Hespê sipî

Helbestek  To Fo yê Çînî

Wergerandin ji Ingilîzî : Cankurd (*)

 

Ji bakurê rojhilat ve

Hespekî cengê yê sipî dibeze

                                             bê suwar…

…û di berdehê wî de

                  du tîr veniþtîne…

 

Mixabin!

Suwar winda bû…

Wê kî yê pesna hilgavtina wî ya çîkdayî bide?

 

Þeva dawî

Yek ji wan kesên ku sersuwaran ferman dayîyê

Bo çûyîna cengê

              …û niha jî hate kuþtin…

Ceng û bi hevketinan mirinê tînin

                                    di gelek deriyan re…

Qîrênên êþê û hêsirên ku wekî berfa tev li baranê ne

                                                            di bahozek  zivistanê de…

 

………………………………………..

 

Çi jê ma?

 Helbest 2 :  To  fo

 

Leþkerên Cîn Sîn Hiwang

Di welêt re

Bi hovîtî û wêrekî firrîyan…

Gava çekên cengê amadekirin

Serekmêran xwe hildan, ku tev li me bin…

 

Bimre malbata (…..)

Ma ev har bûye?

Imperatoriyek zorbaz avadike

Digihe hemî kenarên zireyan…

Heftsed hezar bendîkirî li gel wî ne

Wekî koleyan dide bin zorê….

Eywan û baxên xwe avadike

….û hîvîdar e ku bi hinde dermanên sihirbaziyê

Ji xwe re jineka bêmirin bistîne

                  ..û xortan – her û her- diþîne geravên  Rojhilat

Da ji wî re li herheyînê bipirsin….

    …û li pozên kendalan

Bi  xemgînî  çavrêyê vegera wan e

….û qezenca  wî ji vê giþî?

                 darbestekî tijî û sar e

                                 têde xuliya  bê jîn e…

………………………………………….

Di tava hêvê de

Helbest  3 : To  Fo

 

Dengê deholên cengê

         Ji newalê tê

Rê tazî ne….

Dengê ordekên çolê

             ên ku bala difirin

                   ji dûr ve çalak tê…

Di va þeva payîzê de

hîviya nameyekê,

             ku ji mal bê

                      dixîne dil….

Niha,

Li vir…

Mij dibe xûzik

Tava hêvê,

           li welatê min þewx dide…

Birayêd min,

       ji hev belav bûne…

...û niha,

          li mal…

Kes nîne bipirse, ka ez heme

                                       an jî mirî me…

Lê….

Ji bo çi ez xwe bi van hizran disojim?

Ger em di aþtiyê de jî bin;

          em gelek dûr in ji mal;

                         ku nûçeyan bibihîsin…

Niha…!

Di cengê de…

              heye hîvî?

___________________________________________________________

(*) van helbestên To Fo, min di navbera salên 1977-1979 de li welêt wergerandibûn, lê niha z carek dî li wan vegeriyam  û min ser ji nû ve ewana wergerandin… (Cankurd)

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org