Sofî û Sofîtî

 „Bê tiþtek be, da tu bibî xudanê her tiþtekî“

 

Cankurd

 

2002

 

 

 

 

 

Þêxekî sofî li nav mezelan dijiya, hinek di ber wî re derbas bûn û jê pirs kirin:

„- Tu li vir çi dikî?“

„- Ez li vir dijîm.“

„- Ma ev çi jîn e, di nav miriyan de?“

„ – Ez di nav xelkê de bim, ewan ziyanê digihînin min û seriyê min bi wan re dêþe, û gava ez ji nav wan diçim, ewana li pey min dipeyivin. Li vir mirî seriyê min naêþînin, û gava ez ji nav wan biçim, wê li paþ piþta min li ser min nepeyivin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurtenivîsek di mafê pirtûkê de

 

Kitêba mamoste Cankurd gelekî balkêþ e û bi gumana min di Kuramncî de tiþtekî wisa nîne, ew dê roleke xurt di pêþxistina pexþan û mejîyê kurdî de bilîze.

Bi nêrîna min Sofîtî gelek reng û rûyê xwe hene lê mamoste di vê berhema xwe ya hêja de tenê rûyekî wê biriye. Sofîtî an tesewwuf bi xwe þoreþeke di fikra îslamî û rojhilatî de. Sofîtî dijberîya desthilatdarîyê ye ne tenê cizbe û reqs û tazîbûn û çavgirtina di helqeyên zikir de ye. Sofîtî li ser destê desthilatdaran û peyrewên wan û selefîyên ku em ji wa re dibêjin Usûlî xwestin rûyê Sofîtîyê kirêt bikin. Her weha dewletan berê sofîtîyê bi alîyê þêweyê wê yê negatîv de birin da ku bikaribin xelkê benc û pûç bikin. Lê koka sofîtîyê dijberîya desthilatdarîyê ye; Geylanî li dijî Ebbasîyan bû û doza mafê xelkê dikir, gotina wî meþhûr e dibêje: Derdê me  vehesîna xelkê ye. Her weha Hellac, ew nehate bidarvekirin ji ber ku gotibû Enel heqq (ez xwedê me)!! berî wî Bestamî gotibû: Tenê xwedê di nava cubbeyê min de ye û kesî ew bi dar ve nekiribû!! Ango Hellac ji ber nerînên xwe yên siyasî yên dijberî dewletê û zulm û zora wê hate kuþtin. El Meerrî dibêje: Hellac dixwest dewletan biqulibîne.  Hadî el Elewî dibêje ku Osmanîyan jî  sofîtî ji kirasê wê yê serhildêr derxistin îcar bû derwêþî (Elderweþe El usmanîyye). Ji xwe divê em Kurd ji bîr nekin ku serhildanên me yên berê di bin alên nemirên mîna þêx Seîd û mele Mustefa Barzanî û þêx Ebdulqadirê Nehrî û bi dehan pîr û þêxên terîqetên Qadirî û Neqþbendî bûn. 

Lê bi her halî ev kitêbeke giranbuhaye û divê cihekî wê yê taybet li ba me Kurdan hebe çiko ew nûye di babeta xwe de û rê bêtir li ber mejî û ramanan ronî dike û dê bibe jêdera gelek gotûbêj û kiþmekiþan.

Jandost

16.01.2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pêþgav

 

Dibe, ku yek bipirse; gelo! bo çi wilo di vê gotarê da li ser Sofiyan bi dirêjî û firehî tê nivisandin û peyivîn û li dera hanî gelek mirovên, ku hîç bi Xwedê bawer nakin hene, li ser wan naye çêrêkirin..!!

 

Bi rastî ewên dij bi olê di dûrokê da, nekanîn hikariya xwe wek sofiyan di civata musilmanan da kiribana û bi taybet li welatê me. Pir ji zû ve li Kurdistanê û li gelek welatên din ên cîhanê desteyên sofiyan belav bûn û di dûroka civata musilmanan da ciyê sofiyan her bilind bû. Lew re dibêjin: Doþeka qaling ji wan re ye. Mirovên oldar û Xwedatirs xwe ji þêxê sofiyan re diçemînin, diramûsin dest û pêyêd þêx, peyatî, xulamtî û berdestiyê jê re dikin. Ji wan bereketê û bûyîna zarokan hîvî dikin û pir ji wan û ji nifirên wan ditirsin. Di hinek demên tarî yên dûrokê de, sofî hem toxtir û hem mamhoste bû, sofî serkêþê civatê û mezinê komelgehê bû. Axa, beg, serek û mîran xwe ji sofî û xeyda wî bi dîyarî, berger û zimanxweþikiyê diparistin, her ji wan dipelikandin.

 

Zanayê kurd ê giranbiha, Prof. Dr. Gaborî, ku yek ji mezintirîn Qura’nnasên dema me ye, di pirtûka xwe ya bi navê [Mefahîm] da ji me ra diyar dike, ku dewleta Osmanî ne bi rêbaza îslamî [Þarîe’tê] bawer dikir, ew li ser baweriya sofîtiyê bû, û sofî ji wê re wek çavik û rêberan li keleh û welatan belav dibûn, da ji wê re rêyên vekirina wan bibînin û xelkê bi ser Osmaniyan ve bikêþin, û tîne zimên, ku nimûneya vê yekê Kurdistan û gelê Kurd e, ji ber ku Osmaniyan kanî bûn bi rêya sofîtiyê û sofiyan welatê Kurdan tar û mar bikin, û bi pirkirina þêxên sofîtiyê di nav Kurdan de ewan dij bi hev û din livandin, û herku þêxek dimir, peyrewên wî li hev radibûn, gelek þêxên biçûk li ciyê wî pêda dibûn û bi hev diçûn. Ustaz Gaborî dibêje ku ta niha jî hinek rêgahên sofîtiyê hîn li ser fermandariya turkî ne, tevî ku dewleta turkî dev ji olê berdaye û bûye dewletek bê ol, sofiyên me yên Kurd li ciyê, ku bibin piþtvanên gelê xwe, bûn neyar û ketin berdestiya dewletê…Lê belê Sofitî, tevî gelek nexweþiyên ramanî û civakî, bi xwe re gelek qenciyên mirovî jî anîne û piraniya sofiyan mirovin bawermendin, di civatê da ji bo rindiyê û pakbûna nefsa mirovan xebitîne, lê ewan carinan ji rastîniya olê bi dûrketine û ji rastîniya civakî revîne, þêxên xwe hildane qonaxa "Ewliya” û di ser pêxemberên Xwedê re girtine, sînor û zagonên olî derbas kirine û gelek çêrokên bereketa þêx û ewliya ji xwe re pêda kirine û di nav gel da belav kirine û di pirtûkan de ji bo piþt û neviyan hêþtine. Tevî ku sofî mirovin aþtin, dev ji dinya û deselatiyê berdane, bê çekin û ne þeryarin, hema ji bo þêxê xwe û ji bo paristina navê þêx zordarî kirine, hêriþ birine ser kesên ne ji desteyên wan in û hin caran jî xûna birayên xwe yên olê rijandine.

 

Ne di dema pêxember da - selewat û silav lê bin - û ne jî di dema çar yaran de sofîtî hebû, û wek em dizanin Îslam bi rêya pêxember - selewat û silav lê bin - hatiye û bi rêya eshaban jî belav bûye. Destpêka sofîtiyê paþ koçkirina hemî eshaban bû, bi hatina Îslamê re sofîtî ne hat..

 

Di dûrokê da pir tevliheviyên ne hiþmend ji aliyê sofiyan ve pêda bûne û bi taybetî di dema deselatdariya osmanî da, ku bi xwe deselatdariya wan di bin hikarî û posîdeya sofîtiyê da bû.

 

Ji desteyên sofîtiyê yên navdar, hene: Neqiþbendî, Qadirî, Berhamî, Þazilî, Kitanî, Rîfaî', Tîcanî, Ehmedî, Edewî, Derqawî...

 

Goldzieher dibîne, ku sofîtiyê gelek bîr û baweriyên Eflatûn ê yûnanî (kurd bi Elfetûn navdikin) bi kirasekî îslamî diyar kirine, û ji bo ku gotin û dîtinên xwe bidin bawerkirinê pêwîst bû ewan gelek gotinên sexet li ser navê pêxember Muhemmed (selewat û silav lê bin) bixin nav gotinên wî yên pîroz. (Vegere Aturath elyûnanî, Bedewî, r. 218 an jî Mezahêb Ettefsîr, r. 3 Goldzieher)

 

Bo vê yekê:

Sofîtî çiye, bo çi navê sofî?

û baweriyên sofiyan çine? …

 

Ez dixwazim di va lêkolînê da li ser mijara Sofîtiyê rawestim, ku gelek kes li ser wê dipeyivin, lê bi þêweyekî zanyarî ev mijar bi zarava Kurmancî, li gor texmîna min, ne hatiye þirovekirin.

 

Bêjeye “Sofiya” di zimanê Yûnanî da “Hiþmendî” ye. Lê hinek jî dibêjin ku ev ji bêjeya Erebî “Sof” hatiye. Sof hirî ye. Wilo tê þirovekirin ji ber ku Isa Silav lê bin– di dema xwe da kirasekî ji hiriyê pezan li xwe dikir û kirasê ji hiriyê yê belengazan bû. Sofî jî xwe wek evdalên Xwedê, ku dest ji dinyayê berdane, her bi cilên erzan bûn.

 

Þeyxulîslam Ibin TeymiyeKurê Teymiye”–Xwedê dilovaniya xwe lê bike -, ku hinek mêrnas û olnas wî Kurd dizanin û bi xwe ji navçeya Heranê, ji bakurê Kurdistanê bû, di pirtûka xwe ya namdar da (Elfetawî) (bir 11, r. 7) li ser gotina Muhemmed Ibin Sêrîn dibêje ku hin kes hebûn ji cilên hiriyê hezdikirin. Wî jî got ku hinek hene hiriyê li xwe dikin, ku ewan bi wê yekê li ser þopa Îsa kurê Meryemê diçin. Lê rêya pêxemberê me bi me xweþtir e, û pêxember – Selewat û silav lê bin – pembî û tiþtin dî li xwe dikirin.

 

Ebî Ebdireh’man kurê Husênê Esselmî (sala 412 koçî miriye) di “Cewamêi’ adabî ssofiye” de dibêje: “Sofî nabe Sofî, ta hemî xelk dibin malbata wî.” (r. 82) Wilo em dikarin bibêjin ku Sofî bi cîhanîtiyê bawer dike û xwe di nav êl û netew û welat de çember nake. Ew firehtir li derdora xwe temaþa dike. Bi ser de jî, Sofî mirovekî aþt e. Ebû Saîd Elxerraz gotiye:“ Min pêncî sal bi sofiyan re derbas kir, di navbera me de hîç li hevnekirin çênebû.“ [Binêr: Eselmî, Elmuqeddîme fîtessewuf, r. 95].

 

Ew di [Beyanû Eh’walî Essofiye] de dibêje:

„- Tesewuf ji (Ehlê Sîfetê) hatiye, ku pêxember Selewat û silav lê bin – bi wan re dadiniþt. Ewana hejarên ji Mekke koç kiribûn Medîne û pêxember – Selewat û silav lê bin – ewana bi (Sea’lîkul muhacirîn) navkirine.“ (r. 133).

 

 Elselmî bi ser de dibêje ku evin sofî û evana parsê ji xelkê nakin, lê xwe bi tevayî spartine Xwedê û Xwedê ji pêxember -Selewat û silav lê bin xwestiye ku li wan xwedî derkeve, û eve rêya sofîtiyê.

 

Ibrahîm kurê Þîbane gotiye: „Ewê digot; ev qantira min e û ev çaydana min e, em ne dibûn rêhevalê wî.“ [Binêr: Eselmî, Elmuqeddîme fîtessewuf, r. 95].

Bi wateya: Sofî  di navbera xwe de dêrînê parvenakin û hemî tiþt yê giþan e.

 

Di sofîtiyê de rojên demê sê rojin:

-                           Yek çûye, teva bûye û li te venagere.

-                           Yek a tu tê de dijî û ji te re namîne

-                           Yek jî wê bê, tu nizanî ji bo te ye an dijî te ye…

 

Ev nêrînek rast e, lê gava mirov her û her mejiyê xwe pê gêro bike, wê jîna wî bi tevayî bite guhartin û þêxên sofiyan vê guhartinê armanc dikin.

 

Sofî quretiyê û serbilindiyê nake, lew re Zu Nnûn ê Misrî dibêje: „Dexsîna (hesûdiya) min ji wê axê ye, ku birayê min pêlê dikin, çawa rûyê min ne li þûna wê axê ye, ne li ber lingên wan e?!“ [Binêr: Eselmî, Elmuqeddîme fîtessewuf, r. 114].

 

Ebû Yezîdê Bistamî jî dibêje:Bê tiþtek be, da tu bibî xudanê her tiþtekî.“[Binêr: Eselmî, Menahîcula’rîfîn, r. 3]

Ji sofiyan tê xwestin ku ewana li ser sê bingehan bijîn: Kêmtirîn xwarin, kêmtirîn nivistin û kêmtirîn axiftin.

 

El Eh’nef Bîn Qeys dibêje:“Nexweþtirîn nexweþî zimanê pîs e û exlaqên nebaþ in.“ [Eslemî, Cewamîu’ Edabîssofiye, r. 119]

 

Beþîr kurê H’arês dibêje:“Du a’det dilê mirov hiþk dikin: Xwarina pir û xewkirina dirêj.“ [Esslemî, Cewamîu’ Edabîssofiye, r. 121]

 

Þêx Cunêd, ku ji giringtirîn kesayetiyên sofîtiyê ye, dibêje: „Ewê deriyê nebaþiyekê li xwe veke, Xwedê wê heftê deriyên nizimkirinê li wî veke, bê ku ew kes li xwe hiþyar bibe.“ [Eslemî, Cewamîu’ Edabîssofiye, r. 121]

 

Sofî vê bûyerê gelek caran tînin zimên, da rewþa xwe li gel Xwedê diyar bikin:

Tê gotin ku yekî bo pêxember – selewat û silav lê bin – gotiye:

„- Azaran li min bike.“

Pêxember – selewat û silav lê bin- lê vegerandiye:

„- Nexeyide.

„- Hîn çi?“

„- Ji Xwedê fedî bike, weku tu ji hevserekî xwe yê qenc fedî dikî.“

 

Sofî li gor Abû Suleymanê Daranî ew kese ye, ku xwe ji gunah û ji nebaþî û qerêjiya dinyayê paqij kirî ye.

 

Sirrî yê Seqtî dibêje ku sofîtî navekî bi sê wateyane:

Ewê ku rohniya zanîna wî rohniya Xwedatirsiya wî venamirîne, û bi tiþtekî “Batinî” zanînê napeyive, ku tersî diyardeyê “Zahirê” Quran û Sunnetê be, û kerametên ku Xwedê tea’la dane wî rê nadine wî ku perdeyên gunahkariyê biçirrîne.” (Jêdera berê, r. 136-137)

 

Ce’ferê Xewas jî li ser navê Þêx Cunêd gotie ku “Sofî ewe, yê demek di ser wî re derbas dibe û piþt re li wê demê poþman nabe.” (Jêdera berê, r. 137)  Bi wateya: Ew gunahan nake, ku li xwe poþman bibe.

 

Ebû Hefss gotiye:

Sofîtî ewe, ku tu bi dinyayê þanebî gava bi ser te de hat û tu xemgîn nebî gava ew ji dest te çû.” (Jêdera berê, r. 137)

 

Sofî bawer dikin, ku gava mirov di viyan û xwezînîya xwe de pir paqij be, ew dibe sofî. Sofî gelek zorê li xwe dike, da di civata mirîdan de bibe nimûne. Mirîd ji peyva mirî an mirin hatiye. Ewê sofî li ber destê þêxê xwe (û hinek dibêjin: li ber destê xudanê xwe) pêwîste wekî miriyekî di nav destên mirîþo de be.

 

Sofî pir li ser edeb û exlaq û rewþtên sinnî radiwestin. Esselmî li ser zimanê þêxê sofiyan ê navdar Cunêd dibêje, ku ewê bi fermanên zahir (diyar) neke, ew nikane batinê (hindirê) xwe paqij bike.

 

Pêwîste mirîd xwe herdem bi mucaheda nefsê, bi lêvkirin û bi bîranîna navê xwedê, bi têhoþîna dil û çavdêrkirina hindirê xwe û dagirtina canê xwe bi îzan û dîdariyê dagire. Ji ber ku „Gava serpêhatiyek bi seriyê xelkê tê, ewan vedigerin ba qencemêran, ba mirîdan, û mirîd vedigerin ba zanayan, zana jî vedigerin ba sofiyan û sofî vedigerin li Xwedayê xwe.“ [Jêdera berê, r. 10]

 

Li gor vê dîtinê, nerdewanek bi pileyan heye: Mirîd, Sofî, Xwedê… Sofî xwe di navbera mirîd û Xwedê de bi cih dikin…

 

Li ba mirîdan sê bingeh giring bo jîna rojane divê bên paristin:

-                           Kêmtirîn xwarin

-                           Kêmtirîn nivistin

-                           Kêmtirîn axiftin

Gava em van fêrkirinan bidin ber fêrkirinên Bûdiyan, emê bibînin ku ewan wek hev in…

 

Mirîd sê babetin:

-                           Ewê Xwedê tea’la ji xwe re dixwaze.

-                           Ewê Xwedê tea’la dixwaze

-                           Ewê ku tenê tiþtê ku jê tê xwestin dixwaze, bo xwe hîç daniþgeh û rewþt û rutbeyan naxwaze, û ev ji tevan bi rûmettir e.

 

Ji va pileya jorîn a mirîdiyê re hedîseke pêxember -Selewat û silav lê bin– dikin bingeh: [Min nefsa xwe û fermana xwe daye destê te.] (li hevhatin li ser heye). Bêguman mebesta Pêxember –Selewat û silav lê bin– Xwedê tea’la ye, lê carina li ba sofiyan þêx e û carina Xwedê ye.

