Rewþa Perwerdehiya Kurdî
Li Baþûr-rojavayê Kurdistanê
Û Li Sûriyayê
 
Can Êzîdxelo
    
      Ziman bingeha bûneweriya gelan e, ji lewra jî parastina zimên parastina gel e û azadkirina wî jî gava herî mezin di rêya azadkirina welêt de ye. Ji ber ku tenê ziman dikare nasnameya me ya neteweyî biparêze, ew ji berê de û ta niha rûbirû bi çewsandin, qirkirin û piþaftinê re maye. Dijmin û dagîrkerên Kurd û Kurdistanê, bo Kurdan ji cîwarê wan rahêlînin, pêþî dest bi wêrankirina zimanê wan kirin û wek serencamekê ne tenê bi xak û welatê xwe lê bi zimanê xwe jî hatin dabeþkirin. 
 
      Wêrakirina zimên tê wateya hêsankirina hilkêþana rehên netewetiyê, ji bilî wê jî qedexekirina zimanekî dibe sedema kavilkirina yekîtiya civakî û psîkolojîk ji wî gelî re. ji bo ku em karibin astengekê li pêþiya pirojeyên Erebkirin, Farskirin, Tirkkirin û jinetewxistinê deynin, divê gava me ya pêþîn parastin, fêrkirin û perwerdehiya bi zimanê zikmakî be, tenê ew gava wê bibe destpêka hilweþandina bingehên îdiyolojîk û di heman demê de wê bibe lêdaneke mezin ji komeleya ramanî ya tuxmperestî ji dijmin û dagîrkerên Kurdan re.
 
Rewþa Perwerdehiyê Ya Giþtî:
 
1- Rewþa Fêrkirin û Fêrbûnê:
 
      Rewþa fêrkirin û fêrbûnê bi giþtî ne li ser hev e û di rewþeke aloz re derbas dibe, Bi gotineke tenê mirov dikare bêje ku zimanê Kurdî li Baþûr-Rojavayê Welêt ne gihîþtiye asta zimanê perwerdehiyê, ne tenê ji ber astengî û problemêm ku ew di fêrkirinê de dibîne, lê ji ber ku hîn ew baweriya durust bi zimanê dê tune ye. Ji bilî ku ti sazî yan rêxistinên taybet û li pêþ nîn in ku bi vî barî rabin, ne rêbazên (metodên) têkûz û durust hene, ne jî zimanzan û pisporên çalak hene ku rê li ber mamoste û xwendevanan vekin. Problema mezintir ew e ku ti vîn û daxwaziyeke giþtî û li asteke bilind ne li cem milet û ne jî li cem rêxistinên siyasî çêbûye, da ku bi xwe li fêrkirin û fêrbûnê bigerin. Ew tiþt, di nêrîna min de, ji dûrbûna milet ji çand û kultura xwe hatiye. Tevî ku zimanê me qedexe ye û fêrkirin yan jî fêrbûna wî wek tawanekê ji aliyê rejîma Sûriyê de tê binavkirin jî, lê ti kes jî nîn in ku bi rastî tiþtekî di vî alî de çêkin. Ew jî ji ber ku ,ta niha, bingeheke xurt nehatiye danîn ku milet baweriya xwe pê bi zimanê xwe bîne, û bizanibe ku ew bi rêz û rêzik û yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn zimanan e, ew jî tenê bi rêya hiþyarbûn û xwenasînê pêk tê.
 
      Divê em bizanibin ku zimanê Erebî zimanê herî bandoreke neyînî li ser zimanê me lîstiye ye, ew ziman e ku li piraniya deverên Kurdistanê rojê pênc caran bang pê dibe û di nav civaka me de rojê pênc caran di mêjî de tê gerandin û herî kêm du caran tê xwendin, lewra ew ne tenê zimanê serdest e lê zimanê ol û ayînê ye jî, anku mirova/ê kurd bêhiþyarî /unconsciously/ peyvên erebî bikar tîne û durusttir, watedartir û cihgirtîtir dibîne. Zimanê Erebî hêdî-hêdî û piþtî pêþketina teknîkî xwe dixe nav jiyana rojane û xwe digihîne her malekê, encamên vî tiþtî çi di aliyê mejî-hiþiyarî de û çi di aliyê psîkolojîkî de diyar û berçav in.  
 
