Cankurd

125 saliya jidayîkbûna Franz Kafka


FranzKafka.JPGFranz Kafka

Yek ji navdartirîn nivîskarên sedsala 20ê, ku tew navê wî yê pêþîn bo naskirina wî ne pêwîste, Franz Kafka yê ciho ye, ew mîna Dostoyêfskî, Hêmênguway, Shakespeare, Balzac û Goethe navdare.  Li ba gelek Almanan ew ne kêmtire ji Thomas Mann û Bertolt Brecht û Schiller Di cîhana wêjevanî de, li her derekê, ku bihna roman û nivîsariyê tê, navê Kafka , ku yek ji berhemên xwe pir giranbiha di 8 demkatan de tevakiriye, di qorê tev bilind ê wêjevaniya cîhanî de tê dîtin.

Kafka1906_cropped.jpgFranz Kafka di sala 1906ê de

Ew berî niha bi 125 salan, li Pragê (paytextê Çîkistanê), di roja 03.07.1883 de ji dayik  bûye, piþt re hatiye Almaniya û bi Almanî nivîsandiye, û di meha Hizêrana 1924 de, ku temenê wî hîn 40 salî bû, li nêzîka bajêrê Vîyenna (Austriya), di xistexaneyê de, ji ber wêrana pir bi êþ koç kir. Di sala 1914ê de, Kafka wekî karmendekî nenas li ba sîgorteyeke seqetiya karkiran kardikir, hinde parçeyên nivîsê û nameyên, ku bi zimanekî wêjevanî ji destgirtiya xwe Felice Bauer re diþandin, bo wî hebûn, û  mîna mirovekî xwe tev li bûyerên rojane nedikir dihate dîtin, lê di demek kin û kurt de ew hilkiþiya nav mezintirîn nivîskarên cîhanê, û ciyê xwe di wir de li xwe maf kir û bi xebata xwe tomar kir.
 


FeliceBauer.jpgDestgirtiya Kafka: Felice Bauer

Di meha 8ê ya sala 1914ê de, ne tenha cenga cîhanî ya yekê destpêkir, lê belê yek ji navdartirîn romanên mirovatiyê ji aliyê Kafka ve hate nivîsandin, roman a „Dadberkirin“, ku bi Almanî jêre „Der Prozess“ tê gotin. Li ser Franz Kafka, bi boneya namdariya wî, û di van rojan de bi taybet, gelek xebat bi gelek zimanan derketine holê, ji wan Almanî, Ingilîzî û Firensî…Li ser jînnigariya wî, berhemên wî, hezkirina wî ji keç û jinan re, li ser jihevçûna wî û desgirtiya wî, ku li ser roja hevdîtina wan di hotêla „Askanischen Hof“ li Berlinê, di   sala 1914ê de, Franz Kafka yek ji hêjatirîn wêneyên diramatîkî yên cîhana wêjevaniyê pêda kiriye û berhemek bê wekanî li hev aniyê. Gelek rexnevanên wêjeyê, mîna Reiner Stach, Peter André Alt, Klaus Wagenbach, Louis Begley û Hartmut Binder bi firehî û kûranî li ser jînwêneya „biografiyaKafka pirtûkin giring nivîsandine, û giþ di wê baweriyê de ne, ku jihevçûna Kafka û destgirtiya wî, di wa hevdîtina navdar de, kaniyek taybet û berhemdar bû bo pêdabûna cîhanek nû ya bê wekanî li ba Kafka. Nêzîka 1200 wêneyên, ku jîna Kafka gav bi gav didin xuyakirinê, di van jînwêneyan de hene, destnivîsên wî, bi rêya Max Brod, di Avdara 1939ê de, di Türkiyê re gihan Filistînê. Rojekê paþ ku Max Brod ji Pragê derketibû, GêstaboHîtler li deriyê mala wî da bû, û li Istanbolê jî keþtiyek leþkerî ya Naziyan di teniþta keþtiya, ku ew têde bû, rawestiya bû, û tevî gelek zehmetiyên tixûb û sînoran, wî destnivîsên Kafka ji berbadbûnê û sotandinê paristin. Destgirtiya wî Felice Bauer, ku berê xwe dabû Amerîka, berî mirinê, ji ber hejariyê hinek nameyên evînî, ku ji zû ve Kafka bo wê hinartibûn, bi 8000 Dollar firotin weþanxaneya Shocken li New York, wan destnivîs di sala 1987ê de bi ½ mîlyon Dollar û hîn bêtir li mezadekê hatin firotin…

GreteBloch.jpgHezkiriya Kafka: Grete Bloch

Xûþkên Kafka, Gabriele, Valerie û Ottilie, û bi ser de jî dîlberên wî Grete Bloch, Milêna Jesenska û Julie Wohryzek jî, ji aliyê Naziyan ve hatin girtin, di KZ de hatin kuþtin an sotandin…

MelenaJezenska.jpgHezkiriya Kafka: Milena Jezenska

Herdu xanimên dî yên, ku hikariyek „bandorek“ xuyayî li jîna Kafka kirine, Felice Bauer û Dora Diament, ji ber Naziyan reviyan û xwe gihandin Amerîka..  

DoraDiament.jpgHezkiriya Kafka: Dora Diament

 

 

Berhemên Franz Kafka bi gelek zimanên mirovatiyê hene, mixabin, bi zimanê Kurdî ev nivîskarê, ku yek ji navdartirîn pênûsgirên cîhanê ye, pir kêm hatiye nivîsandin, û ez bi xwe jî nizanim, ka çi ji berhemên wî bi zimanê me hene…Wergêr û nivîskarên Kurmanc divê xwe bi berhem û jînwêneya Kafka gêro bikin, ji ber ku ew yek ji hêjatirîn wêjevanên mirovnase, li ba wî bersûckirî  dadkare, û dadkar tawanbarkirî ye, dîlber dibe neyarê nevînkirî  û neyarê nevînkirî dibe dîlber, jîn û mirin tev li hev dibin, bi hev re dijîn, mirov bê ku gilî lê bibin, ji xwe hatiye tawanbarkirin û ne îro be, wê sibe bite girtin û bersûckirin, dadgeh bo wî hatiye avakirin, lê tew naye vexwendin bo bihîstina gotina wî… Kafka di mejî û dilê mirov de hem dilîze û hem digirî...

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org