|
Heznî
Haco! Di navbera birînkarî û nivîskariyê de Çawa
neþter li nav tilîyên wî bû pênûs? Xwendinek
li nav pirtûka (Tê bîra min) Bêwar
Brahîm
Dibêjin,
dîrok xwe vedigerîne, derewan dike, fêlbaziyê dike, ji destê qewetê re
hevalbend e. Lê hêj nehatiye gotin, ku em miletê Kurd, dîrok bi xwe ne,
hêj nehatiye gotin, ku ew kewên rebat, yên di dîlîyên xwe de dikin
qebqeb, fîxannameyên azadiyê ne, hêj nehatiye gotin ku çiyarêzên
bilind, li ber erdhejîna rolan û deman nayên hejandin, nayên tewandin.
Ev dîroka ku ji xwedîyên bi xwedî re dibe palpiþt û ji yên bê xwedî
re, dibe kolkpiþt, di her dem û rojgarê de, fitla xwe li gora dilê xwe
digerîne. Belê zîrekî û hêmenî ew e ku ewên bêxwedî xwe, ji xwe re
bikin xwedî. Berî
ku ez û (Tê bîra min), hev nas bikin, car caran, gengeþe di navbera min
û kekê min yê mezin Heznî Haco de, geh bi cidî û geh bi galte germ dibû,
bi taybetî ewên derbarî politîk û rêxstinan. Piþtî min û (Tê bîra
min) hev nas kir, ez nabêjim li wan gengeþeyan poþman im, lê xwezî wek
stiran dibêjî: (…alîkî cegera min saxlem maye xerab neke). Ez nabêjim
di wan gengeþeyan de bêwijdan bûm, lê bê wijdaniya min ew bû, ku ew
gengeþe li pêþ hevala dil û jiyana wî Gulþa û birayê wî Feylezûr bû,
eger mirov bi wijdan bêje, sînga wî ji wan gengeþeyan re fireh bû, ji
ber - wek min ew naskirî - rexneyên resen û objektîv bi dil û cergê
xwe dipejirîne; herwiha rêzgirtinê ji nerînên din re digre. Dema
Dr.Heznî basa pirtûka xwe dikir, min ew hizir dikir, ku piþtî gerreke dûr
û dirêj li welat û bajarên vê cîhanê, ew ji xwe re li bêhnvedanekê
digere ku bêhna xwe ji westanê veke, bi riya nivîsandinê, ciwanî û
spehîbûna bajar û welatan li ser rûpelên sipî raxîne. Dema hêj ev
pirtûk li ser pelan bû, di gel ku min pêþgotina birêz Ismet Þerîf
Wanlî, bi kûrahî xwend û çend pelên destpêkê pê re, lê dîsa jî
dilê min rehet nebû. Min got, dibe ku ev peyv û hevokên birêz Ismet Þerîf
Wanlî ji dilê kaniya dostaniya wî û kek Heznî Haco derbûye?. Pirtûk
çap bû, û wî hejmarek diyarî ji min re anî. Min pirtûkek dixwend, ku
ev çar sal li benda peydakirina wê bûm, lê min xwendina wê nîvco hiþt
û dest bi xwendina (Tê bîra min) kir. Min dît ku ew serxetbûna nivîskar
ji binxetê, li nav zeviyên mayînan bi kuramê wî Medenî Ferho re, rêka
jiyanê bi xwe bû ku nivîskar daye ser, û ev pirtûk dîmenek e ji vê
jiyanê. Kesera herî pêþîn, ku mirov ji xwendina vê pirtûkê berde û
bikþîne ew e, ku çavê kurdperweriyê ji rondikên axîn û nalînan zuha
nabin. Dema nivîskar bekeloriya( lîse) tewaw kir û berdewamkirina xwendinê
ji xwe re kire armanc, amê wî Hesen jê pirsî, wê çi bixwîne? Ji
ber hestên Kurdperweriya xwe, got: -
Ezê zanistiya politikayê bixwînim. Wê
hîngê li min nerî, keserek kûr kiþand û got: - Na kurê min na, ta wê demê tu qîmet
ji me re namîne. Tu bi ya amê xwe bikî yan bibe muhendiz an bibe doxtor/
R.83/.) Çi cara ku ez pirtûkeke dîrokî dixwînim,
yan li dîmenekî balkêþ derbarî miletê Kurd temaþe dikim, bê hemdî