      Ne zimanzan û saziyên ku kesên pispor tê de cih bigirin, ne jî pirtûk û rêbazên zimanê Kurdî li Baþûrê-rojava peyda dibin, lewra divê pir hewldan hebin da ku em di prosesa fêrkirinê de bingeh, dîrok, firehî û xweþbûna zimên bi þagirtan bidin naskirin, ev tiþt jî wê bibe sedema hezkirin û rêzgirtina þagirtan/kesan ji zimanê xwe re. 
 
      Derbarê fêrkirinê de, ti sazî yan jî partî vî karî bi awayekî berfireh nakin, lê di vê demên dawiyê de hinek hewildan hene. Di vê pirsê de, bi taybetî partiyên siyasî, ger bixwazin wê vî karî hinekî pêþ bixin, ji ber ku pêþî pêdiviya milet bi naskirineke giþtî ji zimên re heye. Bi her awayî divê rewþa fêrkirinê di vî parçî de bê guhertin. pêwîste çi kes, rêxistin, sazî, komele û partiyên li Baþûr-rojava hene, dîwar û sînorên tirsê derbaskin û dest bi xebateke rastî û berfireh bo fêrkirina zimanê Kurdî bikin. Eger her kes xwe bide alî jî jixwe rewþ ji vê baþtir nabe, ji ber wê jî divê bêtêkiliya di nav kes û dezgehên ku xebatê fêrkirinê dikin de bi têkiliyên xurt bêne guhertin û partî jî bi awayekî çalak beþdarî vê xebatê bibin.
   
      Piþtî bidawîanîna her kursek fêrbûnê, hinek ji kes, kom û komele, partî bawernameyekê didin þagirtan lê hinê din jî wî tiþtî pêwîst nabînin. Herdû alî jî nêrînên xwe yên cuda hene. Kesên vê bawernameyê didin dibêjin ew wek hêzekê dide þagirtan û zimanê dê bi wan þêrîntir dike, lê yên nadin li ser wê baweriyê ne ku ev tiþt wê bibe kelemek li pêþiya fêrbûna zimanê dê, gava þagirt fêrî tîpên zimanê xwe bû bila hestek pê re çê nebe ku wê/î tiþtekî bêhempa bi cî aniye, bi taybetî jî kesên vê bawernameyê didin ne kesine akademî in. Di nêrîna min de jî, nêrîna duyemîn akadîmîtir û zanistîtir e, eger kesek ne akdemî be çawa dikare bawernameyekê bide? gelo ji mafê wê/î ye? Ew kesa/ê ku bawernameyê distîne, li ser kîjan rêbazê /metodê/ fêrî zimên bûye û þaþîtî di wê rêbazê de hene yan na? Eger du kes li gor du rêbazên cihê fêr bibin, wê çawa di rêzimên de bi giþtî û di zaraweyên zimanî de bi taybetî, bigihin hev? Ev pirs hemî bêbersiv dimînin. 
 
 
2- Astengiyên Rêveçûna /Piroseya/ Fêrkirinê:
 
      Astengiyên sereke yên ku li pêþiya birêveçûna fêrkirinê radiwestin berçav in û her kesek di vî warî de kar dike dizane. Ji wan, yek kêmbûna têkiliyan, du dilsariya rêxistinên siyasî ye. Ji bilî wê jî her kes, rêxistin û partî, çixas karê wan kêm be jî, li gorî xwe rêbazeke fêrkirinê datîne yan jî her yek ji wan, pirtûka kesekî nas bi kar tîne. Ev tiþta dibe sedema cudahiya fêrkirinê, tevlî ku þaþîtî bi me giþan re derbas dibin lê divê rêbazeke hevbeþ were hilbijartin û her kes li gorî wê bimeþe, eger na jî pirsgirêk wê bi demê re kûrtir û aloztir bibe. Derbarê vê meselê pêþinyaza min ew e ku desteyek li seranserî Baþûrê-rojava saz bibe, jixwe divê her aliyek ciyê xwe tê de bigire, û ew desteya wê karibe rêbazekê/hin rêbazan yan amade bike yan jî yekê/hinekan ji yên heyî sererast bike û wek rêbaza/rêbazên fêrkirinê bipejirîne.
 
