|
Cankurd 09.09.2008 Hozanvanê
alman Gerhart Hauptmann di helbesta “Positano“ de li ser
„Esed Bey“ vê dibêje: “Her
tiþtekî ew hêla Her
tiþtekî wî jê hezdikir Ta
li dawiyê mirinê ew bir û
ji giregira mirovan ew azad kir…” (wergerandin:
Cankurd)
Dibe
ku gelek roþenbîr tew nizanin ev mirov kîye, lê rast ev kes yek ji
mestirîn nivîsevanêd cîhanê ye. Ev nivîsevanekî ne wek yên dî ye,
bi dilgermiyeke bê wekanî jiya, geriya, reviya, hezkir, nivîsand û ji niþka
ve wunda bû,wekî bad û bahozê, hat û çû, tew kes nizanî ew mirî ye
an mayî ye, û li dawiyê seriyê li miþextiyê danî, û demeke dirêj di
ser koçkirina wî re derbas, lê ser ji nû ve bûye mijara gengeþiyê di
nav lêkolîner û rexnevanên wêjevaniya cîhanî de… Di
dema deselatdariya Naziyan de, li Almaniya pirtûkên wî ji pirtûkxaneyan
winda bûn, hatine qedexekirin, ji ber ku ew Ciho bû, lê siya wî dîsa
hatiye ser qada wêjevanî, wekî tava rojê bi ser dareke merxê ve hilê
û siya darê dilê gundiyan bi ser xwe bikiþîne… Essad
Bey kurê xanedanekî Azerî bû, li Azerbeycanê, ku ji keçek Ciho hezkir,
ew keçik jî ji malbateke berê xanedan û navdar bû, lê hatibû girtin,
di zindanê de bû. Bavê nivîskar ew azad kiribû û ji ber xûngermiya
xwe bi ser wê de, hemi jin û berdestên, tev li zarokên wan derkirin û
avêtin çolê, da ji yara dûr bin, û da kesek ji yara wî pê ve, wî bi
xwe ve gêro neke. Essad Bey wilo li ser bavê xwe û li ser dema berî
Cenga Cîhanî ya Yekê di pirtûka xwe de “Zêt û xûn” (1930)
nivîsandiye.
Essad
bi Erebî þêr e û bi wateya pêþnavê wî yê Rûsî “Lêyo” ye, lê
demeke dirêj di jiyana xwe de, dibe ji tirsa Naziyan e, wî li ser xwe, di
nav xelkê de belav kiribû, ku dayîk û bavê wî musilmanên arîstokra bûn,
hema ya rast ewe, ku bavê wî Abraham Nussîmbaum, di destpêka pêdabûn
û navdarbûna petrolê di cîhana sermiyanî de, gelek pere bi bazara wê
dabûn ser hev. Essad
Bey ji Bako hilbû, lê her û her dilê wî li wir mabû. Li Bako çandeyên
olî yên Cihowan, Filehan û Musilmanan, li gel çandeyên pir neteweyan,
di nav hev de dijiyan, û hikariya “bandor” wê yekê pir li
kesayetî û raman û wêjevaniya Essad Bey çêbû ye. Hîn
Essad Bey zaro bû dayîka wî mir.Dibe jî wê xwe bi xwe kuþtibû. Têkiliyên
dayîkê bi Komonîstan re hebûn, û wilo ziyanek mezin gihandibû navê
malbatê, û ne dûre, ku ji ber wê yekê xwe kuþtibû. Essad
Bey xwendina xwe “Bakaloriya” li Bako standibû, berî ku tevliheviya paþ
þoriþa Oktoberê sala 1917ê dest pêbike. Liser wê demênivîsevan gotibû,
ku ew xûnrêjiya mezina a pêþîn bû, ku wî bi caved xwe dîtibû, û
wilo ew bûbû dîdarê yek ji qirkirinên qerêj ên mirov. Ew bi bavê xwe
re, bi harîkariya masîvanan ji Bako reviya bû Semerqendê li Turkistanê,
piþt re çûn Buxara, dawî di sînor û serhedên Iranê re û di zêyê
“zireyê” qezwîn re dîsa vegeriyane Bako. Lê pir li wir nemane, dîsa
ji ber Komonîstan reviyane, îcar bi rojava ve, di Geyorgiya re, di zireya
Reþ re, xwe gihandine Istanbolê û di wir re çûne Italiya, bi armanca,
ku xwe bigihînin Parîsê. Bo wê koçkirinê piraniya pere, durre û tiþtên
xwe yên giranbiha rêtine û dane. Li Parîsê, bavê wî, bi harîkariya
merivên jina xwe, û bi rêya kirrîn û firotina zevînên petrolê li
bazara pereyan, dîsa rewþa xwe ya diravî serrast kiriye. Parîs
tevî hemî nûjenî û xweþikiyên xwe dibe ciyê diltengiyê bo Essad
Bey, lew re ew bi harîkariya bavê xwe, sala 1921ê diçe bakurê Almaniya,
da zimanê xwe yê Almanî baþtir bike. Sala
1922ê, ew û bavê xwe li Berlînê, wekî kesin “Bê niþt”, mafê rûniþtvaniyê
û distînin, Essad Bey vedigere xwendinê, û bi zûkî di dibistana Rûsî
de, wekî kesekî zimanzan û rojhilatnas tê nasîn. Di havîna wê sale
de, bi þêweyekî fermî, ew Islambûna xwe aþkere dike, û di zanîngeha
Friedrich-Wilhelm de, wekî xwendekarekî guhdar bo þaxê Rojhilatnasiytê
pejirandin. Essad
Bey di nivîsên xwe de Stalîn her wekî nimûneya tev kirêt û pîs bo þer
û nebaþiyê dide xuyakirin û wî bi “Rûçeperê genî”
bi nav dike. Bi taybet gava ew di pirtûkên xwe li ser wan dadgehên
lezok ên bê dad, yên salên 1936-1938, ku li Moskow çêbû bûn, dinivîsand.
