Kurd jî bûn qurbaniyên cenga Libnanê
 
08.08.2006
 

 

Di cenga Libnanê de, ya ku bêtir ji 26 rojane gelê Libnan û Israîlê di nav agirê xwe de disoje, para Kurdan jî di nav þehîd û kuþtiyên wê de ne biçûk e. 24 karkirên ji herêma Kurdaxê, ya ku li rojavayê Kurdistanê ye, di lêdanek balafirên Israîlê de li Libnanê hatin þehîdkirin. 
 
Nimêj li ser Þehîdan
Erê, di vê cenga har de, ku têkiliya Kurdan pê tune ye, dîsa jî para me ji kuþtin û sotinê, ji hêsir û keseran ne kêm e. Ev jî diyar dike, ku gelê Kurd, wekî neteweyekê ji neteweyên Rojhilata Navîn, bi hemî bûyerên vê herêmê hiker dibe, lew re em dikarin bibêjin, ku çi guhartin li Rojhilata Navîn çêbibe, wê bi xwe re guhartinê bo gelê Kurd jî bîne.
 
Li ser vê yekê jî mera dikare bibêje, ku „Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” ne dûr e bi xwe re “Projeya Kurdistana Mezin” bi xwe re bîne.
 
 
Di dema niha de, du projeyên Rojhilata Navîna Mezin hene, yek amerîkî ye û yek Iranî ye. Projeya amerîkî, li gor pêzanîna hinek hiþmendên Kurd, wê bi xwe re pirsa dewletek kurdî ya serbixwe bîne zimên, lê di ya Iranî de ciyê du gelan nine: Gelê Kurd û gelê Israîlî. Eve jî rastiyek diyar e, nabe Kurd ji ber çavên xwe winda bikin. Israîlê bo vê yekê Iran niha ji xwe re wek neyarê jimar (1) daye nasîn, hema Kurd, mixabin, hîn ne li ser yek biryarê ne. 

Welîd Canpolat ê libnanî, ku di koka xwe de Kurd e, dibêje ku Iran niha projeya xwe bi rakêtan û bi kefteleftek mezin bi cih tîne. Ev jî raste, û li hember wê projeya amerîkî di civla xwînî ya Iraqê de bi rê ve maye.

 Welîd Canpolat
 
Li ser mijara Iran û cenga Libnanê min berê bi Erebî nivisandiye, Ez naxwazim li vir jî wan baweriyên xwe dubare bikim. Ezê niha tenê li ser kuþtina Kurdan li Libnanê rawestim.
 
Bêguman herêma “Çiyayê Kurmênc”, ku wan þehîd jêne, û bi navê “Kurdax” jî tê nasîn, herêmek bi xêr û ber e, bi zeytûn û rezan, bi baxçe û zeviyên berhemdar navdar e. Mixabin! Piraniya wan xêr û beran ji aliyê karbidestên dewletê ve tên talankirin. Bi rêya riþwet û destgermkirina bi pere û tenekeyên zeyta zeytûnan, û bi gelek þêweyên dayînên bo fermandariya deselatdar, mal û dêrîna Kurdan tar û mar dibe, para mezin jê dikeve destên neyaran.
Serê Kaniyê /Kurdax
Roj bi roj hejarî û belengaziya Kurdan hêza destên wan erzan dike û koçkirina wan ji niþtê wan heban û asan dike, ewan bo nanê zarokên xwe bi destxînin, ber bi bajêrên mezin, wek Heleb, Þam û Beyrûtê, ber bi derve ve malên xwe bar dikin, koç dikin. Erebên maldar ên bi piþtvaniya dewletê tên herêma kurdî, cî û warên Kurdan distînin, dar û baxçe û zevî û hêrên zeytûnên wan dikirrin. Herêma ku 100% kurdî bû, êdî gelek biyanî di nav de belav dibin û bi piþtvaniya dewletê hêzdar dibin, roj bi roj zora Kurdan dibin, û deselatdariya herêmî bi destê xwe ve tînin. Armanca erebkirina Kurdaxê bi cih tê.
Tevgera neteweyî ya kurdî li rojavayê Kurdistanê, di sira “temaþvan” de ye, wê sirê jî baþ nalîze. Mixabin! Ew nikane rêberiya gel bike û ji ser hev diçe. Projeya encumena neteweyî ya li derveyî welêt, ku ji aliyê hinek kesên serbixwe û hinek partiyên biçûk ve hatibû li darxistin, tevgerê li erdê xist, bi egera, ku ewê encumenekê di zikê sê mehan de li hinder welêt bi xwe ava bike. Niha sê meh di ser wê bûyerê re derbas bûn û tevger hîn bêtir ji ser hev diþe, li hev nake û hêriþ di nav basikên wê de gurrtir dibe.
 
Di rewþek wilowêran de, êdî dilê mirov her daxwazekê sar dibe.
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org