" Baronê Diz û Keleþan"

Cankurd

 

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne.

 

Weku Mehrdad Izady, ji Zankoya Harvardê, di lêkolînek xwe ya hêja de, li ser Keleha Yezdîgurdê, ku ji aliyê kovara "Kurdya, hejmar 7, Okt. 1995" ve bi Almanî hatiye belavkirin, E.J. Keal jî, ku wek arxiyolocekî zana û navdar e, di orta salên þêstî yên sedsala çûyî de, bêmafiyek li ser neteweya Kurd qelem kiriye. Keleha Yezdîgurdê li jêriya rojhilatê Kurdistanê ye, dikeve bakurê bajêrê Serpolî Zohabê û bi ser rêya hevrîþmê ya navdar de dinêre.

 

E.J.Keal ji aliyê mûsiyûma þahanî ya zankoya Ontario (Kanada) ve hatiye þandin, bo li derdora wa keleha kevnare lêgerîn û kolanê bike. Di wan kar û barên xwe de, Keal pêrgî çandeke avahiya pir pêþkeftî, hinde burc û xanî û qesrek balkêþ hatiye. Wek diyar dibe, ew avahî ji dawiya dema Parthan de (226 B. Z.) maye. Mixabin gelek kevir û stûn û bermayên wê kelehê ji aliyê gundiyan ve bo avakirina mal û sincan hatine hilkirin û þikandin û bi karanîn. Wilo jî parek mezin ji wê kelepora kurdî ya mêjoyî û giring hatiye mehfkirin.

 

Ji nav wan neqþên ku Keal ser wan vedaye, rûyên bi rûpêçkên (maskên) lîskvanên þano jî hene, ku nîþana þanogeriyek kevnare ya Kurdistanê ne. Ew guman a ku dema Parthan a dawiyê tenê dema ceng û herifandinê bû, bi dîtina van destkeftiyan re ji ortê radibe.

 

Li keleha Yezdîgurdê, ji hîm û pût û avahiya kelehî pê ve, pereyên madenî jî hatîne dîtin, ku li ser wan neqþên balkêþ hene, û diyar dikin, ku þahekî nenas li sikexistina wan pereyan bi xwe berçav kiriye. Li ser dîwarê kelehê jî rûyê wî þahî ji aliyê pêþ ve hatiye neqiþkirin. Ew pere li teviya herêma çiyayî ya kurdî belavbû bû û wilo jînek aborî ya yekanî bi xwe re pêda kiribû.Hema ne diyar e, ka wî þahî keleha Yezdîgurdê bi xwe avakiriye an ne. Lê derxistina pere nîþana deselatiyek serbixwe ye di wa dema zû de. Dibe jî ew þahê nenas bavê an bavpîrê þahê Heftan Buxt bû. Heftan Buxt þahekî bi zor û hêz bû û ji malbata Kirm (an Kram) a þahanî ya hêzdar bû, ku li herêma Kirmanþah û Hawraman a niha ye.

 

Ev þahê buxtî bêtir ji 2 salan ketibû berxwedan û kosiyek qehremanî li hember hêriþên avakarê çarçiva çandeyî ya Farsî-Sasanî Erdeþîrê yekemîn. Heftan Buxt kurêd xwe wek cîgir û karbidest li navçeyên çiyayî yên wan herêman belav kiribû, û wan fermanêd wî bi cih dihanîn û deselatdariya wî diparistin.

 

Herifandin û talankirina keleha Yezdîgurdê di kijan demê de çêbûye baþ ne diyar e, lê em dikanin ji kronîka Erdeþîrê yekê "Karnamak" têbigihîn, ku ew herifandin di navbera 224 û 226 ê B.Z. de çêbûye.

 

Di kronîka Karnamak de li ser bêjeya "Kurd" vedigere çavkaniyek farsî ya berî Islamê. Kurd pircarkî bo binavkirina rûniþtvanên çiyayî yên Zagros bi kar tê. Ji wan jî Mad, Sanak, Hekar, Mûkran û Kram…Wilo ew herêmek fireh digire ku ji Barzan de ta bi Kirmanþah diçe. Em dikanin ji jêderên dûrokî têbigihin, ku dema hilweþandina keleha Yezdîgurdê de, li wan herêmên çiyayî tenha "Kurd" wek netewekê dijiyan. Ji ber vê yekê jî, ne dûr e, ku keleha Yedîgirdê ji aliyê wan Kurdan ve hatibû avakirin.

 

Kumê kulavî yê tûjik, ku li ser neqþan hatiye dîtin, weku çawa di mûsiyûma kurdî de li New Yorkê tê dîtinê, ne dûr e ji kumên kulavî yên kurdên êzîdî, û firindê þahanî yê di neqþên þikeftên Taq Bûstan de li nêzîka Kirmanþahê hatiye dîtin, û ji dema Xisroyê duwemîn ve maye, ne dûr e ji Anzoyê "Enzalê" êzîdî ye, ku li ba van Kurdan þêweyek ji pêriyan e, û stûnên çarkoþeyî yên mezin jî ji çandeya ezdahî ya kevnare ne dûrin.

 

Mixabin, tevî van destkeftiyên þaristanî yên balkêþ û berçav, hêja Keal, bê ku belgeyekê an egerek bi cih kirî bîne, ew þahê keleha Yezdîgurdê bi "Baronê diz û keleþan" navdike. Ev jî bêmafiyek mezin e bi çandeyek mirovatiyê ya kevnare û bêbextiyek li ser gelê Kurd, ku ji aliyê arxiyolociyekî navdar ve hatiye kirin.

 

Diyare – li gor dîtina Mihrdad Izady- ew bi ferhenga "Oxford Standard Dictionary" gelek hiker bûye, ji ber ku ew qamûs Kurdan wek "neteweyek cotkar a talankar" bi navdike. Ev nêrîna nebaþ a li ser Kurdan paþ demekê bi bizav û keftelefta Mala Kurdî li New Yorkê piçekî hatiye guhartin. Lê pir pêwîst e, ku arxiyolocên kurd bizava xwe bikin, da bi cih bikin, ku ew þahê nenasê keleha Yezdîgurdê xistibû bin deselatdariya xwe, ne baronekî diz û keleþan bû, ew þahekî ji þahên Kurdan bû û xudanê çandeyek þaristanî ya pêþkeftî bû.

 

___________________________________________________________

 

Binêr:

- E.J. Keal, a persion castle on the Silk roads, in Silk roads chinaships, J. Vollmers and E.J. Keal. Toronto, Royal Ontario Museum 1993.

- Karnamakî Ertexþîrî Papakan, V-X.

- Kurdya, hejmar 7, Okt. 1995.

- Kurdish Life, Nr. 6, 1993 NY. 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org