|
|
- Xilmaþiyeke
li ber agirê Newrozê
-
- Mûmeke
ji xewnên azadiyê ji seydayê hêja û dilsoz re,
- mamoste
Mustefa Reþîd
-
- Bêwar
Brahîm
-
-
-
-
- Mamoste,
-
- Te,
ji min pirsî: Ka Te çi li ser Newrozê nivîsandiye?
-
- Bê
guman, ez nikarim mîna kekê xwe yê mezin mamoste Kakþar Oremar
gotareke zanyarî li ser Newrozê binivîsim.
-
- Lêêê …, ji nasbariya zor û setema
li ser vî welatî û ji kîmkîma evîna siruþt û deyaxa wê, tenha
ez karim agirê vê Newrozê, bi Bilûra Buharên geþ û bi hêvî re,
bi sirûdên xewnên ezel re, bi agirê lawînî û dilsoziyê re, gurr
bikim.
-
- Lorînekê, ji kelkela dilên dayîkan,
- Heyranokekê, ji jenîna dilên evîndaran,
- Hawar û qêrînekê, ji azara girtiyên
zîndanan, û êþa birînên birîndaran.
-
- Ji lorînê, wê cobarên hêsrên
deyaxê, bifûrin û biherikin,
-
- Ji Hyranokê, wê Mem û Zîn
, ên hemdem – bêyî ku gustilên xwe bi hev biguherin – di
hembêza her Newrozeke zindî de, gulîzarên
evîn û xoþewîstiyê, bi ava ramûsanên ber-êvarên bê
xatirxwestin, avbidin.
-
- Ji Qêrîn û hawarê, wê refên Kevokên
sipî, bê tirs û bê saw, bi doza felat û azadiyê re, hêviyên aþtî
û tenahiyê re, di asmanê Kurdistanê de bifirin.
-
-
- **********
-
- Mamoste,
-
- Newroz,
þeveke bê xew û bê razane, bi þevbuhêrkên mest û þehlewend re,
buharê li ser keviyên lêvên sermediyê dibuhujîne.
- Em
sirûda xakê, di guhê demên dêrîn û yên nûjen de hiþyar dikin,
hêvî û xweziyên bûyî, di mista destê jiyanê de dikin xak, li nav
wê xakê, em tovê jiyanên nû diçînin û ji hebûna xwe, em hebûnê
diafirînin.
- Dijminan
xwestin, me li ser rêkên windabûnê peya bikin, lê hebûna me li wan
bû volkanên peqiyayî.
- Xwestin
me bikin êzing, ji agirê Nwerozên me re, me bikin qurban ji daxwaz û
xwezîyên me re, lê Agirê Newrozê li me bû ronahî, û li wan bû
reþtarî.
- Efsaneya
Ronahî û Tariyê, di dilê buharên me de bû sembol ji deyaxa hilmet
û berxwedanê re, ji pîroziya netewe û niþtiman re.
-
-
- **********
-
- Mamoste,
-
- Li
ber agirê vê Newroza geþ, Te pirsek ji baxê dilsoziyê kir, li ser
rewþa Pênûsê li nav tiliyên Jinên Welatê me ?
- Min
ji Te re, got :
- -
Ew pir ji nivisîna li ser evînê, hez dikin.
-
- Te,
li min vegerand :
-
- -
Ohhhh …, ma çi ji eþq û evînê xweþtire?.
-
- Erê
Mamoste,
-
- Te,
rast got …
- Bi
Pênûsa Jinên welatê me, li her çar aliyan bê cudahî, ronaka tîrêjên
evînê tê vejandin û zelaliya wê zelaltir dibe, mîna zelaliya
dildariya Kejal Brahîm Xidir, ku weha ji evîndariyê re nivîsandiye :
- (Dibêjin:
Ewên ku tilîyên xwe, rojê pênc caran þil nakin, gawirin. Ji ber, bê
destnimêj dimînin).
- Di
her pênc qamên nimêjê de, ez tiliyên xwe, bi barana çavên Te diþom,
û li ser rûpelê dêmê Te … nimêja evînê dikim …)
- Te
dît mamoste? Eve evîn, bi pênûsekê, li nav tilîyên Jinekê ji
welatê me.
-
-
- **********
-
- Mamoste,
-
- Pirsên
xewnan, mîna rewrewk û leylanên bê tixubin, li ser þopa tîbûna
rojên çol û beyabanan, derbas dibin.
- Lê
xewnên azadiyê, agirên geþ û nevemirin, ji geþbîniya dilê jiyanê
re,
- ew
ne tenê geþbîniyê vedijînin, ew zingara li ser kilîtên felatê bi
camkaxeta deyaxê paqij dikin, þîniya ku di çavên rojan de, bi cih bûne
diþon, rêkên vegerê li ber xewnên reviyayî, vekirî dihêlin û li
þûna her keser û kovanekê, þitlekê ji darên tenahî û aramiyê
diçînin.
- Newroz,
bingehtirîn xewn bû ji bo felat û azadiya Gelê me, aliyek ji vê
xewna nemir pêk hat, bi hêviya wê rojê, ku roja Welatê Rojê, bi hêzên
ronahiyê re, di asmanê azadiyê de, bibe yek Roj, û Tîþkên vê rojê,
li çar goþeyên vê Cîhanê bibin semyan.
-
- Mamoste,
-
- Min
Mûmek, ji hêsir û girnijandinên vê Adarê, bi pîzotekê ji agirê
Newrozê vêxistiye, û ez wê li
ser maseya Zanyarî û polîtîka Kurdayetiya resen datînim.
- Û
bê guman, Tu endamekî payebilindî, li nav karwanê vê pêvajoya
- pîroz.
-
- Bi
hêviya ku rojên miletê Kurd tev cejin û Newroz bin.
-
-
- 20
/ 03 / 2007
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|