Taybetmendiyên
Zaravayê Kurdaxê
Cankurd
Li
ba hinek rêzimanerên zimanê Kurdî, zarava Çiyayê Kurdan zaravek cihê
ye ji zaravên dî yên Kurmanciya Bakur. Ev herêma Çiyayê Kurdan berê
di dûrokê da li ba Yûnanan bi navê Kardaxa dihat nasîn, paþê Turkên,
ku ji Asiya ya Navîn hêriþ kirine û herêma Anatoliya bi darê zorê û
bi rêtina xûnê ji dest Kurd û Ermen û Yûnanan birine, navê Anatoliya
guhartine, kirine Anadolu, bi wateya Kurê Dayikê û Kardaxa jî bûye Kurd
Dax, bi wateya Çiyayê Kurdan. Ereban jî paþ derketina zagonên
nijadperest ên deselatdariya Baa’s li Sûriyê, ku ji 1963ê da bi
serbinkirinek leþkerî deselatdarî bi darê zorê bi dest xwe ve anîne,
navê herêmê yê fermî kirine Çiyayên Helebê. Wek em dizanin jî
navenda Çiyayê Kurdan bajarê Efrînê ye û lew re hind caran tê gotin
“Zarava Efrînî”.
Li
ba xelkê Çiyayê Kurdan jî, wek xelkê me yê kurd li hemî herêm û navçeyên
dî yên Kurdistanê, di dûrokê da çandek gelêrî ya mezin ketiye ser
hev. Nivisandin her bi Erebî an bi Osmanî bûye. Hinek pirtûkên oldaran
yên bi Kurdî hebûne, lê piraniya gelê me li vê herêmê ne xwende bû.
Meleyên musilman ji gundiyan re mewlûda pêxember an jî destana
“Mihemmed Henîfe” bi Kurdî dixwendin û li ba hind þêxên êzdî jî
“Mishefa Reþ” hebûye, lê mixabin van pirtûk jî ji zû ve hatine
nivisandin û ew çanda gelêrî ya fireh û bi demê re serhev bûye, ne
ketiye nav rûpelêd wan. Di strana kurdî da stranbêj û dengbêjan stranêd
xwe weku bihîstine, wilo ji xelkê strane, pir guhartin ne ketiye nav wan,
lê mera dikare bibêje, ku wan zarava herêmê di piraniya stranan da
paristine, û çêrokxund û çêrokbêjan di hewaldana çêrokên efsaneyî
da, zarava xwe ya herêmî tenê bi kar anîne. Mixabin ji van stran û çêrokên
payebilind jî kêm hatine nivisandin.
Niha
jî dijwariyek mezin li ser vê zaravê heye, taybet paþ derketina televîzyonan,
ku di piraniya malên Kurdan da hene û ji ber qedexebûna zimanê kurdî û
kêmbûna bernameyên bi zarava Kurmancî di televîzyonên (KTV, KURDSAT û
ROJ) da, gelê me û bi piranî jî afretên kurd li bernameyên erebî dinêrin
û bi hev re jî bi Erebî dipeyivin, ku diyar bikin, ewana pêþkeftî û
bajarî ne. Zarokên kurd jî li dibistanê Kurdî naxwênin. Mixabin, sed
mixabin, tevgera neteweyî ya kurdî di warê paristina zimanê neteweyî da
karekî qels dike û gel li ser vê dijwariya mezin baþ agahdar nake.
Gava
du kes ji Çiyayê Kurdan bi hev re bipeyivin, Kurdên herêmên dî, tevî
ku ewan jî Kurmanc in, nikanin bi asanî baþ têbigihînin peyivîna wan
herdu Kurdaxiyan. Ne ji ber ku zarava wan nedîd e, lê ji ber ku ewan çand
û serohatin û pend û metelokên Çiyayên Kurdan di nav hevpeyvîna xwe
da bi kar tînin.
Em
li van gotinan temaþa bikin, ka em têdigihînin wate û mebestên wan an
ne:
“
Kuro, pir pê li solêd wî neke, gava ew sor bibe, rûyê wî diperçife û
ew bi zûkî guhan li hev dixîne. Eger te go yek, ewê bê: sisê. Pir
kehrkan necû û dîwaran bi guh neke. Tu baþ dizanî ew devreþa bi quruþekî
ra dibêje bavo û tu caran xwe naxurîne, û eger xwe xurand jî, dibe ku
tu xûna pêþiyekê ji wî derxînî, mala wan jî erdekî hiþk e û
ezmanekî ziwa ye, bi ser ve jî ji hêþtir ketiye û ji hophopa xwe namîne
û tevî ku weku þepteyê þivanê berxikên virnî ye, keko agir ji çavan
dibare û palûtek narê (k….), di seriyê wî da diramek hiþ tune, zikê
wî bi nanê ceyî peqiye, hema baran li ku be, ew zeviyê xwe dibe wir, pir
nangermiyê ji xanedanan re dike, lew re ez ji te re, kevir li dil ketiyo,
dibêm: Du zebeþ bi destekî nayin hilgirtin, dev ji wî berde, sabûna wî
kef nade, gava bo te dibêjin, ku ew nanê devê xwe dike devê hevalê xwe,
bi zareta Henên ne rast e, ez dibêm: Nedîtina gur ji dîtina wî çêtir
e, tu jî wek min î, gava yek dibêje “kêr” tu dibêjî “penêr”,
bi kevçî komdikî û hîskê belav dikî. Bira, Ne ker ket û ne hîz
cirri. Evê min ji te re niha gotiye ji xwe re bihêle, eger devê te tijî
xûn be, li ba kesekî tuf neke, bi zûkî di ser hewþê re nefiroþe, tu yê
ji dostê xwe re hewaldî, ewê ji dostê xwe re hewalde, dostê dostê te jî
wê di postê te da birrî….”
Gava
em dîna xwe bidin metnê van gotinan, emê bibînin, ku teviya wê metnê
bi Kurdî ye. Dibe jî bêjeyek ji zimanêd biyanî di nav da tune be, lê
belê bo þirovekirina van gotinan pir dem û pir nivîs pêwîst in, lora
ku di vê metnê da pir metelokên Kurdaxê, kurtkirina peyvan, nermkirin û
nizimkirina tîpên dengdar ên bilind û bi kar anîna wêneyên bêjeyî
û weku bi Erebî dibêjin “Tewriye” heye…
Emê
carek dî li ser vê mijarê rawestin…
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org