|
|
Gelo
di derbaré TRT'6 de civat çi difikire?
Cankurd
Bersiva
vê pirsê deriyê gengeshiyeke mezin li ber me vedike, hema pêwîste em li
ser mijarê rawestin û ya di dilê xwe de bînin zimên, lora ku ev mijar
niha bûye "tishtekî nû"...
Berî her peyvekê gelek wêrane, ku em rê li ber azadiya peyv û nêrîn
û li ber bangeshiya "Medya" ya nûjen bigirin, em çi bend û dam
û dîwaran pêda bikin, wê di va sedsala 21ê de biherifin...Ya dî ewe,
ku berî niha dewleta Iraqê bêtir ji pêncî salî ye, bi "Kurdî"
radiyoyek avakiribû û di wê demê de jî gelê Kurd qir dikir, bi ser ve
jî hinek pirtûk bi Kurdî belav dikirin û hinek kovarên xort jî hebûn,
wekî "Beyan", ku piraniya hejmarên wê bi wêneyên Seddam Husên
dihatine xemilandin. Di wan kovaran de hinek nivîskarên Kurd ên ne
"Xayîn" jî dinivîsandin, gava me lome ji wan dikirin, wan
bersiv dida:"Gelo, ji xwe kovarên me gelek hindikin,de bila em di vê
de jî binivîsin, tishtek nabe..."
Li Iranê jî pir ji zû ve radiyoyekî Kurdî hebû, û pash "Shorisha
Islamî" di sala 1980ê de, bêtir pirtûk û kovar bi Kurdî derketin,
û ji wan jî hinek kovarên xort. Gelek dastanên helbestvanên Kurd ên
kevnare jî hatin weshandin...Li dawiyê hinek bernameyên televisyonî jî
di kanala "SEHER" de bi Kurdî hatin amadekirin û weshandin...
Gelê Kurd hem li Iraqê û hem li Iranê wilo bi firehî, wekî niha li ser
"TRT 6" tê gotin û gengeshekirin, nepeyivî û xwe hosan
nekir...Ji xwe herdu dewletên Iran û Iraqê, tevî ku bi tundî hêrish
ser gelê me dikirin û Iran hîn jî hêrish dike, hema hebûna gelê Kurd,
zimanê Kurd û çandeya Kurd, bincil nedikirin. Li Iranê herêmeke bi navê
xwe yê fermî heye, ku jê re "Kurdistan" dibêjin, û em tev
dizanin, ku firokek Iranî berî niha bi hinde salan destûra dahatinê li
firokgeheke Türkiye nestand, ji ber ku navê wê "Kurdistan" bû...
Lê tishtê seyr ewe, ku dewleta Turk tew hebûna neteweyekê, ku bi navê
"Kurd" e napejirîne, zimanê Kurdî napejirîne, û hinde tîpên,
ku zimanê Kurdî pê tê nivîsandin jî napejirîne, wekî "W"
û "X"...û niha dest bi "TRT 6" dike..!!! Ev "TRT
6" wê bi zimanê wê neteweyê be, ku li ba nijadperestên Turk tew nîne...Ev
çewa dibe?
Ez dibînim, ku dunya hatiye guhartin, û bêguman hinek hishmendên Turkan
jî hene, ku van guhartinan dibînin û dinasin. Ma wê çi mifa hebe, ku
yek herdem tunebûna neteweya Kurd bo zarowên xwe bibêje, û sînorên Türkiye
dikevine ber welatekî ku bi navê "Kurdistan a bashûr" di cîhanê
de têye avakirin û bi hezaran fîrmên Turkan di wir de, di bin alaya Kurdî
de kardikin, û her subeyekê sirûda neteweyî ya Kurdî "Ey Reqîb"
dibihîsin, û mohr û sheqleyên fermandariya Kurdî li kaxedên wan
dikevin, gava ewana karekî digirin an xebatekê li wir dikin? çi mifaye,
ku zimanê Kurdî bite qedexekirin û (15) an (16) kanalên TV bi roj û bi
shev bi Kurdî diweshînin hene?
Turk û Türkiye binzor dibin, ku van rastiyan binasin û hebûna gelê
Kurd, zimanê Kurd û çanda Kurd bipejirînin....Vekirina "TRT 6"
gaveke di vê rêyê de, xwestine an nexwestine...Ewana deriyekî li xwe
vedikin, ku nema dikarin bigirin...
Bo çi hinek xûngermên bi ser "Biratiya Turk û Kurd" de her
roj hêsiran dirijînin evqas dixeyidin?
Bê guman ewana hîç naxwazin kesek bi Kurdî bipeyive, ji ber ku Kurdî
zimanê wan e, nabe Turk an Ereb an Roman an Uris bi wî zimanî
bipeyivin...!!!
Ma wilo dibe?...
Pita min mirî jî di gora xwe de dizane, ku ev kanal wê di berdestiya
dewleta Turkî de be, lê pirs ewe:"Ma ne hûn jî sibê ta bi êvarê
wê dewletê wekî dewleta xwe dinasin, dipejirînin û sabona we bi ser
avakarê wê de kefdide?"
Em tev dizanin, ku gelek bernameyên ROJ-TV bi Turkî û Erebî hene, di wan
de jî pir caran li wê têlê tê xistin, ku pashmêrê di pash wê kanalê
de nevîna wan kesan dikin, ewên bo "dewleteke kurdî" dipeyivin,
dixebitin an digazin...Evana li gorî siyaseta fermî ya pashmêrên di pash
perdeyên ROJ TV de "nijadperest û regezperestin" û neyarên
"biratiya Turk û Kurd in" an jî neyarê rêberê cîhanî yê
mezin "ATATURK" in...
Qey hinek ji me Kurdan ditirsin, ku "TRT 6" daxwaza dewleteke kurdî
ya serbixwe bike???
Li gel silavan, Azadbit Kurdistan
Cankurd
|
|
|