 

-Mirîdek diçe ba kesekî tobekirî, da bi wî re bijî.

-Mirîdek diçe ba kesekî tobekirî, da tobekirina wî hîn sortir bike.

-Mirîdek diçe ba kesekî tobekirî, da wî fêrbike sofîtiyê û destberdana ji xweþiyên jînê.

-Mirîdek jî diçe ba kesekî tobekirî ku wî fêrbike hiþmendiyê

 

Sofî bawer dikin ku sofîtî rastiyeke, ew hebû berî hebûna ziman û axiftinê, ew bereketeke bi ser yekî de ji aliyê ewliya û þêxên wî ve tê, û bi rêya edeb û exlaqê bi dest dikeve, û ewê rewþa wî dûrî ya sunnetê be, ew ne sofî ye

 

Sofiyan di pirtûkên xwe de li ser tewbetê, tewekkulê, Xwedatirsiyê, hejariyê, camêriyê, rasterêçûnê, hezkirinê, hiþmendiyê, siniç û edebê, baweriyê, mayîn û nemanê, îzan û zanînê, tewat û xwedaxistinê, aþîtiya civakî û li ser  hinava mirovî rawestiyane, bi firehî nivîsandine û bi bîra mirîdên xwe anîne ku ev dunya ji kesekî re namîne, mirov rêwîyekî li bin siya darekê piçekî vedihese û bi rêya xwe de diçe, dêrîna wî tiþtekî bo wî nayîne, tenha ew bi nêzîkbûna ji Xwedê ve dikare xwe ji agirî biparize û bê serîçemandin ji fermanên þêx û ewliyan re, ew nikane bibe kesekî baþ.

 

Yek hate ba Ibrahîm kurê Edhem û gotê:

“- Azaran li min bike.“

Ibrahîm kurê Edhem gotê:

„- Ez te bi pênc tiþtan diwesînim: Eger xelk bi dunyayê gêro û mijûl bûn, tu bi axîretê gêro bibe, û eger ewana bi þengekariya dêm û diyarê xwe gêro bûn, tu bi þengekariya hindirê xwe gêro bibe, û eger ewan bi avakirina avahiyan gêro bûn, tu bi avedana goristanê gêro bibe, û eger xelk bi kêmaniyên hev gêro bûn, tu bi yên xwe gêro bibe, û eger xelk bi berdestiya mexlûqatan “afirendan“ gêro bûn, tu bi berdestiya afirendêr gêro bibe. [Jêdera berê, r. 125]

 

Pêwîste sofî ji hejar û belengazan bi dûr nekeve, her di nav wan de ciyê xwe bibîne û bi wan re bijî.

 

Þîrwanî gotiye:

„-Min gote Ibrahîmê Xewas: Azaran li min bike, gote min: Here li gel belengazan be, çiku xêr di wan de ye.“ [Jêdera berê, r. 127]

 

Pêwîstiya sofî bi gelek cil û kincan tune ye, divê ew xudanê kirasekî be, bêtir na, lê hinek þêxên wan rêdidin ku bo sofî du kiras hebin. Esselmî li ser vê yekê dinivîse:“- Divê ji bo feqîr ‚hejar’ kirasek hebe. Dibe ku cilê wî biçirre, eger bi wî re derzî û dezî tune bin, dibe ku reþka „e’wreta“ wî bixuye, û wilo nimêja wî nabe. [Binêr: Cewamê’i Eladabîssofiye, r. 53]

 

Tê gotin li ser zimanê þêxê sofî Eþiblî:

Demekê di destê min de 100 Dînar hebûn, min birayara xwe da ku ez bi sibê re derkevim û herim wan bidime kesê pêþîn ê di rê de pêrgî min bê. Min dît ku berberek porê çavkûrekî kuhrdike. Ez ber bi wî ve çûm û min tûrikê pereyên xwe da mêrê çavkûr. Wî gote min:„- Bide berber.“

Min gotê:“- Evana 100 Dînar in.“

Gote min:“- Ma kesekî ji te pirs kir, ev çiye? Bide wî.“

Min pere dane berber, berber gote min:„Ez bawer dikim, ezê jî tiþtekî ji wan nebim.“ Ez mat mam, û dem bi derengî ket. Min wan pere bi rê de weþandin û ez çûm…“ [Binêr: Cewamê’i Eladabîssofiye, r. 56]

 

Li ba xelkê, sofî ewê ku xwe ji her tiþtekî jînê bêpar û tazî bike, û herku ew dev ji dunyayê berde, ew di çavên xelkê de mestir û balatir dibe. Lew re van çêrokên wilo li ser sofiyan gelek belav dibûn.

 

Wek me gotiye, di dema pêxember û hevrêyên wî yên hêja de, û piþt re di dema (Xelîfeyên raþid) de û di nav Islamnasên pêþîn de, Sofîtî tune bû.

 

Li ser gotina Ibin Teymiye be, sofîtî paþ 300 sal ji hatina Islamê li bajêrê Besrayê, ku li baþûrê Iraqê ye, pêda bûye û hîngê jî sofîtî bêtir Xwedatirsî bûye, sofî mirov in, ku xwe bêtir ji xelkê hejartir kiri bûn û xwe pir bi lêvkirina navê Xwedê gêro kiribûn. Ev terzê taze ji musilmantiya xwehejarkirinê berê kêm bû, sofiyan barê xwe li xwe bê egerek olî giran kirine. Hin caran ji ber pirlêvkirina navê Xwedê û ji ber tirsa wan a mezin ji Xwedê, hiþ ji seriyên wan diçe an jî jîna xwe ji dest didan gava ayetek li ser agirê dûjehê an li ser Roja Civanê Mehþerê” dihate guhên wan. Tê hewaldan, ku Ebo Cehrê kûr, yekser miriye, gava Salêh El-Merrî jê ra ji Qurana pîroz hinde ayat xwendine. 

 

Wekî Ibin Teymiye dibêje, em hîç nîþanekê li ser sofîtiyê, li ba hevrêyên pêxember û Islamnasên pêþîn nabînin, ku em bibêjin ev terzê oldariyê ji binyadên Islamê ye.

 

Li ser filehan Qurana pîroz di Sûreta [El-Hedîd] da dibêje ku wan Evdaltî “ruhbaniyet” ji xwe re pêda kirin. Xwedê ji wan nexwesti bû, ku xwe wilo hejar û belengaz û derveyî jîna civatî bihêlin. Em dizanin, dema hatiye guhên pêxemberê Xwedê Muhemmed -Selewat û silav lê bin -, ku hinek ji hevrêyên wî teviya þevê nimêjê dikin û her bi rojî ne û nêzîk jinên xwe nabin, got:”Çi rewþa hinekan e, wilo û wilo dibêjin. Ê min, ez rojiyê digirim û rojiyê vedikim. Ez nimêjê dikim û radizim, û bi jinan re jî radikevim, kî ji rêgaha “Sunneta” min verê bibe, ew ne ji min e.” (Bi wateya: Ne ji min e bi wateya: Ne li ser rêgaha min e) [Li ser vê gotina pîroz Hedîsnas yekbawerin].

 

Ibin Elcûzî di pirtûka xwe ya namdar (Telbîs Iblîs) de dibêje ku sofiyan di destpêka derketina deste û rêgahên wan de, saz û awaz, reqs û sema tev li xwehejarkirinê kiri bûn, û bi wî terzî bi zûkî pir kes li çarexên xwe civandi bûn, hinek hatin ba wan ji ber ku wek wan hejar bûn û hinek din ji ber pêxweþiyê tev li wan bû.  

 

Sofîtî ketiye bin hikariya du ramanan:

 

- Ramana felsefî ya dibistanên Girîkî yên kevin, ku zanîn nefsa mirov pak dike û canê wî balatir û hêjatir dike.

 

- Ramana Filetî, ku derbas bûye nav Musilmanan, ew jî dibîne ku Xwedê di nefsa mirov da hatiye piþaftin.

 

- Ramana Budîzmê, ku ji rojhilat ve hatiye nav Musilmanan, ku mirov ê mirî  dikare dîsa bi qenciya xwe vegere jiyanê,  wilo jî sofî bawer dikin ku gelek þêxên wan paþ mirinê jî hîn di nav wan dijîn û li wan xuya dibin.

 

Di pirtûkên sofiyan da van xalikên me li jor diyar kirine baþ tên dîtin. Ji pirtûkêd wan:

 

- Fitûh'at, Fisûs, Tercumanil Eþwaq, E'nqail Mexrêbe, Mewaqê'  Ennicûm (Ibin Erebî)

- Elînsanilkamêl (Cîlî)

- Ettaîiye (Ibin Elfarêd)

- Þerhultaûiye (Nabulsî)

- Etebeqat, Elcewahêr, Elkibrît Elesmer (El Eþe'ranî)

- Elibrîz (Eddbbax)

- Rewdilqilûbilmustebah' (Hesen Ridwan)

- Delaêl Elxeyrat, Elcewahêr û Errîmah' (Tîcaniye)

- Cewamêi’ Adabî Essofiye, Elmuqeddîme fîtessewuf, Menahîcula’rîfîn (Esselmî)……

  

Di serî da ev herdu terzên hikariya ramanî li ser desteyên »Keysanî, Sebebî, Qermetî, Batinî «  û li ser hinek desteyên dî yên sofiyan çêbûn, ku wan jî êdî bawer kirin, ku bo her metnekî Qurana pîroz du wate hene, yek aþkere ye, her dixuye û gelek dikarin bi zûkî têbigihînin wê wateyê, ya dî jî veþartî ye, tenê zanayên wan têdigihîninê, an ji wan re ji ciyekî bala ve tê þirovekirin. Ev sextekarî, ku hîç ne ji bingeha îslamî ye û ji derve da hatiye, tevliheviyek mezin di nav Musilmanan da ji sedsala çaremîn a koçî (hicrî) ve û piþt re di sedsala pêncemîn da pêda kir. Wilo mero dikare bibêje ku Sofîtî û Sunnet a pêxemberî hêdî hêdî ji hev verê bûn û ji hev cihê bûn. Li ba sofiyan zanayên Islamê hatin dupar kirin, parek ji (Ehlê Zahir) in û parek ji (Ehlê Batin) in… Ev dubendî, an duqorî, û dulayî berê di nav musilmanan da tune  bû. Sofiyan xwe bi xudanên rastiyê (Ehlê Heqîqetê) navkirin û ên ne sofî bi (Ehlê Zahir) navkirin..

 

Em dikarin sofiyan li gor bawerî û desteyên wan bi sê berkan parve bikin :

 

1- Ewên bi navê (Ehlê îþraqê) tên nasîn, ku bo rohnîkirina can û rewanê xwe zorê li govdeyên xwe dikin, xwe diwestînin û îþkencê bi xwe dikin, lê evana bi ramana Wehdetulwicûd, ku bi wateya piþaftina Xwedê di canê mirov û di her tiþtekî da bawer nakin. Hikariya felsefa Yûnanî û Budîtiyê li ser wan çê bûye. Pir kesên wilo hîç nizanin ku ev þêweyê sofîtiyê berî Islamê jî hebûye û jêdera wê ne ola Musilmanan e.

 

2-     Ewên ku bi Wehdetulwicûd bawer dikin û li ba wan Xwedê di mirov û her tiþtekî da hatiye piþaftin.

 

3-     Ewên din jî bi vê baweriyê ne, lê bi ser de jî bawer dikin, ku ewê heye tenê Xwedê bi xwe ye û ji Xwedê pêve tiþtek di vê gerdonê da tune ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sofî û Tewekkulê

 

Elî kurê Evdirehîmê Qenad sala 315ê koçî gotiye:

“-Ez ketim Qoqsiya, min li wir þêxekî bi navê Ebîzehir dît, li ba wî 400 þagird hebûn, tev bi tewekullê û destkiþandina ji kar û kesbê bawer dikirin.” (r. 105)

 

Di vê gotinê re mera dikare binase çendî ramana Tewekullê di nav sofiyan de xort û bi hikarî bû.

 

Ehmed Ibin Mesrûq di helbesteke xwe de wilo dibêje:

إن كنت توقن أن ربك رازق    وسألت مخلوقاً فلست بموقن

أو كنت في شك من الرزق الذي    كفل الإله به فلست بمؤمن

 

[Ger tu bawer dikî ku Xwedê raziq e û tu ji afirendekî wî bixwazî, tu ne bawermendî

An tu di gumanê de yî li ser rizqê ku Xwedê bo te li xwe girtî „kefîlê rizqî“ , tu ne bawermendî.]

 

Ebo Yezîdê Bistamî dibêje:

“- XwedêE’zze  we  Cell- dibêje: Kî xwe di xizmetê min tenê ke, ezê xwezîniyaîradeyaxwe di xwezîniya wî kim û jîna wî bikim jîneke bê mirin.” (r. 105)

Lê eve tersî gotina Xwedê tea’la ye, ku hemî jîndarên ser rûyê zevîn dimirin. Þêx û welî û pêxemberan jî…Giþ.

 

Sehil Ebdullah yekemîn pileya Tewekullê wilo þirove dike, ku mirîd xwe bi tevayî bixîne bin îradeya Xwedê tea’la, wek miriyekî li ber destê Xwedê, hema þêxên dî ji sofî dixwazin ku mirîd xwe li ber destê þêxê xwe wek miriyekî bibîne…

 

Tewekull li ba Sofiyan sê þêwe ne:

- Hêlana gilî û gazinciyê.  [Bo kesên qenc in]

- Dilxweþî bi yê parvekirî “qismetê”. [Bo wefadaran e]

- Hezkirin  [Bo Xwedê tea’la û bo pêxemberan e] 

 

Di ser van þêweyan re pileyek dî ya tewekullê heye, ew jî ya kesên taybet e, û di ser ya teybetan re þêweyek balatir heye, ew jî ya taybetên taybetan e.

 

Hatêmul Essem dibêje ku ew dizane kes nikane rizqê wî bixuwe, lew re bi pey rizqê xwe nakeve, ewê bi xwe bo wî were, û ew dizane ku mirin ji niþka ve tê, lew re ew bi xwe lêdigere, û ew dizane ku ew nikane xwe ji ber çavê Xwedê veþêre, lew re jê fedî dike.(r.109)

 

Sufyanê Sewrî dibêje:

Eger baran ji asîmanê nebare û zevîn þînayiyê nede, û ez bi rizqê xwe mijûl bibim, dîsa jî ezê gumanê li xwe bikim ku ez  gawir bûme.” (r. 109)

 

Ibrahîm ê Xewas pir pêde diçe û wilo dibêje:

Gava yek tewekullê ser Xwedê bike, û þêr ji paþ ve hat li paþ xwe nêriya, êdî ew ji tewekullê derket.” (r. 109)

 

Osman kurê Yezdanî dibêje ku wî çêrokek wilo ji Ebî Saîdê Xerraz bihîstiye:

Ew bi rê de bûye li çolistanê, pêjn û dengê tiþtekî li paþ piþta wî hatiye, û ji ber ku wî tewekullê Xwedê kiri bû, fedî kiriye li paþ xwe binêre. Ji niþka ve du þêran xwe avêtine ser piþta wî, lê belê ew xudanê baweriyek wilo mekin bûye ku tew guh nedaye wan þêran, ewana ji wî geriyane, solêd wî alistine û bi ser oxira xwe de çûne, wî jî rêya xwe gudandiye.” (r. 109-110)

 

 

 

 

 

 

 

Razîbûn di sofîtiyê de

 

Rizabûn li ba sofiyan wilo tê þirovekirin:

Rizabûn bi qeda û qederê, wek di hedîsa pêxember –Selewat û silav lê bin – de hatiye, û gelek þêxên sofiyan wilo pejirandine.

Razîbûn ewe ku mirov dilê xwe ji þehwetê paqij bike, weku þêxê sofî Ebû Suleymanê Daranî gotiye.

Hinekan jî ji vê bêtir pêde çûne û wekî Ebûlhesen Elnewrî gotiye:” Eger ez di pileya tev jêrînê agirê de bim, ezê ji ên ku di fîrdewsa bilindtirîn [behiþtê] de ne, razîtir bim.” (Eselmî, Elmuqedîme fîtesewwuf, r. 111.”

 

Gava ji Ebû Osmanê Nîsaborî pirs kirine:”Razîbûn çiye?.” Gotiye:

“- Razîbûn þabûna dilê bi qeza ye.” (Jêdera berê, r. 111)

 

Ebû Suleyman her digot:

“- Ey Xwedayê min, her tiþtekê tu bi seriyê min bînî, ez pê razî me.”

Dibêjin: Carekê diranekî wî pir êþiya, nema dikare raze an daniþe, ji xeyda dilî pir sor û germ bû, dawî got:

“- Ey Xwedayê min, eger tu vê êþê ji ser min nebî, ezê bibim ciho an fille.” (Eselmî, Cewamêu’ Adabîssofiye, r. 60)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hejarî di sofîtiyê de

 

 

Hejarî “feqîrî” di sofîtiyê de ciyekî serekîn dilîze, lew re divê em piçekî firehtir li ser vê yekê rawestin, ji ber ku ewê nikare xwe hejar “feqîr” bike, nabe ji xwe ji sofiyan bijmêre an di pileyên civata wan re hilkiþe.

 

Þêxên sofiyan dibêjin:

“Camêrî kêmaniyan dipeçine.”

 (Eselmî, Silokla’rîfîn,r.114-115)

 

Mihemed kurê Elî Tirmizî:

“Ne ji camêriyê ye, ku yek mafê destê xwe ji bo karekî bixwaze, gava bixwaze, ew nizimiya nefsa xwe û kêmaniya xwe aþkere dike.”(Jêdera berê,r. 112)

 

Baþe, eger yek ji binyadên sofîtiyê camêrî ye, çawa mirovê camêriyê bike, eger ji wî tê xwestin, ew xwe wilo hejar bike, ku ji kirasekî û nanekî pê ve li ba wî tune be?

