|
Kî dikare rexneya tevgera bê þaþî bike?
Cankurd
„Bila kesek devê xwe veneke, bila kesek tiþtekî nebaþ li ser tevgera me ya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê nebêje, tevger di xêra Xwedê de ye, karê xwe bi hostayî û zanayî dike, roj bi roj mestir, firehtir, pêþdatir û destkeftîtir dibe…Kî zimanê xwe li ser tevgera me ya bê wekanî di têkoþîn û xebat û kefteleftê de dirêj bike, em ê wî zimanî bibirrin, ew zimanê dilreþan, xayînan û xêrnexazan e…!!!“ Di dilê hinekan de, di mejiyê hinekên dî de, û bi devê hinekên dîtir de, ev terzê ramanan her û her berê hebûye, niha jî heye û wê di rojên pêþ me de jî her hebe, lê ya rast ewe, ku rastînî û jîna rastîn ne wilo ne…Hema kî diwêre devê xwe veke?... Ev þanowa dawîn, a ku di eywana “Hevpeyman a Demokrat a Kurdî” bi derxistin û lîstina rêberên vê (Tehaluf), bi þêweyekî kirêt û rûreþiyek pir bi dengîn aþkere bûye, ji gelê me re, li her derekê, dide xuyakirin, ku rewþa tevgera me ya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê rewþek ne hêja ye, ya nexweþekê ye, ku bi Xerçengê „Seretanê“ ketiye, û wê xerçengê hinavêd wê nexweþê jî pertilandiye, jê xûn dizîtin, û ber bi têkçûnê ve dibe, bê livbaziyek „operationek“ hostayî nema ew carek dî bi ser xwe tê… Mezinên partiyan, ku pêwîste ji gelê xwe re bibin nimûne û mînak, di civînên xwe yên payebilind de, wekî zarokan bi hev re dipeyivin. Hevdu erzan û kêmbuha dikin…Ev berê jî wilo bû…Baþ tê bîra min, ku paþ avakirina „Qiyada Mueqqet“, du hêjayên komîtiya navnedî, rehmetî Derwêþ Mele Suleyman (Bavê Cengê) û Sadiq Necar, sala 1970ê hatin mala me, li Helebê, û ji min xwastin, ku ez odeyekê ji malê bo civîna komîtiya navnedî ya Qiyada Mueqqet amade bikim. Tevî ku bavê min hîn baþ nizanî bû, ta çi pileyê têkiliya min bi partiyê re heye, dîsa jî min ji wan re erê kir. Berî wê yekê bi 3 mehan min taze bûka xwe anî bû, û ez hîn di ser bav û dayika xwe de rûniþti bûm. Bi êvarê re „heval„ hatin, di serî de Bavê Cengê û hêja Dehamê Mîro, ku ji me re êdî wekî bavekî rûhanî dihat dîtin. Piþt re yên dî jî yek û yek hatin. Hinek ji wan hene, xebata xwe hîn dikin, hinek li malên xwe rûniþtine û hinekan ji nav me koçkirine…Ta ber destê sibê hêlehêla wan bilind bû. Her bawer bikin, ku em li qatê erdê bûn, lê li qatê pêncê jî mera dikarî qîreqîra wan bibihîsta. Tew te ne dizanî, ew civîn aþkere ye an bi dizî ye. Paþ demekê ji wa hêlehêla bêrawestan, bavê min ji min pirsiya:„Kurê min, ma rast evana siyasetmend in? Li derveyî malê jî tu dikarî her gotinek wan bibihîsî, ma siyaset wilo dibe?“ Min rast fedî kir, ku ez bêjim: Erê, wilo ye. Min gote bavê xwe:“ Pir kêþeyên giring hene, lew re ewana bi hev de wilo diqîrin.“ Ji xwe roja dî, berpirsê min ê partiyê hate mala me, û hîn ew di mala me de bû, îstîxbarata sûrî avêt ser malê, ez reviyam, lê belê wî rê nedît. Paþ du rojan, partiyê ji min xwast, ku ez xwe bidim destê îstîxbaratê, ji ber ku bavê min hatibû girtin û gelek zor li wî kiri bûn, ew êþandi bûn, li ser wa civîna bi rûbet di mala me de pirsiya bû…û komîtiya navendî dixwast bizane, ka helwêsta deselatê li ser komîtiya nû hatiye damezirandin çiye. Min jî biryara „hevalan“ bi cîh anî. Iro jî hêlehêla serokan û sekretêran bilind e, lê vê carê li teviya cîhanê belav e, ne tenê di avahiyekê an di malekê de, bi rêya Internetê, belavokên wan û gotinên wan di odeyên paltalkê de, li her derekê têne bihîstin û xwendin. Çi heye? Wî wilo gotiye û wî tersî wî gotiye, ev peyayê vî serokê derveyî Rojavayê Kurdistanê ye û ew peyayê yê dî ye, li ser hev nûçeyên nebaþ belav dikin û gel pê gêro û mijîl dikin…Pevçûna wan her û her li ser parçeyên dî yên Kurdistanê ye, weku rovikên wan bi derveyê Rojavayê Kurdistanê ve girêdayîne…Li ciyê ku xwe, tevgera xwe û gelê xwe bo roja têkçûna deselata malbata Esed amade bikin. Dev ji avakirina Encumenek neteweyî ya bo Rojavayê Kurdistanê berdan, bi egera pêdakirina „Vegêr“ek navxweyî, ku ciyê wê encumenê dagire, lê wekî dixuye, di rewþa pevçûnî ya niho de, ew „Vegêr“ jî nema bi serdikeve… Tirsa min ewe, tew peyivîn li ser vê mijarê, di kurtegotarek mîna vê de jî, bê destûr û rêdayîn qedexe ye. Ne dûr e, ku hinek me „Zimandirêjan!“ bikin egera wan pevçûnên qatên jorîn di tevgerê de…Lew re ya baþtir ewe, ku tew em nepeyivin û kê ji me pirs kir:“Rewþa tevgerê li Rojavayê Kurdistanê çewaye?“ Em bersivek wilo bidin: „-Ma rewþek ji vê baþtir berê hebû?.“ Li gel silavan, Azadbit Kurdistan Cankurd www.kurdax.net
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org