|
Necîb Mehfûz di
11.12.1911 li taxa Elcemaliye li Qahîrê
ji dayik bûye, zarotiya
xwe li wê taxê
derbas kiriye. Piþt re li taxên
Elebbasiye, Elhuseyn û
Elgoriye, ku ji taxên
bajêr ên kevin in, çavêd wî li jiyana rojane ya gelê hejar vebûye û
ew jîn kiriye xama
hemî berhemên
xwe yên giranbiha.
Sala 1934 belgeya Magistêr di Felsefê
de standiye, lê dilê wî pir bi ser wêjevaniyê
de çûye, û
ketiye bin hikariya wêjevanê mezin Taha Husên û zanayê
navdar Ebbas Mehmûd Ele’qqad,
ku bavê wî ji xelkê
Diyarbekirê bû.
Necîb Mehfûz sala
1936ê dest bi nivisandina kurteçêrokê
kir û bêtirê
dema xwe da karê wêjevanî.
Di navbera 1959 û
1971 de gelek karên ku têkiliya wan bi hunera fîlm re hebûn,
kirin û di pileyên histobariya hunerî
re hilkiþiya hetanî
ew bû þêwirdarê
wezareta çandeyê bo karûbarên sînemayê.
Necîb Mehfûz
hinek romanên li ser dûroka
Fîrewnî nivisandin, û
sala 1952yê sêbika navdar -
Beynelqesreyn, Qesrishewq û Elsukeriye teva kir û sala 1956ê ew belav kir. Bi va romana sêbirkî
navê wî li cîhana erebî û li gelek welatên cîhanê wek romannivîsekî
mezin belav bû.
Di sala 1989ê
de xelata Nobêl
a bo wêjevaniyê stand, û
berî wê jî xelata „îstîhqaqê“ ya tev bilind li Misirê standibû.
Necîb Mehfûz di
romanên xwe de li gel gelê
xwe yê hejar û bêmafkirî ma. Birînên wan, kul û
janên wan, hêvî û daxwazên wan bi firehî
û bi zimanekî
wêjevanî
yê bilind dane nasdan. Lê di romanên
„ Lawikên
taxa me“, „Elherafîþ“
û “geryana Ibin Fetûme“ ber
bi nîþandariyê
„remziyê“ ve çûye. Bi xwe jî sênariyo yên hinde fîlman
nivisandine, wek: „Destpêk û dawî“, „Sêbirk“, „Valapeyvên
li ser Nîl“, „Dizker û Seg“ û „Rêg“.
Roja
30.08.2006 Necîb Mehfûz koç kir diyarê rehmetê û ew di wê
baweriyê de mabû, ku li dawiyê wê baþî bi serkeve û leþkerê baþiyê,
ronahiyê û mirovatiyê roj b roj hêzdatir dibe. Di gotina xwe ya roja
standina xelata Nobêl de, Necîb Mehfûz da nasandin, ku ew
ji bo serkeftina mirovatiyê karê xwe dike û hîviya wê di wê de mezin
e.
Necîb
Mehfûz
nêzîka 50 pirtûkên roman û kurteçêrokan nivisandine û piraniya
berhemên wî hatine wergerandin 33 zimanan li cîhanê.
Navên wan bi Erebî evin:
|