Dema Çov Li Çov Bikeve Herkes Birayê Birayê Xwe ye

 

 Cemal Ballikaya

 

Li gelek welatên Cîhanê, bi taybetî jî sîtemên dagirker û nijadperestên rojhilata navîn ji bo statukoyên xwe biparêzin û gelên xizan û bê welat bêhtir bipelçiqînin, di nav hevkariyê de ne û ji kiryarên hev yên qirêj re bêdeng dimînin.

Ji bo text û payên xwe yên zilm û zordariyê li hewa bihêlin hemû rêyan diceribînin û li hemû qadên jiyanê xefikan datînin û alîkariya dewlemendên diz û nivîskarên pênûs qirêj û xwefiroþ dikin ku ew jî bi alikariya aboriyê û bi rêya çapemeniyê avê li çerxên wan yên qirêj bikin û bi vê awayê jî di qada navnetewî de xwe mafdar bidin xûyandin.

Pir mixabin ev kiryarên ji derveyê mirovahiyê li ber çavên cîhanê pêk tên û dewletên ku ji xwe re dibêjin em pêþengên þaristaniya hemdem in ji bo berjewendiyên xwe yên aborî têkiliyên xwe bi van sisteman re xurttir dikin û di firotina çekan de di nava pêþbirkê de ne. Bi taybetî jî ji kiryarên dostên xwe yên Tirk re bêdeng dimînin. Hin caran jî dualî dileyzin û dixwazin bi vê Ruvitiyê þaþikek li serê xwe bipêçin xaçek bavêjin histuyê xwe, carinan li li mizgeftan bibin melayek li minberên bajarên Tirkiyê pesnê militarizmê bidin, dilê atatirk þad bikin û bi heman siklê bi dengê zengilê Dêrê guneh derînin û bi vê awayê bûyera serê kêrê zikê zebeþê berdewam bikin. Herwisa têkiliyên bi Îran û Suriyê re jî bi vê awayê ye.

Ev hisabê hêzên ji derveyê kurdan e û hêza wan ya ewqas zêde tune ku di demek kurt de pêþî li van hevkariyên qirêj bigirin. Lê nayê wê wateyê ku kurd dev ji dîplomasiyê berdin. Divê karê Dîplomasiyê jî berdewambe.

Bi salane ku hêzên desthilatdar yên Tirkiyê, ha yên tarî ha yên eþkere hemû rêyên ji derveyê mirovahiyê bi rêya vê þerê qirêj li ser gelê Kurd dimeþînin. Di van demê dawî de hîn bêhtir dixwazin bingeha çavtirsandin û komkujî bavêjin û bi vê awayê dîsa Kurdan bêdeng bikin. Dema serî li vê yekê didin, dixwazin carek din leyîstokên Osmaniyê yên qirêj dubare bikin û di navbera kurdan û gelên din yên ne tirk de þerek hundûrîn derinin holê û bi rêya çeteyên sivîl bingeha komkujiyê lidarxînin û paþê jî xwedî li van bûyerên qirêj dernekevin.

Ev jî hisabê dagirkeran e ku ji bilî hovîtiyê ti tiþtek ji dîrokê re nekirine mal û gelê xwe jî bi vê perwerdehiya fermî ya talankirin û tunekirinê perwerde kirine. Em nikarin li benda rehma kes û sistemên bi vê awayê bisekinin ku ka kengê, bi çi awayê dev ji vê hovîtiyê berdin û bikaribin bi gelê cihanê re dostaniyê bikin. Jiber ku gotina pêþiyên wan e ku dibêjin ´´Ji bilî tirkan ti kes dostê tirkan nine``

Dîsa ev çend rojin ku dagirkerên tirk, bi leþkerên xwe, bi karmendên xwe bi nivîskarên xwe yên þerxwaz, bi oldar û bêolên xwe, bi saziyên xwe yên çep û rast û bi kurtasî bi hemû gelên xwe yên nijadperest bi tevî serokkomar, serokwezîr, serokles kerên xwe, meyek ji koka zirindarê dagirtine û bi ser xwe de kirine û li hemû qadên jiyanê vediriþin û dixwazin Kurdan di kevçiyek xwînê de bixeniqînin. Wisa dixûyê ku ji kurdan re rêyek tenê dimîne ku ew jî yekîtiya netewî ye û di ber çavan re derbazkirina politikayên þaþ in.

Bi awayê ku dibêjin; ´´herkes li ser ola xwe em birayên hev in`` ka em bi hevûdû re dikarin çi bikin û çawa tevbigerin. Dema em vê yekê tînin ziman neyê wê wateyê ku pêwistiya me bi hêzên demokrat û mirovhez tuneye, bilakis, pêwîstiya me bi dostiya hemû mirovan û gelan heye, lê divê bê zanîn ku em biratiyê jibîr nekin. Jiber ku gotinek pêþiyan heye ku dibêjin: Dema Çov Li Çov Bikeve Herkes Birayê Birayê Xwe ye.

Ev cil salin ku em dibêjin di rojhilata navîn de 40 milyon Kurd hene. Ez ditirsim ku ev hejmar hîn 40 salên din jî bi vê awayê bimîne. Jiberku hemû metodên asimilasyonê bikar tê û xemsariyek di nava hêzên kurd de heye û dev ji dagirkeran berdane û bi hevûdûve ketine. Jiber vê yekê jî divê kurd bi her awayê birayê birayê xwe bin.

Li aliyê din hin parlementer, maldar, nivîskar, oldar û çepgir û rastgirên kurd yên ku avê dikiþînin aþê dagirkeran, pêwîste bizanibin ku ger helwestên wan bi vê awayê be, li hember dîrokê sucdar in û kurdayetiya wan ya ku tenê dibêjin em jî kurdin û kurdan temsîl dikin, li cem kurdan quriþek tirkan nake, li cem tirkan jî xwefiroþî û tirsonekiya wan ispat dike.

Divê van kesayetiyanan zanibin ku gelê kurd di bin zilm û zordariyê de bi hemû cûreyên ês û azarê dagirtîne, ger biteqin wê jiyan li wan jî biherime.

 

 

Cemal Ballikaya

 

cemalballikaya@yahoo.de

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org