Li
ser romana Lokman Polat
"Nûrheyata
Licî"
Cankurd,
03.06.2005
Paþ
romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê
Þêx Seîd)", "Gulîzar" , "Rojnamevan"
û "Robîn", û gelek pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn
û Jiyan", "Jin û Zindan", "Evîndar"
û hinekên din, vaye kek Lokman Polat ji me re "Nûrheyata
Licî" derxistiyê û wek soz di dawiyê vê romanê da daye, ew di
demek nêz da romana "Axîna Licî" li ser têkoþîn û
berxwedana Licê derdixîne.
Lokman
Polat ê li Swêd dijî, û
ji zû ve li derveyî welêt e, hîn bêtir damarêd xwe berdide axa
Kurdistanê û xwe bi niþtê xwe va hîn bêtir dizemirîne, tew naxwaze
bibe biyanî. Dibe jî ew bo Swêd paþ evqas dem hîn biyanî be, lê
bo Kurdistanê, ew malxweyekî wefadar maye, çermê xwe wek hinek niviskarên
me yên din nafiroþe û zimanê Kurdî bi zimanekî dî naguhêre û her û
her li gel gundiyan, cotkaran, karkir û masîvanan, keç û lawanên þervan,
dayik û bavên, ku çavrêyê zarokêd xwe yên girtî dikin dimîne, bi
zimanê wan ê asan dinivîse, wek bi wan re ji dûriya xwe va bi telefonê
dipeyive. Kî ji Kurdên Licê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Girê Sor "Qizil
Tepe" an ji Kardaxa "Kurdaxê"
û Behdînan berhemêd Lokman Polat bixwêne, bi asanî têdigihîne
wate û ramanêd wan berheman, û wilo niviskarê me yê delal baxekî fireh
û rengareng ji gulan pêda dike, ku her kurdek di nav re bigere û di nav
da xelkê wek xwe bibîne, bi wan re bi zimanê xwe bipeyive û ji wan her
peyvekê fêhm bike. Eve jî karekî bash û mezin û giring e bo yekkirina
zaravokên Kurmanciya bakur. Min berê jî di nirxandina kurteçêrokên Lokman
Polat va þêweya bi karanîna zimên berçavkiriye û li ser
nivisandiye.
Ev
kurteroman ji 88 rûpelan e û ji aliyê Helwest – Förlag - DOZ va, li
Istanbolê, hatiye çapkirinê, hema ne diyar e, ka ev îsal derketiye an
sala çûyî. Li ser bergê wê
yê pêþîn Nûrheyat a çeleng û bejinlihevhatî bi cil û bergêd jinên
Kurdan, li ber çiyayekî bilind rawestiye, ku ji çavêd wê evîndarî û
viyan dibare, hema li ser bergê paþîn ew piçekî pîrtir û rûxeyidî,
bi mêrankî di cil û bergêd þervanekî da, bi þûr û mertal dîsa li
ber çiyaye. Eve jî naveroka kurteromanê ya serekîn e, ku Nûrheyat hem
jinek xweþik û nazik e, hem jî cengawer û mêrkuj e.
Tiþtekî
seyr û hêja ye, mîr Zeydîn, tevî ku gelek kurêd wî hene, ew dilteng e
ji ber tunebûna dotekê "qîzekê" di nav wan da, ew li
ber Þêxnûrê pîroz digere û nizane çi bike, da bibe bavê keçekê. Li
ser azariya "nesîheta" Þêxnûr ew her þev li ber Xwedê
digere…
Di
civata kurdî da, rast pir cudahî tune bû di navbera nêr û mêyê
zarokan da. Keçik û kurik bi hev re diçûn ber pêz, h'êlik û h'ezêle
bi daran ve girêdidan, da xwe pê ve h'êl bikin, bi hev re diçûn nêçîra
çivîk û masiyan û gava bav û dayikan deng li keçikê dikirin,
digorin:"Kurê!." Ev jî taybetiyek civaka kurdî ya gundî
û koçerî bû. Di romanê da Lokman Polat li ser zimanê lehengên romana
xwe dibêje:" Ewlad ewlad e, çi keç be çi kur be, herdu jî þêrîn
in." (r.04).
Fantazî
romanan xweþiktir dike û romanek bê fantazî jar û ziwa ye. Di romana Nûrheyata
Licî da fantaziyek xweþik û kevnare heye, tê da agir dibe mirovek û bi
Þîrvanê, dayika Þîrzad re dipeyive û daxwaz û xewnêd wê bi cih tîne.
