|
CIVÎNA REWÞENBÎRÊN KURD LI BERLÎNÊ
Cemal Ballikaya
Ev demek dirêj bû ku li Berlînê di warê xebatên rewþenbîrî de valahiyek hebû. Jiber vê yekê jî gelek rewþenbîr gazin dikirin û digotin; li paytextek wek Berlînê ku bi qasê 70-80 hezar kurd lê dijîn û di warê rewþenbîrî de kar û xebatên berbiçav nayên kirin. Bi vê awayê çend kesên ku berê têkiliya me bi Înstîtûta kurd re hebû, me valahiyek tespît kir. Gelek caran nîqaþ çê bûn û ji bo saziyek ku hemû rewþenbîrên kurd ên li Berlînê bikaribin tê de cîh bigirin were avakirin, an jî herî kêm komîteyek were kivskirin ku ev komîte bi kêmanî be jî bikaribe hin xebatên rewþenbîrî bi rêk û pêk bikin. Bi vê awayê gelek pêþnîyar ji rewþenbîran hatin û di encam de biryar hat dayîn ku em pêþcivînek lidar bixin. Li ser vê yekê di pêþcivîna ku jivir û du meh berê çê bûbû de komîteya amadekar ya civîna berfireh ji 5 kesan ( Dr. Gundî, Fehmî Balayî, Cemal Ballikaya, Gundî û A. Xaliq) hatibû hilbijartin, amadehiya civînê kirin. Ev civîn bi alikariya parlemenê Berlîne Giyaseddin Sayan di 13.03.20009an seet di 18.00 an de bi tevlêbûna 42 rewþenbîran li parlementoya Berlinê (Abgeordneten Haus) pêk hat. Civîn ji aliyê Giyaseddin Sayan Dr. Gundî Fehmî Balayi û Cemal Ballikaya ve hat birêvebirin. Di civînê de derket holê ku li Berlînê pêwîstî bi xebatên zanistî û rewþenbîrî heye û pêwîst e herî kêm komîteyek were kivþkirin û ev komîte kar û xebatên sazkirina vê rêxistinê bike. Gelek nîqas di navbera beþdaran de çê bû.
1 - Komîteyek were hilbijartiin, ev komîte amadekariya konferansek biçûk bike û piþtre konferansek mezin lidarkeve 2 - çarcoveyek ji kar û xebatên vê saziyê re were danîn 3 - Nêzikahiya vê saziyê ji hemû hêzên siyasî re yek be 6 - Piþtî çûyîna Înstîtûtê (Köln) valahîyek derket holê, em çawa dikarin vê valahiyê tije bikin û giraniyê bidin xebatên zanistî 7 - Pêwîste terîfek ji rewþebîriyê re hebe, ka rewþenbîr kî/kê ye û çi jê tê xwestin 8 - Ev sazî bikaribe bi rêyên fermî di dibistanan de perwerdeya zarokan bîne rojevê 10 - Pêwîst e rewþenbîr azad be û pêþiya pênûsa wî/wê vekirî be 11 - Pêwîste ev sazî bi xwendakaran re danûstandinê bike Di encam de komîteyek ku bikaribe amadekariya konferansek bike hat hilbijartin
Giyasettin Sayan Cemal Ballikaya Fehmî Balayi Peyman Ebdullah
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org