Li ser pirtûka Hêmen Kurdaxî
"Siwarên Rejiyê"
Cankurd
Eve dîwana duwê ye, ku Hêmen Kurdaxî dilêd me pê şa dike. Hêmen helbestvanekî jîr û çalak e, û berhemêd wî ciyê rêzgirtinê ne. Ev pirtûk/dîwan li ba EVRA Verlag li Berlinê hatiye çapkirin, bi sergotinek helbestvanê hêja Nezîr Palo û bi
bergekî xweşikê ku ji aliyê Zagros Baran ve li ser pelekî sipî hatiye nexşandinê.
Pirtûk ji 104 rûpelan e, tê da (34) helbest û helbestkên kin hene, ku jê ra di
Kurdî Dûrik
tê gotin. Helbestvan wan diyarî dike bo refên şehîdên di serhildana 12ê Avdarê da (2004) li rojavayê Kurdistanê ketine û bi xûna xwe pelekî nû ji dûroka gelê xwe nivisandine, wek ew xwe dibêje:"Ji
refên şehîdan re, ji rengê nû re, yên ku difirin tabloyê…"
Helbestvan Hêmen Kurdaxî, ku sala 1973 li Qermîtliq, herêma Çiyayê Kurmênc, ji dayik bûye, berê "Çêroka neynûkên şikestî" di sala 2003 da belav kiribû û me hinge gotibû, ku ev ciwanmêr
helbestvanekî hêja ye.
Nezîr Palo li ser va berhema nû di sergotinê da wilo dibêje:"Hêmen Kurdaxî di vê berhevokê de sotin, şîn, girî, keser û xemkêçî di tabloyekê de vejandine. Herwiha êş, eşq û xewnên xwe ristine û wêneyine bêtebat neqişandine…"
Helbestvan rewşek nexweş a gelê Kurd wek tabloyek yekrengî bi dîwarê ve dadiliqîne:
" Li
jor
Talan
e…
Li jêr
Talan
e…
Di nav bêhnê
de
Talan
e.
Li teviya gund,
Bajar
û çiyayên min talan e..talan."
Tabloya wî bi rejiyê hatiye nexşandin:
"Mirin rejî
Jiyan rejî
Evîn rejî..
Xwîn rejî
Dûrî rejî
Nêzkayî rejî…
Em rejî ne
Komira rejî ne
Em siwarên rejiyê ne…"
Li ba Hêmen Kurdaxî:
"Rojê
Em ji himbêza xwe avêtin.
Seqemê jî em şewitandin.
Em hevdu dişewitînin
Hîn em tên sotin…!"
Lê belê
helbestvanê me di tariyê, rejiyê
û xuliyê
da jînê dibîne,
û ji wê jînê hezdike, jê venabe, nikane jê vebe, ew jîna ku berê di wê rejiyê,
di wê xuliyê
da hebû, bi taybet ev li dûriyê bêtir xuya dibe. Berî
ku ev jîna tev bibe xulî,
ew jînek dî bû:
"Ez ji rejiyê
hezdikim
Tenê
ji ber ku (
[1])
rojekê
Kizot bû
û min xwe li ber tîna wê germ dikir."
Ew her li hîviya nûkirinê, xortbûnê, jiyanek nû, serhildanekê û evînek nû ye…
"Ji deşta mirinê
Refên
çivîkan
Di ezmanê
çavên min
de
bifirîne…
Zoyên
([2]) memikan,
Newala tîbûnê,
Bajarên eşqê,
Pêş
min bike û li min mîne…"
Ji wan dûrikên xweşik
ên helbestvan di dîwana xwe da nivisîne, yek ev e:
"Hergav
Li ber tîbûnê
Ji nav memikên te
difirim
û
Kilisiyekê
([3])
di nav
Lêvên te de
Li dardixînim…"
Li ba Hêmen Kurdaxî zarava Kurdaxiyan zelal e, ava kaniyek çiyayî ye, ezmanekî sayî yê bi stêrkan xemilandî ye û deştek fireh û beharî ye… Ew wefadarê zarava xwe maye. Di vê zaravê da jî pir taybetiyên zimanî hene, ku di hîç zaravên dî yên zarê Kurdî da tune ne an min ne dîtine.
Bo paristina vê zaravê berhemêd wilo xweşik û asan her pêwîst û hezkirî ne. Di
vê lêhatiyê (munasebetê) da ez bang li hemî niviskarên me dikim, ku carekê kongireyekê li ser vê zaravê li darxin, da bi firehî û zanyarî, li ser bipeyivin û bêtir bo gelê xwe bidin nasîn.
Herbijî Hêmen…Çavên me li rêya berhemên te ne….