Dîk

Nîzar Qebbanî

Wergerandin ji Erebî: Cankurd

1

Li taxa me

Dîkekî sadist ê xûnrêj heye

Perrên mirîþkên taxê hildiçine,

her sibeyekê.

Wan dinikilîne…devser wan dike

Bi wan re radikeve.

                      û dev ji wan berdide.

                                     û navên çêlçûkan nayin bîra wî!!

2

Li taxa me…

Dîkek li berbangê diqîqe

Wekî  Þemþonê zorbilind.

Riha xwe ya sor dirêj dihêle

                     …û zorê li me bi þev û roj dike.

Xutbeyê bi ser me de dixwêne…

Bi ser me de sirûdan distirê…

Zînekariyê bi me dike…

Ewe yê tenha, û ewe yê herheyî

                                  û ewe yê þiyandar ê zorbaz.

3

Li taxa me…

Dîkekî neyar ê, faþist ê, xudan ramanên Nazî,

                                                heye…

Deselat bi tangê dizîye…

Hem azadî û hem azadîxwaz jî girtine

Niþtek sîl kiriye…

Neteweyek sîl kiriye

Zimanek sîl kiriye.

Bûyerên dûrokê sîl kirine…

û jidayikbûna zarokan…

                            û navên gulan…

4

Li taxa me…

Dîkekê ku di cejna neteweyî de

Cilên generalan li xwe dike…

Sêks dixu…Sêks vedixu…bi Sêks serxweþ dibe…

Li keþtiyek ji govdeyan suwar dibe

Leþkerekî ji memikan dide berxwe, revandin!!...

 

 

5

Li taxa me…

Dîkekî ji koka Erebî

Gerdon bi hezaran jin vekiriye!!

 

6

Li taxa me… Dîkekî  nexwende

Dibe serdarê Mîlîþiyakê

Ji talanê…û ji qirkirinê

Ji çandina heþîþeya keyfê

               û ji pêdakirina pereyên sexte pê ve

                                          fêr nebûye tiþtekî dî…

Cilên bavê xwe difirot…

         û gustîlka jina xwe dida rihînkirin…

                                    û ta diranên miriyan jî didizî…

7

Li taxa me… Dîk

Hemî  dilpêxweþiyên wî ewin,

ku agirê debançeya xwe ya cengî

                           bi ser seriyê peyvan de biteqîne…

8

Li taxa me…

Dîkekî damarlerzok ê dîn…

Her roj wekî Alhacac (1) xutbê dide…

                      û sermest wekî Almamoun (2) diçe…

                                       û ji mînareya mizgeftê de bang dide:

“ Subhana min…Subhana min…”

“Çiku ez im dewlet, û zagon”!!

9

Baran wê çewa bi ser me de bibare?

Çewa wê genim þîn bibe?

          û çewa wê xêr bi ser me de bê,

                                         û berket wê me bipêçe?

Ev niþteke (3), ku Xwedê desolate têde nake…

Lê belê… Dîk têde deselatdarin…!!

 

10

Li bajarokê me… Dîkek diçe…Dîkek  ditê…

                                          û zorbazî her ew zorbazî ye…

Deselatek Lînînî dikeve…

Deselatek Amerîkî hêriþ dike…

                           û yê hêrandî her ew mirov e…

11

Gava dîk di bazara gund re

Ji xwe xweþ, perrveriþandî derbas dibe…

             û li ser herdu milên wî nîþanên rizgarkirinê dibirîsin

Her mirîþkeka gund bi zehînî bang li wî dike:

“ Ey seroyê me yê dîk”.

“Ey mewlayê me yê dîk”.

“Ey generalê li gan ketinê (4)…û ey nêrê meydanê (5)…”

“Tuyî davdiliyê (6) milyonan jin”.

“Ma pêdiviya te bi cariyekê heye?“.

„Ma tu pêdivê misdanê yî?“…

12

Gava qeral çêrok bihîstiye…

Ferman da serbirr bi serjêkirina dîk.

Bi dengekî xeyidî got:

„Çewa dîkek ji zaroyên taxê

               wêriye deslatê ji destê min bistîne?“…

„Çewa ev dîk wêriye?“

„û ezim yê tenha, bê hevpar!!“ .

-------------------------------------------------------

(*) Jêder: Almantuf, hejmar 2, sal 2008, rûpel 13

(1) Alhacac, xelîfeyekî Abbasî yê xûnrêj bû, xutebe da, got:“Vaye ez dibînim, ku gelek seriyê bûyî li ber min in û dema jêkirina wan hatiye…“

(2) Almamoun: Xelîfeyekî Abbasî yê gelek ji xwe xweþ bû, bi lewendiya cil û begên xwe navdar bû.

(3) Niþt: Weten, bi zarava Soranî Niþtiman.

(4) Li gan ketin: Radan, lêketin, Sêks

(5) Meydan: Qad, peyvek Mîdî ya kevine, ne Erebî ye.

(6) Davdilî: Hezkirî, yar, bi Erebî Hebîb û Mehbûb

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org