"Mirina ji bo Azadiyê"

Cankurd

10.01.2006

Bêtir ji salekê ye, ez di va girtîgeha hesinî de me. Çawa ez dizanim? Min bihîst. Li ber derî, min ji yara dergevanê girtîgehê bihîst. Ew dîsa hatibû ba wî, ku bi wî re li gan keve. Ew, Heyranê ji dergevanê bêwijdan pirsiya:

"- Tê bîra te? Roja te ev mesmût girtiye, te sozek da min?."

"- Erê, raste, salek derbas bû û min sozê xwe bi cih ne anî. Her bawer bike ezê gerdenê zêrîn bo te bikkirim. Ez sozê xwe naxum."

Di zikê va sala tijî kul û keser de, tenê carekê dergevan û yara wî ya wek qatirekê, girs û bi hêz, li ser min peyivîn û wê ez bi "mesmût" navkirim.

Bo çi saleke ez di bendegehê de me? Di paþ van þîþên hesinî yên sar û qerêj de? Bawer bike ez nizanim. Gunahê min çiye? Min çi nebaþî bi mirovan kirî? Çi pîsî an çi zorbazî kiriye, ku salekê ez di vê xanîkê hesinî de bijîm, ji dost û yaran, ji heval û hogiran, ji war û niþtê xwe bi dûr kevim? Ez nizanim.

Ez çawa hatim girtim? Raste, min negot. Ez û diya xwe her roj dadiketin geliyekî bi bax û bîstan, di nav dar û geyayê bilind de, ji xwe re digeriyan. Dengê dayika min pir naz û delal bû û bejna wê dîna mirovan dikiþand. Ew hildikiþî ser darek tûyê. Tûyên dora gundê me wek tiliyekê dirêj û qaling in, þirîn û bi rengê rûnin. Min pir jê hezdikir. Niha jî her di bîra min de ne. Wê rojê diya min bi civandina pûþ ve gêro bûbû, ez bê wê daketim nav baxê gelî. Diyare van hovan davek bo me vegirtibûn, ku me gelekan bigirin û bibin bazarê bifiroþin. Min xwe ji niþka ve di nav destêd hovbazekî de dît. Wî jî ez birim bazarê û firotim kesekî dî yê maldar. Berê jî bi sedhezaran kes dihatin girtin. Bi gemiyan dibirin li dûrwelatan wekî koleyan difirotin. Bi rê de, di gemiyan de gelek ji wan dimirîn, ewên dî jî nema vedigeriyan welatê xwe, ta mirinê biyanî û dûrwar dijiyan, bi kul û keser, wek min roj û þevêd xwe bi girîn û nalîn derbas dikirin, piþtên wan di kar û barên hovbazan de duta dibûn, hestiyên wan zer dibûn û rohniya çavên wan nedima.

Ez pir bi rewþa xwe ve gêro bûm, lê bêtir dilê min li ba diya min bû. Gelo! Çi bi serê wê hat? Gava ew li xwe hiþyar bû, ku kurê wê yê tenha hatiye girtin û revandin û nizane, ew kuþtiye an zindî ye, tî û birçî an birîndar û nexweþ e, rût û tazî ye û li ber sermayê diçikçike?... Gelo! Ma ew hîn dilorîne? Bêguman wê lorînek dilsoj be û wê bê þadî û berkenîn be. Ey Xweda! Bo çi min ew þaþî kir û bê destûrê diya xwe ji mal derketim? Bo çi min ew jan û kul ji wê re li þûn xwe hêþtin?.. Min bo çi keser û kovan berdan dilê dayika xwe?. Bila tûyên newalê seriyê xudanê xwe bixun…

Erê va salek e, ez girtî me, lê hîn ez nizanim bo çi. Carekê min bihîst, ku dergevan li ser textê razanê, ku li hember girtîgeha min bû, bo yara xweya nîvtazî Heyranê dibêjie:

"- Girtiyê min her bêdeng e. Min zanîba ewî lal e, min evqas av û dan nedikir zikê wî."

"- Dema mezin bibe, wê te gêj bike."

