Gorî ..

Bihrî Bênij

Mizgîn li gel mizgîn li gel

ez çûme cengê çûme þer

Xemlî me ez pê rext û ber

þal û tiving, þap û kemer

Pêsîr çiyê bo min vekir

çem þirþirîn þîr û þekir

sîngan evînî ser ve kir

daran weþandin mêw û ber

Ez bûme bahoz babelîs

dijmin belabûn hîz û pîs

ber min ne wêrin herne lîs

ew hilfirandin renge per

Her bexçika yarê werê

bihna bihara dilberê

Rengîne wek qozûqerê

pêr tên silavên germe her

Çend nan di tûr de sar û hiþk

çend lib mewîj dighê mi piþk

Ez jîn dibim cem dê û xuþk

pola bi min bû nerm û ter

Ronak, çira, pêtî, fener

min da hiþê xort, û ceger

Min keç gihandin her dever

cergên neyaran dikne der

Kal û minalan sax dikim

dara jiyanê þax dikim

paþlên ziwa þînbax dikim

çîmen jiyanek nû li ser

Ûrên ji nêza piçpiçî

çavên bi hêsir kelpiçî

Rûkên bi cok û qermiçî

jîn hate wan geþ û bi ger

Destên bi terk û lê qirêj

nojên qemûþ girtî ji mêj

Lingên bi celxên kûr dirêj

þahîk dibin wek mûm û zer

Min dane hev murx û tilûr

bilbil, kevok saz û bilûr

Hîn bûn sirûda Ey reqîb

dil bûn bi bask û çeng û per

Wa lev civîn perwan û gul

lev zîvirîn þahî li dil

Pêrgî vehatin dest û mil

dil lanc û lar mestî li ser

Piþtî ziwabûn lêv û dev

germ û feraþîn dane hev

Marê xwe kuþtin roj û þev

gerdûn hemû xeml û zîwer

Lê min ne bû êdî veger

dilber þiyandin pir nûner

Lê ez ketim gorî li þer

bin ala kesk û sor û zer

 

 

Qamiþlo…24/4/1989.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org