|
Çemê Reynê
Cemal Ballikaya
Bi cîranê xwe yê masîvan re
çû ber çemê Reynê. Piþtî ku alavên masîvaniyê amade kir, erd kola,
kurm deranî, bi çangil ve kir û avêt avê. Darê çangil di erdê de çik
kir, zengilek bi ta yê çangil ve daliqand û cixareya xwe vêxist. Li
benda Þingîniya zengil, li ser kêleka çepê vezeliya. Ket nav xeyalan û
masîvaniya xwe ya gund anî bîra xwe û li perê çemê gund yê ku dikiþiya
ser ava muradê li ber kevirê seqî kincên xwe deranî û xwe avêt gola
piþt kelhê. Demek bi hevalên xwe re ajne kir. Hevûdû nuqê avê kirin.
Piþtre ji golê derket, li ser kevirê tat yê li devê golê vezeliya û
li ber tavê xwe zuha kir. Bi tevî hevalên xwe
biryar dan ku masiyan bigirin. Li gola piþt kelê ta gola aþ bi destan li
binê kevirên nav avê xuricîn û gelek masî girtin. Di vî navberê de
hin masiyên ku ji ber destên wan difilitîn bi qêrînên bilin gelek
mezin dibûn. Lê di rastiyê de masiyên ewqas mezin di wê çemê de tunebûn.
Hemî zarokan bi dehan car van masiyên ku ji destên wan filitîbûn mezin
kiribûn. Ew ji gelek caran bi vî awayî qêriyabû û masi mezin kiribû.
Ji ber vê yekê jî kesî derewîn dernedixist û bi hevalên xwe re di nav
kêf û coþekî mezin de bi hev henek dikirin. Piþtî ku masiyên xwe li
hev parve kirin, bi awayek serkevtî þirdanê masiyên xwe girt û berê
xwe da malê. Dema nêzikê malê bû kuçikê wî yê bi navê Hirço hat pêþiya
wî, kire nuze nuz û li dora wî çû û hat. Du masî ji þirdan derxist,
avêt ber Hirço û pê re weke du hevalan vê serkevtina xwe pîroz kir û
bi hevraz ve hilkiþiyan. Bi helkehelk xwe gihandin derê malê. Dît ku dayîka
wî li ser tenûrê nan dipate. Þirdanê masiyan di destê xwe de pêjde da
û þanî dayika xwe kir û aferînek jê girt. Zûbizû çend masî xwê
kir û avêt binê tenûrê. Bi çingîna zengil re
qiloz bû û tayê çangil li dartûnê pêça. Masi ji çangil qetand û
cardin kurm bi çangilve kir û avêt avê. Demek li perê avê pêgirmok
danî û li tuncikan runiþt. Destê xwe li ser çokên xwe tevxist, li wî
ava þêlu nêrî û ji xwe pirsî, Gelo sedem çiye ku ez ji wê çemê
zelal dûr ketime û li perê vê ava qirêj asê bûme? Gelo ji bilî
xwestina jiyanek wekhevî û Kurdayetiyê sucê min çi ye? Pistî axînek
kur bi zendê sakoyê xwe hêsirên çavên xwe paqij kir û li dora xwe
weke peza gêj çû û hat. Cîranê wî deng lê kir;
kekê ez dinêrim tu kur difikirî, xema nekiþîne, emê niha gelek masiyan
bigirin, ji ber ku em heta êvarê li virin. Ew jî kelûgirî bû û
cixarekî da cîranê xwe û yek jî bixwe vêxist û li ser pêþniyara cîranê
xwe cîhê çangil guherî, vegeriya ser cîranê xwe û di derbarê çemê
Muznurê de hinek pirs jê kir. Cîranê wî, ji Dêrsimê ye lê dibêje ez
ji Tunceliyê me, wisa dixwiyê ku malbata wî jî weke gelek malbatên kurd
nexwestiye carek din bi kuþtin û talankirinê re rübirü bimînin, ji ber
vê yekê jî kurê xwe zêde di derbarê komkujiya Dêrsimê de
agahdar nekirye. Piþtî ku hemû pirsên wî bê bersîv man, di bin ewrê
reþ û li perê ava qirêj runiþt û piþta xwe da bayê, bayê ku di havînên
vê welatê de mirovan di cemidîne. Di nav bagera zivistanên serhedê de
lepikên tivtik kir destê xwe û dewarên êvarê bir ser avê. Piþtî ku
Dinya tarî bû berê xwe da mala ku çîrokbêj wê þevê li wir e. Bi tevî hemû hevalên xwe
yeko yeko di ewliyê de berfa saqê goreyên xwe bi sivnikê dawîþandin,
çoyên xwe li quncikê derê kulavkirî danîn, hu kirin destên xwe û li
dora sobeyê xelek çê kirin. Agirê sobeyê yê ku ji dojehê bi heft avan
hatibû þûþtin, paþê li ser ruyê erdê mabû odeya cemidî germ
nedikir ji bilî germahiya zarokan. Çîrokbêj, bi hebû tunebû carek ji
caran dest bi çîroka Mîrze Mehemed kir: Di nîvê çîrokê de her
zarokek xwe kirin þûna qehremanê çîrokê. Ew jî bi vî awayî ji bo
bilbila hezarî ji ber serê Xezalê bîne nava xasbexçeyê bavê xwe, ket
rêya hat û nehatê û di nav qît û keleman re meþiya, bi dêwê heft
serî re ket þer. Bi çingîna zengil re encama vî þerî bidest neket. Lê
wisa xûya ye ji vî þerî re
hîn gelek þûr ji kalanan tên kiþandin û gelek zarok li dij dêwan
berxwe bidin. Carek din çangilê xwe li dartûnê pêça, masî ji çangil
qetand, kurm pêve kir, avêt avê û darê xwe bi hêrs di erdê de çik
kir û weha got; Piþtî þevên qîr þêlutiya çemê
reynê, bi
miruz, bi masîvanî, min
di hewîne. Mêvanê
bê dem im, dihasilim
bi revê. Sinêde
me li bin ewrên tirþ, rojên
bê Roj, na
na, sêwîme
di çîrakan de, ne
li ber destên ap û amojnê, li
ber pêyan, di
dema fezayê de, li
ser sergo, qewmê
arî me, di
torê de, torê
dikþînim. Çangilê
bi kurm, nakþîne
bala masiyên gêj. Piþtî
þevên qîr, ji
xwe bûm, dipelpitim,
tu
tiþt bala min nakþîne, ji
xeynî te... Cemal
Ballikaya, "Cemal
Ballikaya" <cemalballikaya@yahoo.de>
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org