Günter Grass
Servedana rastiyê di “hilîskirina pîvazan“ de
 
17.08.2006
Cankurd
 
Niviskarê almanê mezin Günter Grass ê ku sala 1999 xilata Nobel bo wêjevaniyê li Stockholmê standiye, û wek tiliya ber bi rastiyê ve di civata almanî de hatibû naskirin, paþ 61 salan ji tevabûna cenga cîhanî ya duwê û têkçûna sîstema Naziyan, di pirtûka xwe ya nû de „Hilîskirina pîvazan“ de dide zanîn, ku ew endamekî hêzên SS bû. Hêzên SS wek kuþterên milyonan ji mirovan hatîne tawanbar kirin.
 
Qirkirina Cihowan
 
Ev nûçe wek bombeyekê di nav civata roþenbîrî û ramyarî ya almanî de deng da. Gelek kesan, wek sereka encumena navenbendî ya Cihowan: Charlotte Knaubloch, Kanslerê almanî berê: Dr. Helmut Kohl, cîgerê kanslera niho Franz Müntefering (SPD), wezîrê dewletê yê çandeyê Bern Neuman (CDU), serekê partiya polonî (PiS) ya ku niha di deselatdariyê de ye Jacek Kurski, û gelek rojname, televisyon û kovarên ronakbîrî, li ser vê yekê axivîn û bi tevayî dipirsin; bo çi Günter Grass ê, ku wek morlaparêzekî mezin dihat nasîn, ta niha ser rastiyê peçinî bû û bo çi di pîriya xwe de (79 salî ye) vê yekê niha dibêje. Ji ber ku Günter Grass rûniþtivanê rûmetkirî yê bajêrê Danzig e li Poloniya, wê niha rûmetdariyê ser ji nû ve jê bistînin. Polonî dibêjin:“ Nabe endamekî berê yê leþkerên SS ê Nazî, ku cenga cîhanî ya duwê bi bombebarankirina Danzig dest pêkiriye, bibe rûniþtvanê rûmetdarê vî bajêrî.“
 
 
Hovîtiya Cengê
 
Günter Grass ê ku ji ber van rexneyan pir diêþe, dibêje, ku hinek hene dixwazin wî wek „hîçekî“ an „ne kes“ biçûk bikin, û hîvî dike, ku van rexnegir êdî pirtûka wî carekê hûr û kûr bixwînin.
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org