xwe dikim gazî: Ax felekê xayinê! Te
çima li me wa kir?! Di vê pirtûkê de jî, bê hemdî xwe min got felekê
xayinê!? Ew raburduwên gelê Kurd, tev dibin, mîna filmerêzên bê
rawestan, mîna dilopên
Sala 2007-an wê piþtî çend rojên din
deriyê xwe bigire û deriyê saleke nû veke. Di vê sala li ber çûnê
de, ez hinekî li ser þopa pênûsa xwe rawestiyam, min ev þop bi balkêþî
xwend û bi babetî û ramyarî nirxand. Karê ku ta niha min kir, ji %3 ê
li ber dilê min baþ e, yên dî tev mirî ne; dibe ku girîngtirîna sedemên
vê mirinê ji korbûna nezaniyê bû, û di baweriya min de, nezanî neþerm
e. Lê þermtirîn nezanî ew e ku mirov nezan be û bi çavên zana li xwe
mêze bike; yan ku nezan be û di nezaniya xwe de bimîne. Yek ji wan sisêyên
baþ ku hene, ev hewldanên min in derbarî kurdpewer û xebatkarên tevgera
rizgarîxwaza Kurdistanê. Bi taybetî ew mirovên ku komela Xoybûn
damezirandin û piraniya wan niha li goristana Dugir weke berê pala xwe
dane hev. Ev lehengên dilêr, ku dijminê gelê Kurd dixwazin bi mebest û
pilan wan ji mejiyê dîrokê bavêjin. Bê guman, ez xwe serbilind û þanaz
dibînim, dema ew derfet li bal min, ji bo paqijkirina toz û jibîrkirinê
ji ser navên van dilêr û lehengan peyda dibe, ewên ku min navên wan ji
zaroktiya xwe ve, ji dê û bavê xwe dibhîst. Ez ne rexnevan û lêkolînvan
im, lê wek miroveke Kurd ku bi (Kurd-perest) hatime naskirin, ez hewl didim
bi hemû hêza xwe, her wijdanekî ji çar aliyê cîhanê hiþyar bikim û
her êþ, kovan û axînên miletê Kurd þanî wan bikim. Bê çendî, nervîna
reþ û feleka zalim û xayin, em di vê jiyanê de binpê kirine. Bê guman
Haco axayê Hevêrkî û zaroyên xwe bi taybetî(Hesen) ku stûnê herî bi
hêz bû di bin banê dîwanxaneya bavê xwe de, min hin babet, bi kurdî û
erebî derbarî wan nivîsandine. Di baweriya min de, ev erkeke li ser milê
her kurdperwerekî, ku tozê ji ser dîroka me ya dêrîn daweþîne. Îro
herêma Kurdistana azad, warê gelê Kurd e. Min yek daxwaz ji hikûmeta vê
herêmê heye, ku konferansên zanistî ji bo wan lehengên hêja werin
lidarxistin; konferansin ku vê toz û jibîrkirinê ji ser rola wan hilîne
û kar û xebata wan ji nifþên nû re berz û diyar bike, da ku ji pêþeroja
welatê me re bibin hêmen. Mebesta min ew e, ku çend xalên berz
di vê pirtûkê de berçav bikim û ji hin cih û aliyan re bibêjim,
fermo! (Tê bîra min) bixwîn in, ku nivîskarê wê her tiþt derbarî
malbata xwe, bi babetî û bê alî nivîsandiye; tiþtên li ser xwe û yên
ji bo xwe aniye ziman. Ew cih û aliyên ku bi devgermî di civat û þevbuhêrkên
xwe de peyva (XAYIN) bi navê gelek ciwamêran vedikin, ew ciwamêrên ku
jiyana xwe ji bo tevgera rizgarîxwaza neteweya Kurd terxan kiribûn, wek
HAco û zaroyên wî û wek Dr. Nûredîn Zaza û hwd; ew cih û aliyên ku
bi tundî, li ser nivîsandinên min derbarî wan lehengan û ji bo
berjwendiyên xwe yên taybet, ez þermezar dikirim; ji ber ku ew dilêrî
û cegerdarî li bal wan peyda nedibû ku bi þêweyekî zanistî rexneyên
xwe bikin û ramanên xwe derbibirin. Lê çendî þev tarî û dirêj be,
