Dilekî min hebû

Cankurd

11.06.2007

Dilekî min hebû

Herdem liyanî, herdem tijî evîn

Nedizanî çiye xeyd

                      …û çiye kîn

Reþbayek bi ser min de hat

Konê min li çolistana tenahiyê herifand

Piþta min duta kir

                     …û min dilê xwe yê bi birîn

                                           di nav de winda kir…

                  ………………

Dilekî min hebû

Bi min re her dost û yar

Em ji hev sîv dihatin

                      hin car û car

Me dem û cî

Bi ser seriyên hev de dikirine tar û mar

Lê ew dilê min bû,

             …û ez dilê wî bûm

Dilekî bi liyanî

              bi evîndariyê dizanî…

 

Heywax gundîno,

We bi sozên derew

We li ber dilê min vegirtin dav

We dilê min ji xwe re kire kew…

                ………………

Dilekî min hebû

Her hezkiriyê we bû

Da ji nav malên we gundiya

Rîþ û keleman vede

                               …û wan diriya

Da hezkirinê têxîne nav gul û  gulpêketiya

Nav dil û bilbila

             …û nav sîngên van xulî li seriya…

Dilê min î hejar girtin

                …û dane ber xencerên wan serseriya.

 

Mixabin, sed car mixabin…!!

Rojekê ro li asîmanê rawestiya

Tevlihevî xiste cîhanê

                          …û nav van hestiya

Hawar hat ji melevanên zireyê

                                       …û ji keþtiya

Dilê min î xapandî

      bi çavên reþ ên zeriya

            çû hawara delala

                  da vemirîne agirê bi sîngê û berê wan ketiye

                                      û bi wan deþt û çiya

                                                                     bi wan geliya….

Heywax gundîno,

Dilê min çû û carek dî li min venegeriya…

                                                         li min venegeriya…

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org