Karê te jî heye dilber

Bihrî Bênij

 

(Dilberê çakê zêrînê

ne bihiþtê ne zemînê

dane mîna te çavþînê

wergirtiya xemla jînê

 

 

Hij te dikim wek biharê

çav te dikim wek gulzarê

Wer jiyanê bi hedarê

hinkî rabigre evînê

 

 

Berê xwe bide rojhilat

welatê me bû berebat

Xwîn ji Kurdistana me hat

ev xwîn hat ji çi birînê

 

 

Birînek fereh pir kûr e

ne þûna xencer û þûr e

Birîna bombê fosfor e

Kurdistan bû çemê xwînê

 

 

Kurd þewitîn bi kelkelê

dilê cîhanê dixelê

Ji Napalim û Xerdelê

Kurd dimirin ji bo jînê

 

 

Gorî diçin bi nof û birr

ser wan nerm bûn lat û kevir

Keçek gul di destan de mir

çûbû bidê xweþ mizgînê

 

 

Hin raketî dil di cî de

can weke ronya sipîde

Bûne qurban zû di cî de

dîrok dê wan tim bîr înê

 

 

Þîrmij di dev de sînga dê

jehrê ne hiþt sîngê berdê

Vebû ji hev dilê erdê

(Helebçe) zû ket hêlînê

 

 

Þagirt ketin ser niviþtan

canê wan çûn nav bihiþtan

Gotin xwedan û firiþtan

ferman hat ji çi ayînê

 

 

Zarok ji gulþenê derket

bombek ji niþkê li ber ket

Jê werbû lîstok e ser ket

jev bela bû wek gencînê

 

 

Diyariyên cejna(Newroz)

pir pîrozin ew pir pîroz

Ro ser Qeredaxê bi soj

ezman Xormal da ber sînê

 

 

Hina þahî dîlan dikir

hina þahî daman dikir

Lê kû hovan dûman vekir

tenê ma dengê narînê

 

 

Mizgîn li te kerma Zêwa

bêje xuþka Qele'dizê

A'leqemþê bide lîlan

pir bûn xuþkê we bi xwînê

 

 

Kurdistan zayoke dizê

bin dijminan dilerizê

Malzaroka wê narizê

wê bighin hev Mem û Zînê

 

 

Dilberê daxe serê xwe

ser canên xuþk û birê xwe

Mat nehêle wek berê xwe

biþkî bendê xwe bi vînê

 

 

Derkev ji bin siha mêran

rabe ser xwe wek dilêran

Hevalên te çûn sitêran

hê ti li kox û kadînê

 

 

Xwe bê piþik nehêle qet

ne jîn e hew mal û dawet

Ew hiþê biha bi rûmet

þerm e tarîbê lê dînê

 

 

Hîndek westan tê bi xwînê

ji taristan xwe derînê

Jînê ber xwe tê raxînê

hilbigre mûm û þahînê

 

 

Þîrmijê sêwî diqarin

ser paþilên nerm dizarin

Zarok giryan û hewarin

kî sorgula dê biçîne

 

 

Dilberê wa pel û xame

ser masê ne bo peyxame

Hîn kirina te min kam e

bilez bilez wer zanînê

 

 

Dilber barê te jî heye

hey yar karê te jî heye

Wekî yarê me jî heye

bid welat wê hilm û tînê).

 

 

(Ey dildarê dilovanî

bi Zerdeþt û bi Yezdanî

Ew hêviya te ser danî

dilbera te wê cî bînê

 

 

Hov hene lê bi semyanî

min dihêlin dîla xanî

Çi keçik bê çi kebanî

jin kêmî wan tê, bi kînê

 

 

Ti xweþ derdê min dizanî

çiqasî xwe hildim banî

Dadikevim bin vî banî

dimalim qirþ û sergînê

 

 

Bira divê jin aza bê

ne bê kêrbê ne raza bê

Lê serê min li ber rabê

min davêjê ber pehînê

 

 

Bi kar serbest û hêjam e

bê kar di nav qirêja me

Veþartî ser nimêja me

ji koxê diçim kulînê

 

 

Bavê reben ditengijê

dibê ewr û dar dihejê

Dilê min de te dikujê

kêrê ser dil dikiþînê

 

 

Min tajoyê benê nextê

wey li min jar korebextê

Gerden sitûrê peytextê

radikin þitlê nisrînê

 

 

Pêpelûkan dibim bi xar

lê bin lepê pîs û neyar

Pêlak di bin min di çê xwar

tozê li çav diwerînê

 

 

Dilgeþ dibim bi diya xwe

hê ez li nîvê riya xwe

Digevizim nav xwîna xwe

nav karê mal û nivînê

 

 

Hê bijkoj min diqurêfin

ser min bi þad û bi kêfin

Xwîn û canan diwerêvin

her yek peþkkê dinoþînê..)

 

Qamiþlo..10/22/Eylûn/1988.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org