Doseyek
li ser kujtina jinan belav kir. Xwezî baþ di dilên þikestî de peyda bû.
Di gel kêmasiyan jî. Wek navê doseyê bi xwe ez hest bûm ku bi tirs
hatiye binav kirin( xwekujtina jinan). Gelo, çima ne kujtina jinan bû?! Xwekujtina
jinan, yan kujtina jinan bi destên mêran? Dema
kovara (Nûbûn) ê, di hejmara 91 ê de Tebaxa 2007 an de. Doseyek li ser
kujtina jinan belav kir. Xwezî baþ di dilên þikestî de peyda bû. Di
gel kêmasiyan jî. Wek navê doseyê bi xwe ez hest bûm ku bi tirs hatiye
binav kirin( xwekujtina jinan). Gelo, çima ne kujtina jinan bû?! Bêguman
karê vê kovarê gelekî hêjayî bû, lê wek desthilat ku azadiya hizr û
ramanan li ber wan baþ vekiriye, dikarîbû vê azadiyê ji bo berzbûna
pirojeyekî wek doseya kujtina jinan bi þêwazekî berfirehtir berdewam
bike. Ne ev kovar bi tenê, lê hemû alavên ragihandinê gerek bi nerîneke
cidî barê mijara kujtin -ne xwekujtina- jinan bigrin ser milên xwe. Di
eynî vê salê de. 2007, sala belavkirina doseya li ser jinên kujtî 276
jin li baþûrê Kurdistanê bitenê hatine kujtin, jibilî alîyên din
yên Kurdistanê û jinên ku ji derve dimîn in. Her
ku çavê min bi romana Paulo Koêlo dikeve(Li ber çem digrîm).
Kene-giriyekî kelevaj xwe li min digre û dipirsim: -
Çima li rojavayê cihanê, hewl didin ku Yezdanê mezin bikin jin? Ava pêyên
jinê li ber dilên wan pîroz e, weke ava zemzem û kewserê. Û li
rojhilat hewl didin ku jinê bikin Iblîs? Mîna lawiran lê mêze dikin wê
serjêdikin. Wê dikujin û recim dikin, weke ku gurekî har ji serê çiyayan
daketibe û êrîþî berxên wan kiribe?! Serê
jinê di navbera kêrên mêrên tewankar û pênûsên mêrên nivîskar
de? Malpera
Avesta, deriyê kujtina jinan bi pênûsên mêran vekir; ev deriyê ku bi nûkirina
kujtinê wan qet nayê girtin. Dibe ku pênûsên çend jinan hebin, lê
doseya wê tev bi pênûsên mêran e. Pirsa
min ew e, gelo jinanên xwedî pênûs di ku de mane? Çima bêdeng dimîmnin?
Çima li benda mêrên nivîskar dimîne ku jinên weke wê bi pênûsên
xwe ji kujtinê biparêzin? Ew jî xwedî pênûs in çima dengên xwe nakin
yek û vî dengî bilind nakin? Rû le rû ji mêrên bêrûmet tewankar re
bibêjin: Naaaa? Ez berê van pirsan bi tevahî didim jinên Kurd û bi
taybetî jinên baþûrê Kurdistanê. Gelo,
ta kengî emê li ber siha mêran bimeþin û qelsbûna jinbûna xwe bi wan
qewîn û bi hêz bikin. Gerek em di wê baweriyê de bin ku ev mêrên ku
em xwe bi wan bi hêz dikin wê rojek wer e ku nefretê li vê qelsbûna me
li himberî me bi xwe bînin. Çendî ew alîkariya me bikin ku em xwe bi
xwe alîkariya hev nekin wê serê me tevan bibin qurbanên kêrên sû. Bûyerek
ne ji mêj ve, li gundekî derdora Qamiþlo çêbû, keçek û kurekî ji
hev hez kirin. Dê, bav, ap û pismaman ew nedan. Hevdû revandin, ap got:
Emê wê serjêkin, pismamê wê got: Ez ê wê vegerîn im û li xwe mehir
bikim. Lê meriv, der û cîranên wan bi taybetî ew jinên ku nizanin du tîpan
bixwînin, bi tundî li dijî kujtina keçê rawestiyan. Niha ev keç dêya
lawekî ye û bi bextewrî ew û hezkiriyê xwe bi hev re dijîn û mala bavê
