Firiþtê evînê bike mehder

 

Bihrî Bênij

 

 

 

 

Ma gunah e bûm evîndar..!

Wî sûc çi bû ev dilê  jar..?!

Jîn   li wî   bû êþ û  azar…!

Jiyan bi min bû tehl û sar!

 

Bûm keþtiyek derya bê av

Girêdayî        bi takî   xav

Behîtin min   cerg û hinav

Li dilê   min     pizot û  ar

 

Bê te  çiye  sûda çavan?!

Ketim ya te ji nav davan

Têde hiþtim  li ber tavan

Þapan birim bê deng û zar

 

Ez perihtim hey lê keyê..!

Piþt  tewî    ji dax û  keyê

Wek  fîxana    saz û neyê

Di kim feryad nîne hewar

 

Agirê   te girt   dehlê dil

Bûne komir    dar û çiqil

Xwîn ji  kelê bû ba li zil

Da awazek germe dijwar

 

Koh helandin bi nalê min

Stêr werandin bi kalê min

Bi ke mehder  li halê min

Firiþtê   evînê    cem   yar

 

 

Qamiþlo 27/10/1997

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org