berbanga bi ronahî li pey e, ji bilî erþîva Ingilîz û Frensiyan, mirovên
hêja wek Dr.Ebdulfetah Elî Botanî û Dr.Elî Kilîç li nav me hene ku
didin pey dokomentên veþartî û li nav milet belav dikin. Vîn û rastiyê
ji Mihemed Teleb Hilalên kevin û nûjen re diçesipînin, ku dem xwe
diguherîne û li benda zingara setem û êgoizmê namîne. Pênûsên
rexneya resen li ber sextebûn û þaþiyan vegirtî ne, ku di guhê her guhî
de bê tirs dibêje:
Pirtûka (Tê bîra min) baþ dest
daniye ser birîna rexneyê, ku her kes xwe ji ber dide alî. Lê Heznî
Haco wek birînkarekî þareza bi zanyarî rexneyên xwe derbasî odeya
emelyatê dike, laþ ditevizîne, birînê paqij dike û devê birînê didrû. Xwendevanê ku serwextî lîstika þetrencê
be û vê pirtûkê bixwîne, wê hest bibe ku yê nivîskar textê þetrencê
ji navbera xwe û Omer axa hilaniye û li navbera xwe û xwendevanan daniye,
lê di wê navberê de, Barzaniyê nemir, derbas nabe û nabêje: - Doxtor! Te þahê xwendevanê xwe kuþt! Di gelek goþe û deveran de, nivîskar
bi destê xwendevanê xwe digire û li deverên ciwan û spehî digerîne.
Ji niþka ve ew dikeve þkeftên bê derî û xwendevanê xwe li derve dihêle.
Dema vedigere, dibîne ku hêj xwendevanê wî li deverên cor bi cor temaþe
dike û li xwe hay nebûye, ku yê nivîskar ew bi tena xwe hiþtiye. Li nav zeviyên stiriyên sê cure, yên
ku di civaka Rojhilat de qedexekirî ne: ( ol, polîtîk, êrotîk), Heznî Haco
bi tiliyên nerm, paleya van stiriyan dike. Di warê olê de, herêma Hevêrkan
bi pirrengiya olî navdar e. Lê da ku ew karibe stiriyan ji nav vê
pirrengiyê biçine û ji xwendevanan re diyar bike, ku miletê Kurd ê
misilman, ne olhiþk û fanatîk e, birayê xwe yê mezin (Hecî Selîm)
dike qurbanî vê xwesteka xwe û ji xwendevanan re dibêje, erê ew oldar
e, lê belê, lê mêzekin, dema ew ji welat derdikeve û berê xwe dide
Ewropa çi dike? /R.112-113/. Di beþê êrotîk de, xwe dike qurban, ji
xwendevanan re eþkere dike, ku ew bê hampa ji xwe re li hevalekê
digeriya, ne ji bo ku wî hînî zimanê Almanî bike, lê ji bo tenêtî û
hewcedariya wî ji jinê re bikuje /R.99/. Pirs ew e, eger em ji derveyî
dab û nerîtên (irf û adatên) kultûrî bimînin, hem jî ji derveyî
hezkirina nivîskar ji Bavê xwe Haco re û ji amê xwe Hesen re, ku li ber
dilê wî mîna pêxemberan bûn, gelo! Ji bo çi ev bûyer "ku jin û
mêr bê mehr bi hev re bijîn" nivîsandiye? Di dema ku piraniya nivîskaran
vî beþî di jiyana xwe de vediþêrin, gelo mebest jê ew e ku dixwaze ev
tabo di nav edebiyata Kurdî de bê þikandin? Yan dixwaze li pey nûjeniya
demê bimeþe û ji xwendevanê xwe re biçesipîne, ku her tiþt di jiyana
mirov de, tevî wan coreyên qedexekirî, hêjayî nivîsandinê ye?. Polîtîk, ev cureyê herî dilêþ û
bi keser di jiyana gelê Kurd de, di nav stiriyên vî cureyî de, Heznî
Haco têra xwe paleyî kiriye, lê tev li ser hesabê kesayetiya wî ma. Di
navbera PDK, YNK û PKK ê de, gelek tîr û derbên dijwar ji yar û
neyaran li sîng û piþta wî ketin, lê dîsa jî ew bi dilêrî dibêje:Ez
ne poþman im. Ji bûyereke taybet li Almanya, di havîna sala 1963-an de,