      Fêrkirina zimanê Kurdî li Baþûr-Rojavayê welêt û li bajarên dî yên Sûriyê wek Heleb û Þamê di rewþek giran re derbas dibe, anku kurs li malan tên dayîn û hem mamoste, hem þagirt û hem jî xwediyên malê di bin þert û mercên tirsê de waneyan dibin, jixwe bandora vê yekê jî li ser psîkolojîka fêrker û þagirtan xuya ye. Di vê dawiyê de, anku piþtî 2005'an, hin kesên ku di bin banê /K.M.Ç/ de dixebitin, boyî astengiyên li hember fêrbûna zimanê Kurdî kêmtir bikin, kar bi rengekî nû bi rê ve birin, ew jî fêrkirina xwendekaran di hundir zanîngehan de û amadekirin û belavkirina pelên fêrkirina/fêrbûna zimanê Kurdî di nav xwendekaran de û kurdan bi giþtî. Her kesî nas kir ku bandora vê yekê pir erênî bû/ye, ji bilî wê jî ev þêweya nû gelek pirsgirêk çareser kirinedîsa nikarîbûn pirsgirêk bi giþtî çareser bikirana.
 
      Ji bo ku em astengiyan derbas bikin, pêwîste fêrkirin bi rê û rêbazine nû bête kirin, anku divê em hemî rêbazên ji berê de û ta niha di fêrkirinê de hatine bikaranîn di ber çavan re derbaskin û rêbazekê li gorî rewþa zimanê Kurdî jê derînin. Ew jî ji ber ku piraniya rêbazên hatine danîn yan ji boyî fêrkirina zimanên mirî hatine çêkirin (wek latînî) yan jî ji fêrkirina Zimanê Duyem Z2 (L2 /Second Language/) re hatine danîn. Lê bi giþtî, wek ku bi piraktîkî derbas dibe, tê xuya kirin ku pêdiviya þagirt an jî xwendekaran bi tiþtine bingehîn heye, wek danzanîna dîrok û kevnahiya zimanê Kurdî, xweþikahî û nermbûna wî, pirkirin û dagirtina gencîneya peyvan, dannaskirina sedemên cudahî û navên zarav û þêwezaran û dannaskirin bi zaraweyên (têrm) nû. Ev tiþt hemû wê alîkariyeke mezin bi pêþxistin, belavkirin, fêrkirin û parastina zimanê Kurdî re bike.
 
      Em dikarin bibêjin ku pirsgirêka sereke ji nasnekirina taybetmendiyên zimanê Kurdî fêrkirina razber /abstrakt/ e. Zimanê dê beriya ku bê xwendin di pir qonaxan re derbas dibe, yek jê, û ya herî pêþî bihîstin e, piþtre hewldana bilêvkirina dengan, bilêvkirina du dengan, hewldana derxistina kîtekê, du kîtan û ta digihe hevok û komekan. Eger em vê rêveçûna pêþketina zimanê dê di ber çavan re derbas nekin, em ê nikaribin astengiyan ji pêþiya zimanê xwe rakin, ev jî baþ dide xuya kirin ku zimanê zikmakî ji aliyê xudiyên wî ve bi awayekî abstrakt nayê pejirandin, lê eger têkilî bi zimanekî biyan re be ev pirsgirêk dernakeve.    
 
 
3- Perwerdehî, Lê Fêrkirina Tîpan:
 
      Pêþî, wek em hemî dizanin, perwerdehiya bi zimanekî tê wateya xwendina beþên curbicur bi wî zimanî, anku gava em bêjin perwerdehiya bi zimanê Kurdî, divê em deynin pêþ çavên xwe ku ev perwerdehî beþên çand, dîrok, kelepûr, folklor, wêje, ciyografî, ziman û rêziman û gelek tiþtên din yên girêdayî wî gelî tê de hene. Ev tiþt jî, bi taybetî li Baþûrê-rojava, ne bi vî rengî ye, li wir bi giþtî tenê fêrbûna tîpan heye, ta ziman jî bi giþtî nayê fêrkirin, anku fêrkirina rêzimên gelek hindik e.
 
