|
|
Cankurd
04.09.2006
Jimmy
Carter
Paþ
5 salan ji 11/9ê xwînî
û Þehtîna
moralî ya Amerîka
 |
Jimmy
Carter
ê ku di 01.10.1924 de li Plains, li wîlayeta Georgia,
ji dayîk bûye û serekê USA yê 39 ê bû (1977-1981), xudanê
gelek bizavên aþtiyane yên navdar e. Peymana ji destdana kenala Panama
di dema serokatiya wî de hat îmzekirin, danûstandinên Misriyan bi
Cihowan re li Camp David bi keftelefta wî bi ser ketin, hîn
di bin serokatiya Richard Nixon de Jimmy Carter karin
gelek hêja kirin bo baþkirina têkiliyên amerîkî bi Çîna
komonîst re û peymana SALT-II bi bîzava wî pêþve çû. Paþ
derketina wî ji “Mala Sipî”, ji wî re delîve bêtir
çêbû, di warê mafên mirov, aþtî û derdorek paqij de xwe
navdartir bike.
Di
warê baþkirina jînê de, baþkirina xwendin û fêrkirinê û
derdora sirûþtî de di cîhana mirovatiyê de bû
xudanê
gelek bizavên
hêja
û lew re di sala 2002 de xilata Nobêl bo aþtiyê
stand. |
| Jimmy
Carter
(81) di pirtûka xwe ya paþîn de “Þehtîna Amerîka ya moralî”
û di çavpêketinên xwe de li gel rojnamevanan gazincan li ser
ramyariya amerîkî ya van salên dawiyê dike û xwe wek mirovekî ku
xilata Nobêl a bo aþtiyê standiye, dilteng û pirxem dibîne.
Ew
dibêje, ku Amerîkanan berê di polîtîkê de ceng wek gava tev paþîn
davêtin, dema wan didît ku hêminiya wan a neteweyî dikeve dijwariyê.
Lê
belê
deselatdarî niha tew guh nade zagonên ji hevcihêkirina dewlet û
kenîsê û guh nade dadmendiya civakî. |

Cimmy
Carter li Camp David di navbera Anwer Sadat û
Manahîm
Bîgên |
Li
gor dîtina
wî,
hîç
hikûmetekê
berî
ya niha li Amerîka
wilo zagonên
“Xûkê”
ji bo paristina bercewendiya maldaran û
ziyangihandinê
bo hejaran, dernexistine. Ew
karbidestên
hikûmenta
George W. Bush wek fundamentalîst
“Bingehparêz”
dizane, evana têkiliyek
yeksane bi Xwedê
re datînin
û
ramanên
xwe wek yên
Xwedê
dinasin
û
ji ber ku ewan di ber Xwedê
de
dipeyivin, ji wan e, ku her kesekî
dij wan tiþtekî
bibêje,
ew bêmafiyekê
dike, nerastiyê
dibêje.
Evana xelkê
ku
ne li ser rêya
wan be, ji xwe kêmtir
dibînin,
wek “Jêrmirov”
an “Binmirov” dizanin.
Li
gel þah Husên ê Urdinê |
Van
Newkon ên “Konsirvatîvên
nûjen”
li gor dîtina
Jimmey Carter nikanin bi mirovên
ne wek xwe re bidin û
bistînin,
û
ti caran bawerî
bi wan re çênabe,
ku wan þaþî
kirine, lew re ewan îþkenceyên
li zindanên
Abo Garîb
û
Guantanamo çêbûne,
wek þaþî
nabînin.
Lêdanên
11/9 sala 2001 li ba Amerîkanan
þêweyekî
bilind ji welatparêziyê
pêda
kirin. Deselatdariya
George W. Bush ew yeka ji xwe re bi kar anî, her kesekî rexne
diyar bikira wek “Ne welatparêz” dihat riswakirin, lê ji
nîvsalê û vir ve, êdî rexne pirin, hem li ser ramyariya derveyî
û hem jî li ser karê malê.
Jimmy
Carter
dibêje, ku Amerîkan þaþiyên xwe ji ortê radikin, wan kole azad
kirin, ciyawaziya nijadî yên zagonî di navbera reþ û sipî de
hilanîn, hikarî û posîde û þopên “McCarthy“
dûzkirin, û wê þaþiyên nû jî, mebesta a wî þaþiyên “Ceng
a Iraqê” ji ortê rakin. |
Ew
dibêje, ku mirov
nikane ji serî de bibêje, ka dan û standin wê di nav nîrên cetin de,
bi serkevin an ne, lê mera dikare bê dudilî ji serî de bibêje, ku bê
dan û standin, wê problem kufitîtir bibin.
Li ser vê yekê ew dibîne, ku Israîl û Amerîka di civata
navneteweyî de bi tenê xwe mane, û embargo “damekirina aborî”
li ser Kuba hêþt ku temenê komonîzmê li Kuba dirêjtir bibe, têkiliyên
bazarî, geryan “siyahet” û serîlêdanan wê zûtir sîstema Fidel
Castro teva bikirana.
|
|
|