Mejiyên bêtonkirî di civatek azad de
 
Cankurd
14.10.2006
 
 
Tova ramyariya derveyî ya USA, paþ 11.09.2001 “Cenga li dij têrorê”, ew bû, ku welatên demokrat dij bi hev þernakin û lew re avêtina ser Iraqê bi wê armancê çêbû, û ew bawerî belavbû bû, ku deselatdariyek demokrat wê bêtir rê li ber têrorê bigire.
 
John Lewis Gaddis ê rojnamevan dibîne ku 11.09 siyaseta prêvêntîv “lê bide ber ku ew li te dide” tenha tûjtir kir. Ew siyaset berê ji zû ve, di mejiyê karyar ê dewletê de hebû.
 
Li ba hiþmendên Washingtonê, hêzek gerdonî ya wek Amerîka nabe xwe tenê bi kar û barên nav sînorên welatî mijûl û gêro bike.
 
Siyaseta derbasbûna nav welatên dî berî 11.09 jî bi kar dihat, wek li Vîyêtnam, Kûba û Iranê çêbûye…. Hin caran jî wan livbazî û cengên derveyî wekî alîkariya wan dîktatûran çêdibûn, ewên ku alîgên  “alîgerên” Amerîka bûn, û bi mebesta “piþtvaniya wan, da welatên wan nekevin tevliheviyê û ji ser hev neþehetin.”, lê di rastiyê de wan kar dij bi firehkirina sîstema komonîst bûn, ne ji bo azadî û mafên mirov bûn, ji ber ku piþtvaniya dîktatûran tersî azadî û mafên mirov e.
 
Li ser siyaseta “Newkon” ên li dora George W. Bush, rojnamevan Bob Woodword di pirtûka xwe ya nû de “Rewþta înkariyê”, ew pirtûka ku di hefteyê pêþîn a belavkirinê de li bazarê libek jê nema, dibêje ku siyaseta realî “rastînî” li ba vê deselatdariyê nemaye. Weku tê gotin û belavkirin êdî rexne nema derbas dibin navenda vê deselatdariya ku çav û guhêd xwe girtine û tenê bi ya xwe dike, ya xwe her rast dibîne û nikane ji wê siyasetê vebe.
 
Rojnamevan ê alman, Tim B. Müller, dibîne ku çawa têkiliya hêriþkirina ser zindana Bastîl û standina taca þahanî ji aliyê Napoleon ve bi hev re tune ye, wilo tiþtekî demokratîkirina Rojhilata Navîn û hêriþkirina leþkerî ya amerîkî ser Iraqê bi hev re tune ye.
 
Di dûrokê de, diyar bû ku demokratiya GirîkîYûnanî” ji hêza leþkerî ya Roma hêztir bû.
 
Iro, ji her kesî re li Amerîka diyar bûye, ku mejiyên serekîn ên Newkon wek Ramesfeld û Dick Cheney, tevî ku gelek ji nav rêzên wan direvin jî, hîn wek berê di berdestiya þaxekî çêkirxaneya leþkerî de ne, lê ji berê bêtir bêdeng bûne. Wek hinde roþenbîrên amerîkî û ewrûpî dibînin, ku daxwaziyên wan ên leþkerî sînor û serhed û çavdêriyên hiþmendî nanasin, li ba wan Stalîniyek ramyarî heye, ku her kesê ne li gel ya wan be, êdî guhdarî li gotinên wî nabe, tew nayin bihîstin. Evana tenê peyrewan dipejirînin, ku bêdeng fermanên wan bi cih bînin.
 
Siyasetek wilo, wê di nav civatek wek ya Amerîka de, ku gelek kesên dij bi cengê, dij bi dîktatoriya ramanî û dij bi rêgirtinê li ber þepelên dî yên civakê, kintemen e û nikare jiyana xwe bi asanî bigudîne. Eve jî yek ji baþiyên civaka azad û democrat e, ku ramanek an komikek an jî hêzek nikane her û her mejiyê gel bide ber qamçeyên xwe….
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org