Hevserên nebaþ

 Cankurd

 

13.12.2005

Ji zû ve ye, ez dixwazim çêroka xwe ji we re bibêjim. Lê dilê min nedigirt.  Niha ez diwêrim, lê mixabin! Piraniya we tênagihin zimanê min û ez jî tênagihim zimanê piraniya we.

Erê, pir ji zû ve, ez li vî gundî dijîm, ne di orta gund de, lê belê li aliyekî. Gundê me li qeracekî belav bûye, rêyêd nav gund pir bi kevir û zinar in. Di teniþta mala cotarekî hejar de, dayika min ji xwe re zincek heriftî kiribû niþt û war. Ew hevserê me mirovekî çil salî bû, lê wek kesekî heftê salî dixuya, her jar û nexweþ û her hejar. Yê min diranek hebû, yê wî ew diran jî nema bû, tev ketî bûn. Ew gelek salan ji min mestir bû, lê jina wî ya qelew Besê, ku dota hejarekî wek wî bû, pir ji min ne mestir bû. Ew bi zorê dabûn mêr. Di nav mirovan de zordariyek wilo ji berê de li ser jinan heye. Ji wî re dotek deh salî û du kurên ji wê biçûktir anî bûn dinê. Berî ew Besê bîne, dûman di pixara wî re dernediket, lê paþ ku ew anî û zarok çêbûn, rewþa wî piçekî ji berê çêtir bû. Ez bi wê guhartinê dilþad bûm. Dîtina zarokêd wî jîn bi min xweþ dikir. Ez ta niha jî, tevî qewxî û pevçûna me ya ne bi xêr, dilê min li ba wan zarokan e, kenê wan ji bîra min naçe. Erê kenê wan ê, ku min her hezdikir ez bibihîsim, hîç ji bîra min naçe.

Tevî ku em bi salan hevserên hev bûn, di navbera me de têkilî, çûn û hatin, silavdan û silavlêvegerandin tune bûn. Diyar bû, ku wî tew nedixwast kesek biçe mala wî, da çavêd xwe bernedin Besê an jî da hejariya wî neyê berçavkirin. Û ez? Ma kî yê kesek î wek min, bêling û her xwe li ser zik dixuþîne, wek mêvan bipejirîne an hezbike?.

Mala min jî, mala gur bû, ne dew û bulgur bû…Tew min jî nedizanî ezê çibikim, gava kesek bibe mêvanê min. Kesekî min tune bû, ku bo berdestiya mêvanan ji min re bibe alîkar. Ji min pê ve zarokêd dê û bavê min tune bûn. Min bavê xwe tew nedîtibû û nasnekiribû. Dayika min carekê gotibû min:

"-Em berê li Derek dî dijiyan. Paþê þivan û gavanan rê li bavê te girtin, lê hatin hev, ew bi dar û keviran kuþtin û termê wî avêtin newalekî kûr."

Wê digot, ku gelek caran ew daktibû binê wê newalê û li termê bavê min geriya bû, hema nedîtibû. Dema ew li dawiyê dîtibû, dereng bûbû. Kêvcal û cinaweran ew xaribûn û yê jê mayî jî ji gêreyan re hêla bûn.

Paþê me barkiribû, em hatibûn vî gundî. Xwezî em tew nehatana vir. Demek derbas bû, dilê diya min ket rêwiyekî ji êl û nijadê me, ew bi pey wî ket û çû,  li paþ xwe nenêrî, tew carek dî li min venegerî.  Ez ji bîr kirim?.. Na.. ez bawer nakim, ku dayikek zarokê xwe ji bîr bike, lê Xwedê dizane, ku hezkirin carina mera kûr dike, hiþ ji seriyê mera difirîne. Min bihîst, ku hinekan zarokêd xwe kuþtine û bi ber bayê evînê ketine. Xwezî dayika min jî ez bikuþtama û ez wilo di vê rewþê de nemama…. Dibe ew ne hezkirin bû, lê wilo dikarî xwe ji min azad bike. Ma ewê kurekî bêling çi bike? Dibe, ku ew jîna xwe bi tevayî bo bêlingekî tar û mar bike? Min jî wilo baþ dît, ku ew biçe û bi serê xwe bijî, xwe bo min ji her xweþiyek jînê bêpar neke…

Hîn di serî de, ji min re xuya bû, ku xelkê vî gundî ji biyanaiyan heznake, nemaze ewê wekî min çermreþ û zerîlankî, çavbeq û behîvkî, dev mezin û difin biçûk, histodirêj û bêling. Biyanî li her derekê wek mangek reþ li govdeyê xwediyên welêt û niþt û waran tê dîtin. Her û her çavêd mirov li wê mangê ye, dixwaze wê hilbike, tune bike.

