Þahînê
Bekirê Soreklî
[Pisîk
jî xewnan dibînin]
Cankurd
Bi
bergekî reng qurþînî, ku tenê wêneyê pisîkek (reþ û sipî)
li ser e, pirtûkek ji 128 rûpelan û 20 çêrokan ji aliyê
niviskarê hêja Þahînê Bekirê Soreklî ve ketiye nav
destêd xwendevanê kurd.
Hêja Soreklî, ku niha ji porsipiyên niviskaran e, bi zimanê xwe yê þirîn, bi serpêk û tecrubeya xwe ya dirêj di jînê da, û bi têrbûna mejiyê xwe ji çande û kelepûra Îngilîzî, Erebî û Almanî, li gel ku ew kurdekî xudan dilekî nazik e û evîndarê welêt e, ji me ra hinde berhemên hêja berê lêkirine û pêdakirine, û wek stûnek wêjevaniya kurmancî di nav Kurmancan da xwe ji zû ve daye pejirandinê.
Þahînê
B. Soreklî di van kurteçêrokan
da jî hikariya du cîhanan, ku li ser wî heye, tîne ber çavan,
Yek: Hikariya mezin a çande û kelepûra Îngilîzî û jîna
ji zû ve, ku ew li dûriyê, li Australiya dijî. Du: Kul
û êþ û malwêraniya Kurdan, ku wek geyayekî hov, xwe her û
her davêje nav hemî berhemêd wî û wan bi zûkî dipêçe, nahêle
ew vehese û binzor dibe, ku xwe bi wan kul û sohtînan ve gêro
bike.
Wek
di [Windabûn-1987], [Namûsa Êmo- 1994] û [Azadbûna
Mehmet Karataþ – 1985] da jî, ew ji civata kurdî, ji bêzarî,
hejarî, nezanî û sohtîna kezeba Kurdan venabe. Lew re jî ew
di vê pirtûkê da, berî hemî çêrokên din, bizava xwe dike,
ku xwe ji Kurdan rizgar bike, bi ser çêroka John Hayde da
diçe, lê dîsa jî di wê da ew û Johnê xwe li dûriyê û li
mirina di dûriyê da digihînin hev, ji hev nabin, nikanin xwe ji
dava dûrketinê û çandeya wê rizgar bikin, têda tên piþaftin
û dibin xulî...Lê di piþaftinê da bîrana wan bi xortî wan
vedigerîne çandeya wan a ku ewan jê hatîne... ev
biberhevketina çandeyî
hertim li ba Þahînê B. Soreklî çêdibe, wek
gladiyatorê paþ her serkeftinekê dîsa dadikeve trata hevkuþtinê
û qehremanekî an bokeyekî dî yê amadeye bo kuþtinê li pêþ
xwe dibîne. Ew gilî û gazincên xwe dibe civata pêxemberan, lê
çi fayde?! Ew belengazek e di nav pêlên zireyek mezin û fireh
da, di tariyê da avjenîyê dike, nizane qeraxên wê zireyê li
ku ne, û çandîn dûr in. Ew li ber lêdaçûnê, destê xwe
dipelîne û davêje her tûmekî, bo rozgariya xwe ji dûriyê,
ji tenahiyê û ji mirinê, lê ma dikare?! Ez dibêm: Ew bi xwe jî
nizane rê li kîderê ye û çare çiye!
Þahînê
B. Soreklî
her û her vedigere þikefta, ku jê hatiye, zarotiya li paþ
gelek zire û welatan her û her ji wî re hembêza
xwe vekiriye, û li ser sewkiya welatê xwe bi qeser welatê
xwe yê piçûk lingêd xwe dirêj dike, bihnekê, soliqekê
berken dibe, bi bîrana xwe dilþa dibe, lê deng û qîreqîra jînê
di dûriyê da wî radike, ser ji nû ve heþar dike...
Ew di van kurteçêrokan da, wek me berê di nirxandina [Windabûn] da gotibû, bizava xwe dike, ku rojekê an katekê ji gera xwe ya gerdonî raweste û seriyê xwe deyne ser balifê welatê xwe û vehese, lê belê ew nema dikare di rastîniyê da vegere wa zarotiya berî niha bi pêncî salî, wa mala, ku hatiye herifandin û malek dî jê pêda bûye, û nikare vegere wî niþtî, ku bi sedan car tar û mar bûye, ew niþtê, ku êdî nema tê bîra wî, ka Þahînê B. Soreklî li kîderê maye, çima ne li mal e...
Dûrî û bîran herdu bi hev re dêm û hinavêd Þahînê B. Soreklî bi kizotên sor her û her disotînin...Berhema wî ya nûjen jî [Pisîk jî xewnan dibînin] kezebsohtînek dî ye di vê rêya dirêj da, di va xewna wî ya herdemî da...
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org