Biharê biken!Bihrî Bênij
Biharê
biken gulên te hatin Va
dar û çîmen bi þax û kat
in Bilbil
bi xwendin fir û lebat in Bihn
û rengê geþ dan û xelat in
*** Pîrozbê
li te krasê Newrozî Dil
berbendî te peyman û
sozî Þevnem
û avî
peþk û pîrozî Rok
û stêr û heyv pev re hilatin
*** Biharê
bi ken gulzar
û gulþen Kulîlk
û pelan hûnand çi dîmen Xemla
bihiþtê ser dêm û gerden Avdarê
yar tev xweþ dem û kat in
*** Zeryên
rû perî bi
birr û kerî Xemla
wan dikê bi ser ve herî Evîndaran
lev bi
seyrê nerî Ser
vê rojê wan dilê xwe patin
*** Biharê
biken kovan
hemû çûn Þahiyê
vegirt ser
can û derûn Xalîç
û hem kon çoxê te didrûn Riwên
zîwerî
çînçîn û qat in
*** Çerxên
dîlanê hawîr vebestin Çavên
dildaran jev ne þikestin Hinek
jê ro ne hin ro perest in Hinek
nazdar in awir þewat in
*** Sazên
xuristê pev re
lê dixin Hêviyên
mirî ji nû
pêdixin Dil
bi evîna
milet pêdixin Yarên
dilovan gel û
welat in
*** Biharê
biken ezman
zelal e Hîne
bayê pak riwan dimale Kurdistan
þeng e þox û þepal e Ji
bo wê em bi kar û
xebat in
*** Biharê
bi ken çiya
piþkivîn Mêr
û egîdên kurdan lev civîn Zemîn
hejandin bi simax û vîn Dilêr
û pakin
ser koh û
lat in
*** Agirê
Newroz dadane
li jor Navin
jîna tal divin ew hingor Divin
ew ruhnî bê bi xwîna sor Þikevtên
bi þêr mal û malbat in
*** Biharê
biken ne bi
çekan bes Miltê
Kurdî dikujê
teres Pênivîs
û pel (Bihrî) bi hewes Wek
ber û gulle tev kêferat in. Qamiþlo…8/3/1989
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org