Hooo
dilo !
Cemal Ballikaya
Þev û rojên giran û
xewar Xew û xewnên bi çolê
ketî Bi hesreta deþtên xalî Radipelikin singa qederê Ku çerxa jiyanê ye Bi min ve keliya ye Ne
min tamek jê girt Ne
jî tu ji hingavtinê betilî... Hooo
dilo ! Yê
wek zarokek holik lê xiravbûyî Li
þûna hembêza dayîkê Di
quncikê te de Bi
xalên kizirandî Girî
li qirikê pêçayî ez im... Di
germistanên westiyayî de Li
hemû berojan Bi
ser çiruskekê de diponijim Bêhna
hemû seqeman hiltînim... Di
hemû cejn û sersalan de, Di
nav çingîna zengilên xeribiyê de Orina
hovan dipêm... Hooo
dilo ! Bi
ser canê bi jan de Nalîna
te di tepisînim Û
ji rojên mijxêle re birê dikim, Halanên
duh bi ser îro de diçerixînim, Þûr û kalanên Ristem Di ser siya dîrokê de
diteyîsînim... Lê tu bizanibe Ev banê min ê hilweþiyayî
ye Ji bêhna gulên qesra bêbextiyê
dikuxe, Ji kurahîya demên bê
kes Bêkeys dinale, Êdî ne qumaþê Hind im Ku li bejna xwîþkên
teresbavan bixemilim. Tenê kirasê hewarê
didim dirun Ji
xeyalên shermok re... Hooo
dilo Ji
qutîka bizotan kewê hiltînî Ji
inyata xeman re Dixulxulî
di cihana sergirtî de. Ev
lehiyên gemarê ne Dixwazin
te li bêdengiyê asê bikin Û
daxînin kela te ya hingivînî. Ji
nikulê hecheckê Hêsirên
dîlgirtî Ji
pêsîrên dayîkan Tîrên
sorkirî diyarê te dikim Ji
bo zarokan Ku
bikarbînin li hember bêbextiyê… Hooo
dilo Lehengê
min hebû, Ji
lorîkan têrnebûyî, Di
donzdehsaliya xwe de Çardeh
gulleyan bi deyn digirt, Ji
canbazên biratiya derewîn Bi
tevî birînên bavê xwe, Dibû
gazî û hewara siberojên min… De
bêje dilê min Ezê
çawa nebim rêbirê dîroka bi hezaran salan Di
destê keça þeþ salî de Zilaman
nexesînim Û panzeran nebetilînim. Hooo dilo Ez im kalekî çil salî Di
çilsaliya xwe de Bav
û dayîka ya hêlhêlî digerînim
Li
kuçên neyaran Hezar
nifirên wan direþînim bi ser bêbaviyê de Ji
çepera bijangên bavê xwe awirên bi gef Ji
dilê dayîka xwe sitranên bi nifiran xemilandî diyarê
hovitiyê dikim Hooo
dilo! Bibîhîze
rengan Ji
ruyên tari Neçariyê
vediriþin. Bi
ser bêdengiya histujikestî de Nêrînên
pisîngî Li
þêran beloq in Oy
dilê min Bibîne
dilê qilêr Mejiyên
kal Û
bikale Li
guhera mirovahîyê Li
zozanê par û pêrar Bicivîne
keriyên qedîmî Daku
þerm bikin serþivanên xemsar Û
tenê bibin xemlek li bejna bilura min...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org