 

Ji edebên hejaran û ji þertên wan e, ku hejar hejariya xwe biparize weku maldar maldariya xwe diparize, û gava hejarî li sofî diyar bû, pêwîste ew bîzava xwe bo veþartina wê bike. Ji edebên hejariyê jî ewe ku sofî nezewice, û tenê ew bizewice gava tirsiya ku ewê bikeve h’eramiyê. (Jêdera berê, r. 164-165)

 

“…û ji çandeya wan e, ku dev ji gazinan berdin û vegerin hejarî û jarbûnê.” (Eselmî, Cewamêu’ Adabîssofiye, r. 60)

 

Eve jî tersî fermanên Qurana pîroz û cenabê pêxember e -Selewat û silav lê bin– ku ji mirov dixwazin, ew xwe û zarokên xwe ji belengaziyê biparizin, destê bilind xêrtir e ji yê nizim, zewacî ji sunneta pêxemberan e, û di Islamê de evdaltî nîne. Quran î kerîm dibêje ku filehan ji xwe re evdaltî pêdakirine, lê ew bo wan nehatiye nivisandin an fermankirin.

 

Sofî hedîsekê li ser navê Aî’þe, xanima pêxember Muhemmed, -Selewat û silav lê bin- tînin, ku wê pesna wan kesan daye û gotiye ku ciyê wan li ba Xwedê behiþt e, ewên xwe hejar kirine, ne malan û ne kozan ava dikin, û roja xwe tenê bi îbadetê derbas dikin.

 

Ebû Elî yê Cûzcanî rewþtên hejaran wilo dane xuyakirinê:

Þîrone ya wan pejirandina fermana Xwedê ye, hezkirina Xwedê bo wan hogir e, pêdiviya wan bi Xwedê ye, bazara wan bi Xwedê re ye, piþtvaniya wan bi Xwedê ye, Xwedêtirsîn ji sirûþtiya wan e, xwebirçîhêþtin xwarina wan e, tazîbûn cilê wan e…” û wilo wan rewþtan dide pey hev, ta digihe vê gotinê:”Heq pawanê wan e, fedîkirin cilê wan e, mirin mala wan e, gor keleha wan e, roja rabûnê cejna wan e…(Binêr: Eslemî, Zelleulfuqera, r. 202)

 

Li ba mirovan hatiye belavkirin ku sofî ew kese, yê xwe ji her tiþtekî jînê tazî dike, nefsa xwe ji daxwazan, gazinan û hezkirina dunyayê dadiweþîne, û her ku ew dev ji dunyayê berdide, ew di çavên xelkê de mezintir û balatir dibe.

 

Di Beyanû Zelelîlfuqara de, Esselmî vê dinivîse:

“Bizane ku hejarî yek ji rewþtên koletiyê ye, û di koletiyê de sermezinî, û pozbilindî nîne, lê belê serîçemandin û bi peyketin heye.” (r. 187)

 

Di vir de koletiya bo Xwedê mebest e, û ji ber ku di navbera evd û Xwedê de Þêx heye, koletî bo þêx e jî. “Ewê ku dunya li ba wî bi nirx be, li ba Xwedê nirxa wî tune ye.” (Jêdera berê, r. 188).

 

Sofî hejariyê tiþtekî çewt û nebaþ nabînin, ewan hejariya xwe û ya zarokên xwe wek razekê “sirrekê” ji razên Xwedê dibînin:

Ewan dizanin ku hejarî veþartiyek ji veþartokên Xwedê tea’la ye, dide bo wan kesên wefadar ji evdên xwe, û ewên pê re dihogirin û serbilindiya xwe bi wê “bi hejariyê” di ser xelkê re nadin xuyakirinê.” (Jêdera berê, r. 184)

 

Bo vê hejariyê jî sînor û bend û serhed hene, gava mirov wan derbas bike, êdî ji hejariyê derdike û dikeve nav pêdivan “muh’tacan”.

 

Ibrahîm Qessar gotiye:”Ji 30 salî de, min cilekî xwe perspan nekir, ne min pars ji kesekî kir, û ne jî min nerazîbûna xwe ji hejariya xwe da xuyakirinê.(Jêdera berê, r. 190)

 

Li gor sofiyan hejariya berxwedar ewe ku hinava mirov ji hemî daxwazên dunyayî paqij be, û mirov hinava xwe tenê bi hezkirina Xwedê tea’la dagire.

 

“Hejar ewe, yê hejariya wî bi wî bixemile, ne nefsa wî bi hejariya wî bixemile, û jîhan du tiþtin: Dazwaza pejirandinê û hezkirina serkeftinê ye. Ewê ji wan hezbike, êdî jîhanê ew bi bin xwe ve kiriye, di dema ku ew guman dike de, ku wî dev ji wê jînê berdaye.” (Jêdera berê, r. 189)

 

Abo Abdullahê Siczî gotiye, ku bo mirov qenciye, gava ew qenciya xwe ber bi çav neke, lê mirovê qenciya xwe berçav bike, êdî bê qencî ye…

Hejarî li ba Sofiyan qenciyek pir mezin e, divê mirovê bawermend li xwe diyar neke, pê serbilind nebe û xwe wek kesekê qenc nebîne…

 

Þêxek ji dev yekî dibêje, ta digihe Abû Abdullah Ibin Elecela. Dibêjin ew hatiye pirskirin:

“-Çi demê mafê yekî heye navê hejar li xwe bike?.”

Þêx gotie:

“- Gava bermayek wî li wî nemîne.”

Pirs kirine:

“-Seyda yê min, çawa wilo dibe?”

Þêx bersiv daye, gotiye:

“-Heger bermayê wî hebe, nabe bo wî hebe, û heger ne yê wî be, ji xwe ne yê wî ye.” (Binêr jêdera berê, r. 191)

 

Abû Osmanê Alhîrî gotiye:

“- Hejar gava sermeziniyê bike, êdî kêmaniya xwe diyar dike, ji ber ku wî cilê nefsdaxistinê û serþûriyê li xwe kiriye, eger ew sermeziniyê di cilê nefsdaketin û nizimiyê de bike, ew dibe Þeytan.” (Jêdera berê, r. 192)

 

Tê gotin ku hejarek “feqîrek” çûye ba þêxekî, þêx jê pirs kiriye:

- Tu kîyî?.”

Hejar gotiye:

“- Ez hejarek im.”

Þêx gotiye:

“- Te direw kir, hejarî razekî ‘sirrekî’ ji razên Xwedê ye, ew nade bo kesê ku wê razê xuya bike.” (Jêdera berê, r. 193)

 

Di Qurana pîroz de yek ji navên qenc ên Xwedê tea’la “Hejar” nîne, lê “Zengîn”, “Maldar”, “Dêrîndar” hene… Eve jî tersî gotina þêx e.

 

Abdellah Ibin Menzêl gotiye ku xêr di wî de tune ye, ewê tamzara nizimkirina xwe ji bo destkeftiyan û pirsê û rûlêtirþkirina tehl nekiriye…. An tiþtekî bi vê wateyê gotiye.

 

Li ba Abûlqasimê Razî destpêka bereketa hejariyê û sofîtiyê nefsnizimî, destkêþana ji sermeziniyê û þabûna bi hejariyê ye. Berdestiya bo hogiran e, dîtina baþiya wan e, û qencî bi hemî xelkê re, bawermend bin û gawir bin, merem ewana rêbazê nakulînin an nakevin nav pîsîtiyekê.

 

Ji Razî pirskirine:

“- Çi demê hejar ‘Feqîr’ dikare xwe bi sofî navbike?”

Gotiye ku dema ew van qenciyan di xwe de binase:

Divê ew dev ji dinyayê bi tevayî berde…

 

Xeyrênessac gotiye:

“-Ez çûme camiyekê, hejarek ji hejarên ku ez dinasim, gava ez dîtime, ji min dûr neketiye, û gotiye min: Þêxê min, min di saya xwe ke, tengiya ku ez têde mezin e.”

Þêx dibêje: “Min jê pirs kir: Tengiya tu têdeyî çiye?.”

Hejar gotiye:

“- Nema bela tên seriyê min û ez her sax im, û tu dizanî ku ev jî nîþana bobelatek mezin e.”

 

Biþir Bin Alh’arês gotiye ku rastiya hejariyê di kêmbûnê, hezkirina nizimiyê û di hobûna tenahiyê de ye.

 

Tê gotin ku Yûsif Ibin Alhuseyn gotiye:

Min di xew de dostekî xwe yê mirî dît, min ji wî pirs kir: Xwedê çi bi te kir?. Got: Xwedê –Ezze we cell- bo min got: Min tu berat kir, ji ber çûyîn û hatina te nav wan zaroyên jêryar ên dinyayê bi nanekê di destên te de, berî ku tu ji wan tiþtekî bixwazî.(Binêre jêdera berê, r. 198)

 

Ji Þefîqê Belxî hatiye pirskirin:

“Bi çi tiþtî hejar ê rast hejar tê nasîn?”

 

Gotiye:

“- Bi paristina hejariya xwe…” (Jêdera berê, 198-199)

 

Bo hejariyê “feqîrtiyê” edeb û ferman û bingeh hene, bê wan mirov li ba sofiyan nikane bibe hejar. Divê berî her tiþtekî razên “sirrên” þêxan û xweþhogiriyê li gel birayan biparize, azarê “nesîhetê” li biçûkan bike û ya mezinan bipejirîne, þerkirin û pevçûnê bi hogiran re neke û nevîna “kurha” wan neke. Divê hevalên xwe her di ser xwe re bigire, ne malxur be, dev ji ewên ne li ser rêgaha wî bin berde, û alîkarê hogirêd xwe be di ol û di jînê de. 

 

Bi vê þêweyê sofî dibin desteyek xudan taybetiyên cihê ji dorpêça xwe ya civakî, û gav bi gav desteya sofî ji desteyên dî yên civakî bi dûr dikeve, raz û veþartokên wê di nav wê de dimînin, civat tê kêrkirin û parçekirin. Lê þêxên wan dibêjin ku neyartiya hejaran bi diravyaran re pêda dibe ji ber giranbihayî ya malê dinê di çavên wan diravyaran de. Hinde sofî ku xwe bi xwe ji civatê  verê kirine û xwe bidûrxistine, peyva “neyar” bo  mirovên ne wek xwe bi kartînin.

 

Þêx Cunêd ê ku yek ji mezintirîn þêxên sofiyan e, gotiye:

“Tu nikanî bi barê ser milên xwe rabê, eger tu dev ji malê dunyayê bernedî, vê yekê ji pêxember û rastiyaran pêve kes nikane bike.” (Jêdera berê, r. 199)

 

Sofî dibînin ku dijheviya hejaran û maldaran ji çavtêrnebûnê ye û ji ber bi destneketina tiþtê ku ewan dixwazine. Wilo duqorî di civatê te li ber çavên hejaran çêdibe, ên li jor û maldar û çavnetêr, û ên li jêr û bêmal û hejar û bi rewþa xwe dilxweþ.

 

Hema em dirai, ku paþeyê “xelîfeyê” duwemînê Islamê, Umer Ibin XettabXwedê jê razî be- hejarî û kufir hemahema wekî hevdu dîtine.

 

Hinek þêxên sofiyan hejariyê dikin pileyek di edeba hezkirina Xwedê tea’la de, dilê mirov bê hejarî paqij nabe ji daxwazên jînî, lew re ewan van çar xisletan ji bo paqijkirina dilê mirovî tînin zimên:

      - Serîçemandin ji Xwedê re

      - Hejarî ji Xwedê re

      - Tirsîn a ji Xwedê

      - Hîvîkirin û daxwazkirin ji Xwedê…

 

Li ser tirsa ji Xwedê ev bûyer a ku sofî di pirtûkên xwe de anîne zimên, bala mirov dikiþîne. Merivek hatiye ba þêx Ebî Yezîdê Bistamî û gotiyê:

“-Azaran bide min.”

Bistamî gotiye wî:

“-Li asîmanê binêre. Kê ev pêda kiriye?”

“- Xwedê ew pêda kiriye.”

Bistamî gotiyê:

“- Pêdakarê wê her ji jor ve li te temaþa dike û her bi te re ye, divê tu hajê xwe bikî.”

 

Nabe hejarê rastiyar kînê li ser musilmanekî di dilê xwe de hilgire û nabe neyartiya kesekî ji olê pêve ji ber tiþtekî dî bike… ji ber ku, wek di pirtûkên wan de hatiye:

 

- Cilê wî razîbûn e

- Xwarina wî tirsa ji Xwedê ye

- Pejirandina Qederê bi rûyekî geþ e û bi dilekî vekirî ye

- Camêrî bo hogiran e û girtina wan di ser xwe re ye

- Dilnermî, nefsdaxistin û rewþpejirandin e.

 

Pêwîste mirovê sofî nefsa xwe her paqij bihêle û xelkê bike nînika wê nefsê. Ebû Yezîd Bistamî hatiye pirskirin:

“- Tu çi ji dinê divê?”

“-Ez li nefsa xwe binêrim, bi çavê ku xelk li min dinêre.” (Eselmî, r. 197)

 

Li ser camêriya sofiyan bi hogiran re û girtina wan di ser hev re, Ebûlebbas kurê E’ta dibêje:

“Mirov bîst salan durûtiyê ‘nîfaqê’ bo baþkirina rewþa birayekî  hogirekî olî’ ji birayên xwe bike,  jê re baþtir e ji bîst salên ku têde karê bi dilsozî (mebest:îbadetê) bo rizgarkirina ‘necata’ xwe bike. (Eselmî, r. 196)

 

Esslemî dibêje ku yek hat ba þêx Ebî Hefs, Di navbera wî û þêx de wilo hatibû gotin. Þêx pirsiya:

“- Tu kîyî?”

“- Hejarek.”

“- Hemî xelk hejar in, ka ji min re zengînekî li ser rûyê vê zevînê bibîne, da tu bi hejariya xwe ji wan baþtir bî, û bizane ku xelk giþ hejar in, bê ku xwe pê serbilind bikin, hema tu hejarekî bi hejariya xwe pozbilind î.”

 

Esselmî li ser vê bûyerê dibêje:“Min li rewþa wî hejarî nêriya, min dît ku dinyayê deriyê xwe piçekî li wî vekiriye, rewþa wî ya diravî baþtir bûye…” (Jêdera berê, r. 195)

 

Wekî em dibînin, hejarî ciyê duwem di nav van xisletan de dibîne, û lew re hikariya ‘bandora’ wê di avakirina nefsa sofî de mezin e.

 

Wek Cunêd, Esslemî jî dibîne ku hejar nikane xwe bi hejar navbike, ta ew bi histobariyên hejariyê ranebe, yek ji wan histobariyan jî, li gor nêrîna wî, devberdan û destkêþan ji malê xwe û ji teviya malê dunyayê ye. Lê nêrîna xwe wilo dide xuyanê:“Edeb guhar û gerdenê stoyê hejariyê ye.(Jêdera berê, r. 200)

 

Ebû Osman jî dibêje:

Edeb piþtvaniya hejaran e û zîneta maldaran e.” (Jêdera berê, r. 201)

 

Samerqendî jî wilo dibêje:

Mestirîn mirov di nizimiyê de, ew hejarê ku xwe li ber zengînan daxîne û xwe ji wan re biçemîne, û zengînê ku xwe ji hejarekî re daxîne an ser kêmaniya wî bipeçine.” (Jêdera berê, r. 200)

 

Ji vê gotinê tê derxistin ku sofî û maldar dikarin bi hev re bijîn, di nav hev de rabin û rûnin, lê di sofîtiyê de “neyartiya sofiyan bi maldaran re” diyar e, naye bincilkirin.

 

Sehil kurê Evdillah dibêje ku Xwedê tea’la mirov pêda kirine û hejarî kiriye para wan, û maldarî kiriye para xwe, bo hejarî cilê sernizimiyê û dilþikestinê daye û bo maldariyê mezinahî û serbilindî.

 

Ji aliyekî ve, eve sofiyan fêr dike ku bi rewþa xwe dilxweþ bin, pêþkeftina di jînê de û bidestxistina malê dunyayê wek tiþtekî nebaþ ‘nêgatîv’ binirxînin, lê ji aliyekî dî ve, ev ramana nedirist civatê dike dubend, li hember hev radike, hinek pir hejar û hinek jî dewlemend û malpir.

 

Li ba Sofiyan baþtirîn tiþt ewe ku mirov dema xwe tenê bi îbadetê derbas bike. Her tiþtekî dî vala ye û bê hode ye. Ewana ji bîr dikin ku gava paþekê “paþayê-xelîfeyê” duwemîn, Umer Ibin XettabXwedê jê razî be- komikek ji merivan di camiyê de dîtiye, pirsiyaye, ka evana bo çi her li wir in, gotine wî: Evana evdaltiyê dikin, hemî dema xwe bi nimêjê derbas dikin, Ew xeyidiye û bi kulman bi ser wan ketiye, tev ji camiyê bi derkirine û gotiye:“Ma hûn biçin bo mal û zarokên xwe kar bikin, wê li ba Xwedê ji vê evdaltiyê ne baþtir be?.”

 

Li dawiyê, ez dibînim ku bûyera baþtir rewþa hejar di nav sofiyan de xuya dike ev bûyer e:

 

Ebû Turabê Nexçebî dibêje ku ew carekê bi rê de bû û dilê wî pariyek nan û hêg xwest, ew ji rêya xwe daket nav gundekî, da wê hesret û daxazê di dilê xwe de nehêle. Ji niþka ve gundiyekî bi wî girt û gazî li gundiyên dora xwe kir: “-Eve yek ji wan dizkeran e!.”

Þêx dibêje:”Gundî li min hatin hev, ez gêrkirim û li min dan, heftê qamçe, bê wijdan. Paþê kesek ji wê ve hat, ez naskirim û gote wan lêderan:“Eve þêx Ebû Turabê Nexþebî ye.” Ez ji nav lep û lingên wan hatim azadkirin, wî kesî ez bi xwe re birim mal, hinek nan û hêg danîn pêþ min, da ez bixum. Min gote nefsa xwe:“De bixu, paþ heftê qamçeyan, bixu.” (Jêdera berê, r. 73)

 

 

 

 

Cîgeha Nasyaran

((Meqamê A’rifan))

di Sofîtiyê de

 

Nesir Abadî hate pirskirin:

“- Bo çi pêxember –Selewat û silav lê bin – kêm li ser nasyariyê “ma’rîfetê” peyiviye?.”

