Were Adarê were

Bêwar Ibrahîm

 

Were Adarê were !

 

Birînê ji ser birînan biçine ,

 Tovê hêvî û xewnan di xaka cegerdariyê de biçîne ,

 Konê þîn-nameyan li ber dergehê xwe vegre ...

Tabûrên leþkerên Kurdayetiyê

Li ber dergehê keleha te

 dûrêzî hev dibin ,

Bê vexwendin xwe vexwendî

Govenda þîn û þadiya te dikin .

 

Were Adarê were !

 

Bela .... serokê serokan Barzaniyê nemir

Di sînga konê bîranînan de rûne ,

Pirtûka dîroka rojê ji bin þalê xwe derxîne

Û bi serê xencera xwe êþ , derd û keserên

Dîroka þîniyên vî welatê birîndar þanî me bike,

Bela ... rêk û þivîlekan di bedena çiyayên astengan de ji nû li ber me veke û di bin barana dilopên xwînê de serboriyên rêka azadiyê ji me re

bixwîne .

 

Were Adarê were !

 

Bela ... destpêka dîlana berf û baranê bi stiran , lawik û

heyranokên me bin ,

Bela ... xwendina þalûl û bilbilan ji þîn û þadiyên me bin

Bela ... hatina berbang û êvaran bi ken û girîyê me bin,

Bi girnijandin û ponijandinên me bin,

Bi ketin û serketinên me bin .

 

Were Adarê were !

 

Emê bi hev re di bin barana xwîna dîrokê de bimeþin ,

Cîwazya reþbînî û geþbîniyê ...

Li ser zendên cegerdariya mêran

li hev mehr bikin .

Heger em ji rojên te þerm û fihêt ne kin,

Bela ... þermîniya me ji hêsrên serok Mesûd Barzanî be,

Ku ji yekê sibata malwêran ve dêmê wî ziwanebûne .

 Dêmê wî ku nexþê Kurdistanê li ser þînhatiye ,

Milê wî  ku Alayê Kurdistanê hilgirtiye ,

Hizra wî  ku rêbaza Barzaniyê ne mir

Li her çar aliyên dinyayê belavkiriye .

   

Were Adarê were !

 

Ava jiyanê ji serê tilîyên Pêxemberên Kurdayetiyê biherikîne ...

Wijdanên hiþk , ziwa û bêol av bide ...

Bela ... nevîyên Beko ,  Cimo û Nicmo ... xwe tahir bikin ...

Bela ... siwarên tozê û reþahiyê ...

Xwe hinekî ji qirêj û gemarê daweþînin .

 

Were Adarê were !

 

Li ber dergehê dîrokê rûne û binehwirîne :

Hey Felekê xayinê te çima li me wakir

Te mala me xera kir

Te konê me ji nav konana rakir

Te dilê dostan þikan

Dilê dijminan bi me þa kir ...

 

Rûpelên newêrek û derewîn ...

Ji nav rûpelên wê jêke û biçirîne ...,

Bi her sîh û yek rojên xwe bike hawar û qêrîn :

Mane bese ... bejna genimê me bi dasên neyaran tê çinîn .

Ma ne bese ... nanê tisî bi hêsir û xwînê tê nimandin .

Ma ne bese ... birînên kûr û dijwar bi tif û dijûnan têne  kewandin .

 

Were Adarê were !

 

Tûrê þîn û þadiyên xwe

Li ser serê Kurdan vala bike ,

 Nema xeme ...

Biryara dengê azadiyê yeke nabe dido :

Mahabad muhra me ye

Hewlêr paytexta me ye

Qamiþlo vîna me ye

Diyar bekir mala me ye

 

Were Adarê were !

 

Çiya ... li ber bahozan na hejin 

Asman ... ji dengê berik û bumban na qeliþin

Wijdan û mirovantî ... li ber agirê þer û xerabiyê

Naqijilin û nayên sotin .

Emê li ser rêbaza Pêxemberê Kurdayetiyê

Barzaniyê Nemir bimeþin ...

Û li ber hênkaya bayê azadiyê û

Tîna welatê rojê ji Mahabad , Hewlêr ,

Qamiþlo û Diyarbekir re bibêjin :

 

Bîngeha welatan

Mirovin

Û bîngeha mirovan

Zimane

Û zimanê Kurdî

Ji birûnên we re

Xweþ dermane

Xewþ dermane

 

01/03/2005   

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org