Sûnda
te xetîra reþtariya me ye
Bêwar
Ibrahîm
Cenabê
Serok Mesûd Barzanî !
Karwanê
þehîdên riya Kurdayetiyê di wesyetnameya xwe de gotibûn : Eger Kurdistan
felat û azad bû mizgîniyê bigihînin me ...Îro, sûnda serweriya te mizgînî
ye ji wan rêber û þehîdan re.
Ey
zinarê di bejna çiya de
Bi
banga pêþîn ji newzadiya te
Ji
gulpa yekem ji þîrê diya te
Bi
berkê pêþîn ji lûlka tivinga te
Bê
tu bê sûndan
Te
sûnda xwe da ...
*****
Ey
evîndarê welatê rojê
Mirîdê
Kurdayetiyê
Pêxemberê
aþtî û tenahiyê ... ,
Di
sikak û kolanên reþtarîyê de
Zindan
di sînga zindanê de
Xwe
li bejna felat û azadîyê dialîne ;
Dem
dûdilî bûye
Gaveke
li pêþe yek li paþe ,
Þehlewendiya
salan
Bizav
û hilmetê diwestîne ,
Dergehên
rastiyê
Li
ber tirs û lerizandinê venabin ... venabin ...
Rojên
fediyok û þermîn
Di
nav xulî û dûmanê de ditemirin
Birînên
bê ewle
Li
ser cendekên xwediyên xwe
Dikelin
, difûrin û diherikin ...
Ji
erd û asman dipirsin :
Çima
buhar di sînga havînê de dibe zêr ??
Lê
jiyana me bi bahozên har re dibe dêw ?!!
Dahola
nepeniyê diçirîne ...
Buhar
, havîn , payiz û zivistanê
Li
ser sînga Dem
û dîrokê
Dike
dojeh û mêrga stirîyên beloq ...
Lê
... daxwaza xwedayî di wê
Kêlîka
gewre û þadûmand de
Tîp
û peyvên wê pirtûka pîroz
Di
bin hevgirtina tilîyên destê te de
Pêlên
ronahîya sozên felat , azadî
û geþîyê ...
Bi
bayê sûnda te re
Li
ser peravên deryaya perîþan
Bêkes
û bêwaran belavkirine ...
*****
Ey
Pêþmergê dêrîn û cegerdar !
Ji
mêj ve pîzotên agir
Li
ser zimanê rastgo vemirîne ...
Belê
... gewriya sûnda te
Di
bin kelkela germa havînê de
Dilopên
xwêdana te
Jenîn
û keserên dil û cergê te
Kire
baran û bi ser wan zimanan ve barandine
Çirayên
rastiyê ji nû ve vejandine
*****
Ey
hawara evîn û tenahiyê ...
Felat
, rastî û
azadî
Doza
vekirina pencereyan
Di
dîwarên gorên xwe de dikin ,
Doza
hildana alên cegerdariyê dikin ,
Doza
pînekirina mitêlkên
Birçî
û berîþanan dikin ,
Doza
parastina bêrîbûna zarokan dikin
Naxwazin
bizav û hilmeta me ketî be
Dixwaze
em þînî û mirinê
Ji
nav qermîçokên dêmên welatiyên xwe bimalînin ...
Evîn
, atþtî û mirovantî ...
Xwe
di nav rêbaza Bavê te de
Na
... Na ... Bavê me Barzaniyê nemir
Diparêzin
... erê xwe diparêzin ,
Gewriya
nirxê vê rêbazê
Volkanên
xwînê di damarên laþê te de difûrîne ...
Ji
þerê Çaldêranê ta sala 2005 ê / 14 ê cehdêranê
Gelê
Kurd li seranserî cîhanê
Li
benda sûnda vê serweriyê ne .
*****
Ey
serwerê berbangên hêvîyan !
Þîhîna
þoreþên beravêtî
Piþta
dem û dîrokê ditewîne ...,
Li
ber bayê vedenga vê þîhênê
Alayên
þoreþên rastî û nûbûnê bilindibin ...
Leþkerê
Pêþmergeyên
Avakirina
mirovantiyê bicivîne ,
Pelên
rûreþ û razayî ji dîroka
Pêvajoya
Kurdayetiyê biçirîne ...
Her
çar çirayên vemirî
Bi
ronahîya sûnda xwe
Li
navtar û kolanên Mehabad vejîne ,
Xaka
Diyarbekra Þewitî
Bi
destê xwe bixepêre
Hestiyên
Þêx Seîdê Pîran derxîne
Bi
ava azadiyê ji nû ve biþo û
Bi
alayê Kurdistanê kefen bike ,
Bihêle
ku ronahîya roja vî alayî
Li
ser kûpên çiyayê Ararat ,
Cûdî
û Bagokê bê þer û xwîn dîsa
belav bibe ;
Tu
bi xwedêke serwerê me !
Tê
Qamiþloka bê mirad
Ji
dara mirada xwe bê par neke
Ewrê
aþtîxwaziyê
Ji
ser kûpê çiyayê Qasiyûn ta bi
Deþta
Cizîra Binxetê bibarîne ,
Buhara
Cizîra Mîr Þeref û Dêrgul
Li
Þama Þerîf li
ser sînga
Mîr
Bedir-Xanê Azîzî ji nû vejîne ,
Xwîna
Þêx Maþûqê Xeznewî
Bike
barana Xêrê û bi ser
Rûreþiya
demê ve bibarîne .
*****
Ey
bayê mehrebanî û dilovaniyê !
Li
kîjan welatî - ji bilî Kurdistanê -
Lûlikên
tivingan ji berikan dimalînin û
Bi
gul û kulîlkan dixemilînin ???
Li
kîjan welatî birîn dibin roj
Li
ber bayê hevgirtina sûndên gewre ???
Pêvajoya
jiyanê bê ast û bê radeye
Û
rêbaza Pêxemberan
Berbangên
þevên dirêj î reþtarîyane ,
Çirayên
geþin li ser çardirî û çar aliyane
Bela
... kevok bê saw
Di
nav refên Baz û Qertelan de
bifirin ,
Bela
... Serok û desthilatdarên Rojhilata navîn
Ji
serweriya te hînî
Aþtî
û tenahiyê bibin
Bela
... hînî mirovantiyê bibin
Erê
... bela hîn bibin ... bela hîn bibin .
Bêwar
îbrahîm
Qamiþlo
14 / 06 / 2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org