|
Ji
taybetiyên
zarava Kurdaxî
01.11.2007
Di
her zaravekê da, hinek taybetiyên cihê hene, ku di zaravên dî yên zarê
me da nînin. Li ba Kurdaxiyan jî –rûniþtvanên navçeya Çiyayê
Kurdan li rojavayê Kurdistanê- hinek taybetiyên zimanî hene ku ta
roja îro zarnasan xwe pir bi wan gêro ne irine… Paristina van taybetiyan
paristina zarê me yî Kurdî ye, ji ber ku kesek -bo nimûne- nikane
bibêje:”zarava Ostfriesen ne parek ji zarê almanî ye, divê ew
bite berþêkirin, an jî bibêje zarava Hicazê tenha zimanê Erebî ye, ya
Yemenê tew ne giring e…” Lew
re hîviya min ewe, ku zarnasên me yên kurdaxî piçekî zorê bidine xwe,
bo paristina vê zaravê û taybetiyên wê, bi nivîsîna xwe li ser Çiyayê
Kurdan, zarava wê, bi civandina stran, dûrik, çêrok û efsaneyên herêmê
û bi rawestana li ser teviya ferhenga kurdaxî ya gelek kevin û maldar
e… Li
ba Kurdaxiyan, gava yek zimandirêjiyê bike û tiþtek jê neyê, dibêjine
wî: DEVO. Nimûne:”Devo,
te digot: Ezê wî bixum, va ew hat û te newêrî bû tiþtek bigotayê.” Gava
yek ji derveyê Kurdaxê wilo bibihîse, dibe ku bi asanî têbigihe mebest
ji “Devo” di vir da çî ye, lê hinek peyv û bêje li ba
Kurdaxiyan hene, bi zûkî guhdarên navçeyên dî yên Kurmancan bi ber
nakevin ka ewana çi dibêjin. Bo
nimûne: -
Kêþka: Yek
dibêje: “Ezê rabim yekê li ser çavêd te bidim.” Yê
dî bersivê didêyê: “Kêþka!” Mebesta
yê pêþîn eve: Ezê rabim sîleyekê li ser rûyê te xînim. Lê
ewê dî dibêje: Xwezî, te li min bida. Min dizanî çi dikim. -
Bêrde: Mêr
bo jina xwe dibêje:“ Te bêrde xoyê xistiyî nav gêrmiyê.“ Bêrde
di vir da ciyê peyva Erebî „Cidden“ digire, bi wateya
pir û pir, an gellek… Ji…e: Wekî
: Ji min e, ji te ye, ji wî ye, ji wan e, ji
Salar e, ji Fatê ye… Yek
dibêje:“Ji te ye, ez nezanim.“ Mebesta wî wilo ye:
„Tu guman dikî ez nezanim.“ -
Zar: Zar
di Kurdî da ziman e, ne zimanê ku di devê mirov da, lê belê dîlê wî
yê ku dipeyive. Zarî û zarok jî li ba Kurmancan tên nasîn, di zaravên
wan da hene. Zar li ba Kurdaxiyan bi wateya „Þans“ jî tê,
lê carina ewan pevekê wilo dest pêdikin: „-
Zar, min nanê pêþ te xwariye?“ Mebest
ji vê wilo ye: „Qey, min nanê pêþ te
xwariye?” Gava
em têbigihin van bikaranînên kurdaxiyan, emê bi asanî têbigihin ewana
çi dibêjin, lê bi rast di nav wan da gelek taybetiyên zimanî hene, ku
ji ber wan pir caran mirov dide ser hev lê baþ tênagihe xelkê Kurdaxê
çi dibêje. Lew re ji me Kurdaxiyan tê xwestin ku em zarava xwe bi
Kurdistaniyên xwe yên hêja bidine nasîn. Malperên Intêrnêtê delîveyek
baþ li ber me vedikin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org