Benê
Derewan kin e

Cankurd
Paþ
çêbûna serpêhatiya Helebçe (Heleb
a biçûk)
di sala 1988ê
da, ku bêtir ji 5000 mirovên kurd, jin û zarok û pîremirov, li gel
dewar û sewalêd xwe, li ber hêriþa leþkerê îraqî ya bi bombeyên kîmîyawî,
bi jan û êþek nedîd, jîna xwe ji dest dane, û gelek kesên dî jî birîndar
û leþwêran, bi salan ji ber hikarkirina wan gazên kîmiyawî man di
nalnal û sohtînê da, hin rojnamevan û siysetmendên ereb hîngê xwastin
vê hovîtiyê ji ser eniya neteweya ereb biþûn û bavêjin ser Iranê, lê
belê bizava wan bi ser ne ket, lora ku rastiyên berbiçav û dîdarên wê
serpêhatiya hov, rê nedan û bizava wan xinizan li arê çû, rûreþiya
wan ji wan ra ma.
(Bo
çi hat kuþtin?)
Mixabin,
di wê toz û telazê da kovareka bi navê “Sawt Kurdistan”, ku
ji aliyê PKK va bi zimanê erebî derdiket, hevpeyvînek li ser navê pêþmergeyekî
bênav belav kiribû û tê da tiþtin seyr hebûn, ew jî ketibû nav
bizava derewê û dixwast rûyê Ereban ji wê hovîtiyê bimale û biþû,
lê ew pêþmerge çi kes bû, kovarê ne gotibû. guman hene, ku ew nivîs
bi dest hinek ajan û sîxuran hatibû nivisandin.

(Ma
ev tê ji bîrkirin?)
Paþ
15 salan ji vê bûyerê, ku wek daxekê li ser eniya mirovatiyê diyar e, dîsa
hin xwendevanên ereb ên nijadperest û bêþerm derketine holê, dibêjin
ku “rêberên Kurdan ên bi fermana Cihowan û Amerîkan û Ingilîzan
radibin û rûdinin, mijara Helebçe mezin dikin û dixwazin Ereban bi wê
yekê bikulînin. Ev yeke derewek dûrokî ye, Ereban hovîtiyek wilo ne
kiriye…”
Ne
dûr e, dîsa hin Kurd jî tev li vê desteya propaganda bibin, ji ber ku
hin mirov hene, dikarin di ser xûna hezaran mirovên wek xwe re gavbikin,
da siyaseta xwe ya girêdayî bi neyaran va pêþva bidin. Hîviya min ewe,
ku Kurd di vê yekê da çavvekirî bidin, rê nedin sîxur û xwefiroþan,
di bin çi navî da dibin bila bin.
Bo
çi niviskarên ereb, niha vê yekê bêtir dicûn û derewa, ku Ereban vê
hovîtiya mezin ne kiriye, tînin zimên û belav dikin? Bo çi kesekî wek
Mohamed Alubeydî, ku niviskarekî ereb ê navdar e û li Brîtaniya dijî,
dixebite bo derxistina pirtûkekê li ser “Derewa
Helebçe!!”..?
Ez
dibînim sê eger hene bo vê „Kolik tavdanê”:
-
Daxwaza
niviskarên nijadperest di her neteweyekê da her ewe, ku rûyê neteweya
xwe paqij bidin xuyakirinê. Li Almaniya hin niviskaran bizava xwe kirine û
hîn jî dikin bo hovîtiya Naziyan ji deftera xwe sîlbikin.
Nijadperestên turk ên tûranperest jî di mijara qirkirina Ermeniyan
da her wusa ne. Evana hîn Turkan dikin qurban û wek neteweyek zorlêbûyî
di dûrokê da didin nasdan…
-
Ya duwê
ewe, ku van niviskarên ereb, bi fêlbazî û lawazî xebata xwe dikin, vê
yekê niha bincil bikin, lora ku bersûckirin û tawanbarkirina Sadam Husên
û kurmamê wî Elî yê Kîmiyawî û dûvikêd wî roj bi roj nêzîk
dibe, û gava ev tawanbarî li ser wan bi rêya dadgehek îraqî bi cih bê,
êdî nema kesek li cîhanê dikare vê hovîtiyê bervajî xuya bike.
-
Ya sêyem
jî ji van herdu egerên jorîn giringtir e: Avêtina hovîtiyê ser
Iranê.
Em
tev dizanin, ku niha terazûna hêzê paþ roxandina sîstema Baas li
Iraqê, di herêma Ziretenge yê Farsî da, hatiye guhartin. Iraq wek
dergahê rojhilatê neteweya ereb dihat dîtin û Sadam Husên ew rewþa
stratîcî ji xwe re kiribû egerk ji egerên þer li hember Iranê
(1980–1988) û hercar pêdiviya wî diravî çêdibû, merivêd xwe diþandin
ba padiþah û þahzadên ereb û pereyin pir û pir ji wan distandin. Niha
Iran ji hemî wan welatên, ku bo Sadam Husên alîg (alîkar)
bûn, bi hêztir e û ji aliyê olî ve, ew xwe têkoþertir dibîne û bi aþkereyî
dij Wehabî yên Hîcazê dixebite. Jarkirina Iranê li ba
nijadperestên ereb armancek kevnar e û em bala xwe didinê, ku di dûrokê
da ev armanc her hebûye. Lew ra evana dixwazin du çûkan (çivîkan)
bi kevirekî bikujin.
Yek-
Bo þerê Amerîka bînin ser Iranê, divê ewana mijara çekên kîmyawî yên
Iranê derxînin ser maseya gengeþiyê û bo neyarêd wê behaneyekê pêda
bikin. Eve jî wê bi dilê USA, Israîl û Brîtaniya be…
Du-
Ji aliyekî dî va eger Iran hat tawanbarkirin, û kurkê Helebçe yê
agirî li wê kirin, êdî wê Iran jî bite jarkirin, wêrankirin û parçekirin.
Eve jî li ba gelek xwendevanên ereb ên nijadperest hem armanc e û hem jî
qurtalbûn e ji sûc û gunahbaziya qirkirina tevayî ya Helebçe.
Lê
çi dibe bila be û çi dikin bila bikin û bila birewin. Mirovatî
tev dizane, ku qirkirina Helebçe, karekî hov bû ji wan bedkariyên
mezin ên rêcîma Sadam Husên, û ciyê xwe di deftera reþ a
neteweya ereb da girtiye û nema ew rûpel tê sipîkirin. Helebçe nîþanek
herheyî ye, dimîne wek daxekê li ser eniya mirovatiyê, wek Holokost a
Cihowan di dema Hîtlerê Nazî da û qirkirina li Kamodiya,
ku di dema Pol Pot ê komonîst da çêbûye, an jî wek qirkirina
tevayî ya Ruandayê, ku berpirsên wan bobelatên hovbaz bo
mirovatiyê hatîne naskirin û nifirlêkirin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org