 

Þêx Abadî bersiv wilo daye:

“Ji ber kemala wî di nasdariyê de, û her kesê ku di tiþtekî de xudan kemal be, li ser wî tiþtî kêm dipeyive.” (Binêre Eselmî, Zelelulfuqera, r. 183)

 

Esselmî di (Nesîmulerwah’) de li ser nasyaran dibêje ku asîman serbanê wan e, ro agirê wan e, hîv (heyv) çiraxa wan e, nasok û Xwedê li gel wan daniþtîne, ji xelkê kesek nagihe cîgeha wan, ewana “Ji Xwedê ve li Xwedê dinêrin û xelk ji kar ve li xelkê dinêrin, ev desteya (taîfe) ji Xwedê pê ve guh nadin kesekî û ji wî pê ve ji kesekî heznakin.”  (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 176)

 

Li ba sofiyan nasyar “A’rif” bi hinde pileyan di ser hev re ne:

-         2 qor ji wan ehlê Zahir “Diyar”in (Hedîsnas û feqe)

-         2 qor ehlê Batin “Hinav” in (Ewên bo dan û standinê ne, xudanên rastiyê ne, bi ên li hafa xwe re didin û distînin)

 

Di ser van tevan re qorekî dî heye, ku pir taybet û kêm kes ji nasyaran digihinê, jê re “Zanayên Nîsbetê” tê gotin. Evana ji tevan hatîne hilbijartin, ji gerdon û hebûn ên cîhanî verê bûne, bi yekaniya xwe di yekaniya Xwedê tea’la de, di wê yekaniya bê wekanî de hatîne piþaftin!!!

     

Ehlê hedîs û fiqhê wan kesin ku xwe bi cihêkirina hedîsên dirist ji yên ne dirist gêro dikin, ji serhev derdixin, li bêjinga mejîtî û zanatiyê dixînin, wan kom dikin û ji xelkê re þirove dikin. Lê “Xudanên rastiyê” kî ne? Ewan di rastiya yekaniyê “Tewhîdê” de bê wekanî ne, ewana jî Sofî ne. Ewana di hezkirina Xwedê de sermest û serxweþ bûne.

 

Hinek jî pileyên îzanê “maa’rîfetê” dikin sê pile:

-         Izana zimanî, ew erêkirina fermanê ye.

-         Izana dilî, ew pêbawerkirin e

-         Izana canî, ew jî “Yeqîn” e. Yeqîn baweriya kûr û bêguman e bi rastiyê, lê eve li ba sofiyan pileya naskirina Xwedê ye.

 

Ji bo îlim “zanîn”ê jî  sê nîþan hene:

-         Zimanê bi hiþmendiyê dipeyive.

-         Dilê bi îzanê bawer e

-         Govdeyê wî bo xizmetê Xwedê erê kiriye.

 

Van Zanayên Nîsbetê wateyên navên Xwedê û rewþtên wî baþ dizanin, ji kar û bar ên gerdonî û dunyayî hatîne azadkirin, têkiliya wan bi afirendyan re hatiye birrîn, nîsbeta wan bo Xwedê ye, ne bo kesekî, êlekê, olekê, desteyekê, rêgahekê, welatekî an komikek mirovî ye, di sofîtiyê de daniþgeha wan di ser ya tevan ra ye, ewana bi xeybê û nehanê dizanin û wekî nimûneyekê di rabûn û rûniþtina mirovî de ne.

 

Esselmî dibêje:

“-…û [Nasdar] bê sînore wekî çawa [Naskirî] bê sînor e.” (Jêdera berê, r. 156)

Nasdar “a’rif” e û Naskirî li ba sofiyan Xwedê tea’la ye.

 

Li ba sofiyan qorekî bi navê “Elumena- الأمناء” heye, ewan di serkêþiyê de wek þandiyan e di nav pêxemberan de, û ewana xudanên rûmetê ne, ku destûr bo wan heye, li ser veþartiyên Xwedê bi “Emanet” bipeyivin û tenê li ber wan kesên ku hêjayê haydarkirinê ne, ne li ber her kesekî ji mirov û mirîdan. (vegere jêdera berê, r. 168)

 

Ciwanî (Elfutuwwe- الفتوّة) li ba sofiyan ewe ku di mirov de hemî qenciyên mirovî hebin, wek comerdiyê, paristina sunnetê, wefadariyê bo dost û hogir û þêxan, hezkirina wan û ewliyan û serîçemandin ji wan re, fedîkirin, razîbûn, hejarî û tewekulla ser Xwedê tea’la. Lê belê ciwanî di binyada xwe de, ewe ku aþkerebûn û veþartiya rewþê nefsî yê mirov di hemî kirin û gotinan de wek hev bin. Nabe durûtî di mirov de hebe, du þêweyên jiyanê bi hev re biborîne, di vir de dostiyar be û di wir de ne, bi rû wefadar be û di dil de neyar be, rabûn û rûniþtina wî ya diyar ne wek kirinên wî yên bi dizî bin.

 

Pileya “Elxebte –    "الغبطةcîgahek ê di ser meqamê pêxember û þehîdan re ye. Gava ji “Ehlê ma’rîfetê” hatiye pirskirin: “Ev çawa dibe?” gotine ku pêxember bi histobariya teblîxê “haydarkirinê” mijûl û gêro dibin, lê ewên dî bi wê yekê nehatîne histobarîkirin, ewana dema xwe tenê bi îbadeta Xwedê derbas dikin. (Eselmî, Meseletu derecatîssadîqîn, r. 147)

Lê em baþ dizanin, ku xebata bo haydarkirinê parek ji wê îbadetê ye.

 

Þêx Elcunêd gotiye ku gava Xwedê bixwaze tiþtekî ji “xeybê” bo van hêjayan diyar bike, ew gumgumekê bi hinavên wan ewliyayên taybet dixîne, ewana bi wê yekê dizanin ku ew diyardeya xeybê çiye. (Jêdera berê, r. 148)

 

Hinek sofîyên xwe ji nasyaran dijmêrin, dibêjin ku ewan dizanin wê çi demê bimirin. Þêxekî bêjer (qewal) wilo gotiye:

”-Ezê ji dinyayê derkevim û hezkirina we di nav hinavan de ye.”

Lê belê þagird û mirîd tênegihîþtine bo çi wî wilo gotiye, piþt re sofiyek wî dihejîne, dibîne ku þêx miriye!!!

 

Mihemmedê Sofî, gotiye ku ew bûyer bi wî re li camiyekê li Nîsaborê derbas bûye. (Jêdera berê, r. 176)

 

Hinek sofîtiya xwe bi tevlêbûna evdalekî fileh ê zana didin bawerkirinê. Ewan çêroka Elcunêd li gel evdalekî tînin zimên ku dîtiye sofî di cîh de hildipekin  û sirûdan dibêjin. Ew ji þêx Cunêd dipirse û ji wî têdigihîne çi heye, ew yekser dibe musilman û tev li wan dibe, ji ber ku –wek çêrok dibêje- di Incîlê de li ser va taybetiya desteyeke wilo berê hatiye nivisandin. (Jêdera berê, r. 178)

 

Yek ji namdartirîn mezinên sofiyan Husên kurê Mensûrê Hellac e, ku hinek zanayên musilamanan wî « gawir » jimartine û fermana kuþtina wî derxistine, û ji ber wê yekê di sala (309) koçî da hat kuþtin û xaçkirin. Lê belê Maykil Sîlerz, ku wergerandina pirtûka Ibin Erebî (Fisûs El-Hukum) bi Îngilîzî amade kiriye, gelek pesna wî dide, ne tenê wek fîlesofekî, belê wek hozanvanekî mezin jî, û dibîne ku nivîsandina wî tiþtekî di navbera helbest û pexþanê da ye.

 

Di pirtûka Ettewwasîn de (r.130) hinek malikên helbestê li ser navê wî hatine belavkirin, di xwendina wan re meriv dinase ku ew ji xelkê Wehdetulwicûd bû.

 

Li ba ElhellacLahût“ û „Nasût“ ketine di nav hev da, canê mirov Lahût a rastiya Xwedayî ye û govdeyê wî Nasût e. Eve jî wek dulayîtiya Xwedê û piþaftina zatê îlahî di zatê mirovî da tê jimartin. Piþtî kuþtin û xaçkirina Elhellac, peyrewên wî bûn du tej, hinekan xwe ji bîr û baweriyên wî dawiþandin û rexne li ramanên wî kirin û rêya xwe piçekî guhartin û hinek jî li ser wê rêgahê man, lê hinek tiþtên wî ne pejirandin, ji wan Muhemmed kurê Ibrahîmê Nesir Abadî û Ebûlebbas kurê Ee’tayê Bexdadî

 

Serkêþekî din ê sofiyan Ibin Erebî Elhatemî yê Taî ye (sala 638 koçî hatiye çalkirin). Di pirtûka „Elfitûhat Elmekkiye“ da, ku li ser navê wî belav bûye, di helbestekê da hatiye, ku „Evd Xwedê ye, û Xwedê evd e. Gava te got ev evd e rast e û gava te got Ev Xwedê ye dîsa rast e.“ [Binêr: Elhediye Elhadiye, Dr. Teqiyiddîn Elhîlalî, r. 43]

 

-Ibin Erebî li ba peyrewên wî, " Xwedênas, Qutbê mezin, Miska bi bihin û Kibrîta sor" e.

-Elcîlî li ba wan "Xwedazane û Ma'denê Semedanî" ye 

-Ibin Elfarêd "Sultanê aþiqan e".

-Ibin Erebî yê wan jî pesna Fîre’wn dide û dibêje, ku Fîre’wn gava miriye kesekî bawermend bû. Bi ser ve jî ew rexneya Haron birayê Mûsa -Silav lê bin – dike, ji ber ku wî pênexweþiya xwe anî bû zimên, gava gelê Israîl ji xwe re xwedîkek ji baqir wek golikekî çêkiri bûn.

 

Eþiblî dibêje:

“- Hezkirina Xwedê ez serxweþ kirime, ma te evîndarekî ne serxweþ dîtiye?.” (Jêdera berê, r. 176)

 

Yeha Ibin Mea’z dibêje ku ew sofî ne rastiyar e, ewê hezkirina wî (Mebest: hezkirina Xwedê) li xwe xuya bike, û ewê sînorên wî (yên Xwedê) neparize, û ewê carekê bibe tamzarkirê hezkirina Xwedê, wê dev ji xwestekên dunyayê berde û ji mirovan çolbibe…

 

Bi ya vî þêxî be, hezkirina Xwedê jî, wek hejariyê razek “sirrek” e, nabe mirov li xwe diyar bike. Bi ser de jî pêwîste mirov destan ji civata xwe bikiþîne û ji mirovan bi dûrkeve. Ma ne pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin- gotiye ku “Eddînulmua’mele”? Bi mebesta Ol danûstandin a bi xelkê re ye, ol civatî ye, ne bo çol û çolkirinê hatiye…

 

Sofî di hezkirina Xwedê de digihin pileya serxweþiyê, sermest û gêj û tev li hev dibin… “Ma tu nabînî, gava serxweþî bi yekî re giha rewþa serxweþiyê, êdî ew guh nade þermiyekê û ne jî (menar) û (tenar) û di mal de guh nade tiþtekî.?” (Jêdera berê, r. 176)

 

Þêxê mezin Cunêd bi piþaftina canê mirovî di nav mirovan de û di nav mirov û Xwedê de jî bawer dike. Ew di pileya pêþîn de wilo diçe ber mijarê:

 

“Ez û komek ji hogiran, em li nav baxekî bûn. Me kesek þandibû bo ji me re hinek hûr û mûr bîne, ew dereng ma. Em derketin ser xaniyekî, da binêrin; ew li ku maye, me dît ku mirovekî çavkûr bi lawekî çeleng re ji wê ve tê, û dibêje:

 

“-Te çi ji min xwast, ez vê û vê bikim min kir, û te gote min: Vê û vê meke, min nekir, û ez li hember daxazekê ji daxazên te derneketim, pa tu çi ji min divê?”.

Lawikê çeleng got:

 

“- Ez dixwazim tu bimirî!”.

Mêrikê çavkûr got:

“- Vaye ez dimirim”. Xwe dirêj kir û ser rûyê xwe pêçand.

Min gote hogirên xwe:

“- Tiþtek li ser vî çavkûrî nema, xwe wek miriyan kir, lê di rastiyê de ew nikane bimire.”

Em ji xanî daketin xarê û bi ser wî de çûn. Me ew livand, lê ew rast mirî bû.” (Binêr: Eslemî, 99-100)

 

Ew bi çêrokek dî vê mijarê hîn zelaltir dike:

Min carekê dît ku lawek li þêxekî dixîne, û þêx her dikene. Min jê pirs kir: Tu bo çi dikenî. Got:

“- Çito ez nekenim û destê wî canê min e, qamçeya wî dilê min e û jîna wî jîna min e, ezê çawa giliyê ji xwe bikim?” (Binêre: Eslemî, r. 96)

 

Þêxê Cunêd di pileya dî de wilo dibêje:

“- Hezkirina nav du kesan nîne, ta yek bo yê dî nebêje: Ey ezo!. Ma te gotina Ebî Yezîd – Xwedê canê wî pîroz bike- ne bihîstiye; ew dibêje:

أيها السائل عن قضيتنا     لو ترانا لم تفرّق بيننا

أنا من أهوى ومن أهوى أنا     نحن روحان حللنا بدنا

[Ey pirsyarê kêþeya me       

Ger tu me bibînî, tu me ji hev cihê nakî]

[Ez ewê ku ez jê hezdikim e û ewê ez jê hezdikim ez im

Em du can in di govdeyekî de hatîne piþaftin]“.

[Binêr: Menahîculaarîfîn, bi pêketina Dr. Sulaiman ateþ, Ankara, 1981, r. 177]

 

Sofî gava navê Ebî Yezîd Elbestamî lêvdikin dibêjin (Qeddessellaho sirreho) bi wateya “Xwedê veþarta wî pîroz bike.

 

Tê gotin, ku Ibin Erebî gotiye: "Ewên golikperestî kirine ji Xwedê pêve kesek ne perestine… û ev gotineke ji gotinên wî, ku bûye egera hêriþa Ibin Teymiye li ser wî û li ser baweriya wî..

 

Ibin Erebî, wek hatiye gotin, pûtperestî, dar û kuçperestî, mirov û çêlperestî wek Xwedaperestiyê didît û dipejirand. Wî bawer dikir ku Xwedê di her tiþtekî da heye û xwe di her govdeyekî piþaftiye, bi hemî canan re tev li hev bûye. Hema di Qurana pîroz da Ciho bi „Gawir“ hatine navkirin ji ber ku wan ji xwe re xwediyekî bi terzê golikekî ji baqirê pêda kiri bûn, û wek wan li ser Sabîe jî, ji ber ku ewan stêrperestiyê dikin û li ser wan Fileh ên, ku Isasilav lê bin- ji xwe re wek Xwedê an „kurê Xwedê“ dibînin.

 

Ibin Erebî dibêje ku Xwedê bi xwe ew afirînde ye "mexlûqe", ez perestiya wî dikim, ew h'emda min dike û ez h'emda wî dikim, ew perestiya min dike.

 

Karl Baker dibîne ku di saya Elxezalî da sofîtî ji jehrê hat paqijkirin û ji aliyê xelkê Sunnetê ve Elxezalî hatibû beratkirin. Sebkî di "Tebeqatulþafî'ye" da dibêje, ku Xezalî dev ji nêrînên sofîtiyê berda û li ola rastîn vegeriya.

 

Elmerxenî dibêje ku ewê ew bibîne û herkesê ku wî bibîne naçe dûzexê "Cehennemê".

 

Ebû Yezîd Elbestamî li ser xwe dibêje:"Di vî qeftanî da ji Xwedê pê ve kes nîne."

 

Li ser vê yekê Nikelson di pirtûka xwe da "Sofîtî di Îslamê da" (Binêr r. 117, wergerandina Nûriddîn Þirîbe) dibêje ku sofî her xwe wek netewek hilbijartî diyar dikin. Ew dibêje ku Îslam bê wate dimîne, gava baweriya Yekaniyê "Tewhîdê", ku bi (La îlahe îllellah) tê nasdan ji nav bite derxistin. Li ba sofiyan "Yekbûna hebûnê -Weh'detilwicûd" heye û ev bawerî ola ku bi rêya pêxemberan dahatiye, ji ortê radike, tune dike.

 

Ji ber hinde helbestên, ku li ser navê Ibin Erebî hatîne belavkirin, gelek zanayên Musilmanan Ibin Erebî dikin „Gawir“. Di helbestekê da wilo hatiye:

 

Berî îro min ji hogirê xwe ne dipejirand

Gava ola min û ola wî ne yek bana

Lê niha dilê min her wêneyekê dipejirîne

Ew çêrgeha xezalan e û dêra evdalan e

Pûtxane ye û Kaa’be ya Taîf e,

Ew lewh’yên Tewratê ye û Mishef e

Ez bi ola evînê bawer dikim

Berê wê kuve be, ol ola min e û Qura’n e…”

[Binêr : Ibin Erebî, Zexaêr Elee’laq- þerh’o tercumanîl eþwaq, r. 39,]

 

Mixabin, ev Ibin Erebî dibêje ku pêxemberê Xwedê - Selewat û silav lê bin - pirtûka (Fisûsilhukum) dayîye wî û jê re gotiye: "Derkeve bi vê pirtûkê nav xelkê, ku faydê jê bibînin"  û dibêje: "Min mirazê ku pêxemberê Xwedê, ji min re diyar kiriye, bê zêdebûn û bê kêmanî, bi cîh anî." [Binêre: Fisûsilhukum, r. 4, çapa 1309]

 

Xwedê li ba Ibin Erebî her tiþteke, di her tiþtekî da ye. Ew dibêje:

"Berxwedarî bo ewê ku her tiþtek pêda kiriye û ew bi xwe her tiþtek e."

