Dilberek
û dildarê xwe
Li dehlekê ro bû êvar ji berxevê dihatim xwar Binefþî bûn aso diyar av û kulîlk þikêr û dar Yekayka sitêr hilîn heyvronkê avête zemîn Barî sira bakî pir hîn ji ser dêmê co û rûbar Min xwe gihand lateke reþ hate sîngê bihnê pir xweþ Hilkiþîme ser latê xweþ min çav gerand kinar kinar Tivinga
xwe min danî ser rext û koloz anîne ber Qolan vekir sist kir kemer nig çaroxde nekir hedar Ez rûniþtim ser tûrê xwe ji bê dengî bi guhê xwe Bihîst qurqura ûrê xwe þev hêwî bû danî damar Ez pûjinîm li( kê mewkê) ji dûr nalîn û lewlewkê Serê min hilda rewrewkê toz û dûman sor bûn ji ar Dengkî zîz ji niþkê ve ber min lêvan dipþkêve Dilbera min hat ji wê ve li min dikir qîr û hewar Biskên zêrîn vîvirîbûn ronyê dêman vemirî bûn Çavên heþîn þewq mirî bûn kir wê payiz li min bihar Di rikrikî pir lerizî dil ji sîngê di penkizî Lata bin minde derizî min xwe zer kir çûmê bi xar Hat hembêza min bi girî danî ser milê min serî Hêsir pey hêsirê xurî þal û þapik þil bûn bi car Min hejandin çembilê wê da bighêjim ser kulê wê Bû fiþfiþa bêvilê wê li min nerî em mane xar Go:(dildaro bi ah û ax dîrokê girt arî û ax Arzan kir îro dem û çax balê Kudistanke dîdar Qirdikin refê kevokan qut dikin sêv û bihokan Ji tirsa jin û zarokan mirin dan wan li gund û þar Dê û þîrmij pevre kuþtin sîng di devde mijtî hiþtin Çekên jehrê em maliþtin wa di qelin Kurdê hejar Dest dixin gerden û devan êrîþ dikin roj û þevan Dinoþin xwîna me tevan pir kuþtin kesên birîndar Dane ber xwe mal û sewal anîn qira teyr û tewal Laþan dagirt çal û newal hiþtin kelaþ hesp û dewar Agir berdidin daristan kirne wêrana dibistan Perçiqandin bax gulîstan van zorbazê tev gunih kar Bi tang û top û hem firok divin Kurdan rakin ji kok Laþê Kurdistan kirne cok pencên lepên van seyên har Kurd miþextin ser sînoran ser riya dikolin goran Di bwêrin sitem û zoran nîne ji wan re arîkar Mafê mirov tê çirandin li Kurdistan tê dirandin Deste vala tên gurandin cana didin þipê ne çar Paþverû zare zar dikê gazî jar û bê zar dikê Dosta pê wek neyar dikê ketin rêzê hin tengezar). (dilbera min bêje Kurdan li van çiyan li van erdan Hiltînim van kul û derdan lewma mame ez tim þiyar Bihiþta neyaran nevin dost û dijmin ne wek hev in Dijmin erd û arzû divin na bin heval mirov û mar Ezê bi vê tivinga xwe vedim keser ahenga xwe Ezê rakim ser linga xwe vedim kehnî sax kim bajar Ezê ava kim kavilan sar kim evê kîna dilan Miþt kim sera çem û qulan ji xwîna pîsê koledar Ezê rakim serê gulan þînahiyê bînim pelan Dim zaroka nan û cilan bi ghînim hevdû evîndar Ezê hildim ala aþtî pevvekim rêkên qelaþtî Bijî biratî û dostî têde Kurdistanek li dar Ezê þkinim zer biskên te ziwa bikim firmêskên te Hew bihêlim tapiskên te dest bavê çelem û guhar Ezê vejînim wî kenî dil darvekim bi gerdenî Geþkim wan çavên çîmenî sûnda min bi Laleþ û ar Emê hêrin zendîlokan çûk ê deynin hêlînokan Emê pevre din dîlokan li ser þaxa li ser zinar Emê pevre herin sema werz ê bigrin pin û lema Here canê tiþtek ne ma va li pey te em têne war). Qamiþlo..7/9/1988
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org