Di
sala 1926ê de, ku hîngê Essad Bey 21 salî bû, nivîsên wî wekî kesekî
þaxnasê Rojhilatê û pispûrê Rojhilatnasiyê, û kesekî ku bi pir
zimanan dizanî, nivîsên wî di kovara hefteyî ya Berlînê de belav dibûn
û bala zanyan dikiþandin ser xwe. Nivîskar li Berlînê, bi zûkî, tevî
ku pir taybet û jînveþartî dijiya û perdeyek stûr a tenahiyê bi ser
xwe de berda bû, rêçên wî di rêya “Wêjevaniya cîhanî” de hatin
dîtin û naskirin. Li Berlînê jî Lêyo Ibramowitç Nussimbaum di sala
1922ê de navê “Essad Bey” li xwe kir. Essad
Bey rast jî di pirtûka xwe de, ya bi navê “Mihemmed”, ku sala 1929ê
(Hîngê 27 salî bû) nivîsandiye û weþandiye, wekî musilmanekî rast
û dirist jînnameya hezretî pêxember Mihemmed –selewat û silav ên
Xwedê lê bin- nivîsandiye, min bi xwe gava ew pirtûk xwendiye, tew
guman ne kir, ku nivîskarê wê ji dayîkek Ciho bûye. Min ew pirtûk wekî
yek ji hêjatirîn pirtûkên ewrûpî yên li ser pêxemberê Musilmanan dîtiye,
û her di dilê min de hîvî heye, ku ez rojekê wê pirtûkê werbigerînim
Kurdî an erebî. Li Almaniya, ji sala 1990î de, li pênc weþanxaneyan ev
pirtûk derketî ye.
Di
sala 1931êde, Essad Bey nivîsand, ku gava diya wî ji bajêrê Zürich ê
Swîsrî, yê wekî navenda komonîzma Rûsî berî þoriþa Oktoberê 1917
dihate dîtin, bi tirênê vedigeriya Bako li Azerbaycanê, ew “Essad
Bey” di navbera Ewrûpa, Asiya û çolistanên Rûsiya de ji dayîk bûye.
Li
Berlînê, Essad Bey di dergahênfireh ên wêjevaniya cîhanî re derbas
dibe ber ronahiya nasyarî û pesindariyê. Navdarbûna Essad Bey, wekî
musilmanekî, ku kurê dayikek Ciho bû, û pir pêzanîna wî ya zimanan,
ku bê wekanî bû, tev li têgihîþtina wî di mijarên olî û
Rojhilatnasiyê de, hêþt, ku pirtûkên wî bi zûkî belav bibin, û bala
pir nivîskar, rexnevan û xwendevanan bi ser wî de çû, ji wan jî gelek
keçikên çeleng, ku di dora wî re digeriyan, da wî bêtir binasin, bi wî
re bibin dost an jî wî li xwe mêr bikin. Yek ji wan Êrîka Loewndahl bû,
ku bavê wê yê Ciho bazarganekî mezin ê solan bû. Êrîka ji berê de
kiribû seriyê xwe, ku ew bi xwe bibe nivîsevaneka bi nav û deng an jî
bibe jina yekî wilo. Essad
Bey nediviya giraniyaxwe têxîne ser milên bazarganekî an yên dota wî,
lew re paþ ku ew keçik li xwe mar kir, serxwebûna xwe ya diravî wekî mêrekî
serbilind da xuyakirin. Salekê paþ ku Êrîka anî, sernûseriya kovara
“Cîhana wêjevanî” yak u Essad Bey tê de kar dikir, ji tirsa çewsandinê
ji aliyê Naziyan ve, ji Berlînê koç kir bajêrê Pragê, paytextê Çîkoslovakiya,
hema ew hîn di wê gumanê de bû, ku Nazî wê zorê li musilmanekî bê
niþt û li nivîsevanekî, ku ji ber Komonîstan reviyaye, nekin. Lê belê
gumana wî ne di cîh de bû, paþ du salan pirtûkên wî li Almaniya hatin
qedexekirin, û ew binzor bû, di dawiya sala 1932ê de bireve bajêrêVîn
(Wien), paytextê Austriya (Nimsa).
