"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî - IV
 
 Cankurd
 
Sapras ê farsî sozê xwe bi cih nayîne
 
Bajêrê Athêna
 
Gava Girîk gihane ber çemê Zabê Mezin ê 400 pêyan pan bû, sê rojan li wir man. Di wê navê de Klîrgos bi Sapran re kete dan û standinê, û bi wê þêweyê sozê xwe yê bi hev re dane, ku þerê hev nekin, carek dî û nû kirin.
Klîrgos ji wî re anî zimên, ku hinek dixwazin di navbera wan de pevçûnan pêda bikin, û Sapran gotinên wî erê kirin, û bi ser ve got:
 
Ey serwer û serleþkerên Girîkan, eger hûn amadene bo serîlêdana min, ezê ji we re wan bi kesan bi nav bikim, ewên gumana, ku xiniziyê bi min û bi leþkerê min bikin, ji ser xwe avêtine ser we.”
Klîrogos got:”Ezê wan giþan bînim, û ezê jêdera agahiyên xwe jî bo te bibêjim.”
þûnwarê Hatra
 
Hinek serbaz nerazîbûna xwe ji gotinên Klîrgos diyar kirin, û pêþniyazî kirin, ku ew nehêle serleþkerên wî biçin serlêdana Sapran di leþkergeha Farsan de, û divê Klîrgos bi Sapran ne bawer be, hema Klîrgos li ser nêrîna xwe req ma, lew re 5 serhêz û 10 serkêþ çûn û li gel xwe 200 þerker bi behaneya kirrîna tiþt û pertalan bi xwe re birin. Gava gihane çadirgeha Sapran, rê bo 5 serhêzan hat dayîn, ku derbas bibin hindir çadira Sapran: Klîrgos, Proksînos, Mînon, Agiyas û Suqrat, hema yên dî, tev li derve man.
Paþ kurtedemekê, bi nîþanekê re, hemî serkêþên girîkî yên li derve hatin kuþtin û serhêzên di hindirê çadirê giþ hatin girtin, û suwarên Farsan teviya wan 200 Girîkên li deþtê, çi azad û çi kole, dan ber þûr û ruman, kuþtin.
Gava Girîkên dî bi vê yekê haydar bûn, beziyan çek û debanên xwe û xwe ji cengê re amade kirin.
 
Gava pêrgî Farsan hatine, Ariyawûsê farî gote serekên Girîkan:
 
„- Girîkino, ji me re durûtiya Klîrgos û pêlêkirina peymana þerbestinê ji aliyê wî ve bi cih bû, lew re wî mafê xwe stand, ew jî mirin bû. Hema bo we þah ferman daye, ku hûn debanên „silahên“ xwe deynin, çekên we yê þah in, ji ber ku Koroþ berdestê wî bû, û þah xudanê wî bû.“
 
Klînor bi navê Girîkan bersiv da wî:
 
Ey xinizê Ariyawûs û hûn kesên, ku we dostaniya Koroþ kiriye, ma hûn li ber xwedîkan û mêran þerm nakin? We sond xwaribû, ku hûnê dostaniya dostên me bikin û neyartiya neyarên me bikin. Piþt re we bi vî kuþterî gawir re, bi Sapran re, xinizî bi me kir, we mirovin, ku soz û peyman dabû wan, ku tiþtek bi wan naye, dan kuþtin.
 
 
 
Pûtê xwedîkê tev mezin li ba Girîkan: Zêyûs „Zeuos“
 
 
Her pênc serhêzên girtî birin ji þah re, û seriyên wan hatin jêkirin. Girîkan paþ wê bûyera xwînî, ZênofonXenophon“ ji xwe re kirin serek.
 
