Zimanê me di navbera

jin, jîyan, windabûn û mirinê de

Bêwar Ibrahîm


Berî ku em bifkin birînên xewar  û nalînên ji dîlîya sîng û gerdenan azad bikin , berî em gora hêvîyên ku bi saxitî binax bûne vexepêrin û kezîyên xewnên ber avêtî  ji qurm ve qurf bikin , emê li zingilê gotinên jineke Kurd bidin ku yekemîn jin bû rahiþt pênûsê û bi zimanê kudî _ tîpên latînî _ nivîsand, bi mêranî piþta hevmalê xwe girt ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî ev jin ji ( Rewþen Xanim Bedir _ Xan ) e , vê jinê mîna þêrekê birîndar dengê keser û bobelatan kirin beledî û birûsk di esmanê jinên Kurd de , hawar kir û ji wan re got :

( Xuhên min ên delal , her wekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniyê , nezanî nexweþîyeke û dermanê wê zanîne . Nik miletên xwdan hikumet û teþkîlat vê nexweþîyê di xestexaneynie xisûsî derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin , mamoste bijîjkên wan xestexaneyê ne . Miletê me ne xwedîyê wan xestexanane , miletê me miletkî bê teþkîlate , bê xwedî û serî , miletekî belawelaye , di bin hikmê miletin din , miletne dijmin deye , lê dijminê me ê mezin , ê mezintir nezanîye . Divêt em þerê wî dijminê xedar bikin , zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweþîya nezanêyê xelas bkin ... )

Lê mixabin ... ! kesekî guhdarî li vê bangewazê nekir ta ku jina kurd gihiþte pileyekê qels û lawaz û paþketî ... ; ta roja îro jina Kurd li paþ maye , di gel ku bûye bijîjk , endezîyar û avokat ... lê ji rex dan û standinên  çavikî û  perwerdekirina zarokan li ser rêbazeke netewî û bi taybetî hînkirina zimanê dê li ser bîngehên zaniestî ew qet xwe naêþîne û ji cihê xwe nalive .

            Dibistana yekem ji zarokan re dê ye , heger dê nezan be  bê guma wê zarok jî nezan drkevin , li vir pirsek xwe davêje holê  gelo ! dema em jina kurd ya berê û ya roja îro bi himberî hev bikin emê bighên çi encamê @ raste jina îro ta bi nameyên master û diktorayê Jî qezenc kirîye , lê  cihên wan di civak , tevger  û  perwerdekirina  zarokan de  wek jinên berê ne @ li vir em dijberîya hemdemî û modernîyê nakin  lê emê ji xwe bipirsin : gelo ! wê jinên þêr û piling wek yên berê li nav me peyda bibin @ jinên þareza mîna: Rewþen Xanim Bedir _ Xan hevmala bavê giramêra kurdî Mîr Celadet Bedir Xan , Mîna adî hevmala þehîdê nemir Qadî mihemed , Ferîda xanim hevmala

Dr. Nûrî Dêrsimî , Xensa Paþa yê Milî hevmala Îbrahîm Paþa yê Milî , Zarîya xanim keça Mistefa Elî Axa Yûnis û Dayka Serdarê Mezin Berzanî yê nemir ... û piranêya jinên weha þêr di wê demê de ku paþdarîya mêran kirin bi kar û xebatê , birçîbûn û miþextîyê , lêdan û  kuþtinê û barê herî giran ziman û perwerdekirina zarokan , gerek îro em jinên kurd pirsekê ji xwe bikin gelo ! ku ziman windabibe û di nav agirê zimanên biyanîyan de hate biþaftin hingê çawa emê xwe bi gelê Cîhanê re bidin naskirin @ ziman nasnama meye li goka zemîn û em tiþtekî ji jinên Kurd naxwazin ji bilî ku guhdarîyê li vî zimanê þêrîn bikin , jna îro xwende û zaneye her tiþt li ber hîsane , gerek hinekî xwe biwestîne , bera li dîroka wan jinên ku jiyana xwe kirin diyarî ji bo  welat û ziman vegere , paþeroja me bi ziman ve girêdaye û ziman perçeyeke ji jinê , jin kaniye û ziman çem û rûbare , gerek jinên  Kurd ji kîjan deverê be û li ku be gotinên Mîr Celadet Bedir _ Xan bikin tabloyên pirwaz zêrîn û bi malên xwe ve daliqînine w gotinên ku dikin fîxan û nale nal, hawar dikin û dibêjin :

     ( Kuro , eybe , þerme , fihête , an hînî xwendin û nivîsandina  zimanê xwe bibe an me bêje ez Kurdim )

                     Îro roj hemû derîyên zanînê li ber me vekirîne , belê zanîna tiknolcî bûye bilindtirîn zanîn di cîhanê de ew bi xwe þoreþek agirîne di nav tevger û civakê de ,  li vir wê bê û bav her dû berpirseyar bin ji bo hîn kirina zarokan , lê mixabin em dinerin ku roj pey roj ronahîya ziamn kêm dibe , qey evjî qedera meye ku ji mêj ve Mele Ehmedê Xanê Hawar kiriye û gotîye :

 

                Ger dê hebûwa me jî xwedanek

                Alî keremek letîfe danek

                Ilm û huner û kemal û îzan

                Sîir û xezel û kitêb û dîwan ...

 

Lê ji nav pêlên çavên  kelogirî  ji dîlokên qiralên bê text û þaneþîn  ji hawar , fîxan û lave lava ziamnekî qedexe wê birîn , axîn û þikestin .. merþên rêwîtîyê li ser rêkên bê veger raxînin û agirê xemdariyan li bin konê þînîya sermedî gurbikin , da ku welatê rojê û nêrgizan bibe xetîreke vîketî di þevên welatê cîhanê de , hingê wê xelkên dinyayê tev li vî welatî û zimanê wî bipirsin , hingîwê sehbikin ku li bal me jin zimane û ziman jiyane .