|
Paristina
rojnamevanan Histobariyek
nêvneteweyî ye
Cankurd 20.10.2006
Ji
sala 1944ê de, ta niha, bêtir ji 2000 rojnamevan di nav karê xwe de jîna
xwe ji dest dane. Di sala 2004 de (24), di 2005 de (22) û
îsal
(25) rojnamevan bi destê
leþkeran, têrorîstan an çeteyan hatine kuþtin. Bo bi bîranîna
wan, di 7ê.10.2006 de, li bajêrê firensî Bayeux, bîrangehek hat pêdakirin.
Cara yekê ye bîrangehek wilo bo rojnamevanan li Ewrûpa tê avakirin. Di wê
rojê de jî rojnamevana rûsî Anna Polîtkowska, ya ku gelek qerêjiya
deselatdariya Moskova û ya Çaçanistanê derxistiye ber
rohniyê, hat kuþtin, û li Afganistanê jî karmendên kanala almanî
ya bi nave “Deutsche Welle- Pêla almanî”, Karen Fîscher
û Christian Struwe hatin kuþtin. Li
gor xala 79 ji peymana “konvensiyona” Gênf, pêwîste ji
hemî aliyên cengê ve rojnamevan wek mirovên bêçek bên dîtin. Lê
mixabin di herdu cengên Afganistan û Iraqê de, ji teviya cîhanê
re diyar bû, ku dewlet / leþker tew naveroka vê peymanê bi cih nayînin
û guh nadin bangên saziya “Peyamnêr ên bê sînor”
ku ta niha kuþtina 118 rojnamevanan di van herdu cengan de daye bêlîkirin.
Ne tenê Alqaîde û Talîban va peymana hêja avêtine paþ
guhên xwe, Amerîkanan jî di gullebarandina ser hotêla Filistîn
de, li Bexdadê sala 2003 peyamnêrên ereb û amerîkî kuþtine. Kuþtina
Terry Lloyd û komikek ji karmendên bi wî re di 22.03.2003 de li
bajêrê Basre, li baþûrê Iraqê, ta bi niha bûye çêrokek gelek
balkêþ.
Leþkerê
Birîtanî di “Pirtûka kesk” de daye xuyakirin, ku rojnamevan di
qadên cengê de jî xwedî kesayetiyên serbixwe ne. Pêwîste Neteweyên
Yekbûyî va naskirina hêja ya rojnamevanan bike biryarek nêvneteweyî û
lêkolînê di kuþtina her rojnamevanekî de bike û hovîtiyê bîne zimên
û kuþteran bikîþîne ber dadgeha nêvneteweyî ya ji bo bedkariyên cengê. Divê
li Kurdistanê jî, û bi taybet li parçeyê azadkirî biryarek diyar û ji
aliyê hemî hêzan ve naskirî ji bo paristina jîna rojnamevanan hebe. Ji
tevgera ramyarî ya kurdî tê xwastin, ku xwe bi vê mijarê gêro û mijûl
bike. Rojnamevan, weku di nav gel de bi “Çavên Xwedê” tê nasîn,
divê bi azadî, hem di aþtiyê û hem di cengê de bi kar û barên xwe
rabin. Divê em Kurd di mijarên azadiyên mirovî û yên kar û xebatan de
xudan normin diyar bin, da cîhan me ji gelên pêþkeftî di warê
mirovatiyê de di rêza yekê de bibîne. Ji serekatiya Kurdistanê jî tê
xwastin, ku vê yekê ji xwe re bike karek ji karên tewr giring. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org