"Zana ewe, yê Heq (Xwedê) di her tiþtekî da dibîne, belê wî wek her tiþtekî dibîne."

 

Xwedê wilo li ba Ibin Erebî di her tiþtekî da diyar dibe û ji ber vê baweriya çewt hinek ji keviran, pûtan, goristanan, lawiran û kewkeban re seriyên xwe diçemînin û alîkariyê ji wan dixwazin, bi baweriya ku Xwedê di wan da hatiye piþaftin an ewan bi xwe ji wêneyên Xwedê ne, ji van kesan jî Ereban berî Îslamê di pûtan da xwedahî didîtin, tevî ku carinan teyr û tilûr li ser vedinîþtin û zelqêd xwe jî bi ser da dikirin. Cihowan jî ji xwe re golikekî baqirî çêkirin û ji Haron, birayê Mûsa, xwastin ku ew destûra gilokperestiyê bide wan. Mûsa vegeriya bi serî û porê birayê girt û bi hêrs jê pirsiya, çawa wî destûr daye wan, Haron bersiv da, ku ew naxwaze gelê wî li golikekî baqirî ji ser hev belav bibe, lê belê hezretî Mûsa ev yeka minê nekir. Sabîe jî kewkebperestî dikirin û fillehan mirovperestiyê dikin gava ewan bawer dikin ku Xwedê xwe di kesaniya hezretî Îsa da piþaftiye, û wek wan hinek desteyên Þîee jî wek Fillehan dibin, gava ewan Îmam Elî ji zatê Xwedê dibînin. Li ba sofiyan jî Þe’ranî "Heykelê Semedanî û Qutbê rebbanî, rastiya veþartî ya zatê îlahî" ye

 

Li ser van baweriyên çewt çêroka Erebekî koçer tê bîra mera: Rojekê Erebek çû ber pûtekî, ku li ber wî gazincên xwe bike, dît ku roviyek bi ser da dimîze, lew re helbestek got û vegeriya mala xwe:

"Xudanekî rovî bi ser serî da dimîze?

De bila ewê rovî bi ser de dimîze sernizim be"

 

Wek Ibin Erebî, ku ji hîmên Sofîtiyê ye, Evdilkerîm Cîlî(sala 830 koçî miriye) dibêje ku wî seriyê xwe ji evînê re çemandiye, ew hem li mizgeftê û hem jî li dêrê dinimêje û gava ew carinan ji rêka Rêbazê “Þerîe’tê” derdikeve, ji ber zanîna wî bi rastiyê ye. [Binêr: Elînsanilkamil, Mirovê bêkêmanî û binêr Elfisos, r. 201].

 

Wek wan jî Ibin Elfarêd, ku hozanvanekî navdar e, navê Xwedê di helbesteke xwe de wek navê () bi kar tîne.. gelek ên din jî wek Hesen Ridwan, Ibin E’cîbe, Ibin Beþîþ, Sedrê Qononî, Demirdaþ, Ibin A’mêrnabulsî û ên din..Mixabin hinek helbest li ser navê Þêx Adî kurê Musafirê Hekarî jî hatîne belavkirin, ku ew Xwedê tea’la di xwe de dibîne û xwe bi Xwedê navdike, lê ne Kurdên musilman û ne jî yên Êzîdî bawer dikin ku ewana rast helbestên Þêx in, ji ber ku wan helbest tersî baweriyên wî ne, ku gelek zelal di pirtûka xwe de “I’tîqadû Ehlî Sunnet Wel Cema’e’” nivîsandine, û jîna wî pir rohn û xuyaye, tev di mucahedê û Xwedaperestiyê de derbas kiribû.

 

Hinek sofiyên din hîn bêtir ber bi tevliheviya baweriyê çûbûn, ku nema baweriya (Yekaniyê=Tewhîdê) dipejirandin û li ber Xwedê digeriyan, ku dilên wan ji vê baweriyê rizgar û paqij bike. Wek tê gotinê, ji wan kesan yek Ibin Beþîþ bû.

 

 

 

 

Ciyê Þêx û kerametên wan

li ba sofiyan

 

Ebû Yezîd gotiye:

“ Ez þevekê rabûm nimêjê bikim. Ez westiyam û min lingê xwe dirêj kir. Ji niþka ve dengek hate guhên min, bang li min dike, dibêje:[Kî li ba þahan rûniþt divê bi edebek qenc daniþe.]” (Binêr: Eselmî, Cewamîu’ adabîssofiye, r. 43)

 

Ebû Mihemmed Elherîrî jî wilo dibêje, lê dengê ku tê guhên wî dibêje: “Wilo kole li ba xudanan dananîþin.” (Jêdera berê, r. 43)

 

Sirrî Elsseqtî jî çêrokek wek vê dibêje, lê evana nabêjin, ka ewê deng li wan dike, Xwedê tea’la bû an þêxekî wan bû an jî melaîketek an þeytanek bû. Sofî wilo dihêlin, da her yek wek dixwaze ji xwe re þîrove bike. Mirîdên nezan wê bawer bikin ku Xwedê tea’la bi þêxê wan re peyiviye weku ew bi hezretî Mûsa re –Silav lê be- peyviye.

 

Ebû Saîd Elxerraz dibêje:

Ez ketim Remlê ‘Bajarokê Remlê’, çûme ba Ebî Ce’feril Qessab, û li mala wî razam. Piþt re ez ji Remlê çûme Beytil Meqdês ‘Qudsê’, ew bi pey min ket, hate Qudsê û bi xwe re hinek zad anî, û got:[Min ji vî zadî azad bike.]” Piþt re dibêje ku Ebû Ce’fer tew ji mala xwe derneketibû û dawî ew li wê yekê hiþyar bû. (Jêdera berê, r. 43)

 

Ew dixwaze bibêje ku Þêx Ebû Ce’fer mîna pêriyan firiya bû, hatibû Qudsê, da zadê ku wek samanek ne pêwîst di mala xwe de dîtiye, bide hogirê xwe yê rêwî. Wek diyar dibe, bo Þêx du govde hebûn, yek li mal ma bû û yê dî jî ji Remlê de ta bi Qudsê bi pey Ebû Saîd Elxerraz ketibû, bi wî re peyivî bû û zadê xwe dabûyê.

 

Ibrahîmê Þîbanî çêroka þagirdekî ji sofiyan tîne zimên, ku zik û çavên wî werimîne, gava bihna xwe dikiþîne û berdide, hemî geyayê li dora xwe disotîne. (Jêdera berê, r. 180)

 

Eger þagirdê þêx wilo, þêx bi xwe wê çawa be?!

 

Mixabin, gelek çêrokên “Kerametan” bi pey navê Þêx Adî kurê Musafirê Hekarî jî ketine. Ew kesaniya serekîn e di ola Yezîdiyê de, û di dema jiyana wî ya dirêj de (557-647 Koçî) li Laleþê Yezîdî bi E’dewî dihate navkirin.

 

Tê gotin ku berdestê Þêx Adî kurê Musafirê Hekarî pir tiþt ji bîr dikirin û nikanî bû Qurana pîroz ezber bikira, Þêx destê xwe li sîngê wî da û yekser bîrana wî baþtir bû û bi zûkî Quran ezber kir…[Binêr:Menhelulewliya (2/145/148)]

 

Ev ezberkirina Quranê ji aliyekî dî ve pevgirêda Þêx bi ola Islamê re bi cîh dike…

 

Þêx Mihemmed kurê Reþan dibêje:“Min dît ku Þêx Adî di ser rêyeke kevirî re bêsol diçe, dilê min êþiya û ez tirsiyam ku pêyêd wî birîn bibin, piþt re min baþ dîna xwe dayê, min dît ku di bin pêyêd wî de, bi bilindiya bostekê, du dekên „dolabên“ ji ronahiyê hene, wî hildigirin.“ [Binêr: Menaqîbuþeyx Udey-Q 16 B-17 a]

Þêx Evdillahê Elbetayêh’î dibêje: „Ez bi Adî re 50 salan geriyam û min bi wî re nimêj kir, û ez teviya wê demê li gel wî bûm, min nedît ku wî xwar an vexwar, û ji ber mucahdê „xwewestandinê“ gava diçû Secdê dengek ji seriyê wî dihat ku mîna dengê keviran bû di kundirekî hiþkkirî de.“ [Binêr: Menaqîbuþeyx Udey, 3 A]

 

Þêx Ebû Mihemmed Yûsifê Ela‘qolî (Ebû Yûsif), ku demeke dirêj bi Þêx re mabû, gotiye ku ew carekê pir birçî bûbû, bi þev xewnek dîtibû ku Þêx tepsiyek tijî tirî dide wî, ew jê dixu..Subehî gava ji xew rabû bû, dîtibû ku di devê wî de hîn þirîniya tirî heye…

 

Þêx Dawûd kurê Elmuh’bêr dibêje:“ Min 40 salan berdestiya Þêx Udey kurê Musafir kir, min nedît ku wî carekê bi roj rojiya xwe þikand û bi þev raza.“ [Binêr: Jêdera berê]

 

Þêx Ishaqê Serdolê yê Kurdî, gotibû ku Þêx bi xwe ji wî re gotibû:“Gav hûn ketin tengiyekê, berê xwe bidine Xwedê û bibêjin (Bi bereketa Þêx Adî), hûnê ji wê tengiyê qurtal bibin…“ û Þêx Serdolî dibêje ku ew di nav komeke destegîran „esîran“ de bû li Tirablusê (li Bakurê Lubnanê), paþ ku wan dirazên xwe bi bereketa Þêx Adî kirin, ewana hatin berdan û tev vegeriyan Nusêbînê…

 

Hinde çêrok li ser kerametên Þêx hatine gotin, niha pêwîst nake em bi dirêjî li ser wan rawestin, wek çêroka dîkê li ber erþê Xwedê, ku gava ew bangdike bo nimêjê, Þêx qîqîna wî dibihîse, an çêroka Ebû Israîlê ku li çolê bû û Þêx li wir dîtiye, an dengê wî bihîstiye, an wê cizîra þeþê, ku di orta zireyê de ye, û li wir mizgefteke Þêx heye…An çêroka Kurdê Bozî, ku kevir bi ser de hatiye û ew miriye, Þêx daketiye, destê xwe daye ser eniya wî, ew vejiyaye…An jî çêroka mîr Ibrahîmê Mîhranî, mîrê keleha Cerah‘iyê, ku tew bi kerametên Þêx bawer nedikir, ji niþka ve du çiyayên li hembera wî li hev ketin û dîsa ji hev verê bûn…

 

Tê gotin ku kesek ji ber êþekê hatibû ba Þêx Evdilqadirê Gêlanî, da ji wî re niviþtekê binivîse, Þêx Gêlanî ew hinartibû ba Þêx Adî, û wî niviþt ji wî kesî re nivisand, ew yekser ji wê êþê rizgar bû…Ji ber wê yekê jî, ta niha bawermend diçine ber zareta Þêx Adî bi hîviya standina bereketên wî, û zareta Þêx li Laleþ hêdî hêdî bû wekî hecê ji Musilmanan re, û mestirîn parêzerê wê bi Baba Þêx tê navkirin..

 

Hîn ji vê bêtir, hatiye belavkirin, ku Þêx di helbestên xwe de, Xwedayetî li xwe maf kiriye, eve jî bêguman tew ne raste. Þêx ê bi Xwedê bawermend tiþtekî wilo negotiye û nenivîsandiye. Di helbestekê de, ji wan helbestan Þêx Adî yê gotibe:

 

„..û ezim Udeyê Þamê kurê Musafir, ku Xwedê dilovan navên taybet bo min dane, û Erþ û kursî û heft qatên asîmanê û zevîn di tevdana zanîna min de ne, ji min pê ve Xwedê nîne…“ Haþa…!

 

An jî wê gotibe:

„ Gerdonan ji min re sejde kirîne, ta ez bilind bûm, bi sejdeya berdestan bo xudanê xwe, û hemî kesêndi heyînê de bo min gotin: Ya Rebb me bîne ser rêya Rast…

 

Haþa…û sed car haþa..Zanayekî pir mezin, Xwedatirs û navdar, ê ku bi Adî kurê Musafir hatiye naskirin, van gotinên wilo bike…Ev nakeve seriyan û gava em van gotinan bidin ber nivîsên wî yên pir hêja, emê bibînin, ku tew li hev nayin…

 

Navenda bawerî û jîna oldarî di sofîtiyê da Þêx e. Nabe þagird (mirîd) rojekê an carekê li hember þêxê xwe serî hilde an jî ciyê xwe ji yê wî balatir bike. Pêwîste ew her seriyê xwe li ber wî û li ber fermanên wî biçemîne, ew di nav destê wî da wek mirîyekî li ber destê mirîþo “þuþtkar” be, lew re jî ne dûre ku navê mirîd bi ser ketiye (ji mirinê hatiye!!) . Hene tew bawer dikin ku þêxê wan dikare bifire, di çavgirtinekê da difire û xwe digihîne Mekke û Medîne û li gel serkêþê karwanekê li çolistana Hîcazê di wê navê da dipeyive û agahiyan ji wan kes û welatan tîne. Þêx wek pêriyekî li ser nimêjê ciyê xwe dihêle, bi lez û bez diçe agirê çiraxên ser mezelên giranbihayên Necef û Kerbela vêdixîne û vediger, nimêja xwe tevadike...Nabe mirîd li ser ciyê avdesta þêxê xwe daniþe an bi ser mîza wî de bimîze an jî bi misînê wî avdaza xwe bike, ne jî çoyê wî bo xwe bi kar bîne.

 

Al-Þora, ku bingeheke ji bingehên Islamê, li ba sofiyan nîne. Þêx çi got ew ya raste û çi kir ew h’elale, yê ne kir wek h’eram tê dîtin û nabe kesek gotina wî ne pejirîne. Gava Þeyxulîslam Ibin Teymiye li hember wan derketiye, bi tundî bi wî re ketin pevçûnê, ji wî re asteng pêda kirin û kort kolan, bûn egera girtina wî û em dizanin ku di zindanê da Ibin Teymiye jîna xwe ji dest da.  

 

Ji kerametên þêxên sofiyan, ku di pirtûk û civatên wan da tên belavkirin gelek tiþtên seyr hene, wek vejandina miriyan, bersivdayîna ji gorê da û firîna di ezmên re û gelek tiþtên din, wek li xwe xistina þîþan û rakirina sêlên di agirê da sorkirî…Gelek ji sofiyan di ber zikrê ra þîþên hesinî di govdeyê xwe re derbas dikin û gelek hing û hunerên xwe þanî xelkê didin, lê hene mirov hîç ne þêxêd sofî ne û ne jî bawermend in lê dîsa jî dikarin van karan bikin..

 

Þeyxulîslam Ibin Teymiye li ser vê yekê dibêje ku evan karêd þeytanî dikin û herku di wê hunerê da pêþvetir diçin ewan ji Þeytên ve nêzîktir dibin..[Binêre El-Fetawî 11, 495-496]

 

Çêroka Wehib kurê Munbîh li ser lewendiya AdemSilav lê bin- tîne zimên ku Xwedê ew wek baþtirîn afirendên xwe pêda kiriye û cilê wî rengîn bû. Hemî tiliyên dest û pêyên Adem hatibûn þeqle (xetim) kirin, gerdenê wî bi zêr hatibû xemilandin, tac li ser seriyê wî bû û bi [Bavê Mihemmed] hatibû navkirin… (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 181)

Ev çêrok bi tevayî ji aliyê sofiyan ve hatiye pêdakirin û em tev dizanin, ku kurên Adem bi navên Habîl û Qabîl bûn, ne bi navê Mihemmed . Mihemmed navekî erebî ye û Adem ne Ereb bû, ne Kurd bû, hîn ew berî pêdabûna gel û neteweyan bû.

 

Dibêjin, ku Ebû Ubêd Elyusrî çû ba þêxê xwe û bi xwe re dewarek bir. Bi rê ve ew dewar mir, þêx bang li dewêr kir, ew yekser rabû ser xwe û guhêd xwe leqandin.

 

Dibêjin, ku ji Muferrecê Demamînî re hinek mirîþkên biraþtî anîn, Demamînî deng li wan mirîþkên sorkirî kir, got: “Bifirin!” ewan rabûn û firiyan.. û tê gotinê ku þêx Evdilqadirê Gîlanî destê xwe danî ser hestiyên mirîþkekê, ku berê hatibû xwartin û gotê:”Bi fermana Xwedê rabe”, ew mirþka bê goþt û mirî rabû.. û dibêjin, ku kurê þagirdekî Ebû Yûsifê Dehmanî mir, bav pir li ber kurê xwe ket, þêx gotê: “Qey nake…rabe”, ew kurik rabû ser xwe û demek dirêj jiya..

 

Tê gotin ku carekê çavêd Þêx E’cemî li segekî ketin, ji niþka ve hemî segên li wan deran bûn li çarexên wî segî civiyan û bi pey wî ketin û gava ew seg miriye ên din tev giriyan û piþtî ku termê seg hatiye çalkirin, êdî ew cî bû mezargeha segan. Gelo eger seg wilo be, dê mirovê ku þêx jê dilxweþ be çawa be.

 

Tê gotinê ku Þêx Ehmedê Bedewî jî ji gora xwe da bersiva þagirdekî xwe daye û destê xwe dirêj kiriye bo silaviya þagirdê xwe. [Bo van çêrokan binêre li Abdilraûf Almennawî, Alkewakêb Al-Durriye, r. 11]

 

Lê wek em dizanin van “Mu’cîzat” tenê ji aliyê pêxemberan ve çêbûne, û yek ji wan pêxember Isa bû -Silav lê bin-, ku bi vejandina miriyan navdar e.

 

Di pirtûka El-Ibrîz da (2:12), Debbax dibe ku mafê Welî heye çi dike bike, destê xwe dirêj bike berîka yekî û pereyên berîkê derxîne, mafê wî ye û xudanê wê jî lê hiþyar nabe…Wilo mera têdigihîne, ku þêx dizekî destsivik e ku pereyêd xelkê ji berîkêd wan derdixîne, lê ewan li wî hiþyar nabin, an jî sihirbazekî bi hing û hunere. Li ser hinek þêxan hatibû gotin ku wan ne tenê dizkarî, belê kutana dewaran jî h’elal kiribûn.