Di
payîza sala 1933ê de, Essad Bey jina xwe Êrîka bi xwe re bir û berê
xwe dane New Yorkê, ku xezûrê wî jî berî wan bi demekê giha bû wir.
Bi wê þêweyê ew ji kesekî rojhilatî, piþt re wekî nivîsevanekî Ewrûpî,
dibe miþextiyekî ku li Rojavayê cîhana xwe, li Amerîka bi cîh dibe… Di
wê salê de, dîsa ew û jina xwe vedigerin, tên Ewrûpa, lê pir dirêj
namînin û dîsa ji ber Naziyan direvin, di bajêrê Los Angelos, li
California, li rojavayê Amerîka, ku bavê wî Ibramovîç Nussimbaum li
wir pereyên xwe yên,ku bi milyonan bûn, xistibûn karxaneyên filmkêþiyê.
Lê ji ber ku nivîsevan li Los Angelos di bin navekî dî de “Fülöp-Miller”
dijiya û wekî nivîskarê sînariyo yên filman kar dikir, kêm kesan
dizanîn ew kî ye. Di
sala 1935ê de, “New York Times” li ser hatina wî nûçeyek nivîsandibû,
eve jî dixuyîne, ku ew ne tenê li Ewrûpa, lê belê li Emerîka jî wekî
nivîskarekî hatibû nasîn. Lêkolînerê Amerîkî Tom Reiss (44 Salî)
di jînnigariya “Rojhilatnas” de, ku li ser jîn û wêjevaniya Essad
Bey taze belav kiriye, nivîskar wekî cihowekî Rûsî, welatperwerekî
Azerî, musilmanekî aþtîxwaz û nivîskarekî Alman dide nasîn, û gava
hinekan ew dane nasîn, bo wî lêdaneke navxweyî ya mezin bû. HInek dibêjin,
ku ew bi ser wê yekê de þêt û dîn bû, û ew xistine sanatoriumekê
“Bîmaristanekê”, û hinek jî dibêjin, ku wî bi xwe xwe kuþt, lê
di sala 1936ê de, ew di bin çavdêriya mezin ê Zayûnistan de, Wolfgang
von weasel, dîroka gelên Musilman di pirtûkekê de, ku bi sernavê
“Xwedê mestire – Allahû Ekber: dinivîse, û tê de mizgîniya vejîna
Islamê, careke dî li paþerojê dide, ku bi herifandina dewleta Alî Osman
re (1923) bi bin ketibû, û ew dibîne, ku Islam wê ser ji nû ve bibe hêzeke
cîhanî ya pir bi hêz.
Essad
Bey romana “Alî û Nîno” dinivîse, berî, ku ji wê re li çapxaneyekê
sozê weþandinê bistîne an jî tew ji wê bipirse, û di sala 1937ê de,
paþ belavbûna nûçeya xwekuþtina wî, romana xwe di bin navekî xwe yê
dî de belav dike, di bin navê “Qurban Saîd” de. Roman li ser
Musilmanekî ye (Alî) û keçeke Fileh û þahanî, ku bi navê (Nîno) ye.
Tiþtê seyr di vê romanê de ewe, ku malbat û xudanên herdu evîndaran,
bi hezkirina wan ji hev re dilxweþin. Alî (Elî) yê ku napejirîne di bin
alaya qyseriya Rûsî de biçe cengê, ji bo serxwebûna welatê xwe
Azerbaycanê, dibe têkoþer û xebatkarekî cengawer û hêja. Romana
Alî û Nîno wekî panorameyeke demî ya baþ dagirtî ye, bi zimanekî
asan û wêjevanî hatiye lêkirin, lê nivîskarê wê “Qurban Saîd”
kesekî nenase, tew li serwî haydarî nînin. Li Almaniya jî di defterên
fermî “Kataloga tevayî ya pirtûkan- Bo salên 1935-1939”, ev navê pêjinî
yê baroneka Austirî ye, ku bi navê Elfiriede von Ehrenfelds von
Bodenershof e bû.