wê, mêrê wê weke lawekî xwe dibînin. Gelo, ku ev boyer bikeve þûna
zagona ku piraniya dewletên rojhilat bikartîn in ku xwîna jinan bi tewana
namûs û þerefê ji mêran re helal dikin, hingê wê çi bibe? Namûs
û þerefa jinê, çekeke atomiye di destê mêr de. Gelek
jin, dêya min weke bîreke bê binî dibîn in, di encamê de her raz û veþartokên
jiyana xwe jê re dibêjin. Ji bo ti zererê neghînim vê taybetiya dêya
xwe ezê bitenê vê boyerê-Bê destûra wê- ji bîrdanka wê derxim ku
min bi çavê xwe dît û bi guhê xwe bihîst. Pîrek
bû, weke ba û baranê digriya û digot: ( Neviya min ciwan bû, sipehî û
zîrek bû, dilgirtiya pismamê xwe bû. Birayê wê ket xeta þeytên û ew
neda. Sedem ew bû ku kalemêrekî 70 salî maldar ew dixwest; neviya min û
pismamê xwe hevdû revandin û du salan li çol û beyabanan miþext û
penaber bûn. Di wê bazdan û veþartina wan de lawek ji wan re çêbû,
temenê wî bû du sal. Hêviya vegera malê bi wan re çêbû ku êdî eman
û tenahî heye. Vegeriyan malê û xwezî venegeriyabana; hêj pêyên wê
deriyê hewþê derbas nekiribûn birayê wê cercûrek gulle tam di serê wê
de valakir. Berxê du salî ji himbêza wê hat xwarê û li nav derya xwîna
dêya xwe noq bû..). Mêr
çi ji jinê bixwaze pêwîste daxwazên wî pêk werîne! Eger bibêje
naaa, hingê( gayê sor te çi xwariye)? Yekî
û cîranê xwe li ser sînorên zeviyan bihevçûn, cîranê xwe li ber çavan
di nava rojê de kujt, û þand pey polîsan xwe hêrzkir û kir hawar, min
namûs û þerefa xwe þûþt min ew li ser nivîna jina xwe dît. Dema jina
wî ev yek jê bihîst bi tundî li rûyê wî rabû û ji polîsan re got,
derwean dik î, ez ji ava zelal paqijtirim ji bo peran cîranê me kujt. Mêrik
yek nekir didu û sêberdana jina xwe xiste destê wê. Ji ber ku rastî eþkere
kir û piþta wî ne girt. Ev
e sinc û pirensîpên piraniya mêrên rojhilatî yên vê cîhanê, yan wê
jin cêrî û benî bin di bin pêyên wan de, yan wê çeka herî biha di
destên xwe de li ser serên wan bihejînin. Ew çek çi ye? Kujtina ji bo
namûs û þerefê ye. Mixabin
û sed carî mixabin, ku netenê civak vî çekê gemarî bikar tîne. Ji dîroka
jihevçirandina partiyên me û ta roja îro. Reklema herî dijwar di þer
û berberiya wan de jin e. Dema aliyek bixwaze aliyê din biþkîne, bi rêya
belavkirina gotgotik û derewan jinan dikin al û bi serê rimên xwe ve
dadileqînin û li dahol û zirna namûs û þerefê didin û dibêjin:( Em
bi jinên we re, bi xuþkên we re, bi keçên we re radizin) ji xwe rewþenbîriya
me kopiyek e ji siyaset û civaka me. Di
dawiyê de, dixwazim wek bersevekê bidim kekê Eskerê Boyîk. Ku di salekê
de kujtina 276 jinên Kurd nexweþiya tevahiya civakê ye. Ji bîra min neçûye
ku we dixwest hawara kujtina Duia, bike bela serê Êzdiya. Ew tewankarî
bela serê tevahiya civakê ye ne tenê bela serê Êzdiya ye. Ku em coreyên
wisa ji tewankariyê ji hev biçirînin êdî wê qurbaniyên me jinan bibin
sê qat û çar qat. Emê her di wê hêvîyê de bijin, ku rojên werin wê li þûna rijandina xwîna me ya sor gul û kulîlkên spî kat û geþ bibin. 15.05.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org