"- Deng û dîmenê diya wî pir xweþik in. Nêçîrvan çend caran xwe li ber wê danî, ku bigire, lê bizava wî bi serneket."

"- Ma ew dizane, kurê wê li bat e girtiye?."

"- Na ew nizane. Ma zanibe, wê çi bike, wê bê li van derdoran biqîje û hew…"

Ji ber vê, ez guman dikim, ku vî bêwijdanî ez di vir de girtî hêþtime, da ez ji wî re bistrêm, lê ew gihaye wê nasînê, ku ez lalim. Baþ e, ezê her lal bim. Dibe, ku ji min hosan "aciz" bibe û min ji girtîgehê derxîne û bi derve de bavêje. Ezê bi zûkî ber bi warê xwe ve bazdim… û li diya xwe bigerim, ewa deng xweþik û dil bi xem û keser.

Ez ji xwe re diramînim, û ji xwe dipirsim:"Gelo, mesmûto, çiqas girtiyên dengxweþ û zevxweþ li zindanên vê  cîhanê hene, ku xwe lal kirîne, bêdeng bûne, an hatine lalkirin û bêdengkirin, û ewana bêsûc û bêgunah in, lê dîsa jî gelek salên temenê xwe di merbend û zincîran de derbas kirîne. Bêguman gelek wek min jî girtî hene, ku tew nizanin ji aliyê kê ve hatîne binçavkirin û zindankirin. Ewan çi kesin an navêd wan çi ne, an jî li kî derê hatîne girtin.

Ez wilo dibêjim, lê bi rastî carina dema ku dergevan û yara xwe ji wir diçin, berî wê deriyê xanîkê min î hesinî vedikin, ku ez ji xwe re di hindirê maxê de bigerim. Ewan li wir bin, ez di ciyê xwe de bêliv dimînim, lê gava ew derî li paþ xwe digirin, ez bi derveyî xanîkê hesinî de lezdikim, xwe ji vir davêjim wir, di dor xwe re digerim, hildiperikim kenarê pencereya bi þîþên hesinî yên zingargirtî û sar, lê mixabin ji ber  ku cama wê qaling û bi rengê þînê girane, ez nikanim tiþtekî li derve bibînim. Ez xwe davêjim ser doþek û nivînêd dergevanî. Razanga wî nermik û germik e, ciyê li gan ketinê ye bi Heyrana sîngfireh û pêtikgiran re. Erê her çend rojan yara wî tê ba wî, û li ber çavêd min xwe tazî dikin û bi hev re li gan dikevin, hilkiþîn û hîrehîr û fiþefiþa wan min hosan dikin, ez çavêd xwe digirim û bizava xwe dikim, ku guhêd min nebihîsin, lê ez çi bikim? Eve salek di ser girtina min re çûye û rewþa wan her ewe. Xwarin, vexwarin, pevçûn, hevdu rezîlkirin, ji hev xeyidîn û li ganketin, wek meymûn û mîntikan. Ji wê pêve karekî wan tune. Xwarin û avê didin min, lê dilê kê diçe xwarina zindanê? Ez nîvî dixum û nîvê dî davêjim, bi lingêd xwe di xanîkê xwe yê hesinî de belav dikim. Carina ez xwe di teþtika avê de digevizînim, lê bi rastî ne mera paqij dibe û ne germî û xeyda dilê mera dadikeve an sar dibe.

Ez yekê dibêjim û yekê nabêjim. Van du rojin yekî dî yê wek min terlankî girtine û anîne xistine ba min. Ew jî kesekî seyr e…Lê diyare ew ji min wêrektir e. Gava ez anîme vê zindanê, min ji tirsa bi xwe de berda, ji ber wê jî dergevan çend kulm li tepeleka seriyê min dan. Hema ev kes e, tew ne xema wî ye, jerkî ew hatiye fîtefîta wî ye, dev nakeve hev, ne bi xwe de berda û ne jî bi xwe de mîst. Herhal ew kurê pehlewanekî ye. Dergevan jî pir ji wî hezdike. Dema ku dergevan fîtefîta wî bihîstiye, bi tiliya xwe li þîþên xanîkê min da û gote min:

"- Tu dibihîsî, lalo?..Binêr ev çi wek bilbilan dixwêne!..."