Sala
2000î ev perdeya tarî ya li ser Qurban Saîd hate çirandin, gava di çapeke
nû ya romanê de li Almaniya, li ber Copyright (©)a “mafê jêgirtina”
pirtûkê hatibû nivîsandin, ku kesekî bi navê Lêyo Nussimbaum, wekî
hev-nivîsevanê romanê ye. Lêyo navê pêþîn û rastîn ê “Essad
Bey” ye, û guman e nîne, ku þêwenivîs, wêjerêjî, ciwaniya hewaldanê
û xweþpêzanîna dem û bûyerên romanê, tev yên Essad Bey in, ne ya
baroneka Austirî ne. Tê
gotin, ku wê baronê rast harîkariya Essad Bey kiribû di nivîsandin û
derxistin û belavkirina wê romanê û romaneke dî jî, ya bi sernavê
“Keçika qoçê zêrîn” bû, mêrê wê, ku bi navê Baron Rolf von
Ehrenfels bû, paþ xebateke wî ya Rojhilatnasiyê li Türkiyê, ola
Filetiyê berda bû, û navê xwe kiribû “Omer”. Li
gor dîtina lêkolîner Tom Reiss, barona hêja wilo navê xwe xistibû ser
herdu romanan, wekî nivîskarê serekîn, da roman li Almaniya jî belav
bibe, ji ber ku navê Essad Bey li wir hatibû reþkirin û qedexekirin. Pirs
tê kirin, bo çi Essad Bey li Amerîka nema, û koç nekir Filistînê.
Bersîv gelek in, lê mirov nikane bêje ev an ev ya rastire. Dawiya
dawî, ew vegeriya Italiya, ji ber ku Faþistên îtalî, ku li pey Mossolînî
diçûn, wekî Naziyên alman, ne dij Cihowan bûn. Essad Bey xwast, ku jînnameya
Mosolînî binivîse. Italo Balbo, ku hîngê rêhevalê rêberê Faþistan
bû, bizava xwe dikir, bo berhevhatina Faþist û Musilman û Cihowan.
Mixabin, Mosolînî û Hitler gihane hevdu û bi hev re bûn rêheval û
hevpeyman. Xudanê weþanxaneyekê, ku bi xwe Faþist bû, û di sala 1938ê
de soz dabû Essad Bey, ku ew ji Dûçê [Mosolînî] destûra nivîsandina
jînnameya wî bistîne, dît ku êdî ew rê tê girtin, û lew re dev ji
Essad Bey berda û ji xwe re li nivîsevanekî dî bow ê yekê geriya. Bo
Essad Bey lêdana li Italiya ne kêmtir bi êþ bû ji ya li Almaniya, nema
dizanîku ve biçe, bê niþt û bê pere bû, û teviya welatên Ewrûpî
ji Naziyan ditirsîn, û ji ber wê jî deriyên xwe li ser wî girtin. Ew
di Italiya fireh de bû girtiyekî binçavkirî, wekî bilbilekî di rikewê
‘qefesê’ de, bi ser ve jî, di destpêka sala 1939ê de, berî
ku Cenga Cîhanî ya duwê, ew nexweþ ket, nexweþiyeke pîs govdeyê wî
herifand, ku jê re care û derman tune bûn. Romana wî ya sêyê wekî
destnivîsekê di nav destên wî de ma, û di roja 27.08.1942ê de, li bajêrê
Positano koç kir diyarê dilovaniyê.
Mixabin,
ta niha çi pirtûk vî nivîsevanî, wekî ez dizanim, bi zimanê Kurdî nînin,
û pêwîste wergêrên Kurd xwe bi berhemên nivîsevanekî cîhanî yê
wilo gêro bikin. Ji
pirtûkên Essed Bey: -
Mohamed, jiyanname “Maometto” -
Stalin -
Alî û Nûno -
Xwedê mestire “Allahûekber”. -
Hezkirin û zeta erdê “petrol” -
12 veþartokên “razên” Qafqasiya -
Allahû Ekber -
Keça Qoçên zêrîn Jêderên
Gotarê: -Prof.
Dr. Wilfried Fuhrmann, li ser jiyana Essed-Bey, Potsdam, 01.10.2007 -Biyografiya
Essad-Bey, Xanim AliceSchulte, Florenz 09.02.1943 -
Urs Jenny, Der Spiegel, Hejmar 21/2008, r. 172-174 -Tom
Reiss, Der Orientalist, li pey rêçên Essed Bey, Osburg Verlag, Berlin,
Wergerandina ji Ingilîzî: Jutta Bretthauer. -
Wikipedia, jiyana Essed Bey -
Malpera: www.essadbey.de
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org