Serhaweya Sirûda Xwînê

( Ji dayikên þehîd, birîndar û girtiyên bihara Qamiþlo ya xwînî re)

 

Bêwar Brahîm

 

Dem, di gerdena rojan de girêdayî namîne.

Jiyan bi sêdarên bidarvekirinê ve daliqandî namîne.

Em, berbang û elenda sibehên bêdeng û bêziman in.

Em, tîþk û tîrêjên roja bang û hawaran in.

Neyar, ji keziyên me yên kurkirî ditirsin.

Ji dengê fîxan û nehwirandinên me dilerizin.

Bimeþin… Bi pêþ ve bimeþin... Serê xwe dernixum nekin.

Bila westan me ranewestîne.

Em, riya pêvajoyên bê westan in.

Em, dil û giyanên jiyanên sermedin, ku mirinê nasnakin.

Em, kofiya dora serê afirandina demin serbilind in.

Li ber siha efsaneyên dilêr û cegerdar em efsaneyan diafirînin.

***

Kevirên sincirî wê li ser me bibarin.

Xencerên jehrkirî wê di cerg û kezeba me de bêne çandin.

Koncalên alfiroþ û rometfiroþan wê li ber me vebin.

Lê, emê baskên baskokirî, bi basik bikin.

Guhên bê guhar qul bikin, û li þûna guharan

Emê hawar û qêrînan pêvekin.

Comerdî ji maka me derketiye.

Dilberî ji tahirbûna evîna me çêbûye.

Sirûþt bi her çar demên xwe ve

Ji ava þermîniya dêmê jiyana me nûjîn dibe.

Bila qamçiyên neyaran goþtê laþê me, li nav diranên xwe bicûn.

Bila ciwaniya me li piþt dîwarên zindanên wan, bibe pîrî.

Wê neyar ji me bitirsin û nikarin me çavtirsandî bikin.

Bimeþin… Bi pêþ ve bimeþin… Li piþt xwe nezîvirin.

Em þêrmakên þêr û cengaweran in.

Em desmala destê her demên cegerdaran in.

***

Me hinneya azadiyê bi xwîna çavreþ û bejinziravên bêmirad nimandiye.

Hinneya xwe, ji herriya neyaran biparêzin

Tiliyên pîroz, bi vê hinneyê sor bikin.

Îro yan sibe, wê ev tiliyên pîroz

bibin xencerên sincirî û çavên neyaran derbikin.

Ji zilindariya rojan, girnijandin li nav gelî û newalên jiyanê xwe dikujin.

Qermîçokên kovan û keseran ciwaniya dil pîr dikin.

Lê, di navbera girnijandin û ciwaniyê de.

Di navbera xwekujî û pîrpûnê de.

Tîrêjên hêvî û daxwazên bûnê liberxwe didin.

Bimeþin… Bi pêþ ve bimeþin.

Piþta xwe di bin hilgirtina welat de netewînin.

Em paþmêr in ji mêrên xwe re.

Bila mêrên me, ji piþttewandina me piþtqop nebin.

Bila bi piþta me ya rast, piþtrastbin û bi dengê me re cangor û dilêr bin.

***

Bila rekehên sînga me biçirînin û dilê doza azadiyê jê bikþînin.

Bila zêrên serê me bidizin.

Kirasên bûkaniya me yên sipî, di þeva bûkaniyê de bisotînin.

Doza azadiyê, di dilê erd û asmanê me de þîn hatiye.

Zêrên serê me, li nav zeviyên petrola reþ û genimê sor diçirisin.

Kirasên bûkaniya me, ji neyaran re, wê bibin agir û pizot û wan bisotîne.

Ji yaran re, wê bibin kevokên sipî.

Wê bibin daristanên geþ ji kaj û berûwan.

Wê bibin peravên aramî û tenahiyê…

Bimeþin… Bi pêþ ve bimeþin.

Birînên devvekirî, bi xwêya ji xwîna keç û xortan dagirin.

Bila pê û çogên we, li ber nalîn û qêrîna wan birînan netevizin.

Em, qêrîn û birîn in.

Em, xak û azadî ne.

Em, roj in… û roj sermed e.

Nayê kuþtin

Nayê zindan kirin.

Nayê winda kirin.

 

12.03.2008

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org