|
GORÊN NEXUYAYÎ
Ne gerokek biyanî me Ne jî nêçîrvanek bi
qefes im Digerim
li gorên nexuyayî. Ne
bi parsekî, Ne
jî bi histuxwarî, Bi
nav û paþnavên rasterast Bê
çiv û çur Di
dilê min de kêlikên bilindkirî Bi
armancek lihevkirî Bê
ben û niviþtên rizyayî Perestgeha
zarokên Newrozê Herçar
demsalan xemilandiye. Digerim
li gorên
nexuyayî Ne
masîgir, ne jî kelekvan im Li
perê Firat û Dicle Li
pêþberê pêlên har Di
avgerokan de Gulan diçikînim. Ez dayik im! Xeman
dirêsim Bi
ayetên ji sêpêyan niqutandî Dergûþa xwe dilorînim Digerim
li gorên
nexuyayî Gund
bi gund Bajar bi bajar Li
ser keleha Bedlîsê Ji
rêberên azadiyê re Silavên
torinan dikolim Dilsoziya
Al`gir û rêhevalên bawermend Li
ber sûra Amedê Ji
warê þêran Dêrsim
û Qocgîriyê Di
pirtûkek pîroz de Diyarê
Mehabadê, Hewlêrê û Qamiþlo dikim Digerim
li gorên nexuyayî Bi
nav û paþnavên rasterast Bê
çiv
û
çur….
Cemal
Ballikaya 29.04.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org