Jibîrnekin yara xwe

 

Bihrî Bênij

 

Ji bîr ne kin…yara delal…

Ji bîr ne kin …ava zelal…

Nav geþt..xerabatên meyê…

Winda  ne kin..

 

Li jiyanê… li biyanê… bilêdanê…

Bi agirê  li  zindanê…

Ji bîr ne kin ji bîr…

 

Ser koþuk û li nav sera….

Nav  komik û gurzên pera…

Ji bîr ne kin …

 

Li lîsgehan ..yarîgehan…li sînema..

Nav polikan…. bi dirheman…

Li bin teker ..li balafir..

Zincîr ji zêr xeml û xiþir…

Ji bîr ne kin…

 

Pîsê çepel yara reben girtî li cem….

Badê di noþê ser birînê dem bi dem…

Ji bîr nekin…

 

Bi kindirê… girêk girêk….

Li gerden û bejnê vebest…

 

Pîsê çepel…gul û hinar…

Sêv û çinarê didirê…

 

Qamçî di dest de lê di xê..

Cigareyan …bi laþ bi sîngê…

Vedimrînê  ..pêdixê…

Peya pey pêdixê …

Ji bîr ne kin…

 

Ser maseyên zengînên xwe..

Li ser refê gencînên xwe…

Ji bîr ne kin..

 

Yara hejar…

Nav pertalan…li nav topên qumêþ…

Nav kevirên destarên  êþ..

Aþê dilên bizdonekan…

Ji bîr nekin…

 

Yara xwezî …yara ciwan…

 

Li bergehê bijîþkiyê….li bazarê …li tekiyê…

Li hindir û ser eniyê..ser kehniyê…

Ji bîr nekin…

Yara  teþin... yara teþin…

 

Li nav keçên (Ûris), Megol…

Li nav jinên Faris, Ereb…

Li nav pêlên derya sipî…

Li  derya reþ ..

Ji bîr ne kin…

 

Li Hind û Çîn nav kiþwerên cîhan tevî…

Bi ol…. bi ol …

Ji bîr nekin …

 

Yara  spehî…yara bedew..

Ji bîr nekin …

 

Þêrîn  û Zîn…xemla Xecê…

 

Ji bîr ne kin gel û welat …

 

Kerm û qesabxanên minal..

Ji bîr ne kin… miþexteyan…

 

Lal û þilêr…gul û nirgiz…

 

Cejnên bûne þîn…

 

Ji bîr nekin : Kurdistanê.

 

Qamþlo…24/5/1993


 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org