Bo çi dîsa Turk har bûne?
 
Cankurd
11.10.2007
 
 
 
 
 
 
 
Du rojan berî destpêkirina gengeþeya li ser qirkirina Ermeniyan di parlamenta amerîkî (*) de, hêriþa ser leþkerê turkî di nav herêma Þirnexê de, li ser zevînê ku bi terzekî fermî jê re „Turkiye!“ (**)  tê gotin, çêdibe, û panzdeh kes ji leþkerê têne kuþtin, û berî wê yekê li rojavayê Turkiyê, li bajêrê Izmirê jî bombeyek li bazarê diteqe… Bêguman  kê ev  reþkarî kiribe, me xwest an nexwest, ava xwe di coya leþkeriya turkî re berdaye. Ez bi xwe bawer nakim, ku Kurdekî rast bo kêþeya gelê xwe dixebite, di vê demê de, karekî wilo bike, ji ber ku ev hîç nakeve berdestiya kêþeya gelê Kurd. Hemî þêweyên têkoþînê di ber neteweyek binzorkirî de dadmend in, lê Kurd wek neteweyek serbilind û enîhilmiþtî hîç terzê livbaziyên têrorî napejirînin û nakin, û lew re bombeteqandin di bazaran de ne karê me Kurdan e…
 
Tevî ku hêriþên turkî yên leþkerî roj bi roj li bakurê Kurdistanê digudin, lê îro þerkirina bi tivingê, tevî ku mafê me ye jî wek neteweyek binzorkirî, yekser dikeve berdestiya leþkeriya turkî û ji ber wê yekê pêwîst e em çekên ramiyarî nedine destê van hovên þeryarên ku dixwazin gelê me biperçiqînin… Heger PKK li Þirnexê  hêriþ kiriye an nekiriye, ev hêriþ ji Turkan re bûye behaneyek dî bo avêtina ser baþûrê Kurdistanê… Berê jî hinek livbaziyên çekdar bûne eger û behaneya aloziyin pir mezin…Hûn dûroka me ya nûjen baþtir dizanin.
 
Em bêne ser harbûna dewletê…
Ev tûjkirina diranan, ji aliyê leþkeriya turkî ve, di van rojan de, ji ber hinde egeran e:
 
Yek- Turk dixwazin zorê bînin ser fermandariya ramiyarî ya amerîkî, da ku li Amerîka qirkirina Ermeniyan bi terzekî fermî neyê pejirandin û binavkirin. Va zorkirina turkî, ku nema rê li leþkerê xwe bo avêtina ser baþûrê Kurdistanê digirin, piçekî hikariya xwe kiriye, ji ber ku hem wezîra derve ya Amerîka Condoleeza Rice û hem jî serok George W. Bush anîn zimên, ku binavkirin û pejirandina qirkirina Ermeniyan wê ziyanekê bigihîne têkiliyên Amerîka bi Turkiyê re, eve jî ji bizavên wan re li Iraq û li Afganistanê nebaþ e.
 Jinek Ermenî bi ser zarokê xwe yê ji nêza re miriye digirî
 
Du- Turk dixwazin zorê bo egerek dî jî bînin ser  Amerîka, ew jî bi mebeseta rawestandina pilana parvekirina Iraqê ye, ku bi pilana „The New Iraqi Union“ (NIU) tê nasîn, û li gor nexþeyek nûjen ev welat tête parvekirin, di navbera Kurd, Sunnî û Þîe’yan da. Ev pilan jî di Kongrêsa amerîkî da hate gengeþekirin û weku pêþniyazî ji Iraqiyan re hate pêþkêþkirin. Serekê Kurdan, hêja Masûd Barzanî erê kir, lê mixabin wezîrê derveyê Iraqê, hêja Hoþyar  Zîbarî, ku endamê serokatiya partiya kak Masûd Barzanî ye, nerazîbûna xwe li hember vê pilanê anî zimên. Mam Celal talbanî ku serokê Iraqê ye, daye xuyakirin ku ev pilan piþtvaniye ji mijara Federaliyê re, ku di destûra dewletê da bi cîh bûye…
 Pilana parvekirina Iraqê xaziyê bi devê Turkan dixîne
 