ku ew bi xwe dibêje: - Nayê bîra min ku di piçûkaniya xwe de jî ez û
kesekî bi þer çûbin hev. Lê vê carê mefer nemabû ku wî bêbavî hiþ
û sewdan di serê min de nehiþtin. Ez
û erebê baasî, li nava gastînekê li dora hev çûn û hatin, ez nizanim
min çi kir û çawa bû? Tiþta ku min dît va bassiyê min li erdê dirêj
kiriye û ez di ser dilê wî de me û kulman lê dibarînim. Xwîn ji dev
û pozê wî herikî. Tiliya destê min ya qelîçankê ta vê rojê jî
xwehr e..R.106-107). Sedema
lidarketina vî þerî, li ser dijûnên ku yê ereb ji seydayê Barzanî re
dabûn bû. Dibe ku Heznî Haco hest dibû, ku ewê rojekê vî serokê
nemir bi çavê xwe bibîne, ku di dilê wî de wek pêxemberekî bû. Lê
ez nebawer im, wî bîr dibir, ku di 29.09.1971-an de, bi destên xwe perçeyên
hesin ji birîna wî derxîne /R.176-177 ?! Ji ber kesekî bîr nedibir, ku
wê dijmin, olê ji kiryarên teroristiya xwe re bike perde û hewldana kuþtina
serok Baraznî bi wî þêweyê hovane bike. Di
adara 1974-an de, ji tirsa mirina reþ li nav pençên dijminan, ew dikeve
nav karawanê penaberiyê û ji baþûrê Kurdistanê derdikeve. Di vê
babetê de rêwîtiya Dr. Heznî Haco û birayê wî Firaz, di reva ber bi
Iranê ve, devê birîna tirajediya herî reþ ji dîroka gelê Kurd vedike
/R.201-213/. Ku
xwîn ji bo dozeke pîroz, yan miletekî bindest were rijandin, ti kes û ti
alî nikarin li ber vê xwînê bi xerabî biaxivin - tevahiya þoreþên
rizgarîxwaza Kurdistanê di gel têkçûnê de jî, lê ew di dîroka gelê
Kurd de cihê rêzgirtineke balkêþ e. Heznî Haco ji bîrbûnê ta bi pîrbûnê
li nav vê tevgerê geriya û kar û xebat kir. Ji bilî yekitiya xwendekarên
Kurd li Ewropa, ew nebû endamê ti partî û rêxistinan, lê ji kadroyên
rêxsitinan bêhtir li ber xwe da û xebat kir; ji navê xwe, ji malê
xwe û ji jiyana xwe, da vê tevgerê. Lê di encamê de, gelo terazoya dan
û standinê, bê wijdan pê re derket?
Vê tevgera ku di payiza 1994-an de ew gihande zîndanê. Ji
ber ku havala wî Gulþa dotmama wî ye û ne kêmî wî ye, dema jê re
gotin, wê Heznî ji Qamiþlo rakin Þamê, wê jî nemerdî nekir û bi
devgermî got: (-
Wî bibin Þamê bila bibin. Heznî ji hezaran têkoþerên Kurd ku di zînadan
de ne neçêtir e. R.277.) Pirtûka
(Tê bîra min) bi serborî û peyaman dagirtî ye. Çend peyamên min jî
hebûn li ber siya pelên vê pirtûkê, min xwest bigihin cihên wan, bê
ku bi rê ve winda bibin. Dr.
Zerdeþt bi henek û galte ji amê xwe Heznî Haco re got: (-
Amo, li doxtoriya xwe vegere, yan Tu dixwazî nanê me jî ji me bistînî.
(R.20) Lê
ez di wê baweriyê de me, ku ev mirov wê li nanê me zêde bike û gepekê
jî ji nanê me nabe ji xwe re. Îro keþtiya miletê Kurd di deverên zîz
re derbas dibe, li nav seregêj û bahozan melevaniyê dike. Em hewcedarî
her peyeveke resen û rast in, ku li ser deverên qeliþî ji keþtiya vî
miletî bibe pîne, da ku bi xêr û xwþî bigihêje peravê daxwaz û hêviyên
azadî û rizgariya milet û welatê me.
Pirtûk: Tê
bîra min Nivîskar:
Heznî Haco Weþanxane:
Avesta 2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org