Heyv "Hîv" dadikeve ser keleha Etaxê û bi mîr Zeydîn
re dipeyive. Sirûþt û mirov têdigihînin hevdu û bi hev re dikevin têkiliyek
mirovî, harîkariya hevdu dikin.
Azadî di xewna Þîrzad da dibe asikek "xezalek" û ji ber wî direve, ew çiqas li pey asikê dibeze nagihe wê. Eve jî pir xweþik û hêja ye di romanê da.
Lokman Polat dûroka herêmê bi kar tîne û tiþtê jê re di wê dûrokê da giring û pêwîst dixîne nav diyalogên romanê, wek di rûpel 12 û 13 da, ku li ser gelên Yacûc û Macûc ên di Qurana pîroz da hatîne bi navkirin û wek Iskenderê Makdonî radiweste. Wilo romana wî ber bi "Romana dûrokî" ve diçe. Li ba Ereban di vî warî da Corcî Zêdan navdar bû. Mixabin kek Lokman Polat pir guh nedaye hûrikiyên dûrokê, û hema di ser re lezkiriye û hinde rastiyên dûrokî jî binpê kirine. Çiqas niviskarê romanê azad be jî, lê divê mirov bo piþt û nijadên bên hinek rastiya dûrokê jî bide diyarkirin. Di hinde waran da jî romanerê me pir kin diçe ber bûyeran, bo nimûne: Tevî ku Þîrzad kesaniyek giring e di vê romanê da, ji bûyîna wî da ta bi ciwaniya wî tenê du rêz di romanê da hene: "Jê re kurek çêbû. Wê navê wî Þîrzad danî. Þîrzad mezin bû, êdî bûbû xort. Dilê wî ketibû Nûrheyatê…" Ez dibînim bo rewþtina jîn û dorjîna kesaniyek serekîn di romanekê da ev hindik û kêm e .
Di
romana Lokman Polat da afret "jin an keç"
qehreman e, dadikeve qada þer, û meydanê ji mêran dixwaze, bi wan re
dikeve pevçûnên xwînî, seriyêd wan bi þûrê xwe difirîne û mejiyêd
wan dipijiqîne, lê ew ne jinek normal e, ew ji aliyê hêzên nedîtî va
hatiye amadekirin û fêrkirin, û gava dikeve cengê guhartinek dikeve bejn
û dîmenê wê, wek mêran dibe.
Di
vir da du pirs tên bala mirov:
-
Gelo, mebesta niviskar ewe, ku jin pêdivê hêzek
nedîtî ye an jî pêwîst e ezman piþtgirtina wê bike, da bikaribe wek mêr
bibe qehreman?
-
An jin ne ji bo þer û pevçûnê ye, û gava ew bikeve nav cengê mêbûn
li ser wê
namîne û ew dibe mêr, wek di romanê da hatiye, ku ew di cengê bi tevayî
tê guhartin?
Di
her romanekê da, di nav pevek û axiftinan da, nameyek ramanî, fîlosofî
an siyasî heye, carina li ba hinekan, wek romanerê hêja Mihemed Uzun wilo
aþkere û fireh û req diyar e, ku êdî ew pirtûk ji nav baxçeyê
romanan dertê û dibe pirtûkek fêrkirina dûroka ramyarî an nasdana bîr
û baweriyekê, ku têkiliya wê bi hunera romanê re tê birrîn. Li ba
hinekan jî roman zincîrek ji bûyerên li pey hev û din e, pir baþ
hatine li hevhûnan û bi hevxistin, tê da fantaziya ku bingehek giring a
romanê ye, hêja ye û ciyê pesnê ye, Lê mixabin nameyek tê da tune.
Roman darek bê
berhem e…Bo çi ew roman hatiye nivisandin, niviskar dixwaze çi bibêje?
Ez dikarim ji wê romanê fêr bibim çi wateyan? Felsefeya niviskarê wê
çiye?....