 
Rewþa Girîkan li Kurdistanê
 
Rewþa Girîkan, paþku serekên wan hatine kuþtin, wêran bû. Lew re civînek xwe ya li ser cengê bi hevxistin. Tê de biryara vegerê bo Yûnanistanê standin.                                                                                                
 
Di robarê Zab re derbas bûn, û paþ têkdana çend hêriþên talanê ji ser xwe þikandin, wan hêriþên, ku MîtrîdadMîrdad”ê farsî dajotin ser wan, gihan ber robarê Dîclê, ku li wir bajarekî mezinê gel jê koçkirî, bi navê Larîsa hebû. Ew berê bajarekî Mîdiyan bû, dîwarên bajêr 25 pêyan qaling bû, bi bilindahiya 100 pêyan bû, û dorêça dîwarê 6 mîl bûn. Ew bajar ji kerpîçê heriyê, li ser bingehek zinarî, ku qalingiya wê 20 pê bûn, hatibû avakirinê. Dema Farsan destê xwe dane ser Imperatoriya Mîdiyan, þahê Farsan ew bajar xistibû dame “hîsarê”, lê dîsa jî nekanî bû bistîne, piþt re ewirin giran bi ser bajêr de hatin û ji ber çavan berþê kirin, lew re þênî yê bajêr cî ware xwe hêlan û bajar ket destê Farsan.                                                         
 Li wir, li nêzîka bajêr, avahiyek kevirî û sêkoþî, 100 pê pehnaviya wê û 200 pê bilindahiya wê, hebû. Gelek gundî reviya bûn, hilkiþî bûn  ser tepelka wê.  Hinek dibêjin; ew bajar Larîsa bû û hinek dibêjin: bajêrê Nemrûd bû.
 
Paþ 18 mîlan, ewan gihan kelehek mezin li ber bajêrê „Mîsîla”, ku berê Mîdî tê de dadinisîn. Bingeha kelehê ji kevirê nerm bû, pehnaviya wê 50 pê, bilindahî ya wê 18 mîl bûn.
 
Diviya bû, ku Mîdiya jina þahê Mîdî reviya be wê kelehê dema Mîdiya împeratoriya xwe ji dest dan û kete destê Farsan, û þahê Farsan tevî ku gelek caran hêrîþ ser kir, lê nekanî bû bistîne, piþt re ZêyûsZeuos” ê, ku li ba Girîkan wek xwedîkê tev mezin tê nasîn, birûsk li wî bajêrî da û þêniyê wê tirsiya û bajar kete destê Farsan.
 
Piþt re rêveçûna 12 mîlan dest pêkir, Sapran gelek caran avêt ser Girîkan, lê belê wan xwe ji destê derxistin û paþ 5 rojan giha ciyekî pir asê, ku ji aliyekî ve çiyayin bilind û ji aliyekî dî ve çemê kûr hebû.  [ Ne dûr e, ku mebesta Zênofon geliyê Sipî yê nêzîk zaxo ye]. Ew hîngê di navbera çiyayê Sipî û robarê Diclê de diçûn.
 
Serleþkeran civîneka xwe bi hevxistin, û ji destegîran “esîran” li ser herêmê pirsiyan. Wan got, ku baþûrê herêmê dikeve ser rêya Babêl û Mîdiya, û rojhilat ve dice Sose û Akbatana, û hat gotin, ku ew havîngeha þah e, lê gava di robarekê re derbas bin, wê her bi Lîdiya û Iyona ve biçin, hema bi bakur ve, di nav çiyan re wê biçin welatê Kurdoxiyan. Ewana gelekî cengawer û wêrekin û ne di bin destê þah de ne. Berê leþkerekî ji 120.000 þervanan hêriþ welatê wan kiribû, kesek ji wan venegeriya bû, ji ber zevînê welatê wan ê çiyayî. Di hinek deman de peyman bi þahên deþtî re danîn, û wilo têkiliyin baþ di navbera wan û gelên deþtê de pêda bûn.
 
Serhêzên Girîkan biryara xwe dan, ku di nav çiyan re hêriþ ser gelê Kardoxî  bikin, ji ber ku li gor gotina destegîran, wê xwe bi zûkî bigihînin Ermenistan a zengîn û mezin, ku þahê wê bi navê „Arontas“ bû. Ji wir jî çûyîna bi her aliyekî ve asan e.
 
Girîkan qurban bo xwedîkên xwe dan, da rêveçûna wan  serkeftî bibe, lê belê ji ber gumana, ku di tengerêyên „ziqifên“ çiyayî re hêriþ li ser wan çêbibin, fermana xwe bi zûkî dan û bo koçkirinê lez kirin.
                        
