Miþextim ji WanêBihrî Bênij
Mal min hiþt mewdan min hiþt.. (Wan) li ber cengê min hiþt.. Can tenê saman ji xak Derd û xem radan çalak Piþt min da mêrg û giya Vîvirî sînga çiya Ser miþext û sêwîyan Bûye dûjeh ew bihiþt. Þop þilin bi hêsiran tevlî xwînê.. Min nizanî kî li pey min, kî dimînê..?! Lê dizanim tevgirî bû tev girîbû Yê… mirî… bû…. jî… Mirî… bû..ji… minal, kal û firiþt Hestiwên xwe min civandin, herdû lingên xwe livandin Min birînên xwe revandin.. Min dixwest bighim jiyanê, lê nizanim…kî gihiþt?! Pey min nalîn û þewata cerg hinavên dayikan Wê berê xwe bidin kûde kuþtine…?! Yan bi gulle yan ji nêzayan ji serma .. Yan dibin þîvên guran.. Yan wekî min bidin ser rêka biyanê.. Herin ... lîsên.. axuran.. Xan tijî bûn, mal tijî bûn…! Ar di dil de …!dil biriþt..! Ez bûme nîþan bo tivingên çeteyan.. Kû li ber wan Mûþ û Bidlîs, Erzerûm, Wan Bûne armanca kû Qeyser pê veriþt..! Wek gurên har êrîþ berdin nav kerî..! Xawenê pez li pez derneket xwedî..! Wek cinawir ketin ser laþê welat..! Her yekî alîk dikojî Sed mixabin, heyf dîrok..! Rojhilata Kurd bi xwînê çûn hewarê Bûye zindan xeþm û zînat lê dibarê Kerm û kuþtare ji piþt. Bê mitêl û bê nivîn hisreta me kox û max Jev belabûn ser birînên Kurdistan Ketin êtûna biyanê.. Çerxgerî nû .. Mane berbendî geran.. Hin li ser laþê birîndar …mane.. Hin jî mane li teniþt.
Qamiþlo..18/5/198
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org