Erê bêling. Ji zarotiyê xwe de ez bêlingim, di nijadê me de, pir ji zû ve ev kêmanî an nexweþî heye, ku dayik zarokên bêling tînin dinê. Ew kêmanî ji piþtekê derbas piþtekê dibe. Hema ez dikarim çi bikim? Xwedê ez wilo dame û ez tew nizanim lingan bi kar bînim. Kenê min carina tê gava ez zarokêd Besê dibînim ji mal diçin dibistanê, çawa ewan pile bi pile di nerdewana xaniyê jorîn re dadikevin û lingêd wan bi ber hev nakevin. Xwedê wilo xwestiye û Xwedê wilo kiriye û bi kirinên xwe ew raziye. Ewên ku bi hebûna Xwedê bawer nakin, wê kêmaniyê davêjin ser Sirûþtê… Ez çi dizanim!.

Niha tuyê bipirsî;"Gelo, tu çawa dijî?." Ezê bersivê wilo bidim:

Ji xwe jînek wilo bêling ne asan e. Lê binêr li sirûþtê, vane pir afirindeyên wek min hene, ku bê ling in û dîsa jî dijîn. Dibe, ku gava bo wan ling pêda bibin,  wê nizanibin wan bi kar bînin. Ez jî afirindeyekî wilo me.

Tu rast duxwazî, ez nizanim bo çi ez ji vî gundî barnakim. Rojekê kesekî pariyek nan neavêtiye ber min û kesekî negotiye:"Fermo, îro tu mêvanê min î." Carina ez di xwe de dixeyidim, lê paþê ez li xwe hiþyar dibim û dibêjim:"Gelo, dibe ku evana ji dîmenê min ditirsin û gava ez xwe dixuþînim, ewan nevîna dîtina min dikin." Carina jî ez karê xwe dikim, ku ji vir barbikim, lê pirsek mezin xwe davêje hiþê min:"Kuro, tuyê ku ve biçî?. Ma te ji bîr kir, ku bavê te li Derek dî bi dar û keviran kuþtin û termê wî avêtin newalê, ku morî û kêvçalan wî bixun?. Ma tuyê li kî derê dengin wilo naz û hezkirî wek yên van zarokêd Besê bibihîsî?."

Ez wilo dibêjim, lê rast gelek kesên vî gundî ez nedîtibûm, dibe jî wan tew nedizanî, ku ez heme. Ez bi roj ji zincika xwe ya tarî û vala dernediketim, û kesek jî nedihat ba min. Ez bi þev derdiketim bo ji xwe re nanekî, hêgekî, çûkekê an bermayê xarinekê bi dest xînim, an jî ez bi dizîka diçûm nav malan, min ji xwe re guhdariya xelkê dikir, çawa çêrokan dibêjin û henekan dikin, û min têra zikê xwe gepek xarin ji vir an ji wir direvand û ez dîsa vedigeriyam dihatim di zincika xwe da kilûr dibûm. Min pir xew dikir, carina gava zikê min têr ba, min du û sê rojan çavêd xwe venedikirin. Ji xwe karê min tune bû û min nedikarî karekî jî bikim.