 

Tiþtê seyr di van çêrokan da ewe ku zanayekî mezin wekî Îmam Xezalî dibêje ku nabe mirovê bawermend van servedanan "Mukaþefatan" binehîne "înkar bike".. [Binêre pirtûka wî ya navdar Îhyaul ûlûmîddîn - Vejandina zanînên olê - Cild 4, r. 356]

 

Yek ji wan servedanên sofiyan eve:

 

Ebû Turab ji dostekî xwe re carekê dibêje:" Xwezî te þêxê me Ebû Yezîdê Bestamî bidîta." Dost lê vedigerîne, dibêje:" Ez bi dîtina Xwedê gêro bûme, ji min re ev bese, çî min bi þêx heye?!" Ebû Turab jê re dibêje: "Heywax! Heger te þêxê me Ebû Yezîdê Bestamî dîtiba, wê ji te re heftê carî ji dîtina Xwedê çêtir ba!"

 

Di vê yekê re mera dinase baweriya sofiyan çiye û çito ye…Yek bi dîtina Xwedê mijûl bûye û yê dî dîtina þêx heftê carî ji dîtina Xwedê çêtir dibîne…Cîhê herdukan dûjeh be.

 

Sofî gava diraz (dua') dikin, berî her tiþtekî daxwazan ji þêxê xwe dikin, ji welî û rêberên xwe dikin, an jî ji pêxember daxwazan dikin. Welî, þêx û pêxember jî mirî ne, ne jîndar in. Bi vî awayî ewan ji Xwedê ra hevparan (þirîkan) pêda dikin. Em dibînin ku hozanvanê wan ê mezin El-Bosîrî di helbesteke xwe da bo pêxember -Selewat û silav lê bin- dibêje:"Ey comerdtirînê xelkê! Ez ji te pê ve xwe navêjim ber kesekî, gava bûyereke mezin bi serê min hat."

 

Bo çi ew xwe navêje ber dergahê Xwedê ku dikare ji pêxemeberan çêtir wî ji bobelatan rizgar bike?! Ne pêxember bi xwe ji Musilmanan re gotiye: {Eger te pirs kir ji Xwedê pirs bike û eger te diraz kir, ji Xwedê diraz bike}. Xwedê tea'la jî di Qurana pîroz da gotiye ku ji Xwedê pê ve ewên dî ne dikarin ziyanê ne jî karê “qezencê” li te bikin, eger te dirazêd xwe li ber wan kirin, tu ji sitemkaranî (bi wateya: ji muþrîkanî)!

 

Tê gotin ku þêx Ibrahîm U’ryan (Ibrahîmê tazî) bê cil derdiket ser menberê û bêjeya xwe dikir û mirîdên wî jî bi wî dilþad dibûn, bê ku kesek dilnexweþiya xwe ji tazîbûna wî bîne zimên.

 

Teyforê Bistamî dibêje, ku ewê bê Ustadmamhoste” rêberê wî Þeytan e (Binêre pirtûka Elfitûhat Elîlahiye fî þerh Elmebahês Eleslîye, çapa 1913 z., rûpel 147).

 

Ebolferec Elwerethanî dibje:

“- Sala 48 (h.) ez hatim Bexdadê û Abolqasêm Elsalêh’ hat daniþgehek cariyan (!), min ev helbest jê re lêkir û xwend:

 

 إن بيتاً أنت ساكنه غير محتاج إلى السرج 

   وجهك المأمول حجتنا يوم يأتي الناس بالحجج

لا أتاح الله لي فرحاً يوم أدعو منك بالفرج

 

[Maleke tu têde daniþtî ne pêdiviyê Çiraxan e 

Rûyê te yê hîvîkirî hîcceta me ye roja xlek hîccetan tînin Xwedê roja ez dirazê „dua’yê“ ji te bikim, ji min re þadiyê nehêle]

 

Abûlqasim rabû, xemgîn bû û hiþ ji seriyê wî çû, ew rakirin birin malê, wê rojê jî jiya û piþt re mir –Xwedê dilovaniya xwe li wî bike-.“ (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 181)

 

Li ba sofiyan ew bawerî heye ku Þêx xudanê kerametane, nabe mirîd fermana wî biþkîne. Divê pir bi edeb li ber wî daniþe weku çawa ew di rewþa nimêjkirinê da ye, nabe bi misînê wî avdaz bike, nabe çoyê wî bo xwe bi kar bîne, divê herdem guhdariya wî bike, ji zarokên xwe û ji her kesekî xwe pêþdatir bibîne, tevî ku pêxember gotiye, ku baþtirê we, ewê bo malbata xwe baþ e.

 

Li ser va serîçemandina li ber þêx pir helbest hatîne hûnandin û Mustefa El-Bekrî vê yekê bêtir diyar dike, gava ji mirîd dixwaze ku ew neçe ser xaliya þêx û li ser balifê wî jî seriyê xwe bo razanê daneyne. Divê fermana þêx bi cih bê, tevî ku dij bi fermana xwedayî an sunneta pêxemberî be. Þe’ranî jî dibîne ku ewê þêxekî dî ji xwe re li gel þêxê xwe bibîne, weku dîtina hevparekî ji Xwedê re ye, û ewê ola xwe ji þêxekî dî bigire, weku mirovê bê ol e… Pir caran jî þêxên bi salan pir pîrtir diramûsin destê zarokekî ku bavpîrê wî berê þêxekî ji þêxên sofiyan bû. [Binêr:Mînhetul Eþab –Eritbî, r.75][Qewaê’d El-Sofiye, r. 131]

 

Elquþeyrî dibêje:”Kî li pey þêxekî ji þêxan çû, û piþt re bi dilê xwe jê verê bû, wî hevaltî çirand û pêwîste ew ji ber wê yekê tewbe bike!! lê þêxan gotine ku di mafê ustadan de tewbekirin nîne.”[Binêre:Erîsale –Elquþeyrî, r. 151.]

 

Sofiyan ji dev hev bihîstine ku Ibrahîm kurê Þîban ji Ebû Ebdillahê Mexribî ev bihîstiye:

 

Bo Xwedê hene ji merivin wî, ewana ji rohniya rûyê xwe pêda kirine, heftê hezar melaîke ji melaîkeyên nêzkirî, ku lingên wan di navbera erþ û kursiyê de ne, di hoza mirovan de ne, cilên wan ji hiriya kesk e û rûyên wan wek þeveka bi heyva þewqdare, porê wan wek yê jinane, xemgîn û bi feryadin, ji roja ku hatîne pêdakirin, ta roja mehþerê “civanê”…” (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 182)

...û li dawiyê dibêje:

Xwedê hogir û þahê wane û ewana birayên me ne, di ‘nesebê’ de û hevrêyên me ne ji xelkê asîmanê di mezhebê ‘rêgahê’ de.” (Jêdera berê, r. 182)

 

Ibin E’ta dibêje ku Xwedê xwe ji ber afirendên xwe veþartiye ‘xistiye paþ perdeyê’, û xwe ji ewliyayên xwe re diyar kiriye, û bi wê þêweyê ewana ji her tiþtekî dî dane peçandin, ewan ji wî pêve ne pêdiviyê tiþtekî ne. (Jêdera berê, r. 182)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sofî û mezelan

 

 

Tê gotin ku sofiyekî bi navê Xalêd Elkatêb hebû, seriyê xwe bi kirasê xwe pêça bû û li nav goristanekê dijiya. Jê hatiye pirsîn:

„- Tu li vir çi dikî?“

„- Ez li vir dijîm.“

„- Ma ev çi jîn e, di nav miriyan de?“

„ – Ez di nav xelkê de bim, ewan ziyanê digihînin min û seriyê min bi wan re diêþe, û gava ez ji nav wan diçim, ewana li pey min dipeyivin. Li vir mirî seriyê min naêþînin, û gava ez ji nav wan biçim, wê li paþ piþta min li ser min nepeyivin.

 

Elcunêd li ser mezelê Kerxî dibêje ku ew tiryaqekî tecrubekirî ye. Bi serlêdana wî mezelî bereket û þîfa (ji nû ve saxî) pêda dibe…

 

Bi rastî li ba hinek desteyên sofiyan mezelê Welî an þêx ciyê standina bereket û þefae’tê ye, ew wek pûtekî tê paristin û perestin, tirsa wan ji mezelê mezin e û ewan bawer dikin ku serlêdana mezelê Welî an þêx þîfayê ji hemî kul û nesaxiyan tîne…Tu dibêjî qey ew xistexaneye an toxtirekî zana ye. Jin diçin li ber gora Welî, da zarokên wan çêbibin û hinekên din diçin bo daxazên xwe ji Welî bikin. Pir kes ji mezelên miriyan ditirsin, lê tirsa mezin ji ya Welî û þêx e.

 

Van baweriyên çewt, mixabin! tev li ola Islamê bûne û jêdera wan olên muþrîkan in. Li nav Êzîdiyan, Þîîyan, Filleh û Cihowan jî ev þêweyê mezelperestiyê pir belave.

 

Gelek ji sofiyan bawer dikin ku li ser gora her þêxekî wan taqek li ezmên heye, Xwedê tê re bereketê bi ser wan kesan de dibarîne, ewên bên serlêdana gora þêx. Hene jî bawer dikin ku di gora þêx A'bdilál da, ewa di teniþta gora El-Bedewî da ye li Misirê, hevdeyek ji porê pêxember -Selewat û silavên Xwedê lê bin- heye, ku çûyîna ber gorê gelek xêr û bereketê ji serlêdêran re tîne.

 

Hatiye belavkirin ku hinekan ji sofiyan Qutbê Mezin bi çavan dîtine, tevî ku ew Qutib berî wê demê bi sedan sal miriye û di gorê da hestiyên wî ji mêj ve riziyane.

 

Li ba sofiyan roja Xirqeyê (Mizqeyê) heye û bi Erebî jê re dibêjin: "Yewmul kense". Di wê rojê da wê fûteya þêx Bedewî bite çirandin û wê li mirîdan bite parvekirin ku ewana para xwe ji bereket û kerametêd wî bigirin. Ew roj çi demê tê, kes nizane.

 

Maçkirina kêla gora þêx, an jî stûnekî darî ku di ber gorê de hatiye venan, an jî destdirêjkirina di taqekê re nav gora þêx, bi dest xistina bereket û þefae'tê ye...

 

Ji sofiyan hene dilovaniyê ji Xwedê bo Iblîs (Þeytan) dixwazin û Xwedê bi xwe nifir li wî kiriye, ji wan jî hene Fîre'wn ji hezretî Mûsa zanatir û Xwedaperestir dibînin, hinek dî hene gelê hezretî Nûh', ku bi Xwedê bawer nekir û bi Nûh' re neçû, ji þîrkê berat dikin û hene silavê li seg û berazan dikin, bi baweriya ku di wan de zata xwedayî an mirovî heye.

 

Van teherên baweriyê ne ji ya pûtperestiyê pêþdatir in û terzekî (þîrkê) ye.. Xwedê tea'la di Qurana pîroz da dibêje: […û kî bi Xwedê þîrk bike, wek ewê ji ezmên ve dikeve xarê û firind wî ji dest hev direvînin, an jî ba (bahoz) wî davêje ciyekî pir kûr.] (22:31)

 

Mixabin, Þêx Tilmisanî ku wek me li ser xwendiye û bihîstiye, markirina xûþk û dayikan h’elal kiribû û kesên, ku jê re digotin ev h’eram e, bi (Meh'çûb) navkiri bûn [Binêre: Mecmûílresaîl welmesaîl- Ibin Teymiye, cild 1, r. 177], dibêje: "Quran tev þîrk e, û yekanî (tewhîd) di peyvên me de ye…"( Jêdera berê, r. 145).

 

Dibêjin ku Telmisanî rojekê bi rê da di ber segekî mirdar re derbas bûye, hogirekî wî jê pirsiye, piþtî ku Telmisanî ji wî re li ser yekaniya hebûnê "Wîh'detulwicûd" peyiviye: "Ma ev jî zatê Xwedê ye?" û tiliya xwe ber bi termê segê mirî dirêj kiriye. Telmisanî bersîv daye: "Erê, tev ji zatê wî ne."

 

Li ba Ibin Elfarêd zatê xwedayî tev li zatê wî bûye, û gava Nîqab "çarîk" rabûye, wî dîtiye ku ew û ew yek zat in, û wilo ew xwe dixapîne û digihe wê pileyê ku bibêje çi çerx û felek bê viyana min çênebûne û hemî ji rohniya hindirê min pêda bûne.

 

Ji van sofiyên mejî tev li hev in, hinek hene ku ola Îbrahîm (Silav lê bin) û ola bavê wî Azer wek hev dibînin, li ba wan bawerî bi Xwedê tea'la an bi pût û hîman wek hev e. Ewan baweriya Mûsa (Silav lê bin) ku li ser rêka yekaniyê bû û ola Fîre’wn ê xwe wek Xwedê dida nasîn, mîna hevdu dibînin, ola Muh'emmed  - Selewat û silav lê bin - û ya Ebû Cehil û Ebû Leheb ê pûtperest, wek hev dibînin.

 

Bo ku ewan bingehekê ji çewtebaweriya xwe re ava bikin  Ibin Eçîbe yê Fatimî vê dibêje: " Danerê vê zanînê (mebesta wî Tesewuf e) pêxembere -Selewat û silav lê bin- Xwedê ew bi wehî' û îlhamê hokiriye, di serî da Cibraîl bi Rêbazê (Þarîe'tê) dahat û gava cî girt, carek dî bi Rastiyê "Heqîqetê" dahat û yekemîn kesê bi wê peyiviye û belav kiriye seyidê me Elî ye (Xwedê jê razî be), Xwedê rûmet dayîye wî û Hesenê Besrî ji wî biriye."

(Binêr:  Îqazulhîmem fî þerh'îlh'îkem, Ibin E'cîbe, cild 1, çapa 1913 z.)

 

Ebû Yezîdê Bistamî li ser xwe dibêje: "Di vî qeftanî da ji Xwedê pê ve kes nîne."

 

Li ba mirovê bawermend jêdera îzanê (ma'rîfetê) Quran û Sunnet e û gava di mijarekê da bersîva pirsekê an çareya kêþeyekê ne dît, êdî ew vedigere kiryarên Eshaban û zanayên olê, eger di wir da jî bersîv û çare ne dîtin, êdî ew mejiyê xwe bi kar tîne û li gorî bingehên pîvan û lihevgirtin û danberheviya ravekirinan bersîvekê an çareyekê dibîne. Li ba mirovên ku bi olê bawer nakin zagonên dadmendiyê, çi berê û çi nû bingehin ji pîvan û çareserkirina kêþeyan re û mejî li ba wan ciyekî mezin distîne. Hema li ba sofiyan Þerîe't û Heqîqet ji hev cihê ne û Heqîqet demekê di pey Þerîe'tê re daketiye û tenê ew bi rêya îmam Elî derbas bûye nav þêxêd wan û berî giþan Hesen El-Besrî. Bingeha dî ya, ku li ba sofiyan cîyê xwe digire Zewqa kesanî ye, ne RêbazÞarî’et” û ne jî hiþ e. Hinek ji wan dibêjin ku zewqa “tamzariya” mirov rêya bo nasîna Xwedê û rewþtnasîna wî li ber mirov vedike, zewq rastiya tiþtan rastdike û dihêle mirov baþiyê ji nebaþiyê derxîne, xêr û þer ji hev cihê bike.

 

Teyforê Bistamî li gor hinek lêkolîneran gotiye: "Ezim heq" û gotiye: "Subh'ana min ji rohniya hindirê min pêda bûye".

 

Ibin Elfarêd, di hinek helbestên xwe da, xwe ji pêxemberan balatir dibîne, Li ser gotina hinek zanayan wî gotiye ku dema pêdakirina pêþîn, berî zarokên Adem çêbibin, Xwedê wek H'ewa li Adem diyar bû û bo her dildarekî jî wek dilbera wî diyar dibe, li ba wî Xwedê Zîn a Memê ye, Leyla ya Mecnûn e, Lubna ya Qeys e, Butheyne ya Cemîl e, Xeca Siyamend e û Sitiya Ferxo ye.

 

Ev tersî Qurana pîroz e ku li ser Xwedê dibêje: [Tiþtek ne wek wî ye] an [Tiþtekî wekî wî nîne] (Sûret:Eþûra-11)

 

Ibin Erebî hezkirina mêr ji jinê û ya nêr ji ya mê wek hezkirinek ji "Heq" dibîne, ji ber ku li ba wî "Heq / Xwedê" ji tiþtan hîç cihê nabe û hemî tiþt ji zatê wî yê bilind in.

 

Ji ber vê yekê þêxên sofiyan Xwedê di dilber û yaran da dîtine, lew re jî hinekan ji wan ji xwe re kêfxweþiya h'eram h'elal kiri bûn, lê ne dihêlan mirîdên wan wek wan bikin. Dibêjin ku Þêx Îbrahîm "Þêx Efendî" yê herêma Kurdaxê li rojavayê Kurdistanê, ku guman li ser hene ew ajanekî dewleta Turkan bû, di dema deselatdariya firensî da (1920- 1946) li Sûriyê, bi markirina gelek jinan namdar bû û hinek dibêjin, ku wî keçikên çardesalî û duwanzde salî jî li xwe markiri bûn.

 

Eve hinek olên kevnare tîne bîra mera, wek Eþtarperestiya li welatê Mezopotamiya, ku berê ew ol ola Mêperestiyê "Jinperestiyê" bû.

 

Ibin Erebî, "Kibrîtê Sor", ku pir ji keçek paqij a Mekke hez kiribû û bi dest wî ne ketibû, ne dane wî, di dastana "Tercuman El-Eþwaq" da Xwedaperestî û Mêperestiyê tev li hev dike, li ba wî Xwedê dibe keçek kubar û ciwan, ne tenê wilo, li ba wî Xwedê hejare û pêdiviyê mirove. Ew dibêje ku hebûna me hebûna wî ye û em ji aliyê hebûna xwe ve pêdivê wî ne, ew jî pêdivê me ye ji aliyê diyarbûna xwe ji xwe re.