Sê- Turkên nijadperest, û mixabin evana jî di civata turkî da pir in , wek hercar û herdem,  dixwazin rê li wan mirov û komikan bigirin, ewên ku dixwazin dewleta  de facto  ya li ser zevînê baþûrê Kurdistanê ji sala 1991ê da pêda bûye, bipejirînin…Niha jî ev dewleta de facto hem bi hêz bûye û hem jî di cîhanê da mîna kiyanekî demokrat û azadîhez hatiye naskirin…Ta niha hinek welatên giring nûnergehên xwe jî li paytextê baþûrê Kurdistanê vekirine û têkiliyên xwe yên fermî jî bi deselatdariya kurdistanî re li dar dixin, yek ji wan welatan jî Iran e…
 Ala kurdistanê û berhevhatina Kurdan Turkan har dike
Di vê lîskê da, yekîtiya hêzên kurdistanî, û di serî da ya Partî Demokratî Kurdistan û Yekîtî Niþtimanî Kurdistan, sirek gelek giring dilîze, berhevhatina PKKû van herdu hêzan, pêwîste xortir û baþtir bibe, lê di vir da pir giring e ku PKK du astengan ji pêþ xwe rake:
YEK- Divê ew navê xwe ji lîsteya „Saziyên Têrorî“ ya welatên rojavayî rake. Mixabin navê PKK û navên saziyên ku ji wê pêda bûne di wê lîstê de hene. Ev ziyanek mezin digihîne wê û digihîne teviya neteweya Kurd. Di vî warî da têkiliyên birayetî bi hêzên teviya Kurdistanê re, û bi taybet di bakurê Kurdistanê da, dikarin sirek mezin bilîzin, û ya dî ewe ku PKK hevsaziyek xortir di navbera ramiyariya xwe ya derveyî û ya hêzên baþûrê Kurdistanê da avabike…bizava xwe bike bo dostaniyek firehtir li welatên rojava …
 
Du-  Þerê çekdarî ne her demekê baþ e, em giþ dizanin ku þerê þekdarî li Kuba bo CHE Goevara serkeftin anî, lê belê li Bolîviya bo wî têkçûn û mirin anî. Di nav van reqpeqên Turkan û pevçûnên wan da, bi Amerîka û Ewrûpa re, dest bi þerkirinê bo Kurdan ziyanek ramiyarî tîne, lê naye wê wateyê ku Kurd çekên xwe deynin…Mebesta min ne eve.
 
Li dawiyê dimîne xalek giring, ew jî hebûna hêzên PKK di çiyayên Qendîl da, ku PKK her û her dibêje: „Evana çiyayên Kurdistanê ne, û em li welatê xwe ne, bila Turk ji vir herin…“ Birano, raste… raste…, lê ne wilo ye…Heger PKK bi hêz e, weku em her roj dibihîsin, bo çi behaneyekê dide dest dewleta Turkan?  De bila hêzên xwe tevan di bakur da, û bi taybet di rojavayê Turkiyê da bi cîh bike…Wê bo PKK û bo teviya gelê Kurdistanê baþtir be, ku PKK ji baþûrê Kurdistanê derkeve. Hemî hêzên neteweya Kurd jî di vê bîrûbaweriyê da ne…Li ba me Kurmancan  dibêjin: „Gava çar – pênc kesan bo te gotin: Kumê te ne li seriyê te ye, carekê destê xwe bavêje seriyê xwe, dibe ku gotina wan rast be…“
 
Di va dema giring û buve da, yekbiryara neteweya Kurd pêwîst e, divê li hember van tang û topan, li hember þeryariya Turkan, hevkariya me û biratiya me mestir be ji her tiþtekî dî, û ez bi hîvî me ku di nav pêþeng û rêberên vê neteweyê da jî mirov hene ku  bi roj û þev ji bo vê biratiyê bi hemî hêza xwe dixebitin…
 Beza di ber sînorê re, ewtîna segê tirsok e
 
 ___________________________________________________________________
(*) Amerîkî rastir e ji Emerîkî, ji ber ku navê welêt li hemî cîhanê Amerîka ye, ne Emerîka, û kurtenav jî di teviya lîsteyên fermî û bazarî da USA ye, li ba me Kurdan  hinek dinivîsin ABD, eve jî texlîda Turkan dikin…
(**) Divê em Kurd hîç navê Turkiye bi kar neînin, ji ber ku peyva Turkiye di rastiyê da ne rast e. Mebesta Turkan ewe, ku ev welat bi tevayî weku di nexþeyan da belav dikin, yê wan e, eve jî derewek mezin e.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org