      Lewra fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî li Baþûr-rojavayê Kurdistanê, û li Sûriyê bi giþtî, hîn ji fêrkirina tîpan derbas nebûye, anku mirov nikare çêra perwerdehiyê bibe. Eger em dixwazin zimanê xwe biparêzin divê em fêrkirina wî hildin asta fêrbûna zimên û rêzimên û piþtre asta perwerdehiyê. Eger ti proje û karên me yên rasteqîn di vî warî de nebin, emê nikaribin li ser perwerdehî û parastina zimanê xwe biaxivin. Ew jî ne ji reþbîniyekê tê, lê divê em rewþa zimanê xwe wek heye lê binêrin. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ta niha dibe dengvedanek ji bang û konfernasên curecur re, eger rewþ bi vî rengî bidome gelek hêviyên geþ wê têk biçin, ji ber ku gelek kes û komikên biçûk yên ku bo fêrbûna zimên saz dibin, di bin bandorine cuda-cuda de tên vemirandin.
 
      Eger konfernas, sazî yan jî dezgeh komîteke taybet bi amadekirina rêbazeke têkûz û akademîk saz bike, gelek kes wê destekê bidin, û li gor baweriya min, wê li piraniya deverên welêt were bikaranîn. Jixwe ev yek ji barên bingehîn yên konfernasê ne. Di vî warî de divê em hinekî li ser gelên ku zimanê xwe, piþtî li ber têkçûnê bû, vejandine rawestin û hûrnihêrtineke kûr jê re çêkin, ji wan zimanan: Ibranî, Katalonî, ...hwd.            
 
 
4- Piþaftin û Xwepiþaftin - Asîmilasiyon û Oto-asîmilasiyon Li Baþûrê-Rojava:
 
      Piþaftin an jî asîmilekirin di wateya xwe ya ferhengî de tê wateya "piroseya ku tiþtekî, komekê yan jî gelekî di hundir tiþtekî, komekê yan jî gelekî dipiþêfe". Ev piroseya ne tenê li çar parçeyên welêt tê bikaranîn, lê li parçeyên biçûk û deverên li Ermenistan û Gurcistanê jî, û ji bilî wê jî li Kazaxistan, Azerbeycan, turkmenistan Kurdên ku berê li devera Kurdistana Sor dijiyan jî. Li her cihekî ku Kurd lê dijîn, strateciya piþaftinê li ser wan dimeþe, bi taybetî li welatên dagîrker ku Kurd tê de dûrî ciyografiya Kurdistanê dijîn wek Kurdên Anatoliya navîn û gelek deverên din li Tirkiyê. Kurdên Feylî li Bexda û deverên din ên kombûnên biçûk lê peyda dibin. Kurdên Xuresanê li Îranê, Kurdên Êrîvan û derdora gola Sîvanê. Li Sûriyê jî Kurdên Þamê, Horan, çiyayê Kurdan a çiyayên bilind /li Latqiyê/, Idlibê, Hema, Kurdên Cisrê, Helebê û Babê û gelek deverên din. Piþaftin an jî asîmilasiyon siyaseta herî qirêj e ya ku li ser gelê Kurd dimeþe, ev piroseya jî ta ku bigihe armancên xwe di gelek qonaxan re derbas dibe, qonaxa herî dawî jî ew e ku ew gel xwe ji xwe ya kevin diparêze û li dijî xwe radiweste, anku her tiþtî ku taybetmendiyên wê/î ya berê tîne pê li dij radibe. Di vir de dest bi qonaxeke nû dibe ew jî nav lê bû oto-asîmilasiyon an jî xwepiþaftin.
 
