"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî - III
 
 Cankurd
 
Rêveçûna bi guman
 
Leþkerê Girîkî û Ariyawûs di çadirgehekê de 20 rojan çavrêya Sapran ê farsî kirin. Di wê navê de merivin ji malbata Ariyawûs hatin serlêdana wî, û ji wî re soza þah Erdeþîr anîn, ku ew ziyanê bi hinde kesên piþtvaniya Koroþ kirîne, nake. Paþ wê serlêdanê, êdî dilgermiya peyrewên Ariyawûs bi ser Girîkan de kêmtir bû û dilê Girîkan jî ji wî sar bû. Hinde þervan çûn ba Klîrgos û gotinê:
Tu çavrêya çi dikî? Ma ji te re hîn diyar nebûye, ku þah dixwaze me biherifîne bo çavtirsandina Girîkên dî bike, ewên ku dibe li hember wî wek me derkevin an serîhildin? Ew dixwaze çavên me li rê bimînin, ji ber ku leþkerê wî ji ser hev çûye. Lê gava ew hêzên xwe bîne ser hev, wê bê dudilî hêriþ ser me bike, dibe jî ew xendekan niha dikole an jî kelehan avadike, bo rê li me bigire. Ew heznake, em vegerin Yûnanistanê û li wir hewaldin, çawa me leþkerê þah li ber dergahên qesra wî dan ber xwe û me ew berî vegera xwe ya welêt ji xwe re kir qeþmerok.“
Klîrgos bersiv da wan, got:
„- Ez jî wilo dibînim, lê gava me ji vir koþ kir, em ji agirbestê derdikevin û ev çûyîn wek îlankirina cengê ye, û wê xelk zexîrê nefiroþe me, wê kes rêya vegerê þanî me nede, û wê Ariyawûs ji me cihê bibe. Wilo wê dost ji me re nemînin û hevpeymanên me wê ji me re bibin neyar. Ez nizanim, ka emê di robar û çemin dî re derbas bibin an ne, lê ez dizanim, ku derbasbûna di çemê Firat re bê lêrasthatina berxwedana neyarekî wê nebe. Piþthespên suwarên me kêm in, lê yên neyarê me pir bi hêzin, eger em di þergehê de bi serkevin, emê nikaribin þerkerên neyarê xwe tevan bikujin, lê gava em bi binkevin, emê hîç ji destê mirinê dernekevin.“
 
Sapran li gel leþkerê xwe vegeriya, û da diyarkirin, ku ewê biçe wîlayeta xwe. Arontas jî li gel hêzên xwe û jina xwe, ku dota „qîza“ þah bû, hat. Rêveçûna vegera Girîkan ber bi welêt ve dest pêkir. Ariyawûs, leþkerê  herêmî yê Koroþê kuþtî, leþkerê Sapran û Arontas jî bi wan re.
 
Girîkan bi çavêd gumanê li wan Farsan dinêriyan û rêberin taybet ji xwe re bo þanîkirina rê bi kar anîn û nêzîka 3 mîlan ji Farsan ve her dûr diçûn. Her aliyekî yê dî wek neyarekî diçavand. Carina gava kayê hesp û dewarên wan an hêzing dihatin civandin, di nav Farsan û Girîkan da pevçûnên biçûk ên xwînî çêdibûn.
 Imperatoriya Mîdî (bi rengê zer)
Paþ rêveçûna 3 rojan, tev gihan „Dîwarê Mîdiya“ û têre derbas bûn. Dîwar ji qermîtê sotandî bû, yê bi zivtê bi hev de hatibû zemirandin. Qalingiya dîwarî 20 gav bûn û bilindiya wî 100 pê, û dibêjin, ku ew 60 mîlan dirêj bû. Ew dîwar ji Babil ve pir nêzîk bû.
Padiþahekî Mîdî
Du roj dî ji reveçûnê derbas bûn, di wan de 24 mîl û 2 kenalên avê li paþ xwe hêþtin. Kenalek li nêzîka pireyek baþ cîgirtî bû, û ya dî li ber pireyekê, ku li ser 37 kelekên bi ser avê ketibûn, hatibû girêdan. Ava herdu kenalan ji çemê Tîgra „Dîcle“ dihat û herdu tejtejî bûbûn. Hinde coyên avê ber bi gundên deþtê ve dihêwirîn.
 
