Di
nav rewrewk û mijgirtina
“Rexê
din yê Xabûrî”
Bêwar
Ibrahîm
Qamiþlo
Di raxistina rêkên mijgirtî de, di
di nav baskên hestên xwêdangirtî de û di nav dilopên giyanên xwîna
sar û gerim de mirov xwe dibîne mîna pêlên deryayê li hevketî, xwe
dibînin mîna teyrên baskþikestî di bin banê jiyana þermezar de, çendî
hewil dide xwe ku vî banê bi nenûkên xwe hilweþîne, lê dike û nake
stûrbûna vî banî, bi van helwest, hizir û mebestên ku jiyan hilma xwe
ji mirovan dikþîne tenik nabe ..
Weha Zekî Silêvanî derîyên çîrokên
xwe li ber cîhan, xewin û xeyalên xwendevanan vedike û bi diyarîyeke
hestdar xewnên xwe, bîr û bawerîyên xwe þirove dike, û di
diyarîya xwe de dibêje :
Ji bo
Hogir
û evîndara ...
Yên
xerîb ji dost û yara ...
Ji
çiya û çema û rez û beyara ...
Ji
xurêna kewê rubad li adara ...
Ji
kêrata û helheloka û spîndara ...
Di
kit hizra newroz û nêrgiza li bihara ...
Di
xwazit xweziyên ewan kevne þînwara ...
Di komka çîrokên ( Rexên din yê Xabûrî ),
mamoste Zekî Silêvanî xwendevanên xwe li pênc bajaran digerîne, ku hin
ji rastîyê ne, hin ji xeyalane û hin ji êþên vê jiyana derewîn
hatine lêkirin, wan di nav þînbûna deryaya çavên ( Pirçezera Çavþîn
) melevan dike, di pey re berê wan dide koçk û dîwana Axa yê gund û li
ber ( Dengê Sa ) , li nav derewên Temo û Silo, derewên rastî û derewên
derewîn li tirazoyê dixîne, di çîroka ( Rexê din ji Xaborî ) dîtina
gundê EREHÊ bi xwendevana þêrîn dike û wan di di nav xewnên Hecî
Evdilrehman re derbasî gund dike : ( Ji xeþiyên serbestiyê da hecî þaþ
bî, roj û nivêj jî nemane li bîra wî tenê hizrekê ma di serê wî
da, ew hizre jî ew bî, bi çite gundê xwe EREHÊ . ew navê hinde hêja
û bihagiran , her gav diyar û di serê wî da maye asê ; mîna nexþê li
ber têkolay, hergîz jê nahête birin ne ku ber bi berê req, navê EREHÊ
dil û hemî endamên leþê wî pê hatibîne dax kirin, di nav xwîna wî
da di hat û di çû, di zanit û gelek ji xwe piþtrast bî, ku gundê wî
yê li milê din yê Xabûrî ; ya rast jî we ne bî, lê her wekî êkê
ji mêje û di nav bira nivistin û hiþyar bînê da, di guhê wî da
bangda bit, ku ava Xabûrî bi tenê di kevte di nav bira wî û gundî da .
)
Di çîroka ( Sîbera penaberekî ) de,
Silêvanî rewþa penaberên miþext û zîvar di kampên biyaniyê de radixîne,
belê di çîroka folklorî de ya bi navê ( Þivan û seyê dev bi xwîn )
hêza hizrên netewa resen û berxwdana geþ diyar dike û dîdevanîya pêþiyên
me li ser dem û dîrokê ji ser zimanan girtiye û di nav koma çîrokên
xwe de parastiye, ta nifþên
ku di pêþerojê de werin mifa û sûdê jê bigrin ; serboriyên pêþiyan
mîna dibistan û zankoyane di her çax û deman de geþ û bikêrhatîne
wek nimone jî ku di çîroka ( Þivan û seyê devbixwîn ) de hatiye
vejandin : ( Lê bi nêre hey ez gorî te bim,evne sitwînên dadiweriya te,
zana û miþêwirên te baweriya xwe pê di îna . Te piþta xwe bi van cwîyên
kîr bi mîz girt bû ! çawan min di zanî ku þaþetiyek li paytextî ya
heye û te ne di zanî ? eha vêra hosa bû lewma Seyê min jî, li min
xayin û bê eme bû ... ) .
-
Rexê din yê Xabûrî
-
Zekî Silêvanî
- çîrok
-çapa
yekemîn -Berlîn / EVRA VERLAG /
2003 ê .
Bêwar
Îbrahîm
Qamiþlo
28/04/2004