      Derbarê rewþa Baþûrê-rojava û deverên derveyî wê ku Kurd tê de dijîn, herdû rewþ jî hene, li Baþûrê-rojava piþaftin bi rêyine pir nûjen dimeþe, anku dezgeh û saziyên rejîmê bi þêweyine nû piþaftinê bi rê ve dibin, ji dibistanan de dest pê dike û ta bi Erebkirina bajar û bajarokan û bi awayekî fireh (herî dawiyê li çiyayê Kurmênc). Lê gava em hinekî tê de kûr bibin, em ê bizanin ku têkiliyê Kurdan bi sê bajaran ve tên girêdan, anku têkiliyên Cizîr, Koban û Efrînê bi Þam, Reqa û Helebê ve girêdayî ne. Ev jî tê wê wateyê ku hukar û bandoreke rojane ya erebî li ser zimanê Kurdî heye, ev jî rê li pêþiya piþaftinê vedike, anku serdestiya zimanê serdest xurttir dike. Lê gava em bala xwe bidin deverên din yên derveyî Kurdistanê, yan jî yên ku ji deverê Kurdî hatine birîn, xwepiþaftin an jî oto-asîmilasiyon gelekî xuya ye, bo nimûne Kurdên ku nema zimanê xwe dizanin Kurdên Osmano li gundên SELMA li Latiqiyê nêzîkî 26 gundan e, jê Eqreb, Hencûr, Esîlê, ... ( E.W. Zekeriya, Eþa'ir al-þam, Dar al-fikir, çap.2 cild.2, pel.659, sal 1983) li Hemayê gelek gundên Kurda hene, wek KIYANÎ ew jî çar gund in li bajarê Hemayê bi xwe jî gelek êlên Kurdan hene, her sê êlên mezin: BERAZÎ, MILÎ Û MURAD in û yên din jî wek Zehîm, Kocan, Þêxo, Dolanî, Reþo, Sofî, Kurdî, Bozan, Orfelî, Þemdînan, Hisêno Qaso, Beko, Þêxanî, ... ev hemû jî ji maladarên Hemayê ne. li derdora Cisrê, li devera QESATIL nêzîkî 25 gundan hene, ew bi xwe çar êlên mezin lê hene jê CINAWIRO, li Himsê Kurdên derdora Dirêkîþ û kela Husnê (ew berê bi "kela Kurdan" dihate bi navkirin). Li Idlibê gelek gund û êlên Kurdan hene û hemû ji xudiyên wî bajarî bûn, wek êlên Bermeda, Henano, Þehban axa û gelek êlên din. Li bajarên mezin li Þamê li Taxa Kurdan /a ku sînora wê ji rojhelat ji navbera deþtên Berzê û qabûn, ji rojava Ebî Ceriþ, ji bakur Qasiyon û ji baþûr çema Yezîd, (Izidîn Mela, Hey Al-Ekrad fî medînit Dîmeþq, Aso. Ji A.V. Kremer)/ rûdinin, Ew hemî ji sedsalan de li wan deveran e û bi awayekî giþtî hatine piþaftin, lê tiþtê balkêþ ew e ku ti guhdan ji aliyê rêxistinan ve ji wan deveran re nîne, anku ne kursên zimên li wir çêdibin ne jî ti çalakiyên dannaskirina ziman û çanda Kurdî li wir saz dibin, bi giþtî mirov dikare bêje ku ev li derveyî hesabên Kurdan e.
 
      Ev nimûneyên li jor hatine diyarkirin hemî di qonaxa piþaftin û xwepiþaftinê re derbas bûne, lê Kurdên nû koçî Þamê kirine, taxine nû ji xwe re ava dikin, bo nimûne taxa ZORAVA, ew hemî jî bi Kurdiyeke pak diaxivin, gelo ta kengî ew ê bi Kurdî biaxivin? Li bajarên din wek Heleb ku niha wek navenda herî çalak ji kar û xebatên Kurdî re tê dîtin, hinek jê di qonaxa yekê re, hinê din jî di qonaxa duyemîn re derbas dibin. Deverên wek Siryan, Eþrefiyê, Þêxmeqsûd, Bistan baþa, Bihêdîn û deverên din rûbirû bi piþaftin û xwepiþaftinê re mane. Di vî warî de pêdivî bi karekî fireh bo parastina zimanê Kurdî heye, ew jî divê bi hiþiyarkirina gel û fêrkirina zrokan destpê bike.
 