 

Di Fisos da (Bir 1, r. 83, çapa Elhelebî) dibêje:

"Ew berxwedariya min dike û ez ya wî dikim

Ew perestiya min dike û ez ya wî dikim."

 

Li ba Ebdilkerîm kurê Îbrahîm ê Gîlanî (Gîlî), ku dora 830 h. koç kiriye, Xwedê mirovekî kamil e "Bê kêmanî ye" û mirovê bê kêmanî Xwedayê mezin bi xwe ye, ku heq û pêdakirin "xelq" di xwe da kirine yek tiþt. Gîlanî xwe balatirîn mirov li cîhanê dîtiye, di ser pêxemberan re û xwe bi "Asoyê xwedahî" navkiriye.

 

Hellac jî gotiye ku di cubbeya wî da ji Xwedê pê ve tiþtek nine. Lê hinek dibêjin ku mebesta wî ewe ku ji Xwedê pê ve ew bi tiþtekî dî gêro û mijûl nabe. Lê belê ew di hozanek xwe da dibêje:

 

Heger te ez dîtim, te ew dîtiye

Heger te ew dît, te min dîtiye    (Binêr: tewwasîn/ r. 34)

 

CîlîGêlanî“ di helbestek xwe da (Binêr: Insanê Kamil, bir 1, r. 22, çapa 1293 hicrî) dibêje ku her geyayek, sewalek, mirovek, zireyek „behrek“, çolek, tev dar û çiya, her wêneyekî madî, her ma‘denek û çi bejnek þahanî an dîdarekî Iblîsî, bi ser ve jî er’s û kursî, evan tev ezim û tev ji dîdarkên min in, ez di rastîniya wî de „ya Xwedê de“ xuya bûme, ez Xwedayê mirovan im û seyidê giþa me, zatê min navên wî „Xwedê“ ne.

 

Ew dibêje ku Xwedê tea‘la (Binêr r. 41, bir 2 ji jêdera berê) melaîke tev ji aliyê rewþên lewendî û rohniyê ve ji nefsa Muhemmed pêda kirine û Iblîs û pêkevên wî jî ji aliyê mezinahî û tariyê ve dîsa ji nefsa Muhemmed pêda kirine.

 

Ew dibîne ku hebûn û nebûn di zatê Xwedê da li hember hev in. Kevin û nû, Heq û neheq tev di çerxa wî da ne, Xwedahî herdu dijheviyan tîne ba hev, dikete yek tiþt.

 

Wilo li ba sofiyan Xwedê yek e, lê ew kevin e û nû ye, jîndar û mirî ye, heye û tune ye…Ev çi Xwedê ye?!! Gava wilo be, hiþê mirovan tênagihîne ka evan çi amanc dikin û çi dixwazin!.

 

Ebûl Hamêd Elxezalî (sala 505 hicrî çûye ser dilovaniya Xwedê) ku navê wî yê rastîn Muhemmed kurê Ehmedê Tosî ye, mijara Yekaniyê „Tewhîdê“ wilo rave kiriye:

 

„Bo Yekaniyê çar pile hene, di serî da lêvkirina Tewhîdê ye, ya duwê bawerkirina bi dil e, weku teviya Musilmanan bawer kirine, eve jî li gor dîtina Xezalî baweriya xelkê e’wam e, mebest piraniya gelê nezan e. Pileya sêyemîn naskirina Xwedê bi rêya „Keþfê“ ye, keþf  servedan e, rohniya rasteqînî ye. Eve jî wargeha kesên ji Xwedê ve nêzkirî ne, evana gelek tiþtan dibînin ku mirovên bi wan re dijîn nabînin û nizanin. Li dawiyê pileya çarê, ku sofiyê nêzkirî di gerdonê da ji yekî tenê pê ve nabîne, bi mebesta ew û Xwedê dibin yek zat û sîfat. Eve jî dîtin û servedana dostiyaran, berþêbûn û telaþbûna di Yekaniyê da ye…“

Xwedê me û netewa bawermend ji vê berþêbûnê biparize û hiþê me di seriyê me da bihêle…

 

Lê gava yek ji wan bipirse, gelo! Çawa þêxê we di gerdonê da ji yekî pê ve kesekî nabîne? Ewê bibêje: Ji ber ku ew ji yekaniyê pê ve xwe bi tiþtekî dî gêro nake, ew di yekaniyê da tê piþaftin.

 

Ev pileya jî armanca balatirîn e di zikr û sofîtiyê da. Van servedanên wilo nedîtî û nebûyî ji veþartokên sofîtiyê ne, nabe tiþtekî li ser wan binivîsin an di nav gel da belav bikin û vê yekê jî wek “zanînekê” di nav xwe da ji xwe ra dihêlin. Lê ewan ji bîr dikin ku Xwedê belavkirina zanînê ferman kiriye, û veþartina wê ne ji olê ye..

 

Zanîna wan ta çi pileyê rast e, kes nizane. [Bo mijara Yekaniyê vegere nameya Ehmedê Xanî, fî beyanî erkanîl Islam „di xuyakirina bingehên Islamê da“, ku me sala 1988ê di kovara Cudî (hejmar 1) da, belav kiriye.]

 

Tê gotin ku Hellac (Husên kurê Mensûrê Hellac – sala 309ê ji baweriya xwe ve hatiye xaçkirin) dibîne ku El-Xewas – sala 291 Hicrî miriye) bi pirtûkan ve gêro bûye, jê pirsî: Tu li çi digerî? Got: „Ez di van niviþtan da dinêrim, ku ez rewþa xwe di tewekulê da baþtir bikim.Hellac bersîv dayê:“Te jiyê xwe di avakirina hindirê (batinê) xwe da mirand, kanî piþaftina di yekaniyê da?!“

 

Mebesta Hellac ewe ku tu hîn di pileya sêyemîn a baweriyê da mayî, divê tu xwe bigihînî pileya çarê, pileya berþêbûnê di yekaniya Xwedê da.

 

Mirov mat dimîne gava dibîne ku Imam Xezalî pesna Hellac dide, tevî ku Hellac van tiþtan dibêje û di helbesteka xwe da bo Xwedê tea’la vê dibêje:

 

مزجت روحك في روحي كما           تمزج الخمرة بالماء الزلال

فإذا مسّك شيء مسّني                        فإذا أنت أنا في كل حال

[Te canê xwe tev li canê min kir,

                                    weku mey tev li ava zelal dibe]

[ Heger tiþtek giha te giha min,

                                            di her rewþekê da tu ez im]

 

Bi ser vê yekê ve, hîn ew gelek tiþtên wilo dibêje. (Binêre: Pirtûka Hellac, Eltewwaîn, r. 130-132)

 

Islamnasên wek Þeyxulîslam Ibin Teymiye yê Herranî û rojhilatnasên wek Nickelson û Goldzieher cudahiya di navbera Islama rastîn û sofîtiyê da baþ dizanîn, lê belê Nickelson dibîne ku Imam Xezalî sofîtî bilind kir û hêþt sofîtî bibe hêzek livbaz di jîna olî ya Musilamanan da. Karl Baker jî dibîne ku di saya Xezalî da sofîtî ji jehrê hat paqijkirin û ji aliyê Sunnetmend ên musilman da „Ehlê Sunnetê“ ve hat pejirandin [Binêre li Kelepûra Yûnanî, r. 10, ku ji aliyê Bedewî ve hatiye wergerandin bo Erebî]. Hema Nickilson bi xwe dibêje ku Islam bê wate dibe gava baweriya yekaniyê „tewhîdê“ ji nav derkeve, ewa ku bi La îlahe îllelah – Ji Ellah pê ve kes nîne“ tê naskirin.

 

Ev mijara „Yekbûna hebûnê – Wîhdetulwicûd“, ku sofîtiyê pêda kiriye,  ola  xwedayî ku bi rêya pêxemberan dahatiye, ji ortê radike, tune dike.

 

Sebkî di „Tebeqatulþafîîye“ da dibêje ku Xezalî dev ji nêrînên sofîtiyê berda û li ola rastîn vegeriya.

 

Ibin A’mêr Elbesrî (sedsala 18 a hicrî da miriye) ku wek sofiyekî mezin tê navkirin, xwe bi aþkereyî wek Xwedê dibîne, gava dibêje:

 

Ewî got (mebest Xwedê got): Ma tu dizanî ez kî me?

Min gotê: Tu, ey bangêr, ezim, lew tu rastiya min bûyî.”

 

Ew li ciyekî dî dibêje:

“Min nirî, min ji yekbûnekê pê ve, bê hevpar tiþtek ne dît, ku bi pirbûnekê hatiye pêçan…

Çiku tu ezim, na, belê : Ez tu me, yekbûnek ji her dîtirekî û hevparekî dûr e…”

 

Ilahîssedir Elqanonî (Muhemmed kurê Ishaq), ku sala 673 hicrî miriye, di pirtûka xwe da (Meratêb Elwucûd) dibêje ku mirov heq e û ew zat e, û ew sîfat û e’rþ e, ew kursî û ew lewh’ e, ew qelem û ew melek e, û ew cinn e (ê gonê ye) ..

Wilo pê da diçe ku mirov dike her tiþtekî di gerdonê da ye.

 

Li ba Nabulsî (Ebdilxenî kurê Ismaîlê Nabulsî) yê sala 1143 hicrî koç kiriye, destê pêxember Muhemmed (selewat û silav lê bin) ku bo “Beye’tê” ji gelê bawermend re hatiye dirêjkirin, destê Xwedê teala bi xwe ye, û mîna wê yekê li ba wî çavên hezretî Mûsa çavên Xwedê ne..

 

Kurê Beþîþ (Meþîþ) ku ji mezintirîn þêxên desteya Þazilî bû, dirazê (duayê) ji Xwedê tea’la dike ku wî ji heriya (civiqa) Yekaniyê (tewhîdê) rizgar bike û wî bixîne di kaniya zireya Yekbûnê (Wehdetulwicûdê) da, da ew ji wê pêve nebihîse, nebîne û ne jî bi tiþtekî din bihese.

 

Demirdaþ, ku navê wî Muhemmed Eddemirdaþ El-Muhemmedî bû, (Sala 929 K. Miriye) dibîne ku di gerdonê da ji Xwedê pê ve tiþtek nîne, û hemî tiþtên din pêjn (xeyal) û guman in.

 

Ibin Ecîbe yê Fatimî, ku navê wî Ehmed kurê Ecîbe yê Idrîsî yê Fasî(Ji Fas li Maroko – di orta sedsala 13a Koçî da miriye) di helbesteke xwe da dibêje:

 

توحيد حق بترك حق      وليس حق سواي وحدي

 

[Yekaniya heq bi berdana Heq e û ji min pê ve hîç heq nîne]

 

Hesen Ridwan (sala 1310 H. miriye) jî di hozaneke xwe de (Binêre Rewdilqilûb El-Mustetab, r. 269 çap:1322 k) dibêje ku di Heyînê (Wicûdê) de tiþtekî ku ne dîdarê wî (Xwedê) be nîne, çiku bi tiþt dibin yek û pirbûna ku em guman dikin ew heye, di zatê xwe de yek zat e.

 

Goldzieher dibêje ku sofîtiyê bîr û baweriyên xwe bi rêya (Taiwîlê) tev li Quran û Hedîsê kirin û wilo felsefeya Fîlon ê Girîkî xistin nav Islamê.

 

Hesen Ridwan di hozana xwe de wilo sofîtiyê li ber mirîdan xweþ dike ku mirîd di pêdaçûnê de, di nav rohniya lêgerînê de pêrgî yekbûna heyînê (Wihdetulwicûd) tên, veþartoka wê ji wan re aþkere dibe, pirbûna ku berçave li ber rohniya yekbûnê berþê dibe, ewan bi çavên wî (Xwedê) yên yekbûyî, di gerdonê de ji zatekî pê ve tiþtekî dî nabînin.

 

Teyforê Bistamî jî dibêje:

 

Ez ji Xwedê derketim bo Xwedê. Ta ji hinder min li min bang kir: Ey Ezê ku ez tu me…“ [Binêre: Tezkeretull Ewliya, r. 160, bir 1]

 

Muhemmed Behaddîn ji hozaneke sofiyekî vê rêzikê di pirtûka xwe de tîne [Binêre: Elnefhet El-Eqdesiye, þerh el-selewat el-Idrîsî ye da, çapa 1314 H.) :

 

وما الكلب والخنزير إلا إلهنا    وما الله إلا راهب في كنيسة

 

[Çi seg û beraz e, ew Xwedayê me ye, û Xwedê ew evdalê di Dêrekê da ye. ]

 

Li ba hinek sofiyan jî Xwedê û evd, meyxane û mizgeft, golikperestiya Samirî, girîngeha Cihowan û Kermela Behaiyan (Gora Mîrza Hesenê Elî – Behaullah) tev yek tiþtin…

 

Gustav Le Bonne dibêje ku tiþtê Islamê ji Filetiyê cihê dike, Yekanî ye. Yekanî di Islamê da bingeha her tiþtekî ye.

[Binêre: Þaristaniya Ereban, wergerandina Adêl Ziêtir, r. 158]

 

Þe’ranî di Tebeqat da li ser kerametên þêxê xwe Elî Wehiþ dibêje:

 

“Þêxê me, Xwedê jê razî be, bi me re, di xaneya Benatilxeta (Kerxaneyê) de dima, hergavê kesek ji ba jinekê (qehbeyekê) derketa, digotê: Were, berî tu diçî, ez ji te re þefae’tê bikim” bi mebesta: Ez ji te re li ber Xwedê bigerim, da gunehên te li te biborîne.

 

Li ser þêxê xwe dîsa dibêje ku gava wî didît kesek li ser piþta kera xwe suwar bûye, ew ji kerê peya dikir û ji wî dixwast, ew bi seriyê kerê bigire, da þêx zînekariyê bi wê bike. Eger þagird bi wê yekê dilxweþ neba þêx nifirek li wî dikir, ew di cî da bêliv dima, ne dikarî gavekê bavêje. Heger wilo bikira ew dibû kenê xelkê, ji xwe re tinazî bi wî dikirin.

 

Lê hinek sofî dibêjin ku ev çêrok ji aliyê neyarên sofîtiyê ve tev li pirtûka Þe’ranî bûye; ew çêrok ne rast e.

[Binêre: Etebeqat, çapa Sebîh, bir2, r. 135]   

 

 

 

 

 

Ola sofiyan û baweriya wan bi pirtûkên xwe

 

Xwedayê me Qurana pîroz wek “Daxuyaniyekê ji xelkê re” bi navdike. Dr. Philip Hetta [Binêre: Tarîx El-Ereb Elaa’m, r. 178, bir 1] dibêje ku ola Muhemmed kiryar û aþkere ye. Kurd jî dibêjin: “Ola Xwedê aþkere ye.”

 

Hema evana “Sofî” di her ayetekê da veþartokekê dibînin ku ji wan pê ve kes nabîne û di her tiþtekî da, çi genî û gemirî û çi pak û hêja be, Xwedê dibînin. Eve jî aþkerebûna olê dipeçine û tersî gotina pîroz a pêxembere, dij bi Quranê ye. Pêxember (Selewat û silav lê bin) gotiye: “ Kesê ku bêtir ji kur û bavê xwe û ji xelkê tevan ji min hez neke, wî bawer nekiriye.” [Binêre: Elbuxarî, Ehmed û Ibin Mace] Lê wî bi xwe jî gotiye ku ew miroveke, wek hemî mirovan dixwar, wek mirovan vedixwar, bi jinan re radiket û hinde caran jî Qurana pîroz lome ji wî kirine û gelek caran ji wî xwastiye ku ew mirovatiya xwe bîne zimên, da kes þaþ nebe, weku Fillehan hezretî Isa kirine kurê Xwedê an Xwedê bi xwe.

Lê li ba hinek sofiyan Muhemmed, kurê Evdillah, sêwiyê Mekke, navê mezintir e “Ismê Ee’zem e”, navê mezintir jî di pirtûkên wan da navê zatê Xwedahî ye. Weku ewan (Huwiyetê) dikin rastiya veþartî ya zatê îlahî û naverokî (Innî) dikin rastiya wî ya diyarkirî.

 

Kemþêxanlî di (Camêil Usûl fîl Ewliya, r. 107) da dibêje ku Muhemmed teviya wêneyên heqe (yê Xwedê ye), cîhan tenê bo wî çêbûye, ew bi xwe Xwedê ye. Lê belê di Quranî kerîm da ev heye:

 

[Bêj: tenê ez mirovekî wek we me, ji min re weh’î tê, ku xudanê (îlahê) we yek Xweda ye (Ilah e ).] (Sûret 18: Ayet 110).

 

Em jîna pêxember Muhemmed -Selewat û silav lê bin- bi hûrikî dizanin, lê mixabin sofî dibêjin,ku ji ber egerek nehane, ji ber rastiyek nediyar, ji Muhemmed pêve di heyînê (wicûdê) da hîç kesek nîne, ew rohniyek tevayî ye, pîsiya wî jî pîroze, canê wî jî ne wek yê mirovane, ew canê “ruhê” Xwedê ye, ku xistiye bejmêra Adem..û wilo Muhemmed berî Adem pêda bûye!!!

[Binêre: Ennefehat Eleqdesiye, Elbîtar, r. 9-11-13].

 

Li ba Ibin E’rebî pêxember Muhemmed Xwedê didît, û li gel kesê duwemîn di reva xwe da ji Mekkê, li gel Ebû Bekir, di zatê xwe de hem “Xwedawendî” û hem jî  i’bodiyet “Koletî” civandî bûn. Mebesta wî : Ebû Bekir li gel wî nebû, ew bi xwe dukesanî bû, Xwedê û evd.

[Binêre: Macmûe’tul Eh’zab, çapa Istanbolê, sal 1398 H.]