Lalo, mesmût!...û her weha navan ji min re pêda dikin, tenê ji ber ku ez di zindanê de ne bûme bilbilê wan. Xem nake. Çi dibêjin bila bibêjin, ezê nebim bilbilê girtîkarê xwe. Gava tu ji wan re bistirê, dibe te bikin hozanvan, nivîskar an serokek jî. Lê ez di zindanê de naxwênim. Dibêjin, ku bi hezaran xort û ciwan hebûn, di zindanan de hat îþkencekirin, kuþtin û sotandin lê dîsa jî ne bûn bilbilên hovbazan, û hinek jî hebûn, li derve Enterê Þedad û Rustemê Zal bûn, lê di girtîgehê de bûn bilbil.

Hevserê minê zindanê got:

"- Tu rast dixwazî, min xwe bi xwe da dest van hovan, da min bigirin. Xwarina zindanê bi dilê min e, hindirê wê germik e û kes hêriþ ser min nake. Rast ez nema dikarim ji berbangê de ta bi êvarê li pey xarinê bibezim. Xarina zindanê ne bi dilê min e, lê ew tê pêþ min bê kar û lêgerîn, hindirê zindanê jî germik e û kes di vir de hêriþ ser min nake. Ma çi pêve ye min ji dergevanan re xwend û stra?..."

Ji ber vê gotinê, min ji dil de nevîna "kurha" wî kir, lê her kesek xwediyê baweriya xwe ye. Ew helwêsta wî ye…

"- Hey! Tu tew ji zindanê naqerî?." Min wilo ji hevserê xwe yê sertîjik û lêvqeytanî pirs kir.

"- Ez berê demekê ketîme bendîgehê, li welatê me bendexane û derveyî bendexanê wek hev in. Ne li vir û ne li derve tu azadî. Tu her koleyî…Tûlû…tûlû…tûlû…"

"- Tu çawa derket?."

"- Xwezî ez derneketibama. Min li derve çi xêr nedît. Ez heznakim bi pey pariyê nên kevim."

"- Ez dixwazim derkevim. Ez li vir her nexweþim. Bihna min dernakeve. Ma çi ji azadiyê xweþtir heye?."

"- Baþ e, pir asan e…Xwe wek miriyekî dirêj bike û nelive…Ezê bikim qîjeqîj, dergevan wê bê û binêre ka çi bûye. Ewê bibîne, ku tu mirdar bûyî, wê bi termê te bigire û te bavêje derve. Ne dûr e hema te di pencereyê re bavêje ser sergiyan, bo segêd birçî. Tuyê zump bi ser sergiyekî nerm de bikevî, tuyê yekser bazdî û hew…"

………………………….

Lalo çêroka xwe di bendegehê de wilo ji min re hewalda û min jî nivisand, û bi rastî jî wî xwe li mirinî na, di hindirê xanîk hesinî de xwe li ser hesîrekek kevnare dirêj kir û nelivî. Hevserê wî yê bendegehê kire qîjeqîj û wîjewîj, ta dergevan bi lez û bez hat hindirê maxê. Çi bibîne?! Lalo mirî ye. Ji heft canan canek tê de nemaye. Bi pî û baskan girt, sist û bêhêl. Seriyê xwe hejand, ew Hilda ser destêd xwe, ji qefesa hesinî derxist û got:

"- Laloyê min! Tew ez nizanim bo çi min tu girtîbû?."

Pencere vekir, bayekî hênik ji derve de, tev li bihna tûj a sergiyan hat. Di pencereyê re termê Lalo avêt ser sergiyan. Lê belê berî ku Lalo bi ser ziblê sergiyan de bikeve, bihnek bayê azadiyê kiþand, basikêd xwe livandin û bi ezmanê fît û fireh de, di ser deþtê re, ber bi çiyan ve firiya… Gelek bilind firiya… Ji azadiyê ne kêmtir bîra diya xwe kiribû…Bîra lorandina wê di ber weþandina tûyan re, li ser dara di binê newalê de…

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org