      Li ser rewþa vê dawiyê, hin tiþtên balkêþ û dilêþ jî hene. Yek ji wan, hin hewildan ji aliyê Kurdên ku bi awayekî rêxistinî nêzîkî ol û baweriya Islamî dibin ve derdikevin holê, ew hewldan jî li ser bingeha ku tîpên Aramî (Erebî) tîpên pirtûka Islamî ya pîroz e, ji lewra divê ew tîp bêne bikaranîn. Ji milekî din ve û tiþtê herî balkêþ ew e ku, xuyaye Tevgera Islah û Teqedum a ku li baþûrê Kurdistanê, dixwaze nêrînên xwe hêdî-hêdî derbasî nav Kurdên Baþûrê- rojava bike. Wek hûn dizanin jî ev tevger piþtevaniya xwe ji dijminên Kurdî digire û daxwaza wê jikurdîxistina Êzîdiyan e, û herî dawî daxwaza wan a belavkirina tîpine taybet heye, jê re dibêjin "Tîpên Zimanê Êzîdî", ew tîp jî bi xwe nêzîkî Avêstayî ne. Tevlî ku ev herdû nêrîn ciyê xwe negirtine, lê eger em tenê bi axiftin û daxuyaniyan nêzîkî van herdû tiþtan bibin, rewþ wê gelekî xerabtir bibe.                             
 
 
WEK ENCAMEKÊ:
 
Rewþa zimanê Kurdî li Baþûrê-rojava ji parçeyên din ne baþtir e û pêdivî bi kar û xebatên nû heye, ew jî bi xebatên cihê-cihê pêk nayê. Lewra:
 
·        Divê bang li hemû kes, komît, komele, sazî û partiyên Kurdan yên li Baþûrê-rojava bê kirin ku ew dest bi karine hevbeþ bikin, û di heman demê de divê ji hemûyan bê xwestin ku di civîn û daxuyaniyên xwe de tenê zimanê Kurdî bikar bînin, piþtre, eger pêwîst be, ji bo zimanê Erebî wergera wê bê kirin.
 
·        Divê em piþaftin û xwepiþaftinê wek metirsiya herî mezin li ser zimanê xwe bibînin, ji ber ku zimanê me hîn ji qonaxa metirsiyê derneketiye.
 
·        Em karibin komîteke taybet bi þopandina pirsgirêk û awayê birêveçûna siyaseta piþaftinê saz bikin, bo nimûne kesên van herdû nêrînan bi rê ve dibin. Ew komît wê bikaribe eger û sedemên cuda yên ku gel berve piþaftinê dibin jî nas bike.
 
·        Guftugoyeke dirêj û akademîk li ser rewþa fêrkirin û fêrbûna zimanê Kurdî û astengiyên li pêþiya pêþketina vê piroseyê li Baþûr-rojava, bê kirin.
 
·        Pêwîste em bi hev re astengekê li pêþiya piþaftin û xwepiþaftina Kurdên bajarên mezin /Kurdên Helebê û Þamê/, her weha Kurdên ku li deverên din li Sûriyê dijîn, deynin.
 
·        Pêwîste xebateke mezin bê kirin, da akadîmiyeke zimanê Kurdî bê avakirin. Ji barên vê akadîmiyê: amadekirina lêkolînên li ser zimanê Kurdî û þêwezarên wî /bi hemû þêwezaran/, amadekirina kursên zimên ji her þêwezarekê re û ya herî giring jî, þêwezaran berve yekkirina tîp, rêziman û zaraweyan /têrman/ ve bibe. Ev lêkolîn û vekolîn divê herî kêm bi zimanên Kurdî, Ingilîzî, Fransî û Almanî bin.
 
·        Tê xwestin ku em bi hev re û bi alîkariya pisporên zimên, çi Kurd bin çi jî kesên biyan bin, zimanê xwe berve zimanê perwerdehiyê ve bibin.
 
·        Tiþtê dî jî pêdiviya me bi serjimareke giþtî ji rewþa zimanê Kurdî re heye, bi taybetî ji wan kesan re ku li derveyî ciyografiya welêt dijîn û dûrî zimanê xwe ketine.
 
 
   ---------------------------
 
Têbînî:
  •  
    Bo agahî û têbîniyên kesên ku rawestan ne kirine karê xwe, SPAS.
  •  
    Min ev nivîs bo "Konferanasa Zimanê Kurdî" ya ku di 2006'an de li Amedê birêve çûye, amade kir û li wir xwend. Lê piþtre bo belavkirinê, min hin tiþt sererast kirin, hin agahî jî fireh kirin.    
 
 
Can Êzîdxelo
18/11/2006
 
 
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org