 

Em tev jî dizanin ku Muhemmed, selewat û silav lê bin, wek her mirovekî dî jiya û mir û Ebû Bekir, Xwedê jê razî be, gava nûçe ya mirina pêxember bihîstiye rabû ser xwe, derket ser menberê û got:

 

Kê Muhemmedperestî dikir, bila bizane ku Muhemmed mir û kî Xwedaperestiyê dike, bila bizane ku Xwedê her jîndare, her heye, namire.”

 

Em tev jî dizanin ku Ebû Bekir jî paþ hinde salan koç kir ser dilovaniya Xwedê. Herdu mirov bûn, wek mirovên dî.

 

Raste ku Quran bo Muhemmed, selewat û silav lê bin, dibêje:[[Tu li ser sinicek “exlaqek” gewreyî]] û Muhemmed ji me re wek nimûneyeke pakmirovan dide nasîn û jîna wî jî bê guman bo me balatirîn jîna mirovî ya paqije, lê belê ne ola musilmantiyê û ne jî hiþê mirovatiyê mirovekî dike tevahiya rohniyê an jî dike egera pêdakirina gerdon û kewkeb û stêrkan, û egera pêdakirina teviya mirovan, an jî ew kurê Xwedê ye an Xwedê bi xwe ye. Tiþtekî halo di Islamê da tune bûye û tunye.

Xwedê teala dibêje ku van pêxember hemî mirovin, ne ên gonê ne û ne jî perî ne. Ewan nan dixun û li bazaran digerin, ne herheyî ne û bê destûra Xwedê nikanin tiþtekî bikin, bê destûra wî nikanin li ber wî jî bigerin (þefae’tê bikin).

 

Qurana pîroz bo pêxember dibêje: [Tuyê bimirî û ewan jî mirî ne] (39:30). Muhemmed, selewat û silav lê bin, bi “Ebdullah – Koleyê Xwedê” tê navkirin û wî jî bi xwe gotiye: “Pesna min nedin, weku Fillehan pesna Mesîh’ kurê Meryemê dane, ez tenê koleyek im û bibêjin: Evdê Xwedê û pêxemberê wî.”

 

Hatiye gotin jî, ku hogirekî (eshabakî) bo wî gotiye:” Tu seydayê me yî!.” Pêxember li wî vegerandiye:” Na belê, Xwedê tebareke we tea’la Seyid e.”

[Elnîsaî bi senedekî baþ ev hedîs aniye]

Û ji ber vê yekê Musilman dibêjin:

Ez dipejirînim ku ji Xwedê pêve hîç Xwedayek nîne û Muhemmed evdê Xwedê ye û pêxemberê wî ye.

 

Nickelson dibêje ku dîmenê Muhemmed, selewat û silav lê bin, di dema pêþîn a Islamê da hîç ne wek dîmenê weliyê sofiyane an jî îmamê Þîîyan e.  Wî xwe ji þaþiyê bêpar nedîtiye, lê îmam li ba Þîîyan bê þaþî ye “Maa’sûm e”. Muhemmed weh’yê bi rêya Cibraîl digire, lê welî li ba sofiyan bê navber ji Xwedê îlhamê digire.

 

Bi vê þêweyê, li ba Sofiyan û Þîîyan welî û îmam ji pêxemberan balatir tên jimartin.

 

Nabulsî di þîrovekirina selewata Ibin Beþîþ da dibêje: “Muhemmed bû ewê ku selewat bo Muhemmed xwendiye ji ber ku selewata koleyan li ser wî ji dîmenê navê wî ye, bi fermana wî ye, ji wî da hatiye.

[Binêr: Mecmû-ûleh’ zab, r. 557, çapa Istanbolê].

 

Li ba Debbax hemî rohniyên gerdonan, ên erþ û ferþ û asîmanan, ên zevîn û jêrzevînan, ên behiþt û perdeyan, tev ji rohniya Muhemmed in û ji bo wê yekê hemî xelk, hem li vê jînê û hem li Roja Civanê “Roja Meh’þerê” ber bi wî ve dibezin.

 

Ev yeka jî diyar dike, ku hinek melayên sofiyan Muhemmed, selewat û silav lê bin, wek Xwedê dikin, Xwedê û Muhemmed li ba wan yek in, tevî ku di Qurana pîroz da hatiye:

[Bêj: Ez tenê mirovekî wek we me, bo min weh’î tê, ku îlahê we yek îlah e.] (18:110)

 

Evana van tiþtan dibêjin, tevî ku pêxember, selewat û silav lê bin, bi xwe gotiye ku MelaîkePêrî” ji rohniyê pêda bûne, ên gonî “Cinn” ji agirû Adem ji heriyê pêda bûne. Ev jî ji me re diyar dike ku mirov ne ji rohniyê û ne jî ji agirî pêda bûne, û rohnî jî ji çi mirovan pêda nebûye.

 

Di Qurana pîroz da hatiye ku Ellah “Xwedê” rohniya asîmanan û zevînê “erdê” ye. Gava sofîtî pêxember dikin jêdera rohniyê, êdî guman li ba me çêdibe ku evana Xwedê û Muhemmed wek hevdu dibînin an wek hevdu dikin, tevî ku Xwedê di Qurana pîroz da bo pêxemberê xwe dibêje: [Ji fermanê tiþtek di destê te da nîne.] (3:128) û li ciyekî dî dibêje: [Bêj: Ez ji we re ne xudanê ziyanekê an jî rêbaþdîtinekê me. Bêj: Kesek nikane min ji Xwedê biparize, û ji wî pê ve ez parizmendekî nabînim.] (73:21-22)

 

Gava Muhemmed, selewat û silav lê bin, wilo destpêk û paþek be, teviya rohniyî da pijiqî be, divê ew – li gor dîtina sofiyan- ji Cibraîl zanatir û agahdartir be. Lew re ewan derewekê pêda dikin, dibêjin ku gava Cibraîl hatiye bo Muhemmed, selewat û silav lê bin, da wî fêr bike Quranî kerîm, dîtiye ku ew (Muhemmed) Quranê dixwêne, Cibraîl mat dimîne û diqîre: “ Ji te û bo te, ey Muhemmed!!”  Lê em giþ dizanin ku Pêxember mirovekî ne xwende bû. Di dema lihevhatina Hudeybiye de ev tiþt gelek diyar dibe. Nûnerên gawiran napejirînin ku di peymanê da navê Muhemmed wek pêxember bite nivisandin. Pêxember dixwaze bêjeya pêxembertiyê li ser daxaza wan ji wê peymanê sîl bike, lê nizane ew kijan bêje ye, ji pismamê xwe Elî dixwaze wê sîl bike, ew dibêje ku ew hîç ne amadeye vê yekê bike ji ber ku Muhemmed pêxembere û divê ew bêje bimîne. Pêxember ji wî dipirse, ka ew kijan bêje ye, û piþt re bi destê xwe yê pak wê sîl dike.

 

Di destpêka dahatina weh’î de jî gava Cibraîl tê û jê re dibêje “bixwêne!” bersîvê dide dibêje: “Ez ne xwendekarim” carek dî jêre dibêje, ew dîsa wê bersîvê dide, paþê Cibraîl bi xwe yekemîn ayeta Quranê dixwêne:[[Bixwên, Bixwên bi navê xwedayê te yê ku afirandî, mirov ji kurmikekî pêda kirî…..]]

 

Tevî ku di Qurana pîroz da ayetek heye (53:5-7) dibêje ku ewê fêrkiriye Cibraîlê zorhêze, Ibin Erebî, an jî yekî dî ye ji þêxên sofîtiyê, ayeta Quranê [[..û bi Quranê lezneke berî ku weh’ya wê bo te diqede.]] (20:114) wilo ravedike ku Quran berî hatina weh’î bi rêya Cibraîl bê ravekirina sûret û ayetan hatiye.

[Binêre: Kibrîtê sor /Þeeranî, r. 16, çapa 1307 H.]

 

Di helbestek xwe da Ibin Erebî dibêje:

 

„ Dilê min bûye pejirdarê her wêneyekê

Ew çêrgeha îsikan e û dêra evdalan e

Ew pûtxane ye û ke’beya Taîf e

Lewh’ên Tewratê ye û Mishefe, Quran e

Ez bi ola evînê bawerim

Kuve rikêbêd wê bihêwirînin

Ol ola min e û îmana min e…”

 

Ew ji mirîdên xwe dixwaze ku ewan xwe bi hîç hevpeymaneke taybet ve girê nedin. Bi ser wê ve jî, ew bawer dike ku baxên herheyînê û agirê dûjehê mîna hev in, yek tiþtek in, û di Fussê Musewî da, ku pareke ji pirtûka wî ya bi navê Elfusus, Fîree’wn ji hezretî Mûsa çêtir dike, tevî ku Xwedê Fîree’wn ji xwe re wek neyarekî daye xuyakirinê…

                 

Cîlî “Gîlî” jî carina bêtir ji sofiyên din di mijara yekbûna heyînê “Wîhdetulwucûd” da pê da diçe. Ew nimûneyekê li ser dîtina xwe tîne zimên. Di helbesteke xwe de dibêje ku tevî berfê “befrê” þêweyekî taybet standiye, teherek wê ya berbiçav ji sipîbûn û sariyê heye, ew jî wilo “av” e. Mirov rastiya avbûna wê berfê dibîne, gava ew dipiþife… Mirov jî wilo ye, wek avê ye, ew rastiya xwe ya berê distîne, gava bi canê xwe tev canê Xwedê dibe û cihêbûn tenê di navan da ye, wek av=Berf.

 

Li ser va bingeha ku Cîlî pê bawer dike, pêwîste hemî ol û hemî rêbazên olî “Þarîe’t” yek bin, û raste ew serî li rêbazê hildide, lê di zanîna Rastiyê “Heqîqetê” de bawermendekî hêjaye. Ew dibîne ku gava pûtperestek pûtperestiya xwe dike, di rastîniyê da Xwedaperestiyê dike, tev mîna hev in, yek rastiyê dibînin, ew jî rastîniya Xwedê ye.

 

Ev bawerî xêzek sor di navbera Sofîtiyê û Islamê de dikiþîne ji ber ku Islam hatiye bo rakirina pûtperestiyê û her þêweyek pêdakirina xwedîkan li gel Xwedayê me yê tenha, yê bê zarok û bê jin û bê hevpar..

 

Þêx Cîlî, Iblîs “Þeytan” zanatirîn afirendên Xwedê dizane, pesna wî dide û wî pîroz dibîne… Ew di pirtûka xwe de, ya bi navê (Mirovê tavkirî- rûpel 42, birr 2) dibêje, ku Iblîs berî hatina roja dawîn “Axîretê” naye nifirkirin û ji pêþberiya Xwedayî naye bi dûrxistin. Ne dûre ku bîr û baweriyên Cîlî bi ola Ezdahî hikar bûne an jî tersî wê yekê, Sofîtiyê hikarî li ola Ezdahî kiribe, çiku di “Mishefa Reþ: Qere Furqan” û “Cilwe” ya Ezdahiyan de, nêrînek nêzîk ji ya Cîlî ve di warê Iblîs da berçav dibe.

 

Cîlî dibêje ku dema nifir li Iblîs hatiye kirin, dilþadî û xweþîyaria wî cîhan girtiye, tijî kiriye. Jê hatiye pirsîn:”Tu çawa wilo dikî û tu ji “Hedreta îlahî” hatiye derkirin?” Iblîs bersîv daye, gotiye:

 

“Ev kurkê han, Xwedê tenê bo min daye, ne pêriyekî nêzkirî û ne pêxemberekî þande “resûl” dikare wî bike ber xwe.”

 

Di helbesta Ibin ElfarêdEltaîiye Elkubra” de, meyxane û kerxane, pûtxane û nimêjgehên Cihowan, kenîseyên Fillehan û agirperestgehên Mecûsan tev li nimêjgehên Musilmanan, tev wargehên Xweda-perestiyê ne, Xwedê ji wan deran hezdike û bi wan dilxweþe ji ber ku di wan tevan de ew Xwedê ye, ji wî pê ve di wan nimêjgehan de kesek nîne, û ew bi xwe jî Xwedapereste.

 

 

 

 

 

 

 

 

Xwetazîkirina Sofiyan

 

 

Mêrekî musilman dikare xwe ji navê bi jor ve û ji kabê bi jêr ve tazî bike, lê ew nikare li ber xelkê bê cil derkeve. Gava kesek xwe li civatekê tazî bike, dê bêjin: Eve þêt û dîne... Eve ne îslamî tê dîtin, û dibe ku wî kesî bigirin û baþ lêbidin. Þêxekî mezin ê sofiyan ku bi navê Ibrahîm bû, bi xwetazîkirinê navdar bû û navê  wî lew re di dûrokê de bûye Ibrahîm El U’ryanIbrahîmê Tazî”…

 

Eþe’ranî di pirtûka Atebeqat de [Binêre çapa Ibin Þeqrûn, r. 129, birr 2] li ser Þêx Ibrahîm Elu’ryan paþku “Xwedê jê razî be” vê dibêje: “…û ji wan Þêx Ibrahîm El U’ryan derdiket ser menberê û xutbe bo wan tazî dida, digot: Sultan û Dimyat û Babelûq, Beynesewreyn û camiya Tolan, Elhemdûlîllahî rebbîla’lemînxelk gelek dilxweþ dibû..”

 

Eddebax vê dibêje:“Ji welî pê ve reþka kê bixuye, melaîkeyên rûmetdar wê jê birevin, û mebest ji reþkê “Ewretê” reþka hisî û reþka wateyî ye, ku bi lêvkirina dijûn û bêjeyên nebaþ çêdibe, hema welî be, ewan jê narevin, gava wilo bike, ji ber ku ew bo mebestek rastiyar wilo dike û peçandina reþka xwe ji ber tiþtekî giringtir dihêle”. [Binêre Elibrîz, Eddebax, r.43, birr2, çapa 1292 k.]

 

Kemþixanlî jî weliyên kiryar bi sê cûreyan bi nav dike, ew dibêje:“Rehmanî jî sê ne, û ewan li ba weh’î tazî rûniþtîne û weh’yê dibihîsin û têdigihin mebestê.” [Camii’l Usûl fîl Ewliya, r. 133]

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þêx wek hovekî

 

Eþe’ranî li ser Þêx Xemrî dibêje ku gava seyda Mihemmed kurê Þuêb çûye ba wî dîtiye ku ew di nav bayî da rûniþtiye û heft çavên wî hene, û li ser Þêx Ebû Elî dibêje:”Gava tu derbas dibî ba wî, ew serbazeke, cara din ew þêreke, cara sêyemîn ew dibe fîl, ew pença xwe davêje axê û li xelkê zêr û zîv belav dike.” [Etebeqat, Birr 2, r. 80-81]

 

Bê guman mebest ji van gotinan ew bû ku gel ji þêx û weliyan bitirse, seriyê xwe ji wan re biçemîne, fermana wan neþikîne û her tiþtekî ewan ji gel bixwazin divê gel bide wan.

 

Xemrî li gor hewaldana Eþe’ranî hatibû parçekirin û ew xistibûn telîzekî, roja dî gava çûn wî derxînin dîtin ku þêx candare û li wir rûniþtiye..

 

Li ser Wehîþ û Ebû Xode jî tiþtin pir bê þerm û fihêt dibêje. Li gor Eþe’ranî ewana dest davêtin paþiya keç û kurên xweþik li ber dê bavên wan, lê kesekî newêrî bû bo þêx tiþtek bigota.

 

Li ser van nebaþiyan Yûsif kurê Husênê Razî mukiriyê dike û dinivîse ku yek ji kêmaniya sofîtiyê ew têkiliya h’eram e bi jin û lawikan re.

 

Eþe’ranî li ser þêxê xwe Ibrahîmê U’ryan dibêje ku gava ba ji ber wî diçû, digot filan camêrî tirr kir, û bo wê gotinê jî sûnd dixwar, êdî camêr fedî dikir û nedizanî çi bêje.

 

Wilo em dikarin bibêjin ku þêx hem tirr dikir û hem virr dikir û bi ser de jî sûnd dixwar bo xelkê bixapîne û sûcê xwe têxîne histoyê yekî dî..Ma Islam vê yekê minê dike û rêdide tiþtekî wilo hov?!

 

ΩΩΩΩΩΩΩΩ

 

„ Dilê min bûye pejirdarê her wêneyekê

Ew çêrgeha îsikane û dêra evdalane

Ew pûtxane ye û ke’beya Taîf e

Lewh’ên Tewratê ye û Mishefe, Quran e

Ez bi ola evînê bawerim

Kuve rikêbêd wê bihêwirînin

Ol ola min e û îmana min e…”  - Ibin E’rebî-

 

Bo bêtir zanîn li ser Sofîtiyê vegere van jêder û çavkaniyan:

 

- Mesre’ Altasauff (Þêx Abdilrehman Elwakil)

- The’zîr Elî’bad mîn Ehlîlî’nad bî bîdee’t Elîttîhad.

- Tezkîretulewliya, bir 2, (Ele’ttar Elsofî)

- Mîþkatulenwar, (Imam Xezalî) çapa 1934z.

- Fitûh'at, Fisûs (Ibin E’rebî)

- Tenbîh Elxebî îla tekfîr (Ibin E’rebî)

- Tercumanil Eþwaq (Ibin E’rebî)

-  E'nqail Mexrêbe (Ibin E’rebî)

-  Mewaqê' Ennicûm (Ibin E’rebî)

- Elînsanilkamêl (Cîlî)

- Ettaîiye (Ibin Elfarêd)

- Þerhultaûiye (Nabulsî)

- Etebeqat (Eþe'ranî)

- Elcewahêr (Eþe'ranî)

- Elkibrît Elesmer (Eþe'ranî)

- Elibrîz (Eddbbax)

- Rewdilqilûbilmustebah' (Hesen Ridwan)

- Delaêl Elxeyrat, Elcewahêr û Errîmah' (Tîcaniye)

- Cewamêi’ adabîssofiye (Esselmî)

- Elmuqeddîme fîtessewuf (Esselmî)

- Menahîcula’rîfîn (Esselmî)

- Silûkula’rîfîn (Esselmî)

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org