|
|
CIVÎNA
REWÞENBÎRÊN KURD LI BERLÎNÊ
Cemal
Ballikaya
-
-
- Civîn ji aliyê
Civata Kurd ( Kurdisches Gemainde) ve hatibû amadekirin. Banga civata
Kurd (Kurdisches Gemainde) Ji 4 xalên girîng pêk hatibû.
- 1- Li
bakurê Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêka
kurd de rewþenbîr ci difikirin?
- 2- Gelo hûn
daxwiyaniya serokkomarê Tirkîyê çawa dibînin?
- 3- Pêþniyarên
rewþenbîran ji bo çareseriyê
çi ne?
- 4- Hêzên
parastina gel çawa nêzikê vê pêvajoyê
bibe?
- Civîn bi
tevlêbûna 50 rewþenbîran li avahiya YEKMALê
(Yekîtiya Malbatên Kurdistan) pêk hat. Di destpêka civînê de serokê
Civata Kurd Riza Baran bixêrhatina mêvana kir û bi tevlêbûna rewþenbîran
dilxweþîya xwe anî ziman û hêvî kir ku
di civînê de nîqaþên berfireh cê bin.
Baran da zanîn ku pirsgirêk li kîjan parçeyên
Kurdistanê hebe pirsgirêka me hemûyan e û divê em bêdeng nemînin
û ji bo çareseriyê çi
pêwîst be em bikin.
- Paþê
jî mafê axavtinê da endamê komîteya rêvebir yê Civata Kurd
(Kurdisches Gemainde) Feyad Osman , F. Osman jî da diyarkirin ku gelê
Kurd di pêvajoyek hessas re derbas dibe. Em wek civata kurd amade ne ku
pêþengiya civînên bi vê awayê bikin.
Jiber vê yekê jî emê bi van xalan ve girêdayî bimînin û nîqasan
bikin û bi pêþniyarên zelal bigîhîjin
encamek. Paþê F. Osman mafê axavtinê da
rewþenbîran.
- Nêrîn
û pêþniyarên rewþenbîran:
- Pirsgirêka
Kurd di rewsek hesas re derbas dibe. Didemên dawîde lêgerîn û nîqaþ
tên kirin, hin daxwiyaniyên rayedarên Tirkiyê hene, saziyên wan yên
sivîl jî di nav xwe de hin nîqaþan dikin.
Aliyên Kurd jî bi rê ya DTPê hin nêrîn û daxwiyaniyan tînin
ziman.Cara yekemîne ku li bakurê Kurdistanê aliyê kurd bi rêk û pêk
bûye xwedî hêz û dixwazin aþitiyek
berfireh pêk were. Pêwîste em jî wek rewþenbîrên
Kurd yên li Berlinê ji bo alikariya vê pêvajoyê têkevin nav gengeþîyan
û helwest û pêþniyarên xwe zelal bikin. Tê
zanîn ku birêz Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzgeran re, dabû
xwiyan ku ewê ta 15 ê Tebaxê nexþeyek rê
ji bo aþitiyê pêþkêþê
raya giþtî bike. Gelo em cawa dikarin
alikariya vê pêvajoyê bikin û pêþî li
leyistikên Osmaniyan bigirin û cawa bi wan bawer bin. Jiber vê yekê
jî aþitî bi sozdayîna devkî nabe.
- Di
rojhilata navîn de gelê kurd wek netewek ji 40 milyonê zêdetir e û
hîn jî li azadiya xwe digere, lê hêzên dagirker hevkarên hev in û
zûbizû xwe nadin ber naskirina nasnameya gelê Kurd, jiber vê yekê jî
dixwazin carek din bi hin mafê takekesiyê berxwedana gelê Kurd têk
bibin. Jiber vê yekê jî pêwîst e çareseriya
li ser mafê takekesiyê nayê qebulkirin û pêwîst e çareseriyek
bi giþtî çê be.
Herî kêm nasnama Kurdan di zagona fermî de were qebulkirin û di hemû
qadên perwerdeyê de zimanê kurd bikar were. Kurd karibin bi awayek
azad capemenî û weþanxaneyan bikar bînin
û rêvebirên kurd li ser axa xwe bi awayek azad rêvebiriya heremê
bikin.
- Ger Kurd
nexþeyek rê ji bo çareseriyê
ava bikin pêwîst e eniyek netewî ava be û bi vê awa yê jî xebatên
dîplomasiyê pêþkeve. Divê hemû xebatên
aliyê kurd ji bo aþitiyek bi rumet be. Di
hemû aloziyan de aliyên alî hene, em jî wek rewsenbîr ali ne û ji
bo gelê Kurd çi pêwîst be emê bikin.
Jiber vê yekê jî divê rêvebir û hêzên kurd rewþa
gel bigirin ber çav.
-
- Divê
hêzên çekdar yên Kurdan baweriya xwe
bi Dewleta tirk neyînin. Jiber ku firsendê bibînin komkujiyê pêk
tînin.
-
- Pêvajoya
aþitiyê di kontrola hêzên navnetewî
de be.
-
- Nasnameya
Kurd bi awayek fermî di zagona bingehîn de cîh bigire.
-
- Hemû
girtiyên Kurd yên siyasî werin berdan
-
- Ger aþitî
hebe jî pêwîst e gerilla çek bernede
û li herêmê wek hêzên ewlekariyê bimînin. Jiber ku gerilla
tenê ji bo bakurê Kurdistanê dest bi þerê
çekdarî nekiriye.
-
- Kurd
karibin bi zimanê xwe di dibistanan de perwerdeyê bibînin û di
hemû qadên jiyanê de bikar bînin.
-
- Rêvebiriya
herêmê di destê kurdan de be.
- Cemal Ballikaya
|
|
|