Di
navbera herdu þêweyan da, roman wek hilgirê ramanekê, ji me re romana Aldous
Huxley (1894-1963) "Cîhana xweþik a nûjen" nimûneyek
mezin e. Aldous Huxley bo Utopiya xwe þeþsed sal berepêþ
dibeze, da bo me cîhanek dî, cîhanek bi mirovekî dî, ramanin dî, dan
û standinek dî û hevjînek dî bide nasîn, û tevî ku fantaziya zanist
"Science Fiction" romanê ji serî da ta bi dawiyê digire,
lê belê ew hilgirê ramanin mezin û balkêþ e, ku wek geya teviya baxê
romanê rapêçane. Di romana "Fîlosof" a kek Lokman Polat
da, bêtir li ser ramanên nivîskar hatiye nivîsandin, lê di vê romanê
da "Nûrheyata Licî", tevî evqas fantazî û bûyer û
pevçûnan, aliyê ramanê qels e. Hinek ramanên baþ ên romanê hene, wek
"Þêr þêr e, çi jin e çi mêr e" an "Xwekuþtin
gunah e." an jî diyarkirina neyarên gelê Kurd, lê dîsa jî
mirov ji xwe dipirse: "Gelo,
daxwaza kek Lokman di vê romanê da çiye?."
Zimanê
romanê Kurmanciyek nas e, asan e û nerm e, lê carina mera dikare hîn
asantir bike, wek: "Ezê bixwazim" li ciyê "Ezê
daxwaz bikim." An "Mîr Zeydîn ê çi bikira" li
þûna "Mîr Zeydîn dê çi bikira!..."
Kurd
dibêjin:"Bila berxikekî baþ bizê, bila bi derengî bê."
Di pirtûkê da hinek çewtiyên çapê hene, diyare ku ji lezkirinê ye.
Divê roman di ber çavan re baþtir bihata derbaskirin. Wek di rûpelên 40
û 41 da. Diviya bû li ciyê "Ew çiqas di xeterê de de"
bihata nivisandin "Ew çiqas di xeterê de ne." û di
peveka "Tu benîademekî tune ku bikaribe þerkerê sêzdemîn…"
divê peyvek wek "bikuje" li dawiyê heba, an pevek wilo
ba:"…bikaribe zora þerkerê sêzdemîn bibe." an bi
terzekî dî…
Birayê
delal, niviskarê me yê hêja û jêhatî Lokman Polat hinde caran lezdike,
lew re þaþî derdikevin holê. Di destpêka rûpela 49ê da vê dibêje:"Dinya
sayî bû, roj çûbû, di þûnê de hîv derketibû." Gava yek vê
bixwêne, wê têbigihe, ku êdî roj teva bûye û êvar hatiye. Lê paþ 9
rêzan vê dibêje:" êdî hindik mabû ku bibe êvar."…"…þer
dom dikir û ber bi êvarê …"
Þaþiyên
wilo li ba gelek romaneran pêda bûne, ji ber ku roman di rojekê da naye
nivisandin, demek dirêj jê re pêwîst e. Di romana Don Kîþot a Sêrvantês
da kerê peyrewê lehengê navdar dimire, lê paþ pelekî dî ew peyrew li
kerê xwe suwar dibe û bi rêya xwe da diçe…!!!
Hema
pevekek wek vê pevekê di romana kek lokman Polat da, wê dilê zimanzanan
biêþîne: "Nûþîrvan zirxê hesîn ji xwe derxist!"
çawa zirx ji xwe derxist?. Bêguman mebesta niviskarê hêja:"êxist",
ne "derxist" e.
Di
romanê da, rûpel 60 da hatiye, ku Alparslanê turk navê "Kurdistan"
dide welatê Kurdan û egera vê yekê jî li gor dîtina niviskarê romanê
ewe, ku "tan"
bi wateya "welat" e li ba Tûraniyan. Di rastiyê da ew ne
ji "tan" hatiye, ew ji "stan" hatiye, weku
di Ingilîzî da "State", di Farsî da "Stan",
di almanî da "Staat" û di hinek zarên dî yên
Indo-Europî da jî.
Çiqas
em bibêjin,
yekî binivîse ji yekî nenivîse bêtir berdestiya gel û zimanê xwe
dike. Lokman Polat jî gelek zîrek û xebatkar e di warê nivisandina bi
Kurdî da, ew xudanê gelek berheman e, û Kurd pêdiviyê kesên wek wî
ne… Ez hemî berhemêd wî dixwênim, û min gelek ji wan jî nirxandine
û rexne kirine, ez ji ramanêd wî hezdikim û ji Kurmanciya wî ya asan û
zîrekiya wî di her hunerek wêjevanî da…û lew re ez bo wî serkeftinê
her dixwazim.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org