Hevserê min î hêja, carcar ez didîtim, gava bi berbangê re diçû camiyê an herdu gayên xwe didan ber xwe û diçû nav zeviyan. Wî dengê xwe nedikir, tew silav jî nedida min, carekê li min temaþa dikir çawa ez xwe didim ber tîrêjên royê, an ez xwe dixuþînim hindirê zincika xwe, û bi rêya xwe de diçû. Mirovekî rûnerm û dilnerm, aþtîxwaz bû, ji pevçûnê heznedikir. Diyare li ser min bi kesekî dî re nedipeyivî, nedixwast kesek bizane, ku hevserekî wî yê bêling û bêkes heye. Di navbera me de ne dostanî û ne jî ceng hebû. Karê wî bi min tune bû, yê min jî bi wî tune bû. Em hevserên hev bûn. Bo xarina xwe jî ez çi caran derbas nedibûm hewþa mala wî. Carina sibê, berî ku zarok biçin dibistanê, ez derdiketim derve û min bi dilxweþî guhdariya dengên zarokêd wî dikir. Wan sirûdên dibistanê yên ezberkirî ji hev re dixandin. Bi rast min ji dayik û bavê wan bêtir ji wan zarokan hezdikir û hîn jî ez ji wan hezdikim. Ez newêrîm pir xwe ji wan ve nêzîk bikim. Gava bavê wan ez didîtim, çavsor dibû, radihiþt kevirekî û ber bi min davêt, da ez ji wan deran bi dûrkevim. Lê wek ez dizanim, wî jin û zarokêd xwe jî bi hebûna min haydar nekiribûn, da ewan dîmenê min ê qerêj, hov û kirêt nebînin, da ji min netirsin. Min jî xwe pir nedida ser wan. Paþ ku zarok diçûn dibistanê ez di ber sinca malê re li ser zikê xwe dixuþiyam û vedigeriyam zincika xwe, ciyê keser û tenahiyê, ciyê hejarî û nekanînê. Lê rast tenê di wê tariyê de ez dilvehesiyayî dibûm, tirsa min ji kesekî nedima û seriyê min bi kesekî re nediêþiya. Gelo çiqas hejarêd wek min li vê cîhanê hene, ku ji tirsa xelkê newêrin ji zinc û malên xwe yên tarî û teng derkevin?

Rojek ji rojan, xwezî ez wê rojê jî ji tariya zincika xwe derneketama. Teviya êþan bi hev re bi ser min de hatin, rewþa min hîn bêtir herifand û ez gihandim va rewþa min a ji berê pîstir û wêrantir.

Berî nîvro, paþ taþtiyan min çavêd xwe vekirin û seriyê xwe yê giran rakir. Nizanim çawa bû. Dilê min xwast ez biçim nêzîka dibistanê, hilkiþim ser darek hejîrê, ku li wir çend hêgên kevokê ji pînka wê bidizim û ji wir de guhdariya dengên zarokan bikim, gava ewan li hewþa dibistanê dilîzin. Min dikarî bi asanî di ser sincekê re hilkiþim ser pîkinekî darê, ku bi ser sincê de daketibû. Bi rastî ez carina dudilî dibûm ji ber ku ez ji segan ditirsim. Gava wan seriyê min didîtin, hîn ji dûr ve direwîn, lê nediwêrîn nêzîk min bibin ji ber ku wan nedizanî ez çawa xwe wilo li ser zik dixuþînim. Guhêd min ji rewîna wan diêþiyan, min nevîna "kurha" wan dikir, lew re ez bi zûkî ji ber rewîna wan direviyam û vedigeriyam zincika xwe. Wê rojê jî segan ez dîtim û rewiyan. Gelek rewiyan. Lew re min biryara xwe guhart û ez neçûm nêzîka dibistanê. Ez çûm li aliyekî rêya, ku ji dibistanê tê mala hevserê min, di ber zinarekê de nistim. Ez li hîviya vegera zarokan mam, ku ji nêz ve dengên wan bibihîsim û pê dilþad bibim. Çi daxwazek min a dî tune bû.

Hevserê min hîngê li ser sewkiya pêþ malê alîkariya jina xwe Besê di tevnekariyê de dikir. Royek germ û bi hêz tîrêjên xwe davêtin ser gund. Diyare ez bi þev pir geriya bûm, bo ku zikê xwe têr bikim. Di wê germê da, ku ji deþtê ve çirçira kulîyan a herdem bi þêweyekî: çirt..çirt…çirt…xew anîn çavêd min. Min nema dikarî çavêd xwe vekim. Ez di xew ve çûm.

