Li hev hûnandinek bi Kurmancî

4 Kurtejiyan ên

Mehoyê Simo, Reshoyê Çarderî, Siyamendê Hermayî û Evdalê Sormasî

Cankurd

Mehoyê Simo

 

Ji dayik bû,

Wekî min û te bû…

Bi dest  û serî  û du çavan bû…

 

Di deh saliyê de

             çû ber pêz…bû þivan…

Sî û pênc salan

         li çolê...li çiya û li ber avan…

Rojekê dilþa nebû

                   bi rûniþtina li teniþta xanimekê

                             …û li dawiyê jî demekê bû gavan…

 

Mirin bi zûkî hat, li rojek Nîsanê…

                                      wekî tavek baranê…

Lehiyê mirinê ew da ber xwe û ber bi gorê ve bir

Niha du kêlên piçûk dîdarin ku ew hatibû ser vê zevînê

                                                             û di taldê zinarekê de mir…                        

 

Kes nedizanî ew jî  jîndar bû

Kes nedizanî ew mirovekî xudan can bû…

 

Ez çi li ser kurtejiyana wî  binivîsim naye bawerkirin…

Ew mirovekî dil tijî bû,

                             bi dildarî û hezkirin…

 

Kurtejiyana Mehoyê Simo defterek dagirtî bû

                                                                       bi mirovheziyê

Lê ji ber ku li ber xwe mirov nedidîtin,

                                ew hezkirina xwe dabû bizin û miyê…

 

**************

Reþoyê Çarderî

                                               

Hîn di zikê dayika xwe da çavbirçî bû

Hîn di zarotiyê de çav li malê xelkê bû

Di ewîltiya xwe de serserî bû

                           …û gava mestir bû

                                       Karê wî lawazî û dizî bû….

 

Reþoyê Çarderî mirovekî weha bû

Bo gundê xwe,

Bo xelkê xwe,

          …û bo teviya êlê serêþ û bela bû..

 

Lê belê ew bû maldar

Wî naskir « Çawîþ » û « Muxtar »…

Bûn mêvanên wî serþar û serdar…

 

Li dawiyê Reþoyê Çarderî

                        serî danî, mir û gemirî…

Dêrîna wî ya pir û pir

                             lawan li hev parve kir

Ew hemî  mal firotin,

                                    heban û erzan…

                                           heban û erzan…

Lawan pereyên xwe xistin qumarê

Bo karê nebaþ,

Bo pîsîtiyê,

                û bo gemarê…

 Kurtejiyana Reþo defterek reþ bû…

Ya zarokêd wî hîn ji wê reþtir…

Ew marekî piçûk bû,

                   lê jehra li þûn xwe hêþtî

                                                   hîn ya marekî mestir…

*********

 

Siyamendê  Hermayî

 

Siyamend xortekî dil tijî jîn bû

Lawekî hêja yê bê kîn û bê nevîn bû…

Herdem alîkar û hevalê hejaran…

Herdem li ber kar û mijaran…

 

Siyamend ji ber hejariyê bar kir û çû

Da ji xwe re bigere li jînek nû..

            û kanibe rojekê bide qelenê hezkiriya xwe…

 

Ew giha weltekî dûr…Nizanim nav çî ye!

                               belê nav çibe jî, ew her nenasî û dûrî ye..

 

Siyamend li wir bû gemarkêþ

Destek li paþ û destek li pêþ…

 

Bi meh û salan quruþ dan ser hev

Li dawiyê, quruþên xwe jimartin

                              û deftera xwe da hev…

 

Dilê wî her hebû li keçek gundê wî

Keçek belengaz û paqij mîna wî…

 

Pere hinartin bo dayîka wê

                   û bi zûkî stand destê wê…

Dayîkê gote Siyamend:

„ Ez dota xwe bernadim ji gund.“

Hogiran gotin Siyamendê Hermayî:

„Tu xudanê seriyekî valayî.

Li vir hene keçên çelengtir

Tu dikarî bistînî, gelek erzantir…“

 

Siyamend gote wan:

„Birano, ez keçek gundê xwe nadim bi van tevan

„ Ez gupikek baxê Kurdistanê nadim bi cîhan.“

 

Siyamend wilo got û kete rêya vegerê

Mixabin!

Sed car mixabin!

Tew nedizanî ku ew ketiye xefka Qederê

 

Ew li ser rêya gundê xwe bi destê leþkerê hate kuþtin

                                  û wan diyariyên bo destgirtiya xwe

                                                         bi xwe re anî bûn

                                                       di nav berfê da

                                                               li þûn xwe hêþtin…

                                                                                    berþê bûn…

 

Kurtejiyana Siyamend wekî ya  zêrê zer e

                             û çêroka evîndariya wî

                                         li ser zimanan her digere…

 

*********

 

Evdalê Sormasî

 

Dibên Evdal mirovekî karbelaþ bû

Herdem rûtehl û zarnexaþ bû

Pir lezok û livok,

Çavsor û qjjqijok

Piraniya zarotiya xwe mabû birçî û xasî

Ji ber wê yekê,

           nav lêkirin Evdalê Sormasî…

Bi dest neket karek li gundê wî

Ma kî guh dide lawekî hejar û sêwî?

 

Evdal ji gund bar kir,

                              çû bajêr…

Dibên li wir heye gelek xêr…

 

Rojekê li vir, rojekê li wir

Evdal debara xwe bi xwe dikir…

Kete dibistanê û bû þagird

Ji her þêweyekî zanîn hilgird

 

Ji niþka va ew bû þoriþger

Bo wî pêda bûn basik û per…

 

Evdal di sê salan da hilkiþî jor

                 di demek kin da bû rêber…

 

Kesek li cîhanê tune, ku heznake ji masiyê sor

Ewe roya asîmanê ye,

              ew  þêrê Efrîka ye,

                             bo gelên bindest ewe keskesor…

 

Evdal leþkerek pêda kir

                    û bi ser gundê xwe da anî

Mal bi mal,  ew gund herifand, wêran kir                             

                                   û tola xwe ji gundê xwe yê guh neda bû wî

                                                                                                            hilanî…

 

Kurtejiyana Evdal weha bû

Navê wî li cîhanê belav bû

Wekî rêberekî navgiran, ku ala xwe ya heftrengî rakirî

                                                           û berî her tiþtekî gundê xwe wêran kirî…

*********

 

                  

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org