Paþê gihan Dîclê, û dûrî mîl  nîvekê ji çem ve, bajarekî mezin ê bi gelek rûniþtvanan þên bûbû, bi navê Sîtas, hebû. Girîkan li ber baxekî çeleng ê bi curecur dar, li nêzîka bajêr çadirgeha xwe vegirtin, hema hêzên Farsan ên herêmî di çem re derbas bûn û ji ber çavên Girîkan winda bûn. Gumana Girîkan hîn bêtir bû.
 
Proksînos û Zênofon derketi bûn ji bo gerê li pêþiya çekdanekê. Mêrek derket û ji pawanan pirsa Proksînos û Klîrgos kir, û gava Proksînos xwe bi wî da nasîn, got:
„-Ariyawûs û Artozos min þandine, ji bo ku we li ser hêriþa herêmî ya di bin basikê þevê de çêbibe, agahdar bikim. Ewana ji we dixwazin, ku hûn pireya li ser Dîclê baþ bipên, ji ber ku Sapran bizava xwe dike, wê hilweþîne, bi mebesta rêya derbasbûna we di ser çemê Dîclê re bibirre, da we di navbera çem û kenalên avê de bidamîne.“
 
Tevî gumana Proksînos û Zênofon li ser gotinên wî mêrê biyanî, rabûn bi þev pawan li ser pireyê û li ber lingêd wê belav kirin. Bi berbangê re Girîk di ser pireyê re derbas bûn û di 4 rojan de 60 mîl dî ji rêya vegerê li paþ xwe hêþtin. 
 
Girîk gihan çemê Vîskosê, ku 100 pê pan bû, û pireyek li ser bû. Li nêzîka wî çemî bajarekî mezin ê bi navê „Opis“ hebû. Li ber wî bajêrî, birayekî þah Erdeþîr û Koroþê kuþtî, ku ne ji dayika wan bû, leþkerekî mezin ê ji SosanZozan“ û EkbatanaHemdan- paytextê Mediya“ bo piþtvaniya þah civandibû ser hev û rêberiya leþkerê bi xwe dikir. Gava Girîkan di ber leþkerê wî re derbas bûn, ew rawestiya û çavdêriya Girîkan kir, ka çi dikin û ku ve diçin. Klîrgosê girîkî leþkerê xwe bi pêþ ve ajot û ji niþka ve di cî rawestand. Gava pêþengiya leþkerê rawesta, teviya leþkerê jî rawesta. Ji ber vê yekê Girîkan guman kir, ku leþkerê wan pir mezin e û bala Farsan kiþand ser xwe. Fars weku çavmayî bûn ji dîdara leþkerê girîkî yê, ku li ber xwe dîtine.
 
Paþ rêveçûna 90 mîlan bi bakur ve, di nav welatê Mediyan re, gihan gundên, ku ji dêrîna Perîzadê bûn, dayika þah Erdeþîr û birayê wî yê kuþtî Koroþ.
 
Sapran rê da Girîkan, ku her tiþtekî ewan jê hezdikin, ji bilî koleyan, ji xwe re ji wan gundan bibin. Li wir pir genim û pez û tiþtên giranbiha hebûn, Girîkan tev rakirin, birin.
 
Piþt re rêveçûna 4 rojan di çolê re dest pêkir. Tê de 60 mîl li paþ xwe hêþtin û çemê Dîclê hîngê li aliyê wan ê çepê bû. Di roja yekê de bajarekî mezin û þênkirî, ku bi navê Kînî li aliyê dî yê Dîclê bû. Xelkê bajêr ji Girîkan re nan bi kelekên, ku li ser meþkên çermî yên bi bayê dagirtî bûn, anîn û dan wan.
 
Berma heye…..
 
Sapran ê bê sozê   
**********************
 
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org