Weku ez niha dihizirim, zarok ketibûn rêya vegerê ji dibistanê, min ewan nedîtin, lê wan ez dîtim. Ji niþka ve qîrên li wan hersêkan ket û her yek bi aliyekî ve reviya. Bavê wan qîrêna wan bihîst, xwe di sewkiyê werkir, hinek hevserên dî jî qîrêna bihîstin, ewan jî beziyan û bi ser me de hatin. Heywax! Min çi kir? Min zarokên wî bi dîmenê xwe yê kirêt tirsandin. Nema ez dizanim ez çi bikim, dereng bû. Seriyê benê hiþmendiyê ji dest min çû, ez mat mam. Nema min dizanî, ez çawa ji wir birevim, xwe ji kuþtinê rizgar bikim. Min dît, ku hevserê min destan davêje filîsên keviran û dixe ber hembêza xwe, ewên dî jî bi kevir û çoyan bi ser min de dihêwirin. Bû fîrfîra keviran, bi ser min de wek toliyan hatin xarê. Xwedêyo! Min biparêze, lingino ez bi qurban, lê kesekî bêling wê çawa xwe ji ber kevirên gundiyên xeyidî biparêze?

"- Jêmahîbo, min tu çend caran ji zarokan qorî kir. Xwedê dizane mirina te hatî û mirina te bi destê min e." û kump kevirek li piþta min ket. Hiþê min ji seriyê min firand û êþê hinavê min sotand. Ji ber wê êþa giran û wê tirsa mezin min dev avêt gûska hevserê xwe zê ku giha bû ba min û min bi diranê xwe yê tenha ew geskir. Qîrênek bî wî ket, min dît ew çawa li ser lingekî dikule û kevirêd wî ji destan dikevin, di dor hev re geriya û bi devgeza hate xarê, govdeyê wî pirpitî  û kef û kûpik bi devê ketin …

"- Ev çî ye lo?...Mar pê dada…Mar pê dada…Mar…Mar…"

Yek wilo qîriya û bi ço beziya ser min, min bi çavsorîû neyarî li wî nêriya, ew ji tirsa bi paþ ve zivirî û min bi lez xwe xist bin komek dar û dîrakên zeytûnê yên ku li ber hewþa mala hevserê min hatibûn komkirin, û di nav hêzing û darên reþ û hiþk re, ez bi zikxûþka derbas bûm bin çend Diriyên Ereban, ku tev bi histirî bûn û wekî konan ji zincê ve hatibû xarê.. Gundiyan nedikarîn xwe bidin nav wan. Ez ji wir bi dûrketim, di xêzek zeviyê cotkirî re, ez reviyam. Nema ez dikarim vegerim zincika xwe..Min berê xwe da newalê, ku li aliyê qeracê yê rastê bû, bi piþta xwe ya kulkirî û bi dilê xwe yê tijî jan û keser ez bi xarê de daketim.

"-Min çawa li hevserê xwe wilo kir? Ma ewê bijî?..çawa min zarokên, ku li ber dilê min pir hezkirîne wilo bêbav kirin?... Ez dizanim, ku xaziya devê nijada me maran mirovan dikuje, û gava min gûska hevserê xwe geskiriye, xaziya min derbas bûye govdeyê wî, dibe jî gihaye xûna wî… Min bo çi ew geskir? Erê bo çi? Ne ji ber ku wî bi kevirekî li piþta min da?..Wî hêriþ ser min kir, min tew tiþtek nekir, ne bi wî û ne bi zarokêd wî..û wan hevserên dî yên nebaþ? Bo çi wan bi kevir û çoyan avêtin ser min? Ma ez neyarê wan im? Ew tew nizanin, ez kurê kê me û ez nizanim ewan kurêd kê ne. Bo çi em nikanin bi hev re bijîn? Em û mirov, li ser rûyê vê zevînê ciyê wan heye û yê me tune? Ma bo çi mirov vê nebaþiyê bi hevserên xwe yên sirûþtê dikin?..."

Ez daketim geliyê, ji aliyekî ve giriyê zarokên hevserê min guhêd min dixetimandin û ji aliyekî ve pêjiniya bavê min di ber çavêd min re diçû û dihat, çawa þivanekî qanat û gir bi termê bavê min digirt, di ser seriyê xwe re li ba dikir û davêt binê newalê.. Erê min ji ber tirsa, ku wilo bi seriyê min jî bê, min gûska hevserê xwe geskir. Dibe jî ew hîç carek dî ji wî ciyî ranebe, lê ez çi bikim? Diviya bû ez jîna xwe biparizim û bê berxwedan mera nikare xwe ji nav lepên mirovan azad bike…

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org