Di bin basikên tariyê de, û berî asîman mor bibe, Girîkan deþt birriyan û bi aliyê çiya ve hêwirîn, bi ber destê sibê re gihanê. Krîsofos di pêþengiyê de, li gel leþkerê xwe û hemî hêzên sivik diçû. Zênofon jî hêzêd xwe li paþengiyê civandi bûn da hêriþên, ku ji paþ ve bên, biþkîne û nehêle kes ji niþka ve bavêje ser wan. Krîsofos giha serê çiyayî, berî ku neyar „mebest di vir de Kardoxin“ li xwe hiþyar bibin, piþt re ji xwe xweþ pêþ ve çû,  û paþ ku desteyên leþkerê yên din di ziqifê re li pey hev derbas bûn, bi pey wî ketin û bi nav gundên çiyayî ketin, li wan belav bûn.
 
Kardoxan yekser malêd xwe hêþtin û berê xwe dan çiyan, jin û zarokêd xwe jî bi xwe re birin, lê gelek xwarin li þûna xwe hêlan. Pêdiviya Girîkan bi gelek xwarin hebû, lew re tev li teþt û legan û firaxên malan, ku bi piranî ji Bronzê çêkirî bûn, li gel pirtî û cilan, talan kirin. Wan di serî de ne dixwastin talanê bikin, da Kardox nebin neyarên wan û bihêlin Girîk bê astengî di Kardoxistanê re derbas bin. Ji aliyekî dî ve, Kardox jî neyarêd þah bûn. Lê ji ber ku pêdiviya Girîkan bi zad û her tiþtekî malan hebû, lew re dest bi talanê kirin. Girîkan deng li Kardoxan kirin, bo ku dilê wan bi ser xwe ve bînin, hema Kardoxan tew guh nedan wan û çi dostanî bo wan diyar nekirin.
 
Hîn tarî bû, gava Girîk ê tev paþîn ji çiya daketiye nav gundan, ji ber ku hilkiþîn û daketinê teviya rojê dirêj kir û lora ku rê ne baþ bû. Di wê navê de hinek Kardoxan xwe bi lez civandin ser hev, hêriþ ser paþenga Girîkan kirin, bi kevirkaniyan û tîran parek ji wan kuþtin, û hinek jî birîndar kirin, tevî ku leþkerê Girîkî ji niþka ve bi ser gundên wan de hatibû û hejmara wan jî biçûk bû, û eger hejmara wan piçekî mestir ba wê parek mezin ji leþkerê tune bikirana.
 
Girîkan wê þevê di nav gundan de çadirên xwe vegirtin, û Kardoxan li serên çiyan agir dadan, bo haydarkirina hev û din.
 
Serhêzên Girîkan bi berbangê re dîsa civiyan û biryar dan, ku tenê dewarên barkirinê yên tev bi hêz û yên pir giring bi xwe re bibin, dewarên dî û  koleyên ku di dema dawî de girtibûn, li þûn xwe bihêlin, da bi zûkî ji wir bi dûrkevin û ji ber ku pir pawan û berpirs bo ajotina dewaran û bo paristina koleyan pêwîstin, û bi ser ve jî bêtir xwarin ji wan re divê. Biryara xwe bi rêya bangêran yekser belav kirin bo bi cih anînê.
 
Girîkan paþ nîvro rêveçûna xwe gudandin, û serhêz li ciyekî teng ji rêya xwe li rêz rawestiyan bo tiþtên qedexekirî ji dest þerkeran bistînin.
 
Þerkeran ferman bi cih dihanîn, lê carina gava wan ji kurekî an jinek çeleng hezdikirin ew ji dest nedidan. Di wê rojê de pêþ ve çûn, carina þer dikirin û carina vedihesîn. Roja dî bahozek xort bi ser wan de hat, lê dîsa ji rêya xwe neman, ji ber ku barêd wan sivik bûn.                                
 
Berma heye…